DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

“Kürt Kavşağında Bir Siyasetçi Feridun Yazar “ Siyasetmedarek Di Xaçerêya Kurd de Feridun Yazar”



Kurdinfo:11:32 - 23/11/2012

Musa Anter Feridun Yazar’a şunları anlatıyor


 

Navenda Çanda Mezopotamya û İbrahim Gurbuz

                                                                                                                                       İsmail Beşikçi - 22.11.2012

Rêze hevpeyvîna Hasan Kayayî ya ku bi Feridun Yazar re kiriye hat weşandin. Pirtûka ku ji aliyê weşanên Fanos ve hatiye weşandin bi navê  “Siyasetmedarek Di Xaçerêya Kurd de Feridun Yazar” e.  (Îlon 2012, Stenbol)

Di rûpela 290. a pirtûkê de, di derbarê İbrahim Gurbuzî de vegotin, angaşt hene. Di vê nivîsê de, ez dê hewl bidim ku raman û hestên xwe î di derbarê van angaşt û vegotinan de diyar bikim. 

Serê Îlona sala 1992yan, serdemek e ku Feridun Yazar dixwast ji serokatiya Partiya Keda Gel (HEP)ê derkeve. Feridun Yazar wek Serokê Giştî î HEPê, li Stenbolê, li Tuzlayê, li Maltepeyê beşdarî civînan dibe. Li cem wî Musa Anter jî heye. Feridun Yazar, Musa Anter di nava gel de ne. Bi gel re diaxivin.

Dema ku konvoya HEPê, ji derdora Tuzla, Maltepeyê ber bi Bagcilarê ve diçû, Musa Anter, ji Feridun Yazar re dibêje “kesî negire ‘erebeya xwe, tiştên taybet hene ku ji te re vebêjim”. Ji ajovan re jî “tu axaftina min sehneke” dibêje. Navê ajovan nayê dayîn…

Piştî vê Musa Anter ji Feridun Yazar re wiha dibêje: “Rewşa min pir xerab e. Pereyê min tune ye. Ez nikarim kirêya malê bidim. Di navbera mala ku ez lê rûdinêm û Enstîtuyê de pir mesafe heye. Heqê rê nikarim bidim. Li malê xwarin nemaye. Ez pir perîşan im. Ez li holê mame. Bi min re ‘eleqedar bin… Jiber ku mala min pir dûrê Enstîtuyê ye, min xwest ez li Enstîtuyê bimînim. İbrahim Gurbuz li hember vê derket. İbrahim Gurbuzî ez ji Enstîtuyê qewartim. Got‘Rahêje betaniya xwe here, li ber derî rûnê, vexwarina xwe jî li wirê vexwe…” 

Kekê Musa, vanan bi awakî berfireh vedibêje, perîşaniya xwe vedibêje. Dixwaze ku pê re ‘eleqe bê kirin, rêveberên partiyê ji rewşa wî bêne agahdarkirin, ji vê rewşêre çareserî bê dîtin.

Di pirtûka Hasan Kayayî de, vegotinên Feridun Yazarî, li ser navê Musa Anterî min pir behitandin. Min vê beşê bi behitîn xwend. Çimkî vegotin, angaşt pir berevajî tiştên ku min dîtin, ez jiyam bûn. 

Di wan salan de, yanî, ji dawiya 1989an pê ve, di salên 1990, 1991, 1992yan de, di çarçoveya xebatên damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurd a Stenbolê de, ez bênavber dihatim Stenbolê. Tiştên ku min bi xwe dîtin, ez jiyam ev bûn. Ji vê pêvajoyê re belbî deh, belbî dozdeh, belbî bêtir jî bûme şahîd.

Navenda Çanda Mezopotamyayê li Tarlabaşiyê bû. Serokê NÇMê İbrahim Gurbuz bû. Kekê Musa, li Kartalê, li Rahmanlarê di Gulsuyu de rûdinişt. Mala wî li wirê bû. Mala Kekê Musa bû. Kekê  Musa di kirê de nebû. İbrahim jî wan salan, li İçerenkoyê, paşê jî li Kayişdagiyê rûdinişt. 

Mala Kekê Musa bû. Kekê Musa bi behsa Dicle û Anter digot, “zarokên min vê malê ji min re sendin” pê dipesinî. Li Gulsuyuyê, daîrekî di avahîyekî ku di nava erdekî vala de hatibû avakirin de bû. Li derdor avahî sazkirin hîn nûh dest pê dikir. Pirtûka bîranînên Kekê Musayî li vê malê hat amadekirin. Kekê Musa diaxivî, Ahmet Zeki Okçuoglu jî axaftinan li ser bandê tomar dikir.

Êvaran, li Tarlabaşiyê, piştî NÇMê derdiketin em siwarê ‘erebeyê dibûn. ‘Erebe ya İbrahimî bû û ‘erebeyê İbrahim diajot. Piştî ji pirê dibuhurîn, li ser riya Stenbol û Enqereyê em diçûn. Di ‘erebeyê de, ez û Kekê Musa bûn. Hin caran Kekê Abdurrahman Durreyî jî hebû. Ew jî nêzî mala İbrahimî rûdinişt. Cend caran min di ‘erebeyê de Bişeng Unsalî jî dîtibû.

Dema ku ‘erebe li ser riya Stenbol û Anqereyê bipêş diket, di cihek diyar de, ber bi rast an çep ve dizivirê, em derdiketin riya jor. Li ser riya jor piştî demek bipêşketinê, dîsa rast û çep dizivirî li çaryanê vedigere, em datên riya jêr…  Piştî hinek pêşketinê me dev ji riya Stenbol û Anqereyê berdida em diketin riyên talî li ser vanan em pêş diketin. Di serê sala 1990an de ev rê bi min tevlihev dihat. Min carekî ji Kekê Musa pirsîbû. “Kekê Musa sîstema riyek ew qas lihevketî çawa fêrbûyî, kengê dê dakevî riya jêrîn, kengê tu dê ji çaryanê vegerî derkevî riya ser, kengê tu dê çaryanek din vegerî dakevî riya jêrîn, kengê tu dê bikevî riyên talî… Ev sîstema tevlihev te çawa hînkir Kekê Musa?” 

Kekê Musa, wiha bersiv dabû. “Ez tiştek hînnebûme. Ajovanê min derî vedike, ez bi dilê xwe cî digrim. Bi temaşekirina dîmenên derdor seyahet dikim. Ajovanê min dizane kengê dê dakeve riya jêr, kengê dê ji çaryanê vegere derkeve riya jor, kengê dê têkeve riya talî… hemiyan dizane.” Piştî van gotinan viya jî lê zêde dikir. “Ajovanê Kenan Evrenî ajovanek ji rêzê ye, yê min endazyarê payebilindê kîmyayê ye”

Bi hindiktirîn ez deh, dozdeh çaran bûme şahîdê vê bûyerê. Wekî din, ez dizanim ku di hefteyê de du an sê roj sibehê Kekê Musa ji mala wî digirt dihanî NÇMê an Enstîtuya Kurd, êvarê jî dîsa dibir mala wî.

Ev vegotinên Feridun Yazarî, li ser navê Musa Anter, di derbarê İbrahim Gurbuzî de, vegotineke ku dixwaze İbrahim li ber çavan reş bike, bêîtîbar bike. Tevî ku tewanbariyek pir girîng dike, navê ajovanê şahîdê bûyerê nade.

Li vir çewtiyek rêbazî î girîng heye. Li hember ev tewanbarkirinên girîng divê Feridun Yazar, İbrahim jî agahdar kiribûya. Divê bigota “Musa Anter di derbarê te de wiha dibêje, tu çi dibêjî?” Divê ev di wan salan de, yanî salên 1992yan de bihata kirin. Tew divê di serdema ku dihat xwestin bîranîn wek pirtûk bêne amadekirin de teqez agahdarî bihata kirin. Agahdarnekirin kêmaniyek pir girîng e.

Divê Hasan Kaya, li hember vê vegotinê ji Feridun Yazarî, pirsek bi vê awayî bipirsiya “gelo di derbarê van mijaran de we bi İbrahim Gurbuzî re axavtin kiriye?” Di vê helwesta Hasan Kayayî de jî kêmanî heye. Tê famkirin ku Feridun Yazar, bi İbrahim Gurbuzî nizane. Hasan Kaya, ji nêz ve İbrahim Gurbuzî, NÇMê, Enstîtuya Kurd dizanibû.

Feridun Yazar, bi İbrahim Gurbuzî, NÇMê, bi çawa ku NÇM hatibû damezrandin, çi kiribû, çawa kiribû nizane. Enstîtuya Kurd a Stenbolê çawa ku hatibû damezrandin nizane. Lê, di heman serdemê de,  Aynur Gurbuz, Endama Rêveberiya Navendiya HEPê bû. Filiz Oguz, Zeynep di partiyê de bi awayek aktif dixebitîn. Ali Ekber bi salan, rêveberiya Navçeya Kadikoyê kiribû.

Musa Anter, ji Feridun Yazar re dibêje “rewşa min ji hevalên rêveberê partiyê re bibêje”. Feridun jî dibêje “ez dê bibêjim”. Gelo, Feridun vê rewşê ji hevalên rêveberê partiyê re got? Wan çi got, ji kî re vegot, kê çi got?

Feyda ev li ber çavan reşkirinan ji tu kesî re tune ye.

Di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê de, birêvebirina wê de roleke pir mezin a İbrahim Gurbuzî heye. Ev rol helbet roleke pir erênî ye.

Wê demê, Botan zarokekî 3-4 salî bû. Aynur, sibehan ji bo xebatên partiyê ji malê derdiket. İbrahim jî diçû NÇMê. Dixwast  Botan jî bi xwe re bibe. Botan, bi gotina “Ez naxwazim werim Mezopotamyayê, ez dixwazim herim parkê” di’ingirî. Ez çend caran bûbûm şahîdê van ‘ingirînan. Li parkê lîstik, kêf hebû. Jiber van xebatan İbrahim, Aynur, bêtir nikaribûn dema xwe bidin Botanî. Bi piranî kalê Botanî wî dibir parkê.

Dibe ku li hember daxwaza Kekê Musa ya li Enstîtuya Kurd mayînê İbrahim, ji Kekê Musa re wiha gotibe. “Bi şev li van deran mayîn rast nîn e. Van deran ne cihên ewle ne. Li malê mayîn rastir e”. Ev serdemek e ku kuştinên ‘kiryar nediyar’ bi piranî pêk tên. Wek tê zanîn di 20ê Îlona 1992yan de, li Diyarbekirê, Kekê Musa hat kuştin.

Di avahiyê de asansoreke xirxope hebû. Pirê caran di navê de disekinî û tengasî çêdikir. Di saetên tenha yên sibe û êvaran de bikaranîna asansorê dikaribû bibe sedema tengezariyê.

Ne pêkan bû İbrahim Kekê Musa verêbike. İbrahim, endamê lijneya rêveberiya Enstîtuya Kurd bû. Serokê Enstîtuya Kurd Musa Anter bû.

Ji aliyê din ve, ez ji nêz ve jî dizanim ku Îbrahîm pir bi rêz li hember Kekên wek Musa Anter, Huseyin Musa Sagniç, Abdurrahman Durre, Cemşit Bender tevdigeriya. Ev hurmeta ji kesên temen mezin re di xwezaya İbrahimî de heye.

Di Newroza 1992yan de li ser Şirnaxê hêrîşeke mezin hatibû lidarxistin. Bi rojan Şirnax hatibû bombebarankirin. Avahî, tiştên nav malan, têkberên malan hatibûn hilweşandin. Lê ev operasyon di çapemeniya tirk de cih negirtibûn. Bo protestokirina helwesta hikûmet, çapemenî û Konseya Çapemeniyê li Stenbolê sê roj greva birçîbûnê hatibû kirin. Greva birçîbûnê li navçeya HEPê ya Beşiktaşê pêk hatibû.

 Musa Anter, Huseyin Musa Sagniç, Abdurrahman Durre, Recep Maraşli, İbrahim Gurbuz, Eşber Yagmurdereli, Serhat Bucak, Filiz Oguz, Edibe Şahin, Bilgesu Erenus, Sara Akan, Remzi Çakin, İsmail Beşikçi beşdarê greva birçîbûnê bûbûn. Greva birçîbûnê di 24ê Adarê de dest pê kir, di 27ê Adarê de bi dawî bûbû. Ew roj, li Cagalogluyê, li pêşiya Konseya Çapemeniyê daxuyaniya çapemeniyê hatibû kirin.

Di greva birçîbûnê de Kekê Musa, çîrokên mustehcen vedigotin. Kekê Musa, her dem ev çîrokên mustehcen vedigotin.  Di dema greva birçîbûnê de jî vegotibû. “Jina ku xwe weqfê dêrê kiribû”, “Jina ku zarokê xwe yê seqet dibe doktor”, “Gotin avêtina jina ciwan a ku birê de dimeşe”…  Ev çîrokan dibû sedemê pêkenînan.

Jinan jî ziyareta kesên di greva birçîbûnê de ne dikir. Jinên ciwan zarokek di berkê de û bi destê zarokek jî digirtin, dihatin. Jinan bo alîkariya kesên di greva birçîbûnê de ne, bo parvekirina hest û ramanên wan hewl didan. 

Di greva birçîbûnê de ez li vegotina çîrokên mustehcen î Kekê Musa li ber jinên ciwan pir diheyîrîm. Jinên ku beşdarî greva birçîbûnê dibûn jî hebûn. Gelo Kekê  Musa ev çima dikir? Jinên ciwan bi şerkirin û fedikarî van çîrokan dibihîstin.

Di carek van vegotinan de, min piştî vegotinê ji Kekê Musa pirsî bû “Kekê Musa, tu çima van çîrokan li ber jinên ciwan vedibêjî?” Wî gotibû“Ew keçên min in, tişkî nabe” Min got “Kekê Musa tu dikarî vanan ji Rahşan Xanimê, Hale Xanimê re vebêjî?” Kekê Musa, gotibû “ew keçên min in, tu mehzûr tune ye”

Rojek ez diçûm tewaletê. Dema diber derê metbexê re dibihurîm, min dît ku Kekê Musa bi tena serê tişkî vedixwe. Min ji hevalan bihîst ku ew votka ye. Lê ev, agahîkî bû ku diva belav nebûna û veşarî bimana. Kesên di greva birçîbûnedebûn, av û şerbetê vedixwarin. Lê Kekê Musa, votka vedixwar. Mehdekî zexm î Kekê Musa hebû. Bi zikê birçî votka vedixwar. Kekê Musa, jê re digot “şîrê şêr” Ev “Şîrê şêr” jî bi İbrahim Gurbuzî dida sendin. Ev, hinekî psîkolojiya vegotinên çîrokan jî zelal dike.

Di vê mijarê de Bişeng Unsal agahiyên berfireh dabû. Bişeng, piştî hilweşîna Şirnaxê hatibû stenbolê. Li Filizgulê dima. Bi Kekê Musa re di Enstîtuya Kurd de dixebitî.

NÇM di dawiya salên 1980yan de hatibû damezrandin. Keda İbrahimî ya di vê mijarê de pir mezin e. Serokê damezrîner İbrahim Gurbuz bû. Serokatiya wê demek dirêj İbrahim kir. NÇM ne saziyek ku bi te’lîmatê hatibe avakirin bû. Bi hewldanên İbrahimî hatibû avakirin. Enstîtuya Kurd jî wiha hatibû avakirin.

İbrahim, jiber axaftin, nivîsên xwe yên li derdora NÇMê bi lêpirsîn û dozan re rûbirû ma. Di dozek de seza lê hat birîn. Jiber vî ket rewşeke firarî jî. Kovara Rewşen bi alîkariya NÇMê derdiket.

İbrahim Gurbuz di wê serdemê de, karê bazirganiya  komurê dikir. Rewşa wî ya aborî baş bû. Beşek girîng a hatina xwe bo NÇMê xerc dikir.

Lê di wê serdemê de, bi gelemperî xizanî hebû. Li derdorê me her kes jar bû. NÇM, Enstîtuya Kurd di nava xizanî de bûn. Parêzer jar bûn. Lê coşeke pir mezin hebû. Mirov di nava coşa kirina kar de bûn. Di 18ê Nîsana 1992yan de, di roja vekirina Enstîtuya Kurd de, Abdurrahman Durre, Huseyin Musa Sagniç, Cemşit Bender, Musa Anter, İsmet Şerif Wanlı… her kes bikelecan bû. Ez tu car kelecana Kekê Abdurrrahman Durre jibîr nakim. Her dem li ber çavên min e.

Bi tevî vê kelecanê xizanî jî didomand. Di rojnameyên rojaneyên wek Hurriyet, Milliyetê de, dem dem nûçeyên kurt wek  “ji İsmail Beşikçiyî re sezayek dî jî ”, “sezayê Beşikçiyî hat pejirandin” hebûn. Ev biryarên Dadgeha Ewleyîya Dewletê ya Stenbolê bûn. 

Rojek ji rojên 1994-1995an, li Anqereyê, ji girtîgehê, min xeberek şandibû, ji parêzerê me yê ku bi dozên me yên Stenbolê re ‘eleqe dikir. Min xwestibû ku fotokopiya biryara pêwistekî bişîne. Du hefte paşê, ji parêzer, xeberek wiha hatibû. “Ji Kekê İsmailî re bêjin, pereyên min ne biqasî ku ez fotokopiya biryara pêwistekî derxînim, belbî biqasî siwarê minîbusê bim û herim dadgehê jî tune ye.”

Di wan salan de, kar di nava xizaniyek wiha de dihatin birêvebirin. Kelecan hebû. Bi gelemperî saziyên Kurdan xizan bûn.

Wergera ji tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.

 

 

İsmail Beşikçi

Hasan Kaya’nın, Feridun Yazar’la yaptığı nehir söyleşi yayımlandı. Fanos Yayımları tarafından yayımlanan kitap “Kürt Kavşağında Bir Siyasetçi Feridun Yazar” adını taşıyor. (Eylül 2012, İstanbul)

Kitabın 290. Sayfasında, İbrahim Gürbüz ile ilgili anlatımlar, iddialar var. Bu yazıda bu iddialarla ve anlatımlarla ilgili düşüncelerimi ve duygularımı belirtmeye çalışacağım.

Mezopotamya Kültür Merkezi ve İbrahim Gürbüz

1992 yılı Eylül ayı başları. Feridun Yazar’ın, Halkın Emek Partisi (HEP) Genel Başkanlığı’ndan ayrılmaya çalıştığı bir dönem. Feridun Yazar HEP Genel Başkanı olarak, İstanbul’da, Tuzla’da, Maltepe’de toplantılara katılıyor. Yanında Musa Anter de var. Feridun Yazar, Musa Anter, halk içindeler. Halka konuşmalar da yapıyorlar.

HEP kafilesi, Tuzla, Maltepe yöresinden Bağcılar’a doğru giderlerken, Musa Anter, Feridun Yazar’a, “arabaya kimseyi alma, sana özel olarak anlatacaklarım var” diyor. Şoföre de “sen benim konuşmalarımı duyma” diyor. Şoförün ismi verilmiyor..

Bundan sonra Musa Anter Feridun Yazar’a şunları anlatıyor. “Benim durumum çok kötü. Param yok. Ev kirasını ödeyemiyorum. Enstitü ile oturduğu ev arasında çok mesafe var. Yol ücretlerini karşılayamıyorum. Dolabımda yiyecek yok. Çok perişanım. Ortada kaldım. Benimle ilgilenin… Oturduğum ev, Enstitüye çok uzak olduğu için, Enstitü’de kalmak, Enstitü’de yatıp kalkmak istedim. İbrahim Gürbüz buna karşı çıktı. İbrahim Gürbüz beni Enstitü’den kovdu. ‘Battaniyeni al git, kapının önünde otur, içkini de orada i煔 dedi.

Musa Ağabey, bunları etraflı bir şekilde anlatıyor, perişanlığını dile getiriyor. Kendisiyle ilgilenilmesini, partideki yöneticilerin de bu durumdan haberdar edilmesini, bu duruma çözüm bulunmasını istiyor.

Hasan Kaya’nın kitabında, Feridun Yazar’ın, Musa Anter’e atfen anlatımları beni çok şaşırttı. Bu bölümü şaşırarak okudum. Çünkü anlatımlar, iddialar, benim yaşadıklarıma gördüklerime çok zıttı.

O yıllarda, yani, 1989 sonlarında itibaren, 1990, 1991, 1992 yıllarında, Mezopotamya Kültür Merkezi ve İstanbul Kürt Enstitüsü kuruluş çalışmaları çerçevesinde, İstanbul’a çok sık gelirdim. Bizzat gördüğüm, yaşadığım şuydu. Bu sürece belki on kere on iki kere belki daha fazla şahit olmuşumdur.

Mezopotamya Kültür Merkezi Tarlabaşı’ndaydı. MKM Başkanı İbrahim Gürbüz’dü. Musa Ağabey, Kartal’da, Rahmanlar’da Gülsuyu’nda oturuyordu. Evi oradaydı. Ev Musa Ağabey’in kendisine aitti. Musa Ağabey kirada oturmuyordu. İbrahim de o yıllarda, İçerenköy’de, daha sonra da Kayışdağı’nda oturuyordu.

Ev Musa Ağabeye aitti. Musa Ağabey Dicle’den ve Anter’den söz ederek, “çocuklarım bana bu evi aldı” diye övünürdü. Gülsuyu’nde, tarlanın ortasında kurulan bir apartmanın bir dairesiydi. Etrafta yapılaşma yeni yeni başlıyordu. Musa Ağabey’in anılar kitabı bu evde hazırlandı. Musa Ağabey konuşur, Ahmet Zeki Okçuoğlu, konuşmaları banda alırdı.

Akşamları, Tarlabaşı’nda, MKM’den çıktıktan sonra arabaya biniyorduk. Araba İbrahim’indi ve arabayı İbrahim sürüyordu. Köprüyü geçtikten sonra, İstanbul-Ankara yolu üzerinde ilerlerdik. Arabada, Musa Ağabey, ben, olurduk. Bazan Abdurrahman Dürre Ağabey de olurdu. O da İbrahim’in oturduğu semte yakın bir yerde oturuyordu. Bişeng Ünsal’ı da o arabada birkaç defa görmüştüm.

Araba İstanbul-Ankara yolunda ilerlerken, belirli bir yerde, sağa veya sola döner, üst yola çıkardık. Üst yolda bir süre ilerledikten sonra, tekrar sağa veya sola döner, göbeği dolaşır alt yola inerdik.. Bir süre daha ilerledikten sonra, İstanbul-Ankara yolunu bırakır, yan yollara, ara yollara girer buralarda ilerlerdik. 1990 yılının başlarında bu yol sistemi bana çok karışık gelirdi. Bir keresine Musa Ağabey’e sormuştum. “Bu kadar dolaşık yol sistemini nasıl öğrendin Musa Ağabey, ne zaman alt yola ineceksin, ne zaman göbeği dolaşıp üst yola çıkacaksın, ne zaman başka bir göbeği dolaşıp alt yola ineceksin, ne zaman yan yollara arayollara gireceksin… Bu karışık sistemi nasıl öğrendin Musa Ağabey? demiştim.

Musa Ağabey, şöyle cevap vermişti. “Ben hiçbirşey öğrenmedim. Benim şoförün kapıyı açıyor, ben arkaya kuruluyorum. Etrafa bakarak seyahat ediyorum. Benim şoförüm ne zaman alt yola inilecek, ne zaman göbek dolaşılıp üst yola çıkılacak, ne zaman yan yollara, ara yolara girilecek… hepsini biliyor.” Bu sözlerden sonra şunu da söylerdi. “Kenan Evren’in şoförü herhangi bir şoför, benimki Yüksek Kimya Mühendisi”

Bu olaya en az on kere, oniki kere şahit olmuşumdur. Bu süreci yaşamışımdır. Ayrıca, haftada iki veya üç gün, Musa Ağabey’i sabahtan evinden alıp MKM’ye veya Kürt Enstitüsü’ne getirdiğini, akşam tekrar evine bıraktığını biliyorum.

Feridun Yazar’ın, Musa Anter’e atfen, İbrahim Gürbüz hakkındaki bu anlatımları, İbrahim’i karalayan itibarsızlaştırmaya çalışan bir anlatım. Çok önemli bir suçlama yapmasına rağmen, olaya şahit olan şoförün adını vermiyor.

Burada önemli bir yöntem hatası var. Bu suçlamalar karşısında, Feridun Yazar, İbrahim’i de bilgi sahibi kılmalıydı. “ Musa Anter senin kakında böyle söylüyor, sen ne diyorsun?” demeliydi. Bu daha o yıllarda, yani 1992 yılında yapılmalıydı. Hele hele anıların kitaplaştırılmaya çalışıldığı bir dönemde muhakkak yapılmalıydı. Bunun yapılamaması önemli bir eksiklik.

Hasan Kaya da, böyle bir anlatım karşısında, Feridun yazar’a, “bu konular hakkında, İbrahim Gürbüz’le konuştunuz mu?” şeklinde bir soru sormalıydı. Hasan Kaya’nın bu tutumu da eksiklik. Feridun Yazar’ın, İbrahim Gürbüz’ü bilmediği anlaşılıyor. Hasan Kaya, İbrahim Gürbüz’ü, MKM’yi, Kürt Enstitüsü’nü yakından biliyordu.

Feridun Yazar, İbrahim Gürbüz’ü, MKM’yi, MKM’nin nasıl kurulduğunu, neler yaptığını, nasıl yaptığını bilmiyor. İstanbul Kürt Enstitüsü’nün nasıl kurulduğunu bilmiyor. Ama, aynı dönemde, Aynur Gürbüz, HEP Merkez Yönetim Kurulu üyesiydi. Filiz Oğuz, Zeynep partide etkin bir şekilde çalışıyorlardı. Ali Ekber uzun yıllar, Kadıköy, İlçe’nin yöneticiliğini yapmıştı.

Musa Anter, Feridun Yazar’a, “benim durumumu parti yöneticisi arkadaşlara bildir” diyor. Feridun da “bildireceğim” diyor. Peki, Feridun bu durumu parti yöneticisi arkadaşlarına bildirdi mi? Onlar ne dediler, Kime anlattı, kim ne dedi?

Bu karalamaların kimseye bir yararı yoktur.

Mezopotamya Kültür Merkezi’nin kurulmasında, faaliyet yürütmesinde, İbrahim Gürbüz’ün çok büyük rolü vardır. Bu elbette çok olumlu bir roldür.

O zamanlar, Botan 3-4 yaşlarında bir çocuktu. Aynur, sabahleyin evden parti çalışmaları için ayrılırdı. İbrahim MKM’ye hareket ederdi. Botan’ı da yanında götürmek isterdi. Botan, “Ben Mezpotamya’ya gitmek istemiyorum, ben parka gitmek istiyorum” diye sızlanırdı. Bu sızlanmalara birkaç kere şahit olmuştum. Parkta oyun, eğlence ortamı vardı. İbrahim, Aynur, bu çalışmalar nedeniyle, Botan’la daha fazla ilgilenemezlerdi. Botan’ı parka daha çok dedeleri götürürdü.

Musa Ağabey’in Kürt Enstitüsü’nde kalma isteği ile ilgili olarak İbrahim , Musa Ağabey’e şöyle söylemiş olabilir. “Geceleyin buralarda kalmak doğru değil. Buralar güvenli bir yer değil. Evde kalmak daha doğru.” ‘Faili meçhul’ cinayetlerin yoğun olarak yaşandığı bir dönem. 20 Eylül 1992 de, Diyarbakır’da, Musa Ağabey’in öldürüldüğü biliniyor.

Binada langur-lungur bir asansör vardı. Sık sık aralarda durup sıkıntı yaratıyordu. Sabah-akşam saatlerinde, tenha durumlarda, asansörün kullanılması, ağır sıkıntıların yaşanmasına neden olabilirdi.

İbrahim’in Musa Ağabey’i yönlendirmesi mümkün değil. İbrahim, Kürt Enstitüsü’nde yönetim kurulu üyesiydi. Kürt Enstitüsü’nün Başkanı Musa Anter’di.

Öte yandan, Musa Anter, Hüseyin Musa Sağnıç, Abdurrahman Dürre, Cemşit Bender gibi ağabeylere, İbrahim’in çok saygılı davrandığını da yakından biliyorum. Yaşça büyüklere karşı bu saygı, İbrahim’in doğasında var.

1992 Newroz’unda Şırnak’a yoğun bir baskın düzenlenmişti. Şırnak günlerce bombalanmıştı. Evler, evlerin içindeki eşyalar, dayanıklı tüketim malları, tahrip edilmişti. Ama bu operasyonlar, Türk basınında yer almamıştı. Hükümetin ve basının, Basın Konseyi’nin bu tutumunu protesto etmek için İstanbul’da, üç günlük açlık grevi yapılmıştı. Açlık grevi, HEP Beşiktaş İlçe’de yapılmıştı.

Açlık grevine, Musa Anter, Hüseyin Musa Sağnıç, Abdurrahman Dürre, Recep Maraşlı, İbrahim Gürbüz, Eşber Yağmurdereli, Serhat Bucak, Filiz Oğuz, Edibe Şahin, Bilgesu Erenus, Sara Akan, Remzi Çakın, İsmail Beşikçi katılmıştı. 24 Mart’ta başlayan açlık grevi, 27 Mart’ta sona ermişti. O gün, Cağaloğlu’nda, Basın Konseyi’nin önünde, basın açıklaması yapılmıştı.

Açlık grevinde Musa Ağabey, müstehcen fıkralar anlatıyordu. Musa Ağabey, bu müstehçen fıkraları her zaman anlatıyordu. Açlık grevi sırasında da anlatmıştı. “Kendini Kiliseye vakfeden kadın”, “Sakat çocuğunu doktora götüren kadın”, “Yolda yürüyen genç kadına laf atılması”… Bu fıkralar gülüşmelere neden olurdu.

Açlık grevinde olanları kadınlar da ziyaret ederlerdi. Genç kadınlar, bir çocuğu kucaklarında, öbür çocuklarının da ellerinden tutarak gelirlerdi Kadınlar, grevdekilere yardımcı olmak, onların duyguların düşüncelerini paylaşmak için çaba gösterirlerdi.

Musa Ağabey’in açlık grevinde müstehçen fıkralar anlatmasına, bunu genç kadınların önünde yapmasın çok şaşırıyordum. Açlık grevine katılan kadınlar da vardı. Acaba, Musa Ağabey, bunu neden yapıyordu? Genç kadınlar, bu fıkraları utanarak, yüzleri kızararak dinlerlerdi.

Musa Ağabey’e bu anlatımlardan birinde, anlatımdan sonra, “Musa Ağabey, neden bu fıkraları genç kadınları önünde anlatıyorsun?” diye sormuştum. “Onlar benim kızım, bir şey olmaz” demişti. “Musa Ağabeyi sen bunları Rahşan Hanım’a, Hale Hanım’a anlatabilir misin? demiştim. Musa Ağabey, “onlar benim kızım, bir sakıncası yok” demişti.

Bir gün, tuvalete gitme gereğini hissettim. Mutfağın önünden geçerken, Musa Ağabey’in, orada, kendi başına bir şeyler içtiğini fark ettim. Arkadaşlardan bunun votka olduğunu öğrendim. Ama bu, yaygınlaştırılmaması gereken, gizli tutulmasına özen gösterilen bir bilgiydi. Açlık grevindekiler, su, şekerli su içerlerdi. Ama Musa Ağabey, votka içiyordu. Musa Ağabey’in sağlam bir midesi vardı. Aç karnına votka içerdi. Musa Ağabey, ona “aslan sütü” diyordu. “Aslan sütü” nü de, İbrahim Gürbüz’e aldırırdı. Bu, fıkra anlatımların psikolojik ortamını da biraz açıklıyor.

Bişeng Ünsal bu konuda ayrıntılı bilgi vermişti. Bişeng Şırnak’ın yıkılmasında sonra İstanbul’a gelmişti. Filizgil’de kalıyordu. Musa Ağabey’le beraber Kürt Enstitüsü’nde çalışıyordu.

MKM 1980’lerin sonlarında kurulmuştu. İbrahim’in bu konudaki emeği çok büyük. Kurucu başkanı İbrahim Gürbüz’dü. Başkanlığını uzun süre İbrahim yürüttü. MKM talimatla kurulan bir örgüt değildi. İbrahim’in arayışları sonunda kurulmuştu. Kürt Enstitüsü de böyle kurulmuştu.

İbrahim, MKM çevresinde yapılan konuşmalardan yazılardan dolayı, soruşturmalarla, davalarla karşılaştı. Bir davada ceza kesinleşti. Bundan dolayı firar durumu da yaşadı. Rewşen Dergisi MKM’nin katkılarıyla çıkıyordu.

İbrahim Gürbüz o dönemde, kömür dağıtım işiyle uğraşıyordu. Maddi durumu iyiydi. Kazancının önemli bir kısmın MKM için harcıyordu.

Ama o dönemde, genel olarak yoksulluk vardı. Çevremizdeki herkes yoksuldu. MKM, Kürt Enstitüsü yoksuldu. Avukatlar yoksuldu. Ama çok yoğun bir heyecan vardı. İnsanlar, bir iş yapmanın heyecanı içindeydiler. 18 Nisan 1992 de, Kürt Enstitüsü’nün açılış gününde, Abdurrahman Dürre, Hüseyin Musa Sağnıç, Cemşit Bender, Musa Anter, İsmet Şerif Vanlı… herkes heyecanlydı. Abdurrrahman Dürre Ağabey’in heyecanını hiç unutamam. Her zaman gözlerimin önündedir.

Bu heyecana rağmen yoksulluk sürüyordu. Hürriyet, Milliyet gibi günlük gazetelerde, zaman zaman, “İsmail Beşikçi’ye bir ceza daha”, “Beşikçi’nin cezası onaylandı” gibi kısa haberler olurdu. Bunlar, İstanbul Devlet Güvenlik Mahkemesi’nin kararlarıydı.

1994-1995 sularında bir gün, Ankara’da, cezaevinden, İstanbul’daki davalarımıza ilgilenen avukatımıza, haber göndermiştim. Kararların, gerekçeli kararların, fotokopilerini istemiştim. İki hafta kadar sonra, avukatımızdan şöyle bir haber gelmişti. “İsmail Ağabey’e söyleyin, benim değil fotokopi çıkarmak, dolmuşa binip mahkemeye gidecek kadar bile param yok.”

O yıllarda, işler böyle yoksulluk ortamında yürütülürdü. Heyecan vardı. Genel olarak Kürd kurumları yoksuldu.

 

http://www.gelawej.net/index.php/ismail-besikci/7751-mezopotamya-kueltuer-merkezi-ve-brahim-guerbuez.html




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur