DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

TDŞK: Divê hukumet dev ji siyaseta xwe ya dudilî berde û mafê perwerdeyiya bi zimanê kurdî qebûl bike!



Kurdinfo:18:50 - 20/2/2012

Hukmeta AKPê di warî nasandina mafê kurdan de siyaseteka dudilî dajo û sergejiyan peyda dike


21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî ye. Ev roj ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Neteweyan a Perwerdê,  Zanyarî û Çandê (UNESCO) ve di 17.11.1999ê de wekê roja makzimanan hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000-î de hat pîrozkirin. Ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneka navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeka makzimanan tê pîrozkirin.

21ê Sibatê herweha ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) wek rojeka dijî mêtingehkariyê hatiye qebûlkirin û di vê rojê de kolonyalîzm tê şermezar kirin.

Ev herdû roj jî ji bona kurdan bi wate ne. Welatê Kurdan, Kurdistan hin jî mêtingeh e  û miletê kurd di bin nîrê Tirkiyeyê, Îran û Sûriyeyê de ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bê par in. Zimanê kurdî di sîstema kolonî ya van dewletên serdest de hin bi fermî nahê qebûlkirin û di sîstema perwerdeya van dewletan de ciyê xwe wernegirtiye.

Li Tirkiyeyê herçiqas di çerçweya berendambûna Yekîtiya Ewrûpayê de hin gav hatine avêtin jî (wek TRT Şeş) û di hin zanîngehan de beşên ”zimanê zindî” hatine vekirin jî lê hukmet û dewleta Tirk israr dike û naxwaze kurdî bibe zimanê perwerdeyiyê.

Hukmeta AKPê di warî nasandina mafê  kurdan de siyaseteka dudilî dajo û sergejiyan peyda dike; Cigirêserokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinc di 22ê Çileya Pêşîn a 2011ê de li ser navê hukumetê di Meclisa Mezin a Tirkiyeyê de diyar kir ku, dê hemû mafê kurdan ê ziman û kulturî bê dayîn, çi mafê tirkan hebe ê di bin misogeriya destûrê de ji bo kurdan jî hebe.  Lê eynî Arinc di 3ê Sibat a 2012ê de di hevpeyvînekê xwe yê di  kanala Tv ya ”CNN Turk”ê  de got  ku; "Eger şert îmkanan bidin kurdî bes dikare bibe dersa li ser daxwazê, lê ne mimkin e ku kurdî ji xwendina destpêkê heta unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyê. Em wiha perwerdeya bi zimanê zikmakî nafikirin. Perwerdeyiya bi zimanê tirkî hem bihevrebûnê peyda dike, hem jî tirkî zimanê medeniyetê ye."

Ne tenê Arinc herweha Serokerkanê Tirkiyeyê Necdet Ozel jî di hevpeyvîna xwe ya bi Fikret Bila re ku di 5.01.2012ê de di rojnameya ”Millyetê” de çap bû, bi resmî li dijî perwerdeyiya zimanê kurdî derket û got ku, ”zimanê resmî yê dewletê Tirkî ye, ji ber wê jî ez di cî de nabînim ku zimanekî din di perwerdeyê de bê bikaranîn.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan di 10ê Sibata 2008ê de li Almanyayê got ku; ”asîmîlasyon li hember mirovayê sûcekî mezin e” Lê eynî Erdogan û hukûmeta wî, bi navê dewleta Tirk, sûcekî mezin yê asîmîlasyonê li hember zimanê Kurdî dikin. Ji ber ku wexta zimanekî ku di nav sîstema perwerdeyê de neyê bikaranîn, hingê ew zimên eşkere tê qetilkirin. Îro li Tirkiyeyê li ser zimanê Kurdî ev tê kirin. Dewleta Tirk bi hemû hukûmet û mekanîzmayên xwe ve, ev nêzîkî 90 sal in vî sûcî li hember zimanê Kurdî dikin.

Lê êdî dem hatiye guhertin, dewletên serdest ku Kurdistan di bin nîrê wan de ne divê êdî dev ji vê siyaseta xwe berdin û li xwe mikûr bên; hebûn û nasnameya kurdan bi fermî nas bikin; mafê wan yên demokratîk û neteweyî qebûl bikin û zimanê kurdî resmî bibe zimanê perwerdeyê. 

TDŞK daxwaz ji civat û neteweya kurd dike ku ew zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin û di roja navneteweyî ya zimanê zikmakî de şiyarên; “Zimanê me hebûna me ye!” û “bi zimanê Kurdî perwerde“ bilind bikin.

Diyarbekir, 21.02.2012
TDŞK- Tevgera Demokratên Şoreşgêr a Kurd




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur