DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

KNKS: Li himber hovîtîya dewleta kolonyalîst bêdeng nemînin



Kurdinfo:14:28 - 31/12/2011

Bi hêvî û daxwaza ku rojek berî rojekê desthilatdariya van zalim û koledaran ji ser sîngê milletê me rabe!


Di 28ê kanûna 2011an de, bi balafirên artêşa dewleta kolonyalîst ya Tirk, li nêzîkî gundê Roboskê, li ser “sînor”ê herêma Kurdıstanê, komekê ciwan û xwendekarên kurd hatin bombebaran kirin.

Li gor agahdariyên ku vê gavê hatine bi dest xistin; komek ciwan û xwendekarên kurd ku temenê man di nav 15 û 20 salî de ne, ji bo aborîya malbatên xwe hinek tiştên weke mazot, cixare û hwd dikirin, li dewaran bar dikin û ber bi malên xwe ve vedigerin.

Leşker û polîsên herêmê wan nas dikin û ji kar û barên wan haydar in. Li ser rêya vegerê gava nêzîkî gundê xwe dibin, rastî qomandarên qereqolê dibin. Qomandarê qereqolê ji wan ra dibêje ku "di vê derê re derbas nebin" û rêyeke din nîşanî wan dide. Piştî demekê jî balafirên şerî yên artêşa dewleta Tirk, li ser wê rêyê erêşî wan dike. Di encama bombebaranê da, 35 kes tên kuştin, 1 kes birîndar dibe û 14 kes jî wenda ne. Ji kuştiyan 29 kes merivên hevdu ne.

Artêşa dewleta kolonyalîst ya Tirk, bi biryara operasyonên leşkerî yên derveyî sînoran, li ber çavên dinyayê, Bakûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, bênavber bombebaran dike. Tenê di van sê mehên dawî de, artêşa dewleta Tirk nêzî sed operasyonên leşkerî li dar xistin û li herdu aliyên Kurdistanê agir barandin. Li gelek navçeyên Kurdistanê bi bomayên cûrbecûr însanên me, gundên me, daristanên me, terş û dewarên me şewitandin. Van operasyênên hov û xwînrêjî bi awakî sîstematîk dom dikin.

Bi kuştina 35 ciwanên sivîl, hovîtî û xwînrêjîya dewleta tirkan careka din gîhaşt asta herî bilind.

Em weke Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê vê êrîşa hov û xwînrijî û operasyonên dewleta Tirk yên li hemberî xweza û hevwelatiyên Kurdistanê pêk tênîn, bi tundî şermezar û lanet dikin.

Ji raya giştî, ji mediyayê û ji her mirovê xwedîwîjdan hêvî û daxwaz dikin ku li hemberî vê siyaseta kolonyalîst û gelkujîyê bêdeng nemînin û piştgiriya têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî bikin.

Bila serê malbat, meriv, heval û hogirên wan giyanpak û gorbuhiştên me sax be, Xwedê sebrê bide wan.

Bi hêvî û daxwaza ku rojek berî rojekê desthilatdariya van zalim û koledaran ji ser sîngê milletê me rabe!

30ê kanuna 2011an

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur