DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Komiteya Piştgiriyê: "Kurdên binxetê yekbin!"



Kurdinfo:13:23 - 1/11/2011

Hamburg: Semînera li ser kurdên rojava


Ji bo serkirde û damzrêner û endamên hêja yên

Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê”!

 

Di roja 26/10/2011 de, ji bo yekîtiya miletê kurd li Suryê gaveke pir girîng hate avêtin. Bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên 10 partiyan û hinek ciwanên çalakvan, Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate girêdan. Di encama Kongirê de, ji 258 endamên beşdarvanên komcivînê 45 kes wek rêvebirê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê hatine hilbijartin. Û herweha di vê Kongirê de ji bo dahatûya kurdên li Sûryê, biryara “Daxwaza mafê çarenûsî ji bo miletê kurd li Sûryê” hatiye qebûlkirin. 

Ragehandina damezrandina vê kongrê û biryarên hatine girtin, gaveke pir girîng û dîrokî ye,  ji bo bidestxistina mafên netewî û pêşxistina doza miletê kurd li Sûryê. Herweha ji bo hemû kurdan ciyê kêfxweşî û şanaziyê ye. Lêbelê divê em baş bizanin ku tesîra biryar û daxwazên me, ancax wê bi qasê hêza sîyasî û gelêrî ya pişta me be. Ji ber vê yekê, pêngava girêdana Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê” pir girîng û pîroz e, lê ne bes e. Îro ji bo miletê kurd dîrok ji nû ve tête nivîsandin. Ji xeynê armanc û hedafên sîyasî, sedemên lihevnekirin û nakokîya me çi dibin bila bibin, divê hemû kurd ligel hev bin û yekîtîya xwe xurt bikin. Hêvîya me ev e, ku di serî de bi beşdarîya “Hevgirtina Şeş-Qolî” û hemû grub û şaxsiyetên din jî, ev yekîtî bi hêztir xuttir bibe.  

Em bi silavên xwe yên germ û birayane, piştgirîya xwe ji bo xebata û têkoşîna we dîyar dikin û di xebata we ya pîroz de serkevtinê dixwazin.

Diyarbekir, 30.10.2011

Komîteya Piştgirîya Kurdên li Suryê

 

Semînera li ser kurdên rojava

Di 29.10.2011an de li bajarê Hamburg, semînerek li ser rewşa dawî ya kurdên rojava li dar ket. Ev çalakî ji aliyê Platforma Kurdên Hamburgê hat amadekirin. Semîner bi axaftina Serokê Platforma Kurdên li Hamburgê birêz M. Ali Yildirim dest pêkir û xeratin li mevana da û pistre bi axaftvanê du biraderên ji Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Merwan Sulêman û Omran Husên bûn.

Li ser jiyana pakrewan Mişel Temo nivîskar Arşevê Oskan ji nêzîk ve şirove kir.

Beşdarên semînarê ji perçeyên Kurdistanê yên din jî amade bûn û niqaşên berfireh li ser tevgera kurd û kar û barên di vê çarçewê de hat kirin.

Wek em dizanin ku ev 8 meh in şoreşa Sûriyê lidar e û rojane bi dehan welatî tên kuştin.. ji nav wan kuştiyan xwîna ciwanên kurd jî tevî xwîna şoreşvanên sûrî bû. Yek ji wan şehîdan rêberê navdar yê kurd Mişel Temo bû..

 Axaftvan bi giranî li ser kongreya kurdên rojava bû û zemîn û pêdiviya ku ev kongre li ser hate pêkanîn aşkere û şirove kirin.

Hamburg 29.10.2011

Platforma Kurdên Hamburg

 

 




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ın tüm Türkiye´ye yaptığı çağrıyı menşetlerine taşıdı
08:53   22/3/2013
 Diyarbakır´daki Nevruz kutlamalarında Abdullah Öcalan´ın "Artık silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuşsun" çağrısı gazetelerde geniş yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatıştırmak isteyenlere karşı bütünleşeceğiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ın BDP tarafından 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajının tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyanı, Alişer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düşünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, İbrahim Paşa-Osmanlı-Savaşı çok önemli bir dönüm noktası olmuştur.
´Petrol Kürtlere bağımsızlık getirecek´
17:31   8/3/2013
 İngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklı Kürtlere bağımsızlık vereceğini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eşbaşkanları Aysel Tuğluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fırat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi İnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece ilişkin bilgi alışverişinde bulunmak ve sürece katkılarını istemek amacıyla ziyaret gerçekleştirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocağını ona bıraktığımda elinde kalın bi dosya vardı, okuyup gülüyordu.
”Kosova için işleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için işliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoğu´da işler hak ve sorumluluklar üzerinden değil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliğinin işgali altındadır´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nın Kemalizm tarafından sömürgeleştirilmesi sorunudur