DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Hengameyeke bi xumam



Kurdinfo:12:14 - 1/2/2013

Di vê qonaxa ku berjevendiyên hukûmeta Tirkiye û tevgera Kurd hevqasî nêzîkî hev û hetta ketibe nav hev, ti wextî hevqasî li hev nehatiye.


 

 

Dîsa hengameyeke bi xumam li ser serê Kurdên bakur tê gerandin. Dîsa mij û dûman e, û dîsa ferman a Öcalan e. Dewleta Tirkiyê bi riya Öcalan dixwaze di serî de li Rojava û pêve girêdayî di temamê perçeyên Kurdistanê de PKK û zevatên wê ji qada astengbûna berjewendiyên Tirkiyê derxe.

Her çiqas AKP wek mîsyon ji mîyoneke Tirk-Îslamê ango veryasona Kemalîzmê a rast wergirtibe jî, gavên ku di vê pêvajoyê de davêjin jibo pêşeroja Tirkiyê ronahî û jibo pirsa Kurd jî bû îqrara înkara hebûna milletê Kurd. Tabî jiyê gotinêye ku xwedanê îkrara milletê Kurd di heman demê de, dev ji YEK YEK îya xwe jî benadin. Ger mirov di vê çerçewê de bersiva pêvejoyê bide, divê mirov bê şik li destpêka vê pêvajoyê binere.

Çi dibêjin rayedarên Tirkiyê: "Ev projeya dewletê ye, bila kesek ji me nekevin şikê ku emê Tirkiyê texin qonaxek xirab û dest bavêjin wan xalên ku jibo temamê milletê Tirk xetê sor in". Li gor qeneta min mirov kare bersiva pirsê di van xetê sor de bibîne. Çibûn ev xalên sor?

1) Yek dewlet, divê dewleta ûnîter bê paraztin.

2) Divê zimanê resmî û perwerdê bi Tirkî be. Ti zimanê din wê neyê bikar anîn.

3) Wê di zagona bingehîn de behsa ti neteweyê din neyê kirin.

4) Wê ti netewe bi nasnama xwe nikaribe partiyan veke û xebatên siyasî bike.

Îcar ger mirov xal bi xal daxwazên xwe bîne ser zimên, bi ya min divê mirov beravajê van xetên sor ên Tirkiyê daxwazan bike.

1) Îkrara înkara nasnama Milletê Kurd divê bi guherandina zagona bingehîn bê qebûlkirin.

2) Yek dewletbûn kare bê parastin bi şertê şirîkatiyek wekhev.

3) Divê her netewe bi nasnama xwe mafê xwe birêxistinkirinê û avakirina partiyên siyasî, xebatên xwe bi ziman û nasnama xwe bikaribe pê propaganda yanî siyaseta netewa xwe bike. Li gor bahweriya min ev xal mifteya çareseriya pirsa Kurd e. Ji ber ger Kurd bikaribin bi nasnama xwe rexistinên xwe ava bikin, we gavê wê astengên di navbera temamê civakê de ji ortê rakin. Bela wê her civak bikaribe li gor berjewendiya civaka xwe projeyên xwe yên siyasî biafirïnin. Ev yek jî wê rê li ber her fikrî veke.

Wek mînak, ew kesên ku Kurdistanek serbixwe diparêzin û ew kesên ku Tirkiyebûyinê diparêzin, bi şertê ku civat yan jî milletê xwe qana bikin, bi rehetî karibin xwe li ser Tirkiyê ferz bikin. Her wiha jibo wan kesê ku dewletek federe jî diparêzin wê ti asteng nemînin. Hetta wê hinekên mîna min jî derên û bêjin ku, ez bi Tirkan re bi şirîkatî dewletek ku pêşeroja wê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa ji dewletek Kurd a serbixwe ku di Rojhilata Navîn de wek dewleta Iraqê, Erebistana Suudî yan jî Dûbay be, baştir dibînim, derkevin.

Ez dixwazim di dawiya gotara xwe de daxwazekê ji beşa mezin a cepha Kurdan yanî ji PKKê bikim. Di vê qonaxa ku berjevendiyên hukûmeta Tirkiye û tevgera Kurd hevqasî nêzîkî hev û hetta ketibe nav hev, ti wextî hevqasî li hev nehatiye. Ji ber vê jî divê PKK jibo berjevendiya miletê Kurd bê qeyd û şert guherandina sitratejiya ku li ser esasê çek danîne biguherîne û metodên demokratîk û ji şiddetê dûr biafirîne. Madem PKK doza Demokratîk Cimhûrîyetê dike û xwe ji federasyon yan serxwebûna Kurdistanê bi dûr xistiye, gerek PKK wê cesaretê di xwe de bibîne û bi xwe bawer be ku karibe bêminnet çekên xwe deyne û dakeve qada siyasetê, siyasetek sivîl û demokratîk ji xwe re bike armanc.

 

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur