DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Deftera Elîxan Loran derket!



Kurdinfo:14:49 - 25/3/2012

Defter, yekem pirtûka helbestan a helbestkar û edîtor Elîxan Loran, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin!


Deftera Elîxan Loran derket!

 

Defter, yekem pirtûka helbestan a helbestkar û edîtor Elîxan Loran, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin!

 

Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e û heta niha devîdevî 200 pirtûkên bi Kurdî weşandine, bi yekem pirtûka helbestan a Elîxan Loran a bi navê Defter ve hêz da weşandina berhemên bernameya xwe ya têrtijî ya bihara sala 2012’an.

 

Helbestkar û edîtor Elîxan Loran (j. 1984, Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn), ê ku heta niha helbestên xwe bi tenê carinan di kovarine bi Kurdî yên wêjeyê de belav dikir û bêtir jî bo demekê li Amedê wekî edîtorê Kovara W’yê xebitî, bi pirtûka xwe ya helbestan a pêşîn, Defterê ve, bi helbestên xwe yên çaverêkirî ve, gihişte xwendevanên helbesta Kurdî.

 

Deftera Elîxan Loran, a ku bi navên Def û ter li ser du beşan dabeş dibe û her wekî Îşev Peyv e, Peyveron e, Evdozinar, Jihevketinên Baro, Hey teacher! Leave writing alone! û Defter, 28 helbestan bi xwe ve digire, bi hemû şêwe û şêwaza xwe ve, dûmahîka Nifşê Rewşenê yê salên 90’î ye, yê ku di van bîst salên dawî de, li Bakur, çi werger çi jî telîf, rê li ber wêjeya Kurdî ya nûjen xweş kir û bû kulîna gelek nivîskarên Kurd ên ku îro hê jî bi afirandina berhemên xwe berdewam in û gelekên wan êdî ji niha ve ji xwe re di nava dîroka Kurdan û Kurdistanê de cî peyda kirine.

 

Deftera Elîxan Loran, hem bi Kurdiya xwe ya xwedî hêz û şiyan ve, ku dide per û baskên xwe û li esmanê zimên bilind difire, lê çu carî nizm nakeve, hem jî bi şêwaza xwe ya poetîk ve, ku bi her awayî bê dudilî û kurt û xwerû bi Kurmancî ranêzîkî mijarên xwe dibe, çavkaniyên xwe yên herêmî û gerdûnî yên ku “helbesta helbest” jê dizê baş nas dike. Her wiha wekî helbestkarekî xort û nûhatî, Elîxan Loran reh û serekaniyên zimanê Kurdî pirr baş nas dike û hemû derfetên zimên ên helbestî di helbestên xwe de li ser asteke pirr bilind bi kar tîne. Gava ku mirov bala xwe dide Elîxan Loranê ku di serê helbesteke xwe de dibêje, “Werîsê min warîsê min e…”, bi dest xwe re ji mirov ve xuya dibe ku Elîxan Loran “sêhrbazekî Kurmancî yê xort” e.

 

Li gel vê yekê, Elîxan Loran di gelek helbestên xwe de silavê dide helbestkarine Kurd û cîhanê û bi vê yeka xwe ve jî, bi sercema Deftera xwe ve dibe xelekeke wêjeyî û li zincîreya dîwanên bi Kurdî zêde dibe.

 

Deftera Elîxan Loran serê giliyên xwe yên bi hûrgilî wiha vedike û pê de diçe:

 

Xerabo

 

Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên

- Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim –

Ligel ku cînavk jî hene

Dişêm biêşim ku li şûna navan mexel nayên

 

Kela sewtê bi te nakeve, Xerabo!

Strana te daxwaza pireke hilweşandî ye

Mayîna aviya kulîlkê bû, tu helikiyî pê re

Tu yê mezin bibî bi siya xwe ya kitim re

 

Hilî! –dormo dormo û bi fermanî-

Ji ber berga temenê xwe

Ba dê bihata hê

Beriya ewrên avî

Li pêşberî galegalên

Li av û royê çûyî

 

Dil Qabîlê dil e!

 

Defter. “Vira dengê Elîxan e!” Ji Weşanxaneya Lîsê. Yekem pirtûka Elîxan Loran a helbestan, ku dê ji vir û wiha gelek kes behsê jê bikin.

 

 

Defter

Elîxan Loran

Helbest, 64 rûpel

Adar 2012

Weşanxaneya Lîs, Amed 

 

 

 

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur