Helbestvan û nivîskar ê kurd Arşevê Oskan, li bajarê Hamburgê yê Almanya di
25.11.2012ê de wefat kir.
Arşev Oskan ji rojavayê Kurdistanê, bajarê
Dirbêsiyê, gundê Bîrkinêsê bû. Di sala 1967 an de ji dayik bibû. Bavê sê
zarokan bû.
Kurd wêjeya kurdî helbestvanekî dilsoz wenda kir.
Serê malbata wî û gelê kurd sax be...
Berhemên Arşevê Oskan
- Hêviyên birîndar Helbest sala 1995 an
- Kê gul çinî Helbest sala 1999
- Berbang qedexe ye Helbest 2001
- Kovara Zevî Kovar 2001 - 2004
- Xewnistan Helbest 2010
- Keştiya penaberan Roman 2010
- Awazên evînê Helbest 2012