DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Limêjên sivîl



Kurdinfo:20:34 - 19/8/2012

Sekulerîzma dewleta tirk derewek mezin e. Vê dewletê ola îslamê bo hemû erk û armancên xwe yên bi qirêj bikar aniye û hê jî bikar tîne.


Limêj mercek ji ola îslamê ye. Li ser her muslimanekî hatiye ferzkirin û disîplînek ji jiyana îslamî ye.

 

Helbet limêj îbadetek ferz e lê formel e û her bawermendek dikare bi serê xwe û li ku bixwaze jî bike. Armanca limêja bicemaet; Hevnaskirin û piştgiriya di navbera tebeqeyên sosyal û civakî ye. Weka her karê kollektîf limêja bicemaet jî hestên kollektîf derdixe holê.

 

Ez bi xwe ne bawermendek salih im. Baweriya min jî ew e ku derketina olan, raste rast bi rewşa civakî û sosyal, hetta bi rewşa siyasî ya demê ve girêdayî ye. Şert û mercên derketina olan, 'şandina hişyarkeran‘ û yên şoreşên civakî gelekî dişibin hev. Bo herduya jî bêedaletiyek mezin, fehşîtiyek bêhidûd divê.

 

Derketina olekî jî, şoreşek civakî jî gelek guhertinên sosyal, civakî û siyasî bi xwe re tînin.Jiyanê diguherînin. Lê mixabin bi desthilatdariyê,  dawî li guhertinên pozîtîf jî tê. Çewa gelekê cara 'şoreş serê zarokên xwe dixwun' her welê jî dema ol dibe desthilatdar û yan jî hacetek di destê desthilatdaran, xusûsiyetên xwe yên pozîtîf jî hêdî hêdî wenda dike.

 

Bêşik di nava bawermendên her olî de alim û şexsiyetên bo ol nebe desthilatdar yan jî hactek desthilatadriyê, diber xwe dane hene. Martin Luther û Îmam Şafî yek ji wan kesa ne. Herdu olên li cihanî herî zêde belavbûyî îro jî di jiyana mirovahiyê de xwedî cîhên taybet in. Belê, ola xirîstiyanî reforme bû lê îro jî sîya Vatîkanê li ser siyaseta cîhanê ye. Mixabin îslamiyet jî di destê heramxwur û sitemkaran de weka şûrê Zulfîkar e.

 

Lê dîsa rola ol çi dibe bila bibe her civak û her millet xwedî bawerî ye û baweriya bi Xwedê, bi vî yan wî olî, parçeyek ji maneviyeta însan e.

 

Dewleta tirk dewletek welê ye ku îslamê bi bêehlaqiyek mezin bikar tîne. Sekulerîzma dewleta tirk derewek mezin e. Vê dewletê ola îslamê bo hemû erk û armancên xwe yên bi qirêj bikar aniye û hê jî bikar tîne. Tirkan îslam li hemberî gel û grûbên nemusliman, li hemberî komunîzmê û axirê li hemberî tevgera kurd bikar anî.

 

Tê bîra min heta salên 1970 her melayî xutba xwe bi xwe û li gora pirsên sosyal û civakî yên herêma xwe amade dikir. Ji salên 1970 pê ve dewletê bi wasita Diyanetê midaxaleyî xutbeyên înê jî kir. Êdî xutbe li Anqerê dihatin amadekirin û li her mizgeftê heman xutbe dihate xwendin. Ji salên 1980 pê ve Diyanetê lê helbet bi fermana desthilatdariyê, siyaset jî xistin xutbeyan. Di van salan de li ser Mustafa Kemal Ataturk, li ser lehengiya ordîya tirk û pîroziya dewleta tirk xutbe hatin xwendin. Gelek melayên kurd, dev ji melatiyê berdan. Paşê li Kurdistanê di mizgeftan de kurdî hate qedexekirin. Melayên ji aliyê dewletê ve û bi armanc hatin taînkirin, di mala Xwedê de jî tirkî li ser kurda ferz kirin. Mizgfet jî bûn parçeyek ji siyaset û stratejiya dewleta tirk ya asimlasyonê.

 

Kurd îro di çarçoveya hamleya 'bêîtaetiya sivîl' de li hemberî nîjadperestiya tirk ya di mizgeftan serî hildidin. Li aliyekî mizgeftên di bin kontrola Diyaneta tirk de vala dikin li aliyê dinê li meydana tên gel hev îbadtea xwe weka xwe û bi zimanê Xwedê xistiye devê wan, dikin. Bêguman ev limêj û xutbeyên bi kurdî, li paş melayên kurdperwer maneviyat û piştgiriya navxwe bihêz, pêvajoya ji siyaset û stratejiya tirka bidûrketinê jî kûr dike. Tirsa ketiye dilê hukumet û AK Partiyê ji vê yekê ye.

 

Silav li melayên kurdçî !

silav li cemaeta li pê melayên kurdçî !

Silav li îbadeta bikurdî !




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur