DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Hêviyek ji PYD/PKK



Kurdinfo:19:04 - 1/3/2013

Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev û li dijî dijminên xwe nebin yek


Di van rojê dawî de gava em li Rojavayê Kurdistanê dinerin, em qebûl bikin yan nekin, dibînin ku hêza herî xurt û xwedî derfet PYD (PKK) ye. Bi qencî û xerabîyên xwe ve, bi rastî û xeletîyên xwe ve PYD (PKK) li Rojavayê  Kurdistanê  alternatîfa herî xurt e. Heger em helwesta xweyî şexsî, hezkirin û nehezkirina xwe deynin alîyekî û wek Kurdekî  bê teref li meselê binerin, emê bibînin ku îro PYD (PKK) di doza Kurd de alternatîf  û mixatabê  dewleta Surî û Tirkiyê ye. Em bixwazin yan nexwazin ev rastî  nayê  guhertin ji ber ku îro bi hêz û xebata xwe li meydana şer û siyasetê  PYD û PKK  heye. Xebata hêz û partîyên din li ber xebata van herdu partîyan winda dibin û ji ber ku hêzên li derveyî PYD (PKK) jî ji diyalog û aştîya navxweyî dûr in, tenê  PYD  (PKK)  wek alternatîfa herî xurt dimîne.

Tam di vê xalê de divê PYD (PKK) dev ji siyaseta xweyî şaş berde û xwe zêdetir nêzîkî tevgera Kurdistanî bigire. Di vê qonaxê de şansekî mezin li ber PYD (PKK) heye ku dev ji hirs û dijberîya tevgerên din berde, dev ji vê rêveberî û siyaseta şaş a niha berde û di şûna ku bi partîyên rejima Surî  re enî yan ava bike, hêzên Kurd li hev bicivîne û wek hêza herî xurt pêşkêşîya avakirina enî yan cepheyek netewî bike. Heger PYD (PKK) birastî  netewî difikire û xwe wek nûnerê Kurdên Rojevayê Kurdistanê dibîne, divê di xurtkirina diyalog û hevkarîya hêzên Rojevayê Kurdistanê de xwedî helwestek netewî be û vê erka xwe bîne cî. Divê ew xwe ji wan şablonên xweyên ku jêre hatine hazirkirin derkeve, zêdetir netewî û Kurdistanî  bifikire û gava ku jê tê xwestin bavêje.

Di tekoşîna azadîya millet û welatekî de xeletî dibin, kujtin dibin, dijminatî û şerê brakujî jî gellek caran dibin. Li her welatê dinyayê  bûne. Lê ku mesele hat û li berjewendîyên netewî sekinî, divê mirov karibin dijminatî û dilmayîna navxweyî deynin alîyekî û di çarçoweya berjewendîyên netewî de dest bidin hev û hevdu himbêz bikin. Kînê li himberî hev û du najon, neyên lîztika dewletên dagîrker û kêfa dijmin li xwe neynin. Nimûna herî baş şerê 92-93-94 e.

PKK çêtir zane, di şerê 92-93-94an, di şerê navbera PKK û PDK de bi hezaran Kurd bê sûc û bê guneh şehîd ketin. Lê rojekê tenê jî serok Barzanî û PDK kîn najot û dijminatîya PKK nekirin. Çima? Ji ber ku êdî kîn û nefreta li dijî hev, şer û pevçûna brakujî ji ziyanê wêdetir tu fêdê nade Kurdan. Serketin ne di dijminatî û şerê hev de lê di tifaq û hevgirtina netewî de ye. Bi taybet gava ku serok Barzanî lêborîna xwe ji şehîdên Kurdistanê xwest û şerê brakujî wek dijminê herî xedar bi nav kir, divê hêzên herçar parçeyên Kurdistanê vê helwest û ramana Mesûd Barzanî ji xwe re wek nimûneyek bêhempa bigrin û jê dersan wergirin.

Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî  tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev û li dijî dijminên xwe nebin yek, weke ku rehmetî Mela Mistefa Barzanî  digot ” Çi kesê ku hestên netewayetî pêre tunebe, wê rojek ji rojan îxanetê li gelê xwe bike” emê jî rojek ji rojan îxanetê li millet û welatê xwe bikin

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur