DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Şivan Perwer: "Gef û êrîşê li ser hunermendên Kurd şermezar dikim"



Kurdinfo:14:32 - 30/1/2012

Nizamettin Ariç (Feqiyê Teyran) hevalekî me ye û hunermendekî kedkare.


Huner mijar, mebest û asta bê sînor e. Ne mal û milkê ti kes, çi rêketin, partî, siyaset û çi grubê. Wek Romeo û Julien, wek Hamlet, wek Ferhad û Şirîn, wek Mem û Zîn wek Kirîvê, Xezalê, Helebçe û çend û çend.

Di sîstem û saziyên demokratîk de huner û hunermend , nivîs û nivîskar, rewşenî û rewşenbîr,  rojname û rojnemevan, raman û ramandar gelek azad, serbixwe û rêçenasin. Ji ber afirenderî, lekolîn û çandewariyê grup, gel û netewe ta milletên Cîhanê xwe hevcedarî wan dibînin. Ji bo vê yekê ye ku ji dil wan diparêzin.

 

Lê mixabin ji ber wan raman û tamarên şûndemayî, çavsorî, teqlît û teqlîtrkariya zihniyeta sazî, sazmedî û dîktatorên rojhilata navîn, mixabin hinek hêzen Kurd û saziyê girêdayî wan hîn çavsoriya xwe li ser hunermend, pispor û rewşenbirên Kurd diken. Kî li gor wan nemeşe û pesnê wan nede halê wan yemane.

 

Ez bang li gelê Kurd dikim ku li gor guhertinên Cîhanê di her warê de çawa têne guhertin, peşvebiçin û giringe ku rewş li Kurdistanê jî bê guhertin. Ji ber vê yekê pêwîste ku gelê Kurd êdi vi havil û zîhniyeta ha nepejirîne û bê deng nemîne, daku gelê Kurd bi wasita huner û rewşenî li kesên xwe xwedî derkeve û di nav gelê Kurd de hezkirinek çê bibe ku êdi şêweyên demokratîk, mirovantî, rêbazî, rêçawazî û berhevî di nava mede pêk bê.

 

Bila hêz û rêketinê Kurd baş bizanibin ku heke ta kuderê herin ewê mecburî li gor şert û mercên Cîhanê û mirovantiyê bêtin guhertin. Divê gele Kurd û hêzên Kurdan ji mentalîta Stalinist, Baasî û Kemalî durbikevin. Ma gelo ev çi elamete, dê Kurd herdem kevneşopiya xelkê bimeşînin. Vê gavê ereban bi buhara xwe dest pêkirine, lê yên me bi zihniyeta dij demokratîk, yekrengî, çavsorî, paşverû û têkçuyî hîn dimeşînin. Tawanbarîya rewşenbîr û hunermendên Kurd bi nizmitî û xayîntî çawa bi hêsanî tên gotin? Ger em rejîm û sazumanên dijî demokrasî, dijî wekhevî, dijî civata rengînî şermezar dikin, divê em neşibin wan!

 

Nizamettin Ariç (Feqiyê Teyran) hevalekî me ye û hunermendekî kedkare. Ji ber xebat û xizmeta hunera Kurdî zêtirî nîvê jiyana xwe ji welatê xwe dur li der derbas kir. Ger dixwaze li gel hevalên xwe yên hunermend grupa, ya komele ya studyo yan her çi awayê xebatê hewcebe, mafê wi ye, yê kesên di ne û li gor derfet û bireweriya xwe giringe hemû hêz û partiyên Kurdan piştevaniya xizmetek weha bihêle û binirxîne.

 

Ma gelo, hawar û haho ev çi rezalete bi serê gelê Kurd de hatiye. Ma gelê Kurd bo serok û partiyan hatiye rûyê dinyayê? Ma peşketinên mirovantiyê wek tolerans, rengînî, rêzgirtina bo ramanên cuda ta kîngê wê bikevi nav civaka me? Gelo çawa yekitîya gelê me berpê dibe?

 

Netirse birayê min netrirse Nizamettin! Mafê te jî heye û yên kesên di heye ji bo xizmetê. Mafê kesekî nîne ku te û hunermendên Kurd bitirsîne, bi ixanet û hayîntiyê tawanbar bike.

 

Şivan Perwer

Bonn, 29.01.2012

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur