DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Oxir be Lawikê Licî, em ê te ji bîr nekin!



Kurdinfo:14:11 - 5/7/2012

Hevalên wî yên Stockholmê bi merasimekê ew şandin welêt!


Selim Bakac (Yilmaz)
(1.03.1955 - 29.06.2012) 

 


 

Oxir be Lawikê Licî, em ê te ji bîr nekin!

Hevalên wî yên Stockholmê bi merasimekê ew şandin welêt!

Hevalên Selîm Bakac (Yilmaz) yên Stockholmê di 4ê Tîrmeha 2012ê de ew bi merasimekê şandin welêt. Di merasimekê hevalên wî yeko-yeko xatir jê xwestin.

xxx

M.Selim Bakac (Yilmaz), hevjînê Hulya, bavê Roza, Evîn û Pelîn, emiyê Bişra, Kendal û Mîran, birayê Henifî û Cemal bû. 

Selîm însanekî hêja û dilsozê doza maf û azadîya neteweya kurd, fedekar  û wefekar yê TDŞK/DDKDê û welatperwer, milletperwer ê şoreşger ê "kurmê şîrî" bû.

Ew di 57 saliya xwe de di 29ê Hezîrana 2012ê bi hesreta welat li Biyanistanê çavê xwe ji jiyanê girt.  Selîm ji Licî bû, li wê hatibû dinê, lê li Diyarbekirê mekteba navîn û Lîse xelas kiribû û li Fakulteya Fenê li beşa Fizîkê xwend lê xwendina xwe temam nekir.

Mîlîtan bû. Di navbera 1975-77 an de li Diyarbekir di xwendegehen Enstutiya Perwerdeye de û Dibisitana Mamosteyan de gelek fasist hebûn. Selim tevî grûbeke hevalen xwe li hember van faşîstan micadele kir.

Ew gelek fedekar bû. Gelek girêdayiyê doza xwe bû, baweriya wî gelek bi azadî û xelasiyê dihat. Daxwaz yan fermanek ji heval, berpirs û rêxistinê jê re dihat, nedigot "NA". Bê yî ku çavê xwe biniqîne digot "baş e" û dikir. Di Sibata 1978ê de bû berpirsê nivîsaran a kovara "Devrimci Demokratîk Gençlik" û di derheqê wî de bi dehan mahkeme hatin vekirin. Û çend me beriya Cûnteya Faşîst a 12ê Îlona 1980yî terka welat kir, çû Libnanê.

Selim li Lubnanê di kampên Filistiniyan de bû Bavê Şoreş û ji bona şoreşa Kurdistanê her bi dispilîn dilsoziya xwe dom kir. Piştî salek li Lubnanê rêxistina wî, ew şand Swêdê.  Bavê Şorêş li Swêdê bi Yilmaz hat naskirin û her xebata xwe ya ji bona doza Kurd û Kurdistanê berdewamkir û ancax piştî si salan wegeriya welêt.

Yilmaz yekî sosyal û xweşsohbet û henekçî bû. Bi hevalên xwe re pirraniya sohbetên wî wek ên dema milîtaniya salên 70-80yan derd û kulên millet bû. Pêwendiyeka wî ya gelek xurt a berfireh bi heval, nas û dostên wî yên hundur û derveyê welat re hebû. Çi buyera ku biqewimiya, çi pirtuka ku li ser kurdan derketa, çi nuçeya ku belav bibuya wî hay jê hebû.

Selîmo! Lawikê Licî te zû li malbat û hevalên xwe malavayî kir! Te di 29ê Hezîranê di roja dardekirina Şeyh Saîd û hevalên wî de çavên xwe li jiyanê girt û li Amedê di nav axa bav û kalan de mêvanê Şeyh Seîd, Dr. Fuad, Bavê Tujo, Wedat Aydin û bi sedan welatperwerê din î. Bira ciyê te buhuşt be û axa te adan be!

Lawikê Licî em ê te ji bîr nekin, tu yî di bîranên me û têkoşîna me de bijî.




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur