DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Kefareta Sedat Yurtdaş li bihara kurteçîrokan zêde bû!



Kurdinfo:19:50 - 29/3/2012

Kefaret, duyem pirtûka kurteçîrokan a nivîskar Sedat Yurtdaşê parlementerê berê yê DEP’ê (Partiya Demokrasiyê) weşand.


Weşanxaneya Lîsê ya ku li navenda xwe ya li Amedê, bi xebatên xwe yên van salên dawî yên di warê wêjeya Kurdî de, ziman û wêjeya Kurdî geş dike, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, Kefaret, duyem pirtûka kurteçîrokan a nivîskar Sedat Yurtdaşê parlementerê berê yê DEP’ê (Partiya Demokrasiyê) weşand.

 

Sedat Yurtdaşê nivîskarê pirtûkên bi navê Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak (helbest, Belge, 1992), Bir Gensoruda Parlamento Gerçeği (bîranîn, Yurt, 1993), İnsanlar Düşünceler Kavgalar (bîranîn, Öteki, 1996), Remo ‘Bitmeyen Sorgu’ (roman, Çiviyazıları, 1998) û Xelat (kurteçîrok, Sî, 2002), bi vê pirtûka xwe ya kurteçîrokan a duduyan, Kefaretê ve, çavdêrî û têçespanên xwe, bêyî ku li dora peyvê bigere, bi şêweyekî rasterê, her wekî ku bûyer û qewaman bandor li ser hiştine, vedibêje. Yurtdaş bi pênûsa xwe ya asanbêj ve gava ku vê yekê dike jî, hewcetiyê pê nabîne ku xwe li paş zimên veşêre; lewma jî vegotina xwe bi zimanekî rewan û nêzîkî zimanê rojane ava dike da ku em bikaribin ji xema wî fam bikin. Çîroknûs serboriyên mirovan û çavdêriyên ku kirine, piştî dawerivandina di sefoka hiş û bîra xwe re, bêyî ku xwe ji rastkînotiya jiyanê bide alî, bi awayekî dîtir û ji nû ve saz dike û di gel qehirîn, hêrsbûn, hezkirin, acizbûn, lixwemikurhatin, bêbextîkirin, lixwepoşmanî û xweşbîniyê, ku hest û nestên mirovane ne, vedibêje û bala xwendevanan dibe ser sedem û encamên çîrokan.

 

Kefareta Sedat Yurtdaş sê kurteçîrokên bi navê Tolhildan (ji çar beşan pêk tê), Kefaret û Sefer bi xwe ve digire, ku beşek ji Tolhildanê ev e:

 

“Min xwîna xwe kire çavên xwe û min nehişt. Wan çi qasî xwe avête min, çi qasî li ber min geriyan jî, tewş bû. Min got, na û na! De ka xwezî wê çaxê ev çavên min birijiyana, kor bibûma, ziman li min negeriya, ling li min bişikiyana, deng ji min bihata birrîn û min rê li ber wan negirta. Ez hem bûme bayîsê xwe û hem jî bûme bayîsê hemûyan. Ez bûm bela û bi canê tevan ketim. Lewma jî, îro cezayê sûcên xwe yên giran dikişînim. Kefareta gunehên min ji min tê standin…”

 

Kefareta Sedat Yurtdaş awêneyek e, ku serpêhatîne takekesî yên civakî û polîtîk tê re têne xuyanê û şewqa xwe didine ser qûçên kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen.

 

Kefaret

Sedat Yurtdaş

Kurteçîrok, 96 rûpel

Adar 2012

Weşanxaneya Lîs, Amed    

 

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur