DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Navenda Kultura Kurdî ya Siweregê dest bi qursên kurdî kir



Kurdinfo:11:51 - 10/9/2012

Navenda kultura Kurdî dê di dawiya her heftê de li gel zimanê Kurdî(Kurmancî- Zazakî) qursên zimanê ingilîzî jî bide




Di 8ê Ilonê de li Navenda Kultura Kurdî ya Siweregê bi munasebeta destpêkirina qursa zimanê kurdî (Kurmancî-Dimilî) civînek çêbû. Di civînê de li gel bêşdarên qursiyan mamosteyên ku ders bidin û nûnerên SIV-DER û Egitim-Sen jî amade bûn.

Serokê Navenda Kultura Kurdî ya Siweregê Adnan Ozbingol li ser aramanc û prensibên Komeleyê axaft û li ser li ser pêwistî û girîngiya zimanê dayikê sekinî. Ozbingol got ku, yek ji misyona komeleya wan ew e ku zimên, kultur û aîdetiya neteweyî ya kurd di nav ciwanên Siweregê û derûdora wê de bide fêrkirin û belav bike û şiûra neteweyî bilindtir bike. Komeleya wan bêyî ku ferqîyetê îdeolojîk û siyasî bike, di vî warî de xizmete hemû Siweregiyan de bike.

Ozbingol herweha dest nişan kir ku yek aramanca komeleyê ew e ku dê di duwerojê de kreşek bi kurdî vekin, zarok berî dest bi dibistanê bikin, fêrî kurdî bibin.

Navenda kultura Kurdî dê di dawiya her heftê de li gel zimanê Kurdî(Kurmancî- Zazakî) qursên zimanê ingilîzî jî bide. Dersa yekem a kurmancî mamoste E.Omer Tutku da.

Her weha resam û nivîskarê Siweregî Fehrî Ergun di civînê de axaftinek kir û şiîr xwend û çend risim û kitêbên xwe pêşkêşî komeleyê kir.

Heyeta DDKDê ku ji bona munasebeta şîna Abdullah Gumuş(birayê Hadî Gumus) ku çendeyek berî çûbû ser heqiya xwe li Siweregê bûn, ew jî bêşdarî civîna Navenda Kultura Kurdî ya Siwergê bûn.

Li ser navê heyeta DDKDê Helim Ipek axaftinek kir. Wî di axaftina xwe de hîs û heyecana xwe anî zimên û got; ev civîn, civînên berî 12 Îlona 1980ê anî bîra min. Çawa wê demê DDKD li hemû komeleyên xwe civînên cuda çêdikirin, semîner didan, kursên zimên, folklor, titaytro hebûn ev civîna we jî dişibe wek wan civîna. Gelek xortê Siweregê îro li vir civiyane û dest bi kursa zimanê xwe yê dayikê dikin. Ev çalakiyekek pîroz e û Siwerek dîsa wek berîya 12ê Îlonê pêşengiya vî karî dike. Em hevalê Siweregê di vî warî de pîroz dikin û wek DDKD çi berpirsiyarî bikeve hustiyê me, em bi kêfxweşî dikarin bi cî bînin.

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur