DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

TDŞK: Bi tevkarî û aqlî-selîm hereketkirin di feydeya kurdan de ye!



Kurdinfo:22:31 - 27/1/2012

Di pêvajoya îro de ku hewcedariya tevkarî û hevkarî di nav hêz û partiyên kurdan de zarûrî ye, divê em partî û hêz û şexsîyetên kurd bi berpirsiyarî tevbigerin


Li seranserê cihanê têgehên demokrasî, mafê mirovî û serdestiya huqûqî di navendê de ne û pirs û pirsgirêkên civatê di çerçeweya van nirxan de tên çareserkirin û li hemû dinyayê mafê netewan û mînorîtetan ber bi çareseriyê ve diçin, lê gelê kurd hin ji mafê xwe yên bingehîn yên neteweyî û demokratîk bêpar e. Nasname û zimanê wî hin bi resmî nayên qebûlkirin; dewleta Tirkiyeyê û partiyên wan yên siyasî ji daxwazên kurdan û bi zimanê xwe perwerdeyî re guhê xwe digrin, serokerkanê Tirkiyeyê bi resmî li dijî perwerdeya zimanê kurdî derdikeve, hukumeta AKPê niyata wê tuneye pirsa kurd çareser bike û bi manewrayên bi navê ”vebûna kurd” pirsa kurd hewaleyê zeman dike.

Li hember gelê kurd qetîlam tên kirin, li Qilebanê li gundê Robozikê 34 gundiyên kurd bi balafirên Tirk hatin kuştin; siyasetmedar, alim, serokên şaredaran, nivîskar, huqûnas, hunermend tên girtin, di girtîgehan de bi hezaran kesên siyasî hene, pêvajoya dadgeh û darizandinê gelek dirêj dajon, şik û guman hene ku dadgeh bi adil û edalet biryaran bi cîh naynin. Beriprsê rojnameya Agosê Hrant Dînk beriya 5 sal hat kuştin lê encama Doza wî bi sî, şik û şaîbe ber bi encamê ve diçe.

Hukmet li dijî rojname, malper, televizyon û bi giştî medyaya muxalif disekine; rojnamevan tên girtin, nivîsên wan tên sansurkirin, li gora Dezgeha Rojnemevanên Bêsînor li Tirkiyeyê 97 rojnamevan di girtîgehan de ne û di warî azadiya çapemeniyê de Tirkiye di nav 179 dewletan de di dora 148 an de ye. Dewlet ne tenê li hundir li derveyî welêt jî ji bo girtina navgînên ragahandinê yê muxalif di nav hewildanan de ye.

Ji her derê bakurê Kurdistanê gorên bi kom derdikevin. Ji Diyarbekir, Şirnex, Elezîz û Dersimê di goran de bi dehan estiyên însan hatin dîtin; bi hezeran faîlên qesasnediyar hene hin nehatine zelalkirin. Li gora rapora Komeleya Mafê Mirovî ya Diyarbekirê 1251 kes muracatê wan kirine ku wendayî wan hene û li gor dezgehên Mafê Mirovî 3 bin 375 faîlê qesasnediyar benda ronîbûnê ne.

Dewleta Tirk bi dîroka xwe ya gemarî re rû bi rû nabe; qatlîamên ku li dijî kurdan û gayrî-musliman kirine qebûl nake û bi vê hawayî xwe dixe pêkenoka wan welatên ku di parlamentoyên xwe de qanûn derdixin û dibêjin ku ew li dijî gayrî muslim û bi taybet jî li dijî Ermeniyan qatlîam kirine. Dewleta Tirk bi xwe hewcadarê wê yekê ye ku li welatê xwe azadiya fikrî û ramanî cî bi cî bike lê ew radibe di vî warî de dersê dide hinek welatên Ewrûpayê.

Mixabin di van rojên dawîn de hin hêz û şaxsiyetên kurdan li hemberî hev beyan û gotinên ku dilê dijminê kurdan şa dikin, bi kar tînin û bi vî hawayî hem îtîbara xwe û hem jî îtîbara civata kurd li ber raya giştî ya neteweyî û navneteweyî dadixînin. Di pêvajoya îro de ku hewcedariya tevkarî û hevkarî di nav hêz û partiyên kurdan de zarûrî ye, divê em partî û hêz û şexsîyetên kurd bi berpirsiyarî tevbigerin; aqlî-selîm hereketkirin û bi sewiye û bi kultur munaqeşekirin hergav di feydeya kurdan de ye.

Diyarbekir, 27.01.2012
TDŞK-Tevgera Demokratên Şoreşgêr a Kurd

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur