DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Fahri Karakoyunlu: 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî



Kurdinfo:16:40 - 7/5/2010

Ev rewþa ku Kurd tê de ne, li ser daxwazên siyasî ji bandorekê çê dike. Gava zimanê siyasetê û zimanê sîyasetvanan ne Kurdî be, daxwaz û bernameyên sîyasî ji gor vê rewþê xwe diperisîne.


20/2/2010

Ziman û Peyman                                                                              

                                           

Tekoþîn û serhildana her gelî, bi serhildana çandî destpêdike”

                                                                                                                                   (CABRAL)

 

Wek tê zanîn, ziman; ne tenê di nabeyna mirovan û civatê de navgîna ragîhandinê ye. Ziman, ifade kirina çanda civatê ya bi tevayî ye.

                

Hîngî zarok di hemla dîya xwe da ye, gelek taybetmendîya ji dayika xwe digre û yê di nav van taybetmendîyan de yek jî;  jê dengin. Ev dengana, gava zarok tê dinê û bi zimanê dayika xwe diaxife, dibe bingeha zimanê zikmakî. Disa zarok, hewcedarîyên xwe yê herî hêsa bi van dengana tîne ziman. Ewilî, bi dîya xwe re, dûre jî bi derdora xwe re, bi vî zimanî dikeve têkilîyê. Ji ber wî, ziman, bi taybetmendîyên din yê çandî re, xwe bi kesayetiya wi zarokî re dike taybetmendîya herî girîng.

 

Tê zanîn ku, kesek zimanekî din çikas baþ hînbibe jî, ji alîyê kesayetiya mirov, zimanê dû re hînbûyî, wek zimanê zikmakî bandora xwe nikane li ser mirovan bike. Wek dîsa tê zanîn ku, ziman, ji bo civatek etnîkî hêmana esasî ye. Gava mirov, ji nav civakê ziman rake, ji alîyê taybetmendîya etnîsîyê tiþtekî zêde namîne. Ziman ji bo etnîsîyê wek neynikekê ye, civak xwe di ziman de dibîne û nasdike.

 

21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê”  çima te pîrozkirin:

 

21ê Sibatê wek  “Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê” ji alîyê UNESCOyê, di 17.11.1999 de hatîye îlankirin û ji sala 2000 î vir de ji, tê pîrozkirin. Sazîya Perwerdehîyî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO),  tekoþîna gelê Bengiladeþîya ya di roja 21 Sibatê sala 1952an de ji bo zimanê zikmakî dabûn,  wek sembolek( nîþanîyek) qebûl kir û ev roja wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” ragihand.

                

Gelê Bengladeþî û bi taybetî xwendevanên Bengladeþî,, ji bo zimanê Benglî, li ber zimanê Pakîstanî-Ûrdî bibe zimanê fermî, xwepêþandanek girseyî li darxistin. Di vê çalekîyê de, 11 xwepêþandêr ji alîyên polîsan ve hate kuþtin. Ev daxwazîya gelê Bengladeþî, her berdewam kir û Dewleta Pakîstanî neçar ma û di 1956 de zimanê Bengalî jî, wek zimanê Ûrdî  kir zimanê fermî. (Bengladeþ heta 1971 di bin dagirkerîya Pakîstanê de bû)

                

UNESCO, bi îlankirina vê rojê re, dixwaze balbikþîne ser zimanê di xetere de û  zimanê li ber windabûyînê de ne. Ji bo vî jî, bi pêþengîya NY û UNESCO ye gelek peyman, agadarî û pêþgirî hatine girtin. Di van peyman, agadarî, û pêþgirîyan de, bang li dewleta tê kirin û ji wan, di derbarê kêþeyên ziman û çandan de çareserî tê xwastin.

                  

Her çiqas hinek agahîyên ne mîsoger be jî, li gor raporta Ethnologueyê ( Atlasa UNESCO yê ye) ya herî dawî;  heta nûha, li rûyê cihanê hijmara zimanên hatîye peyitandin( tespîtkirin) 6912 ye. Li gor zimanzanê Avûstralyayî Chrîstoper Moseley 2511 ziman di bin xetereya windabûyînê de ye. Li gor raporta Ethnolgueyê, 96 ji sedî nifûsa(serjimêr) cîhanê  320 zimana bikartîne. 4 ji sedî nifûsa cîhanê jî, zimanê mayî bikartînin. Dîsa li gor vê raportê,  zimanên di bin xeterîya tunebûnê de ne,  wek “ji birîndarbûna sivik bigre heta mirinê”bi penc asta hatîye tespît kirýn. 607 ziman wek birîndarîya sivik di pêvajoyek hessas de,  632 ziman wek birîndarên di asta nexweþxaneyê de, 502 ziman di xeterek cidî de û 538 ziman jî, li ber lêxweytîkirina zêde, di asta xetereyek wehîm de ne. 220 ziman jî, di van 60-70 salên dawîn de mirin e. ( www.ethnologue.com- www.unesco.org/culture )

 

Raporta UNESCOyê,  zimanên di bin xeterê de ne, bi awakî din disenîfîne( tasnîf dike). Gor vê senîfandinê, zimanên di grûba “hessas de an li ber xeterê” de ne, tenê di nav malbatan li malan de bi zarokan re tê axaftin. Zimanên di “ bin xeterê” de ne, êdî li malan bi zarokan re wek zimanên zikmakî nayê axaftin. Zimanên di “bin xetera ciddî” de ne, tenê kal û pîr dizanin û diaxifin, zarokên wan bes fêm dikin lê nevîyên wan, tu fêmnakin. Zimanên di bin “xeterek wehîm” de ne jî, tenê kal û pîr dizanin û karin biaxifin.

 

 

Gerînendeyê (Midûr) UNESCOyê Koichiro Matsaura wiha dibêje:

Bi mirina zimanekî, gelek berhemên mirovahîyê yê çandî ya ne maddî (razber) jî winda dibe. Bi taybetî; helbest, destan, gotinên pêþîyan û henek jî, bi ziman re winda dibin û vana ji bo civatekê, mîrat û kevneþopîyên devokîne. Zimanên minda dibin, di derbarê gerdûnê de zanînên resen jî bi xwe re dibin.”

                

Giringîya vê rojê, ji bo jîyana nirxên mirovahîyê bi taybetî zimanên zikmakî ne.

 

Lê mixabin li ruyê cîhanê, bi navê zordestiyê û nîjatperestiyê ji bo zimanên hindikahiya û çandên cûda rêzgirtin û tolerans neme ye. Ev nêhirtina û sedemên wekî din, ji rûyê gerdûnê, ji nirxên cîhanê her roj hinek tiþtan kêm dike. Gava ku mirov bi zanebûn û vîcdan li mijarê binêre; ya dimire û dihere, perçeyek ji her civakê, ji her kesî ye.

 

Li ser ziman û çand, helwesta Dewleta Tirk çi bû û çi ye?

Wek tê zanîn, proja Komara Dewleta Tirkîyê, projek dewletek netewî bû. Gor damezrênerê komarê, li Tirkîyê tenê netewek he bû û ew jî navê xwe Tirk, zimanê xwe Tirkî, ola xwe Ýslam û mezheba xwe jî Sunî bû. Lê ev ne rastîya Enadolê bû. Rastîya Enadolê di her demê de pirzimanî, pirolî û pirçandîtî bû ye.

 

Lê, proja di serê damezrênerê Komara Tirk de, ev rastîya him he bû, him jî tune bû. Tune bû, ji bo proja dewletek nîjatperest gere ev rastîya tune be. He bû, lê gere ev rastî,  bi destê demûdezgeyên dewletê, ger bi tundî be, ger bi asîmîlasyonê be, ger bi koçberkirinê be, ger ji welat derxistinê be, divê bi aweyekî di nav piranîya Tirk de û di nav çanda û zimanê Tirkî de bên helandin.

 

Bi rastî ev proje, wek tê zanîn ji bo gelek ziman û çand û kesên ne ji ola Îslamê bûn,  bi piranî biserket. Gelên ku ji Balkanan yên ji Kafkasan û ji deverên din hatibûn Enedolê, ji bo nasnameyek serdest,  xwe bi ziman û çanda Tirk ve girê dan. Hindikahiyên ne ji ola Ýslamê bûn, wek Rûm, Ermen û Cihû, li ber êrîþ û gefên nîjatperestî, heta salên 1960î bi awayekî ji mal û milkên xwe bûn, û welat terk kirin. Yên mayîn jî, bi hijmarek kêm û dilþikestî di nav tirsekê de jîyan û hîn jî dijîn

 

Li gor Atlasa UNESCOyê, li Tirkîyê 36 ziman tê axaftin. Ji wana ziman mirîne, panzdeh ziman jî bi hawakî di nav xetereyê da ne. Ji van zimanan Mlahsö (zarava Surî û Tirkîyê), Greka Kapadokyayî û Ubýhî li Tirkîyê ji sala 1950 yî vir de mirine. Yên hasasin li ber xetereyê de ne; Abhazî, Adîgeyî, Kabartayî û Dimilkî (Zazakî) ye. Abazî, Ermenîya Rojava, Hemþînî, Lazî, Greka Pontûsî, Romanî, û Sûretî di bin xetereyê de ne. Zimanên di bin xetereya mezinde ne û li ber windabûyînê ne jî; Gagavûzîya Balkanên Baþûr, Ladîno/ Jûdeo- Îspanyolî û Turoyayaî ye. Ertevînî jî edî zimanekî mirî ye.

 

Di serê sedsala 20an de van zimanana, li Enedolê zindî bûn û dijiyan. Lê mixabin polîtîka nîjatperest ya red û înkar, gelek ziman ji holê rakirin.  Bi rastî, bi van zimanan re, çand, berhemên civakî, fikr û raman jî qetil bûn. 

 

Ne Makezagona Komara Tirkîyê û ne jî belgeyên navnetewî yê ku sistema dewleta Tirk xwe dispêrîyê - Peymana Lozanê jî di nav de ye-  rastîya gelê Kurd û daxwaza gelê Kurd ya ji bo “bi zimanê zikmakî perwerdehîyê” nikane ji holê rake…

 

Berya ku em belgeyên navnetewî binirxînin û di derbarên van belgeyan de helwesta dewleta Tirk bidexuyakirin, em li zagona bingehîn ya Tirkîyê binêrin. Dewleta Tirk, daxwazên gelê Kurd û pêþnîyarîyên Yekîtîya Ewrûpayê, bisedema sazkirina ev xalên  makezagona Tirkîyê red dike.

 

Felsefeya damezirandina komara Tirk, li ser red û înkarê hatîye sazkirin. Ev polîtîka bi hinek guhertinê vê dema dawîyê hîn jî berdewam e. Ev felsefa di makezagonê de bi zindî xwe nîþan dide.

 

Makezagon xal  3: Dewleta Tirkîyê, bi welat û netewa xwe tevahîyek e û nê dabeþkirin.

 

xal 66: Kesên ku bi pêwendîya hemwelatîbûyînê bi dewleta Tirk ve girêdayîne, Tirk in.

                                   

xal 42/1: Tu kes, ji mafê perwerdehîyê û hînkirinê nête mahrûm kirin.

                                        

42/9: Zi xeynî zimanê Tirkî, tu ziman ji bo hemwelatîyên Tirk di sazîyên perwerdehîyê û hînkarîyê de, bi navê zimanê zikmakî nête xwend kirin û hînkirin.

                                                                     

Hukmên peymanên navnetewî veþartîne.

                

Li gor makezagona dewleta Tirk, kesên ku hemwelatîyên Tirkîyê ne, Tirkin

Gor makezagonê,  Kurd û kesên hemwelatiyê Tirkîyê ne jî, Tirkin in.

 

Gava ku herkes Tirk in wê demê zimanê zikmakî yên hemwelatîyên Tirkîyê jî Tirkî ye, û bê Tirkî jî tu ziman bi navê zimanê zikmakî li sazîyên perwerdehîyê nê te nête xwend kirin û hînkirin.

                

Gava ku mirov li peymanên navnetewî, bi taybetî yên li ser ziman û çand dinihêrin, di hiqûqa navnetewî ya mafên mirovan de, sazkirina mafên çand û ziman, gelekî di pêþ de ye. Ev hewildana sazîyên navnetewî, yên ji bo mafê çand û bi zimanê zikmakî perwerdehîyê,  gelek pêwira jî dide ser milên dewletan. Dewletên ku ev peymanana qebûl bikin, lazime di nav dewleta xwe de, van erkana bîne cîh û zagona xwe ya bingehîn biguherînin, û astengîyên li ber mafên çand û ziman hene jî, ji holê rakin. Tu dewletên hevdem û demokratîk êdi nikane xwe ji van erkane dûrbixe.

 

Nuha, em li van peymanan û helwesta dewleta Tirk binêrin.

1.Daxuyannama Mafên Mirovan a Gerdûnî ya Netewên Yekbûyî

2.Peyman û Protokolên Mafên Mirovan ya Ewrûpayê

3.Peymana Navnetewî ya Mafên Sîyasî û Kesane(þexsî)

( Xala 1’em li ser dîyarkirina(tayinkirina) ayîndeya gelan, xalên 2, 4, 24’em li ser mafên zarokan û xalên 25, 26, 27’an li ser parastina mafên hindikahîya ne. dewleta Tirk ev peymana 04.06.2003’ an de pesend (tesdîq) kirîye, lê ji bona xala yekem beyan da ye, ji bona xala 27’an jî dûreperêz ( îhtiraz) nîþan da ye.)

                

4.Peymana Mafên Aborî û Civakî ya Netewên Yekbûyî

                     

(Xalên 2, 13, 15an li ser mafê perwerdehîyê ye. Ev peymana jî, ji alîyê dewleta Tirk ve 04.06.2003’an de hatîye pesend kirin, lê ji bona bicîhanîna vê peymanê beyan hatîye dayîn û xala 13min ya mafê perwerdehîyê sazdike li dijî vê xalê dûreperêz(ihtîraz) nîþan da ye.

                

5.Peymana Mafên Zarokan ya Netewên Yekbûyî

                     

( Ev peymana ji alîyê dewleta Tirk ve di 09.12.1994 an de hatîye dabeþkirin. Xalên 2, 7, 17an, ji bo zarok ji amrazên ragîhandinê yê giþtî sûd wergirin, xala 29an mafên perwerdehiyê, xala 30yem jî, li ser mafên sûdwergirtina ku li ser cudahatiya ziman, ol û çandî hatîya sazkirin. Dewlwta Tirk, ji bo xalên 17, 29 û 30emin dûreperêz (îhtîraz) niþan da ye.  )

 

6.Peymana Pêþîlêgirtina ji bo Her Cûre Cudahîkerîya Nîjatperestî ya Netewên Yekbûyî (Ev peymana ji alîyê dewleta Tirk ve 03.04.2002an de bi dûreperêz (îhtîraz) niþandayîn hatîye  dabeþkirin,

 

7.Peymana  Navnetewî ya di Perwerdehîye de li Dijî Cudahîkerîyê  (UNESCO)

8.Peymana Derbarê Parastina Mîratên Çandî yê Nedîtbar (UNESCO)

(Tirkîye hîn ne terefê van herdu peymana ne)

 

Peymana Çarçove Hindikahîyên Netewî  û Þerta Ewrûpa ya Zimanên Heremî û Hindikahîyan. ( Ev herdu peyman ji alîyên dewletên ku endamê Konseya Ewrûpayê ne,  hatîye îmze kirin. Lê ji alîyê Tirkîye ve nehatîye îmzekirin ku ew jî yek ji endamê Konseya Ewrûpayê ye.)

                     

Çima ev guman, îhtîraz nîþan dayîn, tirûþî û xweragirtin li dij peymanên navnetewî?

Çima raberkirinek tundî û nîjatperestî ji bo daxwazên bi zimanê Kurdî perwerdehî?

 

Wek tê zanîn, Komara Tirkîyê, li ser rastî û taybetmendîya pirzimanî, pirolî, pirçandîyek Enedolê hate damezirandin. Lê damezrênerên komarê ev taybetmendîya Enedolê li ber çav negirtin. Di mijoyê wan de ji bo komarek netewî, gere van taybetmendîyan neyê dîtin. Gere ev rastiya red û înkar bibe. Ger van taybetmendîya bên qebûl kirin, komarek netewî ya li ser taybetmendîya netewa Tirk nê damezirandin.

 

Wek me li jor rave kir, li ber vê proja damezrênerên Komarê, astenga mezin gelê Kurd bûn. Damezrênerên Komarê jî, ev dizanîn. Gava Komar bi vî þeklî hata damezirandin wek tê zanîn Kurd bi tundî li dij vê projê derketin û serhildanên wan bi qetliyama hate tepeser kirin.

 

Di Peymana Lozanê de, tenê Rûm Ermen û Cihû wek hindikahîyên olî hate qebûl kirin. Her çiqas mafê wanê olî û mafê perwerdehîya ziman hate dayîn jî, di nav pêvajoyê de, ji wana gelekê wî bi þêweyekî mecbûrî hate koçber kirin, yên mayî jî, bi polîtîkayên nîjatperest bêdeng man.

 

Gelên ji Qafkasiyayê û Balkanan hatibûn ji, xwe di nav nasnameya Tirk de bi sitare kirin û bûn xwedî imkan û rêvebir. Ji bo wan, Tirkîye welatê wanê stare bû û gelek ji wan di bin nasnama Tirk de xwe ewla û bextewar dîtin û ji bo proja Kemalîstan nebûn xetere.

 

Lê Kurd bi hezar salabûn ku li ser welatê xwe dijîyan, Welatekî wan, ziman, çand û kevneþopîyek wan hebûn. Di dema Osmanî de xweser(Otonom) jîyabûn. Bi pêvajoya Lozanê û damezirandina Komara Tirkîyê, xwe ji mafên sîyasî, çandî û netewî bêpar dîtin.

 

Sazîyên dewletê, bi her amûrên ku di destê wan de ye, hate ser gelê Kurd. Bi amrazên ragîhandinê, bi dibistanan, “bi xebatên unîversîteya yê qaþo zanistî yê beravojî” bi pradîgma dîrokek sexte, gelê Kurd red û înkar kirin. Wana, hesabê di demek ne dûrûdirêj de tunebûna gelê Kurd kirbûn, lê derbasbûna di bin gelek zilm û zoriya dewleta Tirk de, Kurd her çikas koçberî Enedolê bûn û cî bi cî asîmîle bûn jî, daxwazên xwe yê netewî, sîyasî û çandî her çû bi þêweyekî zanistî û hiqûqî bilind kirin.

 

Yên komar damezirandibûn, hinek tiþt ne hesibandibûn. Ew jî îrada gelê Kurd, ziman û çanda wî ya qewîn û ya bi bavû kala ve girêdayî.  

 

Ji ber vî ye ku, daxwazên gelê kurd yên ji bo, “bi zimanê Kurdî perwerdeyî”, ji alîyê dewletê ve bi tûndî tê raberkirin.  Ev daxwaza meþrû, ahlaqî, mirovane û xwezayî, ji daxwazên sîyasî zêdetir dewleta Tirk dike tengasiyê. Ev daxwaziya, him ji aliyê reya giþtî û him ji aliyê reya navnetewî ve jî wek daxwaziyek meþrû û mirovane tê nirxandin û tê parastin.

 

Gere herkes zanibe ku –di sêrîde sîyasetmedar û saziyên Kurd-  ger ji daxwazên  netewî, ziman bête derxistin, tu tiþtekî din namîne. Herkes dizane ku, çareserkirina kêþeya Kurdî, ji bo destpêkê, kêmasî çareserkirin û naskirina ziman û çanda Kurdî ye. Gava ku ziman bibe zimanê perwerdeyê û nasname bê te qebûlkirin dê daxwazên sîyasî jî, li dor geþbûn û pêþveçûna ziman, wê bê astek netewî.

 

Dewlet dizane ku, mafê ziman û naskirina nasnameya Kurdî, wê rê li daxwazên siyasî veke. Ji bo wî,  gava ku daxwaza mafê ziman dibe, dewlet hêç û har dibe. Wê demê, xwe dispêre makezagona xwe û hinek peymanên ku wê bê avêtin sergûya dîrokê.

 

Zimanê Kurdî rûmet û wîjdanê gelê Kurd e. Ev rûmet û wîjdan, li dij asîmîlasyonê çeka herî mezin e.  Kurd, gere vê rumetê, ne wek mîrasê bav û kalê xwe,  wek deynê zarokên xwe bihesibîne.

 

Gava ku, hûn ji aliyê gelê Kurd ve ziman ji holê rakin,  ne em êdî kanên qala erdnîgarîyekê, ne em karin qala dîrokekê û ne jî em karin qala çandek hevpar û qala ayîndeya netewa Kurd bikin. Ger ji bo îro daxwazên gelê Kurd yên sîyasî hene, ew jî bi saya zimanê Kurdî ye.

 

Di bin tunekirin û asîmîlasyonek dijwar de jî, iro zimanê Kurdî kêmasî li Baþûrê Welat gîhaye astek zimanê dewletî, perwerdehîyê. Li Bakur û li Ewropayê bi destê zimanzanê Kurd, zimanê Kurdî bûye zimanê romanê, zimanê perwerdehîyê. Belê Zimanê Kurdî êdî hatîye astek bilind, Lê mixabin, zimanê Kurdî bi taybetî zarava Kurmancî,  di bin nîr û asîmîlasyona zimanê Tirkî de, di xeterek mezin de ye. Ji bo vî, zimanê Kurdî, nav pêvajoya navgînên ragîhandina giþtî de û di bin perwerdaya bi zorî ya zimanê Tirkî de di pêvajoyek hasas û giriîg de derbas dibe. Her çiqas bi dayîna hinek mafên ne dîyar û pratîk wek “TRT Þeþ, biryara ji bo zimanên dijîn de li zankoya vekirina estûtîyan, ji bo weþanên berhemên hunerî hinek derfet û hwd. jî,  li Bakurê Welêt, zimanê Kurd di bin xetereyê de ye û divê hewildanên mezin, çalekiyên bandordar bên kirin wek gelê Bengiladeþî.

 

Li gor min, þert û mercên daxazên mafên ziman û çand di cîhana îroyin de hergî diçe dikeve rojevê. Tu dewletên demokratîk nikane li ber van daxawazên mirovahî û meþrû berxwebide. Lewra, dewletên li ser fikrê netewî hatine damezirandin, iro ji wê felsefa yekalîtî dûrdikevin, rastîya civakê dibînin û xwe ji nû de bi rêk û pêk dikin. Piralîtî, pirolîtî û pirzimantî û pirçandîtiyê qebûl dikin. Ev rewþa, ji bo dîplomasîya Kurd rewþek erênî ye. Kurd her çiqas daxwazên xwe yê sîyasî bi her þêweyî tîne ziman jî, li gor min Kurd, çikqas karibin mafê bi zimanê Kurdî perwerdehîyê daxwaz bikin û bi dîplomasîyek xurt vê daxwazê li her platforma navnetewî û li nav welêt di rojevêkin, serkeftina vî warî wê rê li daxwazên sîyasî bi hêsane veke.

 

Di demborîyek nêz de, raporta Tirkiyê ya bi destê parlementerê  Xiristiyanê Demokrat yê Hollandeyî Ria Ooman-Ruijten ve, ji Parlementoya Ewrûpyê re hate amadekirin de, tê gotin ku, gere li dibistanên dewletê û di sektora taybet de rê li ber zimanê Kurdî vebe û di jîyana sîyasî de astengên heyî jî rabe. Ev raporta ku pêþkêþî Parlamentoya Ewrûpayê hatiye kirin, ji aliyê Parlementoya Ewrûpayê ve hatîye pejirandin.

 

Dîsa çend rojên berê ji aliyê Komela Kurdî (Kurdî Der) ve, li ser elfabeya Kurdî hinek afîþ hate daleqandin. Ev çalekiya, bi rastî gelek deng da û bala raya giþtî jî kiþand. Zaroken Kurd, li ber bilborda wek ku tiþtekî nû kifþ bikin bi meraq û helecanekê bextewariya xwe dîyardikirin. Daxwazên mafê azadîya zimanê Kurdî, bi her þêweyî gere ji rojevê dernekeve.

 

Li Bakurê welat her çikas erdnîgariya Kurd bi þêweyekî tê parastin jî, ji ber koçberîya bi dil û ya bi zorî, hijmarek mezin ya nufûsa gelê Kurd, di nav Tirkîyê de belav bû ye. Bi taybetî Kurdên Enadolê û yên ku li welêt ketine bajarên mezin jî, di bin nîrê asîmîlasyonê de mixabin gelek teybetmendiyê xwe û bi taybet jî, zimanê zikmakî winda kiri ne. Piþaftina ziman û çand, û nîrê zordariyê ya li ser nasnama Kurd, berdewam e, ev pêvajoya jî, bi xwe re  nifþekî nû yên ji welatperweriyê dûr tîne rojevê.  

 

Ev rewþa ku Kurd tê de ne, li ser daxwazên siyasî ji bandorekê çê dike. Gava zimanê siyasetê û zimanê sîyasetvanan ne Kurdî be, daxwaz û bernameyên sîyasî ji gor vê rewþê xwe diperisîne. Gava ku, daxwaza mafê ziman derdikevê pêþ, ji sîyasetê bîna Kurdewariyê tê. 

 

Jîyana zimanê Kurdî, hebûn an tunebûna gelê Kurd e. Heta ku ev mafê rewa bidestkeve, gere,  Kurd li her li deverê welat û cîhanê di nav tekoþînê de be û vala nesekine. Ji bo vî jî gere her malek bibe dibistanek û her kurdek jî bi be mamostayek.

Em bîrnekin ku xeleka sîyasetê ya herî qels ev e.

20.02.2010 – Amed

Fahri Karakoyunlu.

 

Çavkanî:

1. (Di Hiqûqa Netewî û Navnetewî de Mafên Hindikahîyan( Mînoretan)/ Waqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê)

2. ( www.ethnologue.com - www.unesco.org/culture)




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ýn tüm Türkiye´ye yaptýðý çaðrýyý menþetlerine taþýdý
08:53   22/3/2013
 Diyarbakýr´daki Nevruz kutlamalarýnda Abdullah Öcalan´ýn "Artýk silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuþsun" çaðrýsý gazetelerde geniþ yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatýþtýrmak isteyenlere karþý bütünleþeceðiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ýn BDP tarafýndan 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajýnýn tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyaný, Aliþer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düþünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, Ýbrahim Paþa-Osmanlý-Savaþý çok önemli bir dönüm noktasý olmuþtur.
´Petrol Kürtlere baðýmsýzlýk getirecek´
17:31   8/3/2013
 Ýngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklý Kürtlere baðýmsýzlýk vereceðini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eþbaþkanlarý Aysel Tuðluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fýrat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi Ýnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece iliþkin bilgi alýþveriþinde bulunmak ve sürece katkýlarýný istemek amacýyla ziyaret gerçekleþtirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocaðýný ona býraktýðýmda elinde kalýn bi dosya vardý, okuyup gülüyordu.
”Kosova için iþleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için iþliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoðu´da iþler hak ve sorumluluklar üzerinden deðil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliðinin iþgali altýndadýr´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nýn Kemalizm tarafýndan sömürgeleþtirilmesi sorunudur