DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Di duyemîn salvegera wefata wî de em bi giramî bi bîr tînin!



Kurdinfo:12:13 - 12/2/2012

KEK ZULKUF OZEL, EM KÊMASİYA TE HÎS DIKIN Û BÊRIYA TE DIKIN !


Di duyemîn salvegera wefata wî de em bi giramî bi bîr tînin!

 

Welatperwerê dilsoz û mêrxas, Demokratê Şoreşger Zulkuf Ozel (64) di 12ê Sibata 2010 de li Stenbolê ji nexweşiya qanserê jiyana xwe ji dest dabû.

 

Zulkuf Ozel mamoste bû û yek ji kadroyên KIP/ Pêşengê bû û di nav Tevgera Demokratên Şoreşgêr a Mamosteyen de çalak bû.

 

Piştî derbaye 12 Îlona 1980ê hat girtin û di dawaya KIP-DDKDê hat darizandin; herweha di operasyona PPKK(Pêşeng)ê de (1990) jî hat girtin. Di herdu girtinan de jî gelek şkence lê hat kirin, ew li hember şkenceciyan berxwe da.

 

Di 2006ê û vir ve bêşdarê gelek civinên Demokratên Şoreşger bû û herweha demek di nav Tevkurdê de cî wergirt û xebata xwe ya siyasî domand.

 

Di duyemîn salvegera wefata wî de em bi giramî bi bîr tînin!

 

Diyarbekir, 12.02.2012

 

TDŞK- Tevgera Demokratên Şoreşgêr a Kurd

 

 

 

 

 

 

KEK ZULKUF OZEL, EM KÊMASİYA TE HÎS DIKIN Û BÊRIYA TE DIKIN !

 

Hasan ÇAKIR/İbrahim GÜÇLÜ

 

Kek Zulkuf OZEL, xebatkarekî Doza Kurdistanê bû. Ew ji bona netewe ya kurd, azad bibe û Kurdistan serbixwe bibe, di cîwantiya xwe de beşdarî Tevgera Bakurê Kurdistanê bû. Dema ku ew bû mamoste jî, dev ji xebata xwe ya kurdperwerî bernade. Di nav Tevgera Kurdistanê de bi her cureyî/awayî xebat meşand; hem ji aliyê hevalên xwe ve û hem jî, ji aliyê gel de hat hez kirin.

 

Di dema Darbeya Leşkerî ya 12-ê îlona 1980-yî de bi deh hezaran kurdperwer hatin zîndan kirin, eşkence kirin, ceza kirin. Kek Zulkuf OZEL jî, di bin dîktatoriya leşkerî û faşîst de, ji bona Doza KÎP/DDKDê êşkencek bêsînor dît. Lê wî di zîndana Amedê ya bi navûdeng de, li ber xwe da û ji berpirsiyarên dewleta tirk re hîç tiştek negot û hevalên xwe yên rêxistinî parast û bi ruyekî spî derket dervayî zîndanxaneyê.

 

Piştî zîndanbûna xwe jî, heta roja ji nav me koç kir û çû ser dilovanıya xwe jî, xebata xwe ya Doza Kurdistanê meşand. Beriya ku biçe ser diovaniya xwe, ji rewşe Tevgera Bakurê Kurdistanê xemgîn bû û ji bona pirsên Tevgera Bakurê Kurdistanê çareser bibin, hewil dida.

 

Di heman dem de beriya mirina xwe ji bona ku zarava kurdî zazakî pêş bikeve, bi gelek hevalên xwe re dest bi xebatekê kir, ku komeleyekê ava bikin. Gelek kêfxweşiyê ku ew komeleya ava bû û dest bi xebata xwe kir; rojnameyek bi zazakî weşand.

 

Dîsa beriya ku ji nav me koç bike, me çend hevalan û Zulkuf Ozel jî difikirî,  ku partiyek Kurdistanê ava bibe û ji bona vê partiyê xebat bibe. Mizgîn ji te re Kek Zulkuf, nûha ev xebata partiya Kurdistanê hatiye qonaxek nû. Em te agahdar dikin.

 

Birayê Hêja Zulkuf OZEL, beriya du salan (12. 02. 2010), bêwext ji nav koç kir û li pişt xwe valayike mezin çêkir.

 

Em, bi her awayî kêmasiya wî hîs dikin û bîra wî dikin.

 

Ew, di dilê me de dijiye.

 

Bila serê gelê kurd, malbat û hevalên wî sax be.

 

Amed, 11. 02. 201

 

 

 

 

 

 

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur