DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Îbrahim Guçlu/ Medeniyê Eliyê Yûnis çû ser dilovaniya xwe…



Kurdinfo:13:31 - 12/3/2012

Ew ji rastiyan re xwedî derdiket. Ji bona hevaltî û dostanî tu wext ji rastiyan dest bernedida û hevalên xwe yên neheq nediparast.


Kek Medeniyê Eliyê Yûnis di 9. 03. 2012-an saet 19.00-an de li Kozlukê gundê Dêrişwan ku gundeki li ciyekî bilind û hewcedar, derûdora xwe dikare kontrol bike, çû ser dilovaniya xwe.  Lewra Kek Medenî lawê Kurdistanê bû û ewqas jî lawê çiyayên Kurdistanê bû. Ew kurdistanîbûn û çiyayîbûna wî, qerektereka serbilindî, têkoşer, rast û dirust û bi wîjdan ji wî re çêkiribû.

 

Dema Kek Medeniyê Eliyê Yûnis çû ser dilovaniya xwe, nûçeya mirina wî di demek gelek kûrt de li Bakûrê Kurdistanê û beşên din yên Kurdistanê bi lezûbez belav bû.

 

Ji bona vê yekê sê sedem hebûn.

 

Sedema yekem, girêdayî malbata wî bû. Wek tê zanîn malbata Kek Medenî li Bakurê Kurdistanê û li tevayî Kurdistanê bi kurdperwerî tên nas kirin. Hemû kurd jî dema ku ji malbata Medeniyê Eliyê Yûnis qal dikin, ji re rêz digrin.

 

Sedema duyem: Malbata Kek Medenî di sala 1936-an de encama siyaseta Dewleta Kemalîst ya Tirk diçin li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê bi cîwar dibin. Malbata wî 15-16 salan li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê dimînin. Li wir jî di van kurdan de dibin xwediyê ciyekî giranbiha. Malbata wî di sala 1951-52’an de wedigere Bakûrê Kurdistanê. Dema ku malbata Kek Medenî diçê Başûrê-Rojavayê Kurdistanê, ew 6 salî ye. Lewra ew di sala 1930-yî de di dema Serîhildana Agriyê de tê dinyayê. Dema malbata wî vedigere Bakûrê Kurdistanê, ew 11-12 salî ye.  

 

Sedema sêyem: Kek Medenî bi xwe xebatkarekî tevgera kurd e ya demek dirêj e. Piştî ku Partiya Demokrat ya Kurdistan a Tirkiyeyê (PDKT) di sala 1965-an de ava dibe, demek kûrt de dibe endamê partiyê. Ew,  ji bona ku tevgerek milî li Bakûrê Kurdistanê ava bibe, bi heval û kurdperwerên Kurdistanê re dikeve nav xebatê. Di heman dem de jî, bi bi riya partiyê bi Tevgera Başûrê Kurdistanê re dikeve nav pêwendiyan.

 

Loma Kek Medenî hem li Bakûrê Kurtdistanê û hem jî li Başûrê Kurdistanê dibe kurdperwerekî navdar.

 

Medeniyê Eliyê Yûnis piştî ku dibe endamê PDKTê, di nav partiyê dibe xebatkarekî çalak, fedekar û jêhatî. Demek dirêj di Komîteya Herêmî ya Partiyê de kar dike. Di salên 90-î de jî di Komîteya Navendî de berpirsiyarî digre ser milê xwe.

 

Ew dema ku di partiyê da kar dike, bi Sekreterê Giştî Seîd Elçî re jî di nav pêwendiyek xurt de ye. Dema ku partî biryar dide ku Dr. Şivan û hevalên wî biçin li Başûrê Kurdistanê xebat bikin û ji bona partiyê bingehek ava bikin, wan rêdikin Sêertê cem Omer Turan. Omer Turan piştî ku Dr. Şivan nas dike, gor xwe wî xeter dibîne, loma jî demek dirêj, bi qestî qasî mehekê wî û hevalên wî derbasî Başûrê Kurdistanê nake. Di dawî de Birêz Seîd Elçî vê pirsê fêm dike û eciz dibe û biryar dide ku Omer Turan wezîfeya xwe pêk bîne.

 

Ji bona ku biryar pêk bê, Kek Medenî wezîfedar dike. Ew diçê cem Omer Turan û biryara partiyê pêşkêşî wî dike. Omer Turan jî, D. Şivan û hevalên wî derbasî Başûrê Kurdistanê dike.

 

                                                    *****

 

Kek Medeniyê Eliyê Yûnis jî wek her kurdekî, di 11 Adar a 1970-yî de dema Deglerasyona Adarê ya Otonomiya Kurdistanê tê êlan kirin, ew gelek kêfxweş dibe. Ew bi xurtî piştgiriya Otonomiya Kurdistanê dike. Ji bona ku Otonomiya Kurdistanê xwe ava bike û li ser piya rawesta alîkarî dike.

 

Lê dema ku Otonomiya Kurdistanê, encama Şerê 1974-an û Peymana Cezayîrê hat rûxandin ew jî wek her kurdekî xemgîn dibe. Dema ku Qiyade Mûwaqqet ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Iraqê ava dibe, ew dîsa gelek kêfxweş dibe. Ji Qiyade Muwaqqet re bi riya partiya xwe, bi riya şexsî û hevalên xwe piştgirî dike.

 

Endamê Qiyade Mûweqqet Namiq Cewher û Kerîm Sîncarı bi rojan li mala wî dibe mêvan û ew ji wan re nobed digre.

 

Ji bona ku wan biparêze, biryara şer li hemberî dewletê digre. Dibêje ku “heta ku dewlet û leşkerê romê me bi tevayî nekûje û gûndê me bi tevayî bi hemû gûndiyan ve re neşewitînin, ez wan teslîmî dewletê nakim.”

 

Ji Şoreşa Gûlan re jî bi her awayî piştgirı dike.

 

Min ew di HEVGIRTIN-PDKê de (1992) ji nêzik de nas kir. Ez û ew jî, em damezrênêrê HEVGIRTINê bûn. Dema ku min jî ji partiyê re berpirsiyarî kir, ez baş dizanim ku ew kesekî çawa fedakar û bi displîn û bi wîjdan û objektîf bû.

 

Ew ji rastiyan re xwedî derdiket. Ji bona hevaltî û dostanî tu wext ji rastiyan dest bernedida û hevalên xwe yên neheq nediparast.

 

Wî hemû jiyana xwe di nav tevgera milî ya Kurdistanê re derbas kir.

 

Bila serê malbat û hevalên wî, serê milketê kurd sax be.

 

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 12. 03. 2012

 

 

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur