DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Nameyên ji ciwanek Demokratê Þoreþger re



Kurdinfo:17:31 - 8/7/2009

Ev demek e ku tu li ser hev e-nameyeyan ji min re diþînî, di her yekê de pirsên ku min qe texmîn ne dikirin bi heyecanek mezin dipirsî. Ji nameyên te diyar e ku tu bi bersîvên min neqaîl î. Lazim e ez li xwe muqir bêm ku min heta niha raste rast bersîva tu pirsa te neda


M. Þefik Öncü

shefikoncu@hotmail.com

Nameyên ji ciwanek Demokratê Þoreþger re
Dîroka me ya resmî nezelal e, divê bê ronî kirin

Ev demek e ku tu li ser hev e-nameyeyan ji min re diþînî, di her yekê de pirsên ku min qe texmîn ne dikirin bi heyecanek mezin dipirsî. Ji nameyên te diyar e ku tu bi bersîvên min neqaîl î. Lazim e ez li xwe muqir bêm ku min heta niha raste rast bersîva tu pirsa te neda. Ez li derûdora pirsan diçûm û dihatim ji bersîvdanek serwext her dûr bûm.

Tu di nameya xwe ya dawîyê de bi þêweyek tehdîtkar dibêjî; heger em þaþîyên we dubare bikin, mesûl hun in, em ê bi bestika we bigrin...
paþê gazina ji me nekin !.
Rastî ev e ku mirov kare ji mafek xwe feragat bike lê nabe ji berpirsiyarî û wazîfeyên xwe bireve. Te bi wan gotinên xwe ev rastîya ku bi mehan e min dixwast ez wê jibîr bikim, wê tune hesab bikim, carek din anî bîra min.

Tu dipirsî bê em kî bûn, me çi dixwast û me bo wan daxwaz û erkên xwe çi kir. Helbet bersîva van pirsên te hinekî jî bi mihaseba dîroka me ve girêdayî ye. Mixabin mihasebeyek weha nehatîye kirin û nehewceyî gotinê ye ku gellek zehmet e jî. Bêgûman zehmet be jî, divê mihasbeyek bê kirin û mebesta muhasebê ne rûspîkirin û ne jî rûreþkirina kesekî be. Muhasebe divê ji bo; em þaþî û kêmasîyên xwe nas bikin sebebê rewþa xwe ya têkçûyî derxin holê, dîroka xwe bi qencî û þaþîyên wê - lê rast- bo nifþên nû ber biçav bikin, da ku hun karibin ji tecruba me dersan derxin, pirr hindik hesab bikin bê di vê tekoþîna pîroz de çi li pêþîya we ye.

Ez bi xwe karim mihaseba xwe bikim, tiþtê min dîtîye, ez bûme þahid ragihînim te, lê mumkine têgihêþtinên min kêm, zêde an jî þaþ bin. Bo vê yekê lazim e tu peyvendîyên me deynî alîyekî û ji kanalên cuda ji xwe re agahîyan berhev bikî û a herî rast jî li belgeyan bigerî.Tu zanî ferqek mezyin di navbera rojhilatîya û rojavayîya heye. Dema rojavayîyek behsa jiyan û bîranînên xwe dike bi asanî û bi dilek vekirî kare hemû xusûsîyetên xwe ên xerab, qusûr û þaþîyên xwe heta sucên xwe berbiçav bike. Lê rojhilatî hezar çivan didin xwe ku qusûrên xwe veþêrin.

Bi qenaeta min ên ku nikaribe li dîroka xwe bizîvire, li paþ xwe nenêre, þaþî û jarîyên xwe tevî sebebên wan dernexe holê, ê nikaribe bo pêþerojê xetek kêmrîsk, zelal û bikêrhatî destnîþan bike.

Em dizanin ku dîroka me ya siyasî,ya nêzîk di destpêka salên 1960 de dest pê dike. Lê nifþê me di nîveka salên 1970yî de ket nava Tevgera neteweyî. Rêxistina yekê a dîroka me ya nêzîk TKDP ( Turkiye Kurdistan Demokrat Partisi-Partîya Demokrat Kurdistana Tirkiye ) ye û di 11-ê Tîrmeha (Temûz) sala 1965 an de ji alîyê Seîd Elçî û hevalên wî hatiye damezrandin. Dîsa di 27-ê Hezîrana 1970 de bi navê T-KDP (Turkiyede Kurdistan Demokrat Partisi-Partî Demokrata Kurdistan li Tirkîyê) partîyek din ji alîyê Dr.Þivan ( Seîd Kirmizitoprak ) û hevalên wî tê damezrandin. Hin belge û agahîyên ji devê þahidên wê demê diyar dikin ku kar û xebatên van herdu Partîyan hetta rêxsitinên wan ên herêmî car carna di nava hevde ne. Bi kêmasî navê kadroyekî tê zanîn ku di heman demê de di herdu Partîyan de jî di dereca bilind de berpirs e. Mumkin e ku di nava endaman de jî ên ku endamê herduya bûne hene.

Di hin belgeyên rêxistinên ji kevneþopa me tên, dîroka me bi T - KDP (Partî Demokratî Kurdistanê li Tirkîyeyê) ve tê girêdan. Lê di vê girêdanê de verzîyonên ji hev cuda hene.Hin Tevgera me berdewama T-KDPa Dr.Þivan dibînin hin berdewama T-KDPa ku cara duduya ji alîyê hin hevalê Dr.Þivan hatiye damezrandin,dibînin. Programa KÎPê destnîþan dike kuT-KDP cara duduyan di sala 1973yan de hatiye damezrandin. Di destûr û programa PDK-T ê de hatiye nivisandin ku Nîzamnameya navxwe a Partî Demokrat Kurdistan li Tirkîyê di civîna 8.an a Komîta Merkezî hatiye qebûl kirin û bi vî hawayî xwe wek berdewama PDK-T a Dr. Þivan dibîne.

KIPa (Kurdistan Îþçî Partîsî) ku bi navguhertina T-KDPê derketîya qada siyasetê, di programa xwe de xwe berdewamîya hemû tekoþînên li Kurdistanê hatiye meþandin dibîne û dibêje; '' dewama tekoþîna xelkê me a ku di qonaxa dîrokê de hatiye dayîn û ev tekoþîna niha qonaxa berpêþî wan tekoþîna ye''.

Dîsa KIP di programa xwe de peyvendîyên xwe ên bi rêxistinên berîya xwe ve weha destnîþan dike;'' Xelkê me, ji pelçýqandinên mêtingehvan û emperyalistan, ji tevgerên þoreþiya cîhanê û ji têkoþinên borî gelek dersan derêxist û ji bo serketinê bi peywistiya xebatek rexistinî bawer anî. Ji ber vê çendê, ronakên welatperwer ên ku digotin em bi Marksizm-Leninizmê bawer in, saziya partiyek nû peywist ditin. Lewra P.D.K. (Parti Demokratik Kurdýstan- a bi serokatîya Seîd Elçî- m.þ.o ) ya kevn êdî ji bo meþandina têkoþînê taqeta xwe winda kiribû. Li ser vê yekê Parti Demokratîk Kurdistan Li Tirkiyê (PDK-T - a bi serokatîya Dr.Þivan - m.þ.o ) damezirandin. PDK-T ji PDK ( a bi serokatîya Seîd Elçî-mþo-) pêþvêrûyitir bû. Serekên vê partîyê (PDK-T) tevî ku bi Marksizm-Leninizmê bawerîya xwe diyar dikirin ji, lê di esasê xwe da xwedî karekterek bûrjwazîyên piçûk bûn. Ji xwe jîyana vê partiyê gelek dom nekir. Pýþti 12 Adarê karbidestên partiyê hinek jê derbasî Kurdýstana Iraqe bûn, piþtre li wê derê hin ji wan, ji alîyên Barzanîyan va hatin kuþtin . Li ser vê yekê xebata partîyê rawestîya. Di sala 1972an da karbidestên hundir komcivînek pêk anîn û partîyê resmen belav kirin**.

KIP di Programa xwe de xwe berdewamîya Partîyek ku di sala 1973 de hatiye damezrandin dibîne. Program weha dibêje; '' Heta sala 1973an li Kurdýstana Tirkîyê bi tenê PDK ( a Seîd Elçî-mþo-) hebû. Di sala 1973an da sosyalîstên Kurdistanê jý bo pêþengi kirina þoriþa xelkê ya netewîya demokratîk, partîya çîna karker damezirandin. Disa bi navê PDK-T partîya me ya îro danîn . Qonaxa çêbûn û pêþketina vê partîyê têkoþînek dijwar dîtîye'' .

Program û rapora siyasî a Partîya Pêþeng a Karkerî Kurdistanê(PPKK) ku berdewam an parçeyek ji KÎPê ye, li ser vê yekê radiwestin. Di Programa Pêþengê de tenê tê dest nîþan kirin ku T-KDP di 22-ê Nîsana 1975an de hatiye damezrandin û bi navguhertinê bûye KÎP.

Agahîyên berfirehtir di rapora siyasî a Kongreya 1983 a Pêþengê de de hene. Di raporê de weha tê gotin:'' Partîya me di Kongreya sala 1975 an a ku li Kela Wanê pêk hat, careka din bi navê T-KDPê hat damezrandin. Esasen xebatên damezrandina Partîyê di sala 1973an de dest pê kiribûn. Welatperwerên di nava Partîyê de (T-KDP a Dr.Þivan) cîh girtibûn, piþtî belavbûnê di nava Tevgerên cihê de cîh girtibûn, dameznêrên Partrîya me kesên ji nava T-KDP a Dr.Þivan dihatin***.

Bawerîya min a þexsî ev e ku di navbera îdamkirina Dr. Þivan (Seîd Kirmizitoprak), Çeko (Hikmet Buluttekin) û Brûsk (Hasan Yikmiþ), (Çileyê pêþîn,1971) û civîn an komcivîna Wanê (Nîsan,1975) de bi taybetî li hundirê welat çi xebatên partîyê çê nebûne, organên wê ji hev ketine, çi diyardeyên ku hebûna peyvendîyên navbera organ, berpirs û endamên partîyê jî nînin. Agahîyên hin berpirsên wê demê û Programa KÎPê jî vê yekê teyîd dikin.Tiþtê tê zanîn ev e ku ji partîya Dr.Þivan tenê yek endamê Komîta Merkezî, Kurdo (Omer Çetîn) xebata xwe ya siyasî di T-KDPa nû de domandiye. Dîsa dameznêr û endamek dinê ê KM a Partîya Dr.Þivan, O.Aydin li gel di çend hevdûdîtinan de amade ye jî, jin hin sebeban ne di destpêkê de lê di sala 1977an de tevî Partîyê dibe. Dîsa ji endamê KM a Partîya Dr.Þivan, R.K. jî paþê tevî xebata PDK-Ta nû dibe. Dr.Þivan di destnivîsa xwe a ku paraztina wan ya bûyera kuþtina Seîd Elçî de, dinivisîne ku Komîta Merkezî a T-KDPê ji 17 kesan pêk tê. Yanî ji 17 endamên KM a T-KDPê tenê Kurdo dibe demeznêrê T-KDPa nû.

Ne veþartî ye ku birêvebirên T-KDPa Dr.Þivan û herweha hin kadroyên nêzî birêvebrîyê, piþtî bûyera Seîdan derketine dervayî welat. Hem di rojnivîsên Soro (Nazmî Balkaþ) û hem jî ên Necmeddîn Buyukkaya (Neco) îþaretên lêgerînên di nava grûbeka teng ji hevalên Dr.Þivan, tên dîtin. Li gora rojnivîsên wan piþtî bûyera Seîdan peyvendîyên di navbera Kurdo, Soro,
Cûdî
(Omer Ozsokmenler) û Necmeddîn dom kirine.Kurdo û Neco di payîza 1972an de derdikevin Ewropayê, Soro jî li Lubnanê û Sûrîyeyê dimîne. Di 02.04.1974an de Kurdo û Neco vedigerin Þamê, Sorû û Cûdî jî li wê ne.

Dîsa ji van rojnivîsan tê fam kirin ku wan di nava xwe de li ser Programeka nû li hevkirîye û amadeyîyên çapkirina wê dikin. Neco di rojnivîsa xwe ya 26.06.1973 * de dinivisîne; pirtûk bi daktîloyê tê nivisandin. Mumkine ku ev Program be, lê di rojnivîsa xwe ya di 13.04.1974an de jî dinivisîne ku ew Program û destûrê bi daktîloyê dinivisîne. Disa di a 01.05.1974an de jî dinivisîne ku wan ew bo çapê daye çapxaneyekê. Heger PDK-T cara duduyan di sala 1973 de hatibe damezrandin, lazim e li dervayî welat hatibe avakirin. Tê zanîn ku di 1973ab de ji aktîvîsatn Kurdo û Neco li Ewropayê, Soro jî li Rojhilata Navîn e. Divê hevdûdîtina wan ne rehet be. Heger werê be jî dûrî aqila ye ku Komîta Merezî di nava salekê de heþt caran civîya be. Îhtîmalek dimîne ku civîna ku di Destûr û Programa T-KDPê(a 1973yan) de jê re civîna 8.an tê gotin bi mebesta xweberdewama PDK-T ya Dr.Þivan, dîtinê be. Heger weha be jî ev car agahîyên di Programa KÎPê de ên li ser fesihkirin û jinûva avakirina PDK-Tê ne rast in. Nabe ku hem Partîyek hatibe fesih kirin û hem jî civînên Komîta Merkezî dom bikin.

Bêgûman îhtîmala rastîya li dervayî welat û bi Proramek nû jinûva damezrandina PDK-Tê mezin e. Lê Partî nefonksîyonel e, peyvendîyên wê bi hundir nîne. Esasen an reorganîzasyona Partîyê an jî -cara sisêya- jinûva avakirina wê piþtî vegera Kurdo (O.Ç),Soro, Necmeddîn Buyukkaya a welat e. Ev jî piþtî efûya giþtî a sala 1974 e. Neco dinivisêne ku ew di Sibata 1975an de vegerîyaye welat.Omer Çetîn jî di îfadeya xwe ya piþtî girtina xwe dibêje ew di Îlona 1974an de vegerîyaye. Ji rojnivîsên Soro û hin agahîyan diyar e ku Soro piþtî vegerê an qe nakeve nav lêgerînên siyasî an jî bêdil e.

Agahîyên bidestketî îþaretî giringîya civîna Wanê dikin. Cîhê wê li gora destûra Partîyê çi dibe bira bibe, ev civîn ji bo xebatên vê Tevgerê de dibe destpêkeka nû . Lê bi bawerîya min di Programa Pêþengê de zorlêkirinek heye ku bo îspata çepîtîya Partîyê, roja civîna reoragnîzekirin an jî damezrandina Partîyê 22-ê Nîsanê tê destnîþan kirin, ku ew roj rojçêbûna Lenin e. Dîsa Programa KÎP, PDK-T a ku di 1973yan de hatiye dawezrandin, wek partîya çîna karker binav dike, Bi bawerîya min ev jî zorlêkirin e û ji heqîqetê dûr e. KÎP Partîya Dr.Þivan ji a Seîd Elçî pêþverûtir, lê wê wek Partîyek burjuvayê biçûk dibîne. Bo vê yekê jî xwe neberdewama wê lê berdewa Partîyek bi eynî navî û di sala 1973an de lê ji alîyê sosyalîstên Kurdistan hatîye damezrandin, dibîne. Di qenaeta min de sebebê van zorlêkirinan ev e ku ev Program ne di 1975an de bileks di demek ku êdî grûb û rêxsitinên Kurdistana Bakur di wê îddîayê de bûn ku her yek ji wan ji ên din sosoyalsîtir e û berîya herkesî ew bûye sosyalîst.

Herweha Tê zanîn ku hin hevalên Dr.Þivan grûba bi navê Rizgarî , hin hevalên wî paþê Kawa yê avakirin û hin hevalên wî jî bêyî ku sebebên xwe diyar bikin dev ji siyasetê berdan. Yanî ji hevalên wî ên endamê Komîta Merkezî yek û çar- pênc jî kadro di reorganîzekirina PDK-T a nû de xwedî însîyatîf an dameznêr in. .

Ez bi xwe nebûme þahid ku ji bilî tekoþer û kurdperwerê navdar îdolê ciwanîya me Muhterem Biçîmlî , rêvebir û kadroyek payebilind ê vê partîyê raste rast û eþkere li Dr.Þivan xwedî derketîye. Dîsa ez bi xwe pê nehesîyame ku rojekê PDK-,T KÎP an jî Pêþeng li Dr.Þivan xwedî derketîye, di derbarê bûyera kuþtina Seîd Elçî û îdamkirina Dr. Þivan daxuyanîyek dabe û di navaTevgerê de agahîyek, helwestek fermî belav kiribe. Herweha ne hatîye dîtin û bihîstin ku vê Tevgerê serokê partîya xwe bibîranîye, ew û tekoþîna wî bi kadro, endam û hevalbendên xwe daye nas kirin.

Lê ez zanim ku rêxsitinên dervayî me ji me re digotin þivanî û gellek caran bûme þahid ku me jî gotîye; em ne þivanî ne. Min cara yekê wêneyek Dr.Þivan piþtî darbeya eskerî li Ewropayê dîtîye. Dîsa em bi derengî ji pirtûka Kalemimden Sayfalar (Rûpelên ji qelama min) pêhesîyan ku di nava rêvebirên partîyê de bi dîtinên xwe yên taybetî, bi hewldanên xwe ê bi mebesta zelalkirina bûyera Dr.Þivan û herweha bi þeklê jiyan û þoreþgerîya xwe tekoþerê navdar Necmeddîn Buyukkaya nêzî perspektîvên Dr.Þivan bûye. Ew jî di 1977an de ji Partîyê vedikete.

Li vir tiþtek dinê ku bal dikþîne heye. Li gel di nava dameznêrên Rizgarî û Kawayê de jê hevalên Dr.Þivan ên nêzîk û berpirsê dema xwe hene, kes ji van herdu grûban re nabêje þivanî.

Ez bi xwe di havîna 1976an de ji hebûna PDK-T a ku jê re þivanî dihate gotin haydar bûm û di demeka ku haziraya Programek nû a bi navek nû dihate kirin, di Sibata sala 1977an de bûm endamê PDK-T(Partî Demokratî Kurdistan li Tirkîyê).

Bi qasî dizanim demek kurt piþtî ku ez ketim nava partîyê, navê partîyê bi biryara Komîta Merkezî hat guhertin û bû Partîya Þoreþa Neteweyî a Kurdistanê . Lê ev nav qe nehat bikar anîn. Paþê di dawîya 1977an de navê partîyê dîsa bi biryara Komîta Merkezî bû Partî Karkerî Kurdistan (PKK-KIP) û programek nû a ku tê de Serxwebûn wek erk, Þoreþa neteweyî a gel wek stratejî û li gel þeklê din ê xebatê þerê çekdarî jî wek merehala dawî a tekoþînê hatin dest nîþan kirin . Bi qenaeta min ev program û perspektîfên vê Partîyê li Kurdistana bakur destpêka siyasetek nûjen û -li gora demê- vîzyonek modarn bû. KIP yekemîn partî bû ku stratejîya xwe li ser hevkarîya çîn û kategorîyên neteweyî danî, serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê ji xwe re kir armanca dawî û þerê çekdarî jî þerek meþrû û taînker diyar kir.

Bîr û bawerîyên partîyê di demek kurt de bi taybetî li Diyarbekirê di nava xwendekar û rewþenbiran de bû sebebê elaqeyek mezin. Cîhgirtina xwendekarên Unîversîteyê û ên xwendina bilind a di nava partîyê de, enerjî û dînamîzmek bêhesab da partîyê. Li gellek bajarên Kurdistanê û li hin bajarên Tirkîyeyê bi hezaran kes li dora stratejîya partîyê civîyan. Bi bawerîya min kadroyên partîyê êdî nikaribûn enerjî û dînamîzma vî nifþê nû qanalîzeyê nava xebata partîyê bikiranan. Dîsa beþdarbûna xwendekarên Unîversîteyê, guhertina konjuktura siyasî Partî mecbûr kir ku nav, Programa û metodên xebata xwe bugherîne.

Belkî tam ji van sebeban di 28-ê Îlona 1977an de DDKD (Devrimci Demokratik Kultur Dernegi-Komela Þoreþger Demokratîk ya Kulturî ) wek rêxistina ciwanan lê bi biyara partîyê û ji alîyê kadroyên raste rast dîsa ji merkeza partîyê hatibûn binav kirin, hat damezrandin. Li gel DDKD rêxistinek demokratîk û legal bû jî serxwebûn diparast, bêyî ku fikara bike, siyaseta Partîyê ji xwe re dikir rêber. Piþtî DDKD ava bû, bo temamê Tevgerê ev nav derket pêþ, êdî gotina þivanî jî ji alîyê tu kesî nema hat bikar anîn.

DDKD di demek kurt de li gelek bajarên bakurê welatê me, li hin bajarên rojavayê Tirkîyeyê ên ku xwendekarên kurd lê diçûn Zanîngehan û herweha
li bajarên wek Konyayê ku kurd li wê berîya sedasalan hatine bicîh kirin, komel vekir, grûbên xebatê ava kir. Hinek ji ber îllegalîteyê lê hinek jî jiber xebat û zûberfirehbûna DDKDê ji bilî endamên partîyê û belkî kadirên tevgerên din haya tu kesî ji hebûna partîyê çê nedibû. Heger bêgotin Tevgera ku di legalê de xwe Tevgera Demokratên Þoreþger binav dikir di nava pênc þeþ salan de li bakurê Kurdistana bû Tevgerek serek e, yeka herî bihêz û berfireh ê naþaþ be. Lê di demeka(1978) ku Partî ewqas bihêzbû apoyî rabûn bi navê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ê partîyek avakirin. Herhal em nema li navê xwe jî xwedî derketin. Di salên pêþ de êdî navê KIP(Kurdistan Iþçi Partisi)-DDKD hat bikaranîn. Ev yek heta 1983 dom kir, Ji 1983 pê ve PPKK(Pêþeng) jî -ji nava-KÎPê derket û kadro û endamên vêkevneþopê di nava KÎP û Pêþengê de xebata xwe domandin.

Helbet program, destûr û -kêm bin jî- belgeyên vê Tevgerê,weþanên wê ên
bi navê Pêþeng bo Þoreþ, Devrimci Demokrat Gençlik, Armanc, Jîna Nû, Medya Guneþî, (Tîrêj) û gellek broþurên ji alîyê ramanî ve karibin di derheqê perspektîvên sîyasî ên vê Tevgerê de, agahîyên berfireh bidin me hê hene û bi xwendina wan, tê karibî bighêjî qenaetek tevayî. Lê bo min jî destnîþan kirin zehmet e, bê kar û xebata me di kîjan derecê de dihate teqdîr kirin.

Bi qenaeta min ku careka din dîroka vê kevneþopê bê nivisandin lazim e ne

bi armanca îspatkirina îddîayên heta niha hatine kirin,lê bi armanca ronîkirina dîrokê be. Divê em netirsin û þaþîyên xwe jî berbiçav bikin. Tiþtên divê bê zelal kirin; 1) T-KDP a Dr.Þivan kengî û bi çi awayî hat fesih kirin. 2) T-KDP cara duduyan kengî û ji alîyê kê hat damezrandin. 3) Ji alîyê hiqûq û etîka siyasî mafê van kesan hebû ku tenê xwe berdewama kevneþopa Partîya Dr.Þivan bibînin. 4) Heger T-KDP, KÎP û Pêþeng berdewama T-KDPa Dr.Þivan bin, çewa dibe ev Tevger di nava van 35 salan de xwedî li serokê xwe derneketîye.

Bi hêvîya ku van agahîyên min di hewldanên te de piçek be jî, alîkarê te bin.

* Kalemimden Sayfalar, Necmettin Büyükkaya

** Programa KIP ê

*** Rapora siyas î ya PPKKê


Ji xeta welatperwerîyê ber bi xeta welatperwerîya þoreþger û sosyalîzma zanistî

Ji nameya te a dawîyê tê dighêjim ku agahîyên nameya min a yekê te dilxweþ lê hinek jî serê te tevî hev kirîye.Tiþtê lazime bê zanîn ev e ku piþtî têkçûna Tevgera Seyîd Riza demek dûr û dirêj li Kurdistana bakur bêdengî serdest bû. Li Tirkîyeyê piþtî bidawîbûna dsethilatdarîya CHPê, pêvajoya hiîyarbûnek rewþenbirîya kurd jî dest pê dike. Di sala 1959an de 102 rewþenbîrên kurd, hatina Adnan Menderes a Diyarbekirê û gotinên nijadpersetê tirk Asim Eren bi telgirafekê þermezar dikin. Ji van rewþenbiran 50 kes tên girtin. Ji ber Emîn Botan piþtî girtina xwe dimre ev bûyer bi navê Bûyera 49an tê bibîranîn.

Bêgûman weka perçeyên din, hinek bi tesîra Tevgera Mistefa Barzanî û hinek jî guhertina þertên siyasî ên Tirkîyeyê û cîhanê, lê mihtemelen hinek jî encamên bûyera 49an, li Bakur jî bixwevehatinek di destpêka salên 1960î de tê dîtin.

Di pêvajoya vê vejînê de di 11.06.1965 an de PDKT (Partîya Demokrat Kurdistana Tirkîyê) ji alîyê Seîd Elçî, Þakir Epozdemir,Derwêþ Akgul, Omer Turhan û A.Þ.E (Durnas) * tê damezrandin. Demek kurt piþtî damezrandina Partîyê Parêzer Faik Bucak jî tevî Partîyê dibe û dibe serokê wê.

Di 1968an de tevî S. Elçî,Þ.Epozdemir,D.Akgul û O.Turhan, M. Þefik Issi , Abdurrahman Uçaman, Þemsettin Ardici, Nezîr Aydin, Þukru Alpergîn, Zubeyîr Yildirim, Musa Sagniç, M.Alî Guneþ, Alaaddîn Laçîn, Suracettin Unlu û M.Îskan Azîzoglu jî li Antalyayê bi endamtîyê tên tawanbar kirin, mahkeme dibin û ceza dixwin.

PDKT di Programa xwe de daxwaz û dozên Partîyê weha tîne ziman; Partî dixwaze li Cumhûrîyeta Tirkîyeyê da haqqên siyasî,iqtîsadî û zanyarî(kulturî) ji milletê kurd re bide nas kirin. Partî bo pêkanîna van daxwazan jî doz dike ku di destûra esasî de bê qebûlkirin ku dewleta Tirkîyeyê ji kurd û tirkan çêbûye, zimanê kurdî li gel tirkî li Kurdistanê wek zimanek resmî bê qebûl kirin û li Kurdistanê walî, serekên îdarî, edlî û hemû mamûr ji kurdan bên taîn kirin.

Dîsa li gel bi kêmayî Dr.Þivan dizanibûn ku Partîyek bi navê PDKT heye û peyvendîyên wî jî bi birêvebirên vê Partîyê hebûne, di 27.06.1970yî de li Anqerê Partîyek bi navê T-KDP ê (Turkiyede Kurdistan demokrat Partisi-Partîya Demokratê Kurdistan li Tirkîyeyê) bi hin hevalên xwe re didamezîrîne. Dr.Þivan di axaftina xwe ya civîn/komcivîna 22-ê Tebaxa 1970yî de dibêje T-KDP di 27ê Hezîranê, lê di paraztina xwe de jî dibêje Partî di 28-ê Hezîranê de ava bûye. Herweha ji dameznêran O.Aydin jî 29-ê Hezîranê wek roja damezrandina Partîyê dide.

Bi qasî tê zanîn T-KDP(PDK-T) ji alîyê Dr.Þivan , Çeko (Hîkmet Buluttekîn), Soro ( Nazmî Balkaþ), Abdulkerim Ceyhan , Dr.Hiþyar (Faik Savaþ), O.Aydin, Musa Anter, M.E.B.,Y.Ç, R.K., Z.A. Welat(X.K.) û mazûbanê komcivînê H.S tê damezrandin û li gel Brûsk (Hasan Yikmiþ) di komcivînê de ne beþadar e jî tevî dameznêra bo endamtîya Komîta Merkezî tê hilbijartin. Di vê kongreyê de Dr.Þivan, Z.A., M.E.B, Çeko û H.S. bo buroya siyasî tên hilbijartin.

Dîsa ji bilî van navan 25-30 kadroyên wek A.Karli,Nazîf Kalelî, Muhterem Biçîmlî , Orhan Kotan, M.Kotan A.Z.O ., Z.A ., Þ.K . ku di salên 1970-1980de di Tevgera Neteweyê de rolên girîng leyîstin û hin ji wan hê jî doza xwe dimeþînin, jî di nava vê Partîyê de bûne. Dameznêr û kadroyên pêþketî ên T-KDP akademîker, rewþenbir û xwendekarên Xwendegehên bilind in. Dîsa balkêþ e ku kurdpwrewerên wek M.E.B., Abdulkerîm Ceyhan, Mela Mahmud Okutucu , Mele A.V ., Mele Suleyman(Feqî H.Sagniç) ku li mederasan xwendine di nava vê Partîyê de berpirsîyarîyên di derecên bilind de wergirtine.

PDK-T a Dr.Þivan di Programa xwe de xwe weha bi nav dike; Partîya me rêxistinek siyasî, pêþverû û þoreþger e û li Tirkîyeyê hatiye damezrandin. Partîya me bewer dike ku mafê gelê kurd ê li Kurdistanê Tirkîyeyê dijî heye qedera xwe bi destê xwe taîn bike. Bo gîhaþtina vê armancê; naskirina hebûna millî a kurd û bicîhkirina mafên millî û demokratîk, þert in. Li gel Partî çep e jî di Program û belgeyên wê de fikrên neteweperwerî di giranîyê dene.

Dr.Þivan di axaftina xwe ya li ser nav, buroya siyasî ku di civîna/komcivîn ( di cîhek de bo vê civînê;civîna Komîta merkezî û di cîhek de jî Kongreya avarte tê gotin) 22-ê Tebaxa 1970 yê de dibêje; her wekî em hemû dizanin û qebûl dikin ku bingeh û forsmotora îdeolojîya me û esasê dinamîzma me milletperwerîya kurdan e (Kurdîtîya me ye). Dîsa Dr.Þivan di vê axaftian xwe bal dikþîne ser Milletperwerî û çepîya ‘ teng' û helwesta hin kadroyên xwe milletperwer û sosyalîst dibînin lê li hember þoreþa Kurdistana Îraqê bêelaqe dimînin û wan rexne dike.

Weka ku tê zanîn, ji KDPT Seîd Elçî , Mihemedê Begê û Abdullatîf Savaþ , li Baþûrê Kurdistanê tên kuþtin û bi kuþtina wan jî birêvebirên T-KDPê Dr.Þivan , Çeko (Hîkmet Buluttekîn) û Brûsk (Hasan Yikmiþ) tên tawanbar kirin û ew ji alîyê PDK – Ýraqê ve tên îdam kirin. Piþtî kuþtina van birêvabiran, T-KDP ya ji xwe ber belav dibe yan jî tê fesix kirin. Ji Partîya Dr.Þivan Kurdo (Omer Çetîn, Neco ( Necmeddîn Buyukkaya), Elîþê r, Ahmet Karlî,A.Z.O û hin kadroyên din careka din T-KDPê ava dikin û ev T-KDP di sala 1977an de navê xwe diguherîne, pêþîyê dike Partîya Þoreþa netewî a Kurdistanê, bêyî ku ev nav bê bikaranîn jî paþê dike KIP(Partîya karkerî Kurdistan). Di sala 1982de jihevveqetandinek di nava Partîyê de rû dide û beþek weka xwe dimîne û beþek jî di Kongreyekê li dar dixe û navê xwe dike PPKK(Partîya Pêþeng a Karkerên Kurdistan).

Helbet tu jî zanî ku gellek rêvebir û kadroyên Tevgera Demokratên Þoreþger jî hê dijîn û ji alîyê ewlekarîya wan nabe ku hemû kadro bên bi nav kirin.

Kadroyên pêþî ên vê Tevgerê di dawîya salên 1960î û destpêka salên 1970yî de ketine nava bizava kurdî, pirayîya wan li bajarên Tirkîyeyê ên mezin Unîversîte xwendibûn , çûbûn Kurdistana baþûr pir hindik þerê çekdarî, hin ji wan li Sûrîyê û Lubnanê mabûn siyaseta Rojhilaat Navîn, hin ji wan jî li Ewropayê mabûn siyaseta cîhanê nas kiribûn. Ne þaþ e ku bê gotin li gora kadroyên grûbên din û demê ên herî xwedî tecrube bûn. Li gora agahîyên min ji Komîta Merkezî a Dr.Þivan, Kurdo ( Omer Çetin ) yekta kese ku bo biserhevanîna Tevgerê dikeve nava hewldanan.Tê zanîn ku Soro jî heta li derva ye di nava van hewldanan deye lê piþtî vegerê hêdî hêdî dûr dikeve. Dîsa dameznêr û endamê Komîta Merkezî O.Aydin jî piþtî vegera hevalên wî ên derva bi wan re dikeve nava hewldanan lê di sala 1977an careka din tevî xebatê dibe. Li gora agahîyên bidestketî di civîna Kela Wanê de li gel Omer Çetin , Necmeddin Buyukkaya , Elî Þêr , A.Z.O ., Ahmet Karli û H.yê wanî beþdar in.(li gora agahîyekê Hafiz jî beþdarî vê civîn/komcivînê bûye.)

Nazmî Balkaþ û Abdulkerîm Ceyhan û gellek dameznêr û kadroyên T-KDPa Dr.Þivan careka din nakevin nava T-KDPê. Ev herdu kadroyên serek e nema siyaseta birêxsitinî didomînin. Hin ji van kadroyan grûba Komal-Rizgarî yê didamezirînin hin jî dikevin nava grûba Rêya Azadî . Diyar e di navbera hevalên Dr.Þivan de cudatîyên siyasî hene. Ev cudatî dibin sebeb ku rêya wan ji hev vediqete. Lê sebebên helwesta Soro balkaþ e. li gel tê zanîn ku li ser Programa T-KDPa nû bi hevalên xwe re lihev kiribû, piþtî vegerê ji hevalên xwe dûr dikeve.

Di encamê de ji Komîta Merkezî a Partîya Dr.Þivan Kurdo (O.Ç) tenê serkêþîya lêgerîna nû dike. Lê li dora Kurdo bi mêrxasî, dilsozî û nefsbiçûkîya xwe kadroyên wek Necmttin Buyukkaya , Muhterem Biçimli , Elî Þêr , Hafiz, Ahmet Karli, A.Z.O û çend endamên kevn ên T-KDPê hene. Jiber Partîya Dr.Þivan ji hevketîye, serok û du endamên Buroya siyasî hatine kuþtin, morala van birêvebirên nû ne bilin de, þertên xebatê bo wan ne asan e, lê ew dîsa jî bawerîyê bi xebata birêxistinê tînin û xwe reorganîze dikin.

T-KDP di Programa xwe de destnîþan dike ku; Partî Demokrat Kurdistan li Tirkîyê( PDK-T) li Tirkîyeyê hatîye damezrandin û rêxistinek pêþverû û þoreþger e***.

Dîsa T-KDP armanca xwe jî weha destnîþan dike; Armanca siyasî a T-KDPê ew e ku mafê çaresnûsê ê gelê kurd ê li Kurdistana Tirkîyeyê dijî, bi destê xwe bicîh bîne ......T-KDP þoreþa Kurdistanê jî þoreþa millî û demokratîk, di çalakî û xebatên xwe de îdeolojîya çîna karker rêber, gundîyên Kurdistanê jî esasê tekoþînê bi nav dike .

T-KDP di wê bawerîyê de ye ku ew ê bi þerê gel bighêje armanca xwe û bo vê yekê jî hêzên çekdar ên berxwedanê di damezirîne. Herweha T-KDP di Programa xwe de destnîþan dike ku kadroyên pêþengîya Partîyê dikin, þoreþgerên profesyonel in.

KIP di Programa xwe de xwe berdewama Partîyek ku di sala 1973 de hatiye damezrandin dibîne. Program weha dibêje; '' Heta sala 1973an li Kurdýstana Tirkîyê bi tenê PDK hebû . Di sala 1973an da sosyalîstên Kurdistanê jý bo pêþengi kirina þoriþa xelkê ya netewîya demokratîk, partîya çîna karker damezirandin. Disa bi navê PDK-T partîya me ya îro danîn . Qonaxa çêbûn û pêþketina vê partîyê têkoþînek dijwar dîtîye''.

KÎP xwe di Programa xwe de weha bi nav dike; Parti Karkeri Kurdýstan, partiya siyasî ya çîna karkerê Kurdistanê, bi Marksizm-Leninizmê hatiye dagirtin û li Kurdistana Tirkîyê damezirîye. Arrnanca Partî Karkerî Kurdistan ya dawîn ev e; her cur serdestîya çînî, kedxwarî û zorkerîyê rake û cývatek bê çîn pêk bîne. Partî Karkerî Kurdistan, yekîtîya Kurdýstanê armancek xwe yê hîmî qebûl dike. Ji ber vê yekê, partî di qonaxa pêþîn da mêtingehvanîya Tirk û nokerên wan bûrjûwazîyên komprodor û feodalên kevneperest yên Kuwd û emperyalizma ku alîkarîya van hezan dike, serdestîya wî ya li ser welatê me dê hilweþîne û mafê çarenivîsa xwe bi xwe tayîn kirina gelê Kurd dê bi cîh bîne**** .

Dîsa tê îddîa kirin ku navê KIPê û herweha Programa wê di sala 1975 de hatiye qebûl kirin. Program vê yekê weha destnîþan dike; '' Di sala 1975an da Komîta Merkezî biryarek girt. Li gor vê biryarê, têkoþîna þoriþger gihiþtîye qonaxek bilind û êdî programa partî(yê) bersîva vê têkoþînê nikare bide. Divê li gor þertên rojê program bête guhartin. Ji bilî viya jî, pêþniyarîya nav guherandinê jî hat qebûl kirin. Li ser vê armancê di býn þertên gelek dijwar da hemî honanên (örgüt) partîyê civîyan û programê di býn çav da derbaz kirin. Komîta Merkezî jî bi qebûlkirina dawîn programa me ya îro pêk hat. Navê partîya me jî hat guhartýn û bi navê PARTÝ KARKERÝ KURDISTAN (PKK) hat navandýn.

Lê rapora siyasî a Pêþengê qebûlkirina nav û Programa KÎPê weha dinivisîne; Ji avakirina Partîyê û heta di sala 1977an nav û Programa Partîyê hat guhertin ( Di dema minaqeþeyên guhertina navê Partîyê,pirayîya endamên Komîta Merkezî li gel navê Kurdistan Ulusal Devrim Partisi -Partîya Þoreþa Neteweyî a Kurdistanê- bûn, lê piþtî du mehan navê KÎPê hat pejirandin.) , pêvajo ji xeta þoreþgerî-demokratîk a ber bi xeta sosyalîzma zanistî ye .

Di navbera Programa KÎPê û a Pêþengê de çi ferqîyetên esasî nayên dîtin. Ji xwe nakokîyên di nava Tevgerê de derketibûn ne li ser pirsên Programê bûn.

Bi qenaeta min di vir de nerastîyek heye. Tê zanîn ku berîya navê KIPê navek din ( Kurdistan Ulusal Devrim Partisi - Partîya Þoreþa Neteweyî ya Kurdistanê ) hatiye qebûl kirin. Hin belge û mohra li ser vî navî hatine çêkirin, berîya bighêjin destê birêvebirîyê, ji alîyê polîs tên girtin. Ev bûyer di payîza 1977an de rû daye. Gellek kadroyên ku berîya payîza 1977an bûne endamê Partîyê bûne endamê PDK-Tê. Dîsa Programa KÎPê ji alîyê naverok, perspektîfên siyasî û ziman jî ne Progamek ku di sala 1975an de hatiye nivisandin e. An ev tesbît þaþ e an biryar di 1975an de hatiye girtin lê nivisandina wê di 1977an de bidawî bûye. Bo vê yekê destnîþankirina Rapora siyasî a Pêþengê bêtir nêzî rastîyê ye.

Lê esasen hamleya bihêzbûna Tevgerê piþtî ku kadroyên wek Lezgîn (S.Aydogmuþ), O.Aydin , Þ.Cibran , E. Jiyan (A.Z.V), I.Heqqî Mutevelîzade, E.Alacabey, Mûrad Ciwan, M.Çikman, N.D. û bi dehan kadroyên li Diyarbekirê li dora DYOKD ê (Komela Xwendekarên Xwendegehên Bilind a Kulturê) civîya bûn, ku ji alîyê teorîk têgihiþtî ,enerjîk bûn û li gora demê di civîn û semîneran de li pêþberî kadro, dilxwaz û elaqedaran hizr, raman û perspektîfên partîyê bi þêweyên serkeftî diparaztin. Di demek kurt de bi sedan xwendekarên Universîteyan û Xwendegehên bilind li dora wan civîyan.

Salên 1975 û 1977an dema minakeþeyên fikrî bûn û lazime bêgotin li gel van hevalan kadroyên ku di vê demê de biryara xwe dabûn, tercîha xwe ya siyasî kiribûn, pêvajoyek nû û gellek jî musaîd ku çavkanî û bingeha xwebirêxistinkirinê ji PDK-Tyê re vekirin. Dîsa bi wasiteya S.Aydogmuþ fikir û ramanên Partîyê di nava sendîqa û karkeran de belav bû gelek sendîyayên Kurdistanê ketin destê Karkerên Demokratên Þoreþger.

Dema van kadroyên ciwan dikevên nava Partîyê û di dereca bilind de wazîfe distînin, li seranserê cîhanê jî dubendîyek sîyasî bi xetên qalin rû daye û çi dewlet çi jî rêxsitinên siyasî her yek li cîhê xwe dibe alîyek, di bendekê de cîh digre. Pêvajoya ku Þerê sar tê binav kirin di dawîya salên 1970yî de dighêje merhela herî tûj û dijwar. Li alîyekî dewletên rojava;DYAya ku li paþ hemû xerabîyan, Brîtanya mezin ku mejûyê hemû xerabîyan dihatin qebûl kirin li alîyê din dijberên wan Komarên Yekîtîya Sovyetan ên Sosyalîst û Ewropaya Rojahilat ku ew jî sosyalîst bûn. Tevgerên azadîxwaz ên milletên bindest jî helwesta xwe li gora kampa ku dijminê wan tê de ye destnîþan dikirin. Lazim e bê gotin ku wê demê ji bilî kurdan hemû milletên bindest ji dijberî û hebûna van du bendan îstîfade kirin. Di vê demê de bû ku Tevgerên rizgarîxwaz û bloka sosyalîst fîîlen,Tevgerên çep jî bi helwest, daxwaz, program û çalakîyên xwe di enîyekê de ditîtin.

Dîsa di heman demê de Tevgera rizgarîxwaz a Vîetnamê bi pêþengîya Partîya Karkerê Vîetnamê û bi hevkarîya bi Sovyetê û Çînê re, bi serket.Tirkîye endamê NATOyê, li Rojhilata Navîn li gel Îranê qerakoleka DYAyê û herweha di enîya sîstema emperyalîst, kapîtalîst û kolonyalîst de bû.

Bi kurtayî li cîhanê dubendîyek vekirî rû dabû, di enîyekê de serdest, zorker, kolonyalîst û di enîya din de jî dijberên wan, gelên bindest, çîn û tebeqayên bindest û welatên sosyalîst ku wê demê ji sebebê nakokîyên bi dijberên xwe re, bi destfirehî alîkarîya Tevgerên gelên bindest dikirin, hatibûn gel hev.

Nêzî aqila ye ku hewcedarîya guhartina nav, Program û xeta siyasî a Partîyê di vê konaxê de derketîye. Ji alîyekê tevlîbûna kadroyên xwenda û bi fikir û ramanên nû, ji alîyê din jî lêgerinînên piþtî têkçûna Tevgera Kurdistana Baþûr, Tevgera Kurdistana Bakur di vê konjuktura nû de bi tevayî ber bi perpespektîfên çep ve bir. Bo vê yekê îddîya guhertina nav û Programa Partîyê di vê demê de çêbû ye, maqûltir e.

Partî hilbijêr bû û di destpêkê de berê xwe da ciwanên têgihiþtî û heskirîyên derûdora xwe. Ne tesaduf bû ku hemû kadroyên li dora Komîta Merkezî civîyan bûn ji wan kesên hem xwenda û hem jî di serî de di nava malbata xwe û paþê li gund û bajarên xwe xwedî qedr, qîmet û gotin bûn. Bi qenaeta min peydakirin û îqnakirina qadroyên bi van xusûsîyetan, stratejîya Partîyê a birêxsitinkirinê bû. Lazime bê gotin ku di vê demê de qadroyên li dora DYOKDê û TOB-DER(Komela Mamostan) ê civîya bûn di belvakirina fikir û ramanên Partîyê de rolek taybetî leyîstin.

Li gora tecrube û têgihaþtina min bi gelemperî endamên Partîyê ji nava alîgirên Partîyê dihatin hilbijartin.Îstîsna jî hene lê kesê di demek dirêj de dihat þopandin berê wek brendam dihate qebûl kirin, haya wî ji vê yekê çêdibû. Di vê pêvajoya berandamtîyê de peywendîyên xurt bi berendam re dihate danîn û li gora programekê bi bihevrexwendina pirtûkan, tecrubekirina wî di hin karên birîsk, disîplîn û cesaret divên, têgihêþtina wî ya siyasî dihate ceribandin. Bo endamtîyê pîvan ev bûn; têgihaþtina siyasî, cesaret, pakijî, dilsozî û musaîdbûna ji bo karên bi disîplîn.

„ Ez zanim û bawer dikim ku zordaran bi zor, hîle û bi bêxtî gelê kurd ku ez jî mensûbek wî me, ji hemû mafên mirovatî, millî û kulturî bêpar kirîye.

Bo bidestxistina azadîya gelê me, rûmet û bextewerîya wî û paraztina van tiþtan, xebata þoreþgerî û tekoþîn lê bi taybetî jî damezrandina rêxistinek millî, pêþverû û þoreþger pêwist e.

Bo vê yekê ez li ser namûs, þeref û hemû muqasedatên xwe ên fikrî û maddî sond dixwim ku ez ê heta m i r i n ê li ser vê rêya þoreþê bimeþim, hevalên xwe biparêzim, bo pêkanîna daxwaz û xeyalên gelê Kurdistanê hemû hêza xwe bikar bînim û di refên Partîya me de bixebitim."

Heta Payiza 1977an kesên dibûn endamê PDK-Tê vê sonda jor dixwarin û paþê dibûn endam.

Dikare bê pirsîn;

Bê gelo çima Dr.Þivan û hevalên wî li gel ku zanibûn PDKT heye Partîyek bi vî navî ava kirin. Sebebên kuþtina Seîdan çi bûn, vê bûyera trajedîk tesîrek çewa li Tevgera siyasî a Kurdistan Bakur kir .

*Þakir Elçî,TKDP savunmasi

**Ilk anlatim

*** Programa T-KDP ê

****Programa KIPê

"DDKDyî ew kes bûn ku li gund û bajaran her keleh bi dest dixistin"

DDKD di nava salên 1975 û 1985an de hem ji alîyê herêmên xwe lê birêxistin kiribû û hem jî ji alîyê hijmarê, rêxisitina herî berfireh û bihêz bû. Wan li gora rastîya kurdan û Kurdistanê xwe birêxisitin dikir.

Tu li qenaeta min ya der heqê bûyera Seîdan dipirsî. Helbet piþtî ewqas tiþtên di van salên dawîyê de li ser vê bûyerê hatin nivisandin û gotin, qenaetek bi her yekî ji me re çêdibe. Divê bê gotin ku ev bûyerek trajedîk e û ji bo carek din dubare ne be, lazim e bê ronî kirin. Ji bo dersjêderxsitinê, rêlibergirtina îhtîmala dubarebûna bûyerên weha ev yek pêwîst e. Lê dîsa divê herkes hiþyar û xwedî berpirsîyarî be ku ev bûyer wek nakokîyek Tevgera kurd neyê bikaranîn, bo zemîna xwebirêxsitinkirinê neyê îstîsmar kirin.

Tê zanîn ku hê bi dehan hevalên Dr.Þivan dijîn, lê di derbarê vê bûyerê de bêdeng in. Ên ku nivisandine an di vê bûyerê de teref in an jî kesên sisêya ne. Dema hevalê Dr.Þivan, lê bi taybetî jî hevalên wî ên wê demê nêzî wî û li Baþûr bûn, binivsînin, belkî dîsa bûyer bi her awayî ronî nebe, lê qenaeta meriv kare xurttir bibe.

Lê belkî bi kêmayî bi qasî ronîkirina vê bûyerê, pêwestîyek din jî heye; çima em hinek jî serê xwe bo xusûsîyet, taybetmendî û rola herdu Seîdan, kadroyên herdu PDKan, tecrubeyên em karin ji wan wergirin, neêþînin. Çima em mezîyetên wan ên qenc, xebatên wan ê ji bo vî milletî hatine kirin, dernexin pêþ.

Bawer bike di derbarê bûyera Seîdan de pirr tiþtên ez ji te re karibim niha bêjim tune ye. Helbet divê em di derbarê vê bûyerê de bixwînin, li mezinên me gohdarî bikin, lê tu carî vê bûyerê wek sebebek kîn û buxdê nebînin. Em karin ji vê bûyerê encamên erênî jî derxin. Lazim e em ji bîr nekin ku Pêþeng û beþek ji KUK ê ku berdewama PDK(T)an bûn di sala 1992an de de nava Yekbûnê de bûn yek, paþê hin hevalên ji KÎPê jî ketin nava wê. Herdu Seîdan jî wek þehîdên xwe qebûl kirin, navê kampa xwe jî kirin ‘ Kampa Seîdan' .

Tu dibêjî bavê te digot berîya 1980yî li Diyarbekirê du hikûmet hebûn e, yek a resmî a Anqerê, yek jî a DDKDyîyan a berbiçav. Tu dipirsî bê çewa DDKD di demek weha kurt de gîhaþt vê konaxê. Belkî gotina hikûmetbûna DDKDyîyan zêde be ji mînakan jî tê bibînî ku hikûmeta Anqerê bi hindikayî li hin bajarên Kurdistanê desthilatdarîya xwe qismen wenda kiribû.

Bi bawerîya min hamleya dudyan a bihêzbûna Tevgera Demokratên Þoreþger bi damezrandina DDKD ya navendîyê, dest pê kir. Berîya damezrandina DDKDa navendî, li Stenbol, Anqera û Îzmîrê DDKD ava bûbûn û beyî ku peyvendîyên birêxistinî û fikrî di navbera wan de hebin, xebatên xwe cihê cihê didomandin. Ev DDKD ji alîyê xwendekar û rewþenbirên kurd ên li van bajaran dijîyan hatibûn damezrandin. Bi qasî dizanim di nava endam û birêvebirên yeko yeko van komelan de jî yekîtîyek fikrî û ramanî nîn bû. Lê nav, þeklê xebat û armancên wan yek bûn, wek modela rêxsitinê jî modela DDKO (Devrimci Dogu Kultur Ocaklari) ji xwe re emsal girtibûn. Dîsa li gellek bajar û navçeyên Kurdistanê bi navên cuda Komelên herêmî hebûn ku di nava wan de jî an peyvendîyên birêxsitinî qe nîn bûn an jî peyvendîyên ne bisihhet bûn. Herweha li Diryarbekirê jî komelên xwendekaran hebûn.

Di vê navê de fikra rêxsitinek demokratîk û merkezî, yekgirtina hemû komelên heyî hate rojevê. Ez bi xwe nizanim bê ev fikir fikra kê bû, lê di wê pêvajoyê de herî zêde ji alîyê kadroyên PDK-Tê hat paraztin. Serkêþîya xebatên yekkirina komeleyên heyî jî, van kadroyan kir. DDKD a Anqerê qe beþdarî civîn û xebatên rêxsitinek demokratîk a merkezî nebû. Lê DDKD a Îzmîrê û Stenbolê, DYOKD ( Komela Xwendevanên Xwendegehên Bilind a Diyarbekirê), DUFFOD (Komela Xwendekarên Fakulta Fenê a Universita Diyarbekirê), Komela Heskirîyên Kulturê a Sêwregê, Komela Xweþikkirina Bismilê, Komela Kulturê a Gelerî a Batmanê, Komela Piþtgirîyê a Ciwanên Pasûrê, Komela Kulturê a Gelerî a Kozlixê, Komela Peyvendiyên bi Gel re a Çolemergê û gellek Komeleyên din alîkarî dan vê xebatê.

Civîna yekem bo rêxistinek demokratîk û yekgirtî a ciwanan li Diyarbekirê û di demek ku mitîngek li wê pêk dihat, hat li dar xistin. Berpirsên gellek komelan beþdarî civînê bûn. Lê di civînên dawîyê de DDKDya Îzmîrê û komeleyên di xeta siyasî a Tevgera me de bûn, tenê man. DDKD ya Îzmîrê jî heta civîna dawî ku tê de damezrêner û roja damezrandinê hatin diyar kirin jî di nava xebatê de bû. Hetta du kesên ku me wan wek damezrêner dizanibû di civîna dawîyê de beþdar bûn. Di encamê de ji sebebê fikra Rêxsitineka merkezî serdest bû, ew ji vê pêvajoyê veqetîyan.

DDKD a Îzmîrê di minaqeþeyan de ji dêvla Rêxistina merkezî, Federasyona Komelan diparast û ev cudatîya fikrî bû sebeb ku ew bi rêyek din ve biçin. Bi bawerîya min pirr heyf bû ku me wê demê bi qasî pêwist bû ji bo cîhgirtina wan hevalan israr nekir. Li gel DDKD a Îzmîrê Komeleyek bû, gellek kadroyên hêja li dora xwe dabû hev dîsa gellek kadroyên li derûdora Mêrdînê û hinekên Stenbolê jî bi wan re tevgerîyan û dûrî Tevgerê û DDKD a merkezî ketin. Mumkin e di vê pêvajoyê de fikara ku ê Rêxsitinek merkezî ê têkeve bin tesîra Partîyê rolek mezin leyîstibe. Li gel fikra destpêkê ne ev bû jî di encamê de DDKD bû Rêxsitina ciwanan a xêzikek siyasî.

Li vir lazime bê gotin ku di civînên ez beþdar bûm nebûm þahidê minaqeþeyên li ser nav. Xuya bû navê DDKDê ji alîyê birêveberîya siyasî hatibû tesbît kirin. Çima ev nav û bê mafê me hebû em vî navî bikar bînin, hewceyî ronî kirinê ye.

DDKD a merkezî di 28-ê Îlona 1977an li Diyarbekirê ji alîyên kadroyên rase rast ji alîyê Partîyê hatibûn destnîþan kirin, hat damezrandin. Demezrênerên DDKD a merkezî ev kes bûn; Methiye Özhal (Diyarbekir), Paþa Uzun (Siwêreg), Erdem Gencan (Stenbol), Nezir Çetin (Diyarbekir), Vildan Saim Tanrýkulu (Dîyarbekir), M. Þefik Öncü (Diyarbekýr), Þakir Tutal (Diyarbekir), Rýza Polat (Wan), Medeni Avcý (Bedlîs), Bahattin Yýlmaz (Erzerom), Mehmet Nafi Çýlgýn ( Diyarbekir), Kasým Çetinkaya (Diyarbekýr), Aziz Alýþ (Dîyarbekýr), Orhan Kaya (Sêrt), Mustafa Kanbal (Siwêreg), Hüseyin Barsan* (Diyarbekir). Komîta birêvebir jî ji van kesan pêk hat; Paþa uzun (serokê giþtî), Erdem Gencan(sekreterê giþtî), Nezir Çetin (berpirsê malî), Vildan Saim Tanrikulu û M.Þefik Öncü. M.Nafî Çilgin, Þakir Tutal, Riza Polat, Huseyin Barsan û Azîz Aliþ jî bûn cîgirê Komîteya birêvebir. Navenda DDKDê ji li Diyarbakýrê, Gazi Cad. Çelenkler Apt. Kat:3ê de, bicîh bû. Ev der buroyek biçûk wek dikanekê bû û herî pirr jî 20 m

mezin bû.

Navenda DDKDê Diyarbekir bû, birêvebirên wê li vir bi cîh bûn. Heger meriv bifikire ku hema hema hemû navenda xebatên rêxistinên Kurdistanî heta wê demê li Anqarê, dîsa navenda grûb, kovar û siyaseta kurd li Anqerê an Stenbolê bû, ev gava DDKDê di nava xwe de gavek kurdayetîyê bû û helbet piþtî demekê ne tenê bi gotinê lê herweha di pratîkê de jî Diyarbekir bû merkeza siyaseta kurd.

DDKDê di daxuyanîya xwe ya damezrandinê de armanca xwe diyar kir ku ew ê di tekoþîna neteweyî û civakî de, yekîtîya tevgerî û birêxistinî a ciwanan pêk bîne.

DDKD di vê daxuyanîyê de weha dibêje ; Bê þik DDKD ji hêla qada þer ve demokratîk e. Lê bi helwest û tevgerînên xwe siyasî ye ku ev yek di tebîata her Komelê de heye. DDKD ne ew rêxistina wek heta niha bi þêweyek tabîî ku Komel tenê sazîyên xwendekaran e, bileks ne tenê rêxsitineka xwendekaran, li gel wan a ciwanên xebatkar û gundî, demokratîk û girseyî ye..Jiber ku rêxistinek demokratîk e ne tenê rêxistineka ciwanên xwedî ramanên hevbeþ, bileks rêxistineka demokratîk û girseyî ya ew kesên ku di þertên welatê me de demokrat tên qebûl kirin , ên ne hevkarên mêtigehkeran û herkesê ku ne maoî, ye . DDKD ê parçek û pêþeroja civaka me ciwanan di þerê gelê me ê li hemberî mêtingehkarî, empreyalîzm, faþîzm û paþverûtîya herêmî, di þertê xwe de pêþve bibê û wan ji rêberdanan biparêze. Armanca me ya serek e; birêxistina ciwanan di nava DDKDê de ye.

Daxuyanî bi sloganên;

Bimre emperyalî, mêtingehkarî, faþîzm û kevneperestîya herêmî !

Hilweþe mêtingehkarî, bijî Serxwebûn !

bi dawî dibe.

Hema piþtî damezrandina DDKD ya merkezî li gellek bajar û navçeyên Kurdistanê li pê hev þaxên DDKDê vebûn. Di sala 1978 an de þaxên wê gund jî dan ber xwe û li gundê Salatê, (Bismil) û Meþkînanê (Dêrik) þaxên DDKDê vebûn. Dîsa di demeka kurt de Komelên xwendekaran, Komelên meslekî ên wek mamûran, mamosteyan, Odeyên mihendis û doktoran û Sendîqayên karkeran ketin destê DDKDyî yan. Helbet ev yek bi xebateka fedekarî a bi þevûroj mumkin bû. Bi dehan kadroyên Partîyê, bi sedan endamên wê, berpirsên DDKDê û bi hezaran endamên DDKDê xebata siyasî di dereca yekê de ji xwe re kirin kar. Dîsa li gellek bajar û navçeyan jî buroya DDGê vebû.

Hejayî gotinê ye ku fikir ramanên Partîyê heta Sibata 1978an bi devkî dihatin belav kirin. Ji xeynî Kovara Pêþeng bo Þoreþ ku organa Partîyê bû, bi dizî bû û ji çend mehan carekê dihat weþandin. Di Sibata 1978an de Kovara Devrimci Demokrat Gençlik di Gulana 1979 an de li dervayî welat Armanc , di Çiriya Pêþîn a 1979an de Jîna Nû , di Çileya Pêþîn a sala 1979an de Tîrêj ku li Kurdistana Bakur yekemîn Kovara edeb û kulturê a xwerû bi kurdî (dimilî û kurmancî) bû dest bi weþana xwe kirin.

Her þax, her Komel, her nivîsgeha Sendîkayê, buroyên DDGê û navneda DDKD bibû wek xwendegehekê. Bi hezaran ciwan li van Komeleyan li gora pêdewîyên rêxistinî, siyasî û îdeolojîk ên demê dihatin perwede kirin. Dîsa ji ciwanan komên folklor, muzîk, þano û xebatê hatin damezrandin. Bi minasebeta Newroz û þahîyên din bi dehan þev, li dijî zilma dewleta tirk û hevkarên wê bi dehan meþ hatin li dar xistin. Lazim e bê gotin ku meþ û mitîngên Bismil (1978) û Sêwregê(16ê Çirîya Paþîn a 1978an) ku herdu jî li dijî zilm û zordarîya feodal û hevkarên dewleta tirk bûn deng vedan. Li Bismila nufûsa wê 8 hezar bû 15 hezar li Sêwerega nifûsa wê 20-25 hezar bû 30 hezar kes meþîyan.

DDKD li navenda Diyarbekirê ku êdî bibû navenda siyaseta kurd, di serî de li Bismil û Pasûrê, li gellek navçeyên wê bibû hêza serek e. Li gel navendê, þaxa Diyarbekirê a bajêr a Bexlara, li navçeya Bismilê, li Çinarê, Pîranê, Farqînê, Egilê, Çêrmûgê û gundên mezin ku wek nahîye dihatin binav kirin, li Salatê û Meþkînanê þaxên xwe vekiribû . Dîsa li Diyarbekir û navçeyên wê gellek Komelên meslekî û Sendîqayên karkeran ketin bin destê berpirsiyarîya DDKDyîyan. Jiber Diyarbekir navenda siyasetê, bajarek çûnûhatina wê pirr û bi Unîversîte bû, tesîra wê li seranserê Kurdistanê dibû. Dîsa yekemîn komela jinan ji alîyê jinên Demokratên Þoreþger û bi navê DDKAD(Komela Jinên Demokratên Þoreþger) di vê 29.11.1977 de li Diyarbekirê hat damezrandin.

Herweha di van salan de gellek rewþenbir û burokrat jî li dora DDKDê civîya bûn. Ji sala 1978an û pêve li Diyarbekirê kêm tiþt bêyî îrada DDKDyî yan çêdibûn. Ji qeyda xwendekarên Unîversîteyê, ên xwendegehên bilind bigre heta, di daîreyên dewletê de kardîtin û îxaleyên dewletê hema hema bi destê DDKDyîyan dibûn. Bêgûman wek li her dera cîhanê tiþtên weha bûne/dibin, di van þert û mercan de gellek kes bi armancên cuda li dora Tevgera Demokratên Þoreþger civîyan.

Teolog û ramangêrê fransî Blaise Pascal hê di demsala 16.a de rastîya desthilatdarîyê nirxandîye. Pascal dibêje; Ji bo çi meriv li pê pirayîyê diçe? Gelo bo ew bêtir bi pîvan e ? Na, bileqs bo ew desthilatdar e. Yek ji sebebê mezinbûna DDKDê jî ev bû ku êdî li gel ne bi awayek resmî bû jî ji bo desthilatdarîya li ser axa xwe rabibû ser piya û bi dehhezaran kesî jî hêvîya ku ê bibe desthilatdar jê dikir. Helbet em tev zanin cîhê desthilatdarî lê hebe bi sedan, bi hezaran kesên ne bo erk û armancên kurdewarîyê lê bo berjewendîyên xwe ên þexsî bo bidestxistina pozîsyonek sosyal li dora sazîya di çavê wan de desthildar an jî namezetê desthilatdarîyê ye, dicivin û ji xwe re peyvendîyan datînin.

Bêgûman li gel Diyarbekir li temamê Kurdistana Bakûr tesîr dikir jî li her derê rewþ ne weka Diyarbekirê bû. Bi qasî ez zanim li Rihayê tenê li navenda wê, li Sêweregê ku kelayek DDKDê bû û li Wêranþehirê þaxên DDKDê hebûn. Li Mêrdînê jî li Dêrik, Meþkînan, Qoser, Nisêbîn û Cizîrê, Li Sêêrtê, ji navçeyên Sêrtê li Sason, Erûh, Kozlix, Þirnexê û Batmanê, li navenda Bedlîsê, li navenda Wanê li navçeyên wê li Gevaþ, Ercîþ, Baþkale û Edremîtê li navenda Çolemêrgê û li navçeyên wê li Gever û Uludereyê, li navçeya Kahtayê û herweha li bajarên weka Stenbol, Anqera(DDG), Îzmîrê(DDG) ku karker û xwendekarên kurd li wan hebûn û Cîhanbeylîya (Konya) ku bi sedsala ne, kurd lê dijîyan, þaxên DDKDê, li hin bajar û navçeyan jî buroyên DDGê, grûb û komîteyên xebatê hebûn.

Bi qenaeta min îdîaya ku Tevgera Demokratên Þoreþger li Kurdistana Bakur bibû desthilatdar ne gellek di cîh de ye. Li hin bajarên Kurdistanê ên wek Dêrsimê, Elezîzê, Erzeromê, Qersê, Muþê, Meletîyê, Agirîyê û Entabê an qe rêxistenek nîn bû an jî bi qasî derûdora wan pênedihesîya lawaz bû. Dîsa xebata birêxsitinî li Bedlîs û Çewligê (Bingol) jî bi navneda bajaran bisînor bû û li Semsûrê (Adiyaman) jî tenê li navçeya Kahtayê þaxa DDKDê hebû..

Ji alîyekî li Kurdistanê tekoþînek dijwar li hemberî hêzên faþîst û kolonyalîst dihate meþandin û li alîyekî jî reqabetek mezin bi hêzên din ên Kurdistanî dihate dîtin. Divê bê zanîn ku wê demê rêxistinên wek Rêya Azadî (PSK ), KUK , KAWA, Rizgarî û PKK jî li bakurê Kurdistanê xwedî îddîa bûn û li hin bajar û deveran bi hêz bûn. Helbet ê di nava van rêxistinan de rekabetek bo bidestxistina Desthilatdarîyê jî hebûna. Ev rekabet cîh cîh dibû sebebê alozîyan jî. Heger bêgotin kîjan rêxistin lu ki ji ên din xurttir bûya, neheqî jî lê êdin dikir na þaþ e. Mesela heta Devrimci Demokrat Gençlik dest bi weþana xwe nekiribû, Demokratên Þoreþger rê ne didan grûb û rêxsitinên din ku li xwendegehên Diyarbekirê weþanên xwe bifroþin û belav bikin. Dîsa tê bîra min ku li Fakulta me xwendekarên tirk çi demokrat û çi jî ne demokrat mecbûr bûn hemî sirûdên niþtimanperwer ên wek Herne pêþ, Ala rengîn, em kurd in þêrê çiya ne û bi dehên din jiber bikin û bi me re bêjin. Form, civîn, bibîranîn û semîner tenê bi însîyatîfa Demokratên Þoreþger dihatin li darxsitin. Rewþ pirr hindik li xwendegehên din jî weha bû. Niha meriv zelaltir dibîne ku em ne adil bûn.

Belkî ji bo qenaetek objektîf, ê a rast ew be ku em hinek jî li derûdora xwe gohdarî bikin. Rêzdar Þakir Epozdemîr , damezrênerê PDKa di bin serokatîya Seîd Elçî de, duayenê kurdperwer ku bi xwe piþtî bûyera Seîdan dev ji siyaseta birêxistinî berdaye lê her peyvendîyên wî bi Tevgera netweyî re dom kirine, di hevpeyevîna xwe ya bi rojnamevan Cemal Yilmaz re dibêje: "DDKD di nava salên 1975 û 1985an de hem ji alîyê herêmên xwe lê birêxistin kiribû û hem jî ji alîyê hijmarê, rêxsitina herî berfireh û bihêz bû. Wan li gora rastîya kurdan û Kurdistanê xwe birêxsitin dikir. Wan gundî, bajarî, rewþenbir û ciwanan di nava sazîyekê de anî gel hev.... Di nava rewþenbiran de di serî de mamoste, mihendis, avukat û doktor birêxsitin kirin. DDKDya hebûna xwe li bajaran jî didomand, bibû hêvîya esnaf, bazirgan û sazîyên meslekî.... DDKDyîyan li gund û bajaran her keleh bi dest dixistin ".**

Þaxên DDKDê :

Diyarbekir Merkez, Diyarbekir þaxa merkezê, Diyarbekir þaxa Bexlera

Bismil, Bismil/ Salat, Çinar, Çêrmûg, Egil, Farqîn, Lice, Pasûr, Pîran,

Riha, Sêwreg, Wêranþehir

Dêrik, Dêrik/Meþkînan, Qoser, Cizîr

Sêêrt, Batman, Baykan, Erûh, Hazzo, Sason, Þirnex

Bedlîs

Wan, Baþkale, Ercîþ, Edremît, Gevaþ

Çolemêrg, Gever, Uludere

Stenbol

Kehta

Cîhanbeylî

Îskenderûn

*Huseyin Barsan di sala 1979 de çû ba maseya Komelan û xwe jiameznêrîya DDKDê paþve kiþand.

** kurdinfo.com

Birêvebirîya partîyê ji bihêzbûn û berfirehbûna Tevgerê re ne amade bû

Pêvajoya bi hamleyên 1975 û 1977an dest pê kiribû, di 1979an de gîhaþtibû asteka bilind. Di vê demê de bi dehhezaran kes li dora stratejîya partîyê civîyan; libendêbûn û hêvîyên ji Tevgerê mezin bûn. Lê partî an jî birêveberîya partîyê bi helwest, siyaset û tevgerîyên xwe ji bersîvên pêdivîyên demê dûr bûn.

Ji n ameya te ya dawîyê de têdigihêjim ku dilê te fireh morala te bilind bûye. Lê rastîyeka meyî dinê jî heye ku kêm kes behsa wê dike. Rastî ne roj (tav) e ku ji her derê bi rehetî bê dîtin. Pirr caran pêwist e, em bi xwe di tarîyê de li rastîyê bigerin. Ez zanim ku dema gotina rastîyê karibe bibe sebebê hinek ji meriv dilteng bibin, zû bi zû nayê gotin. Lê tal be jî divê rastî bê gotin. Ji xwe em wan veþêrin jî ew ê her bi me re bin. Yanî rastîyên karin ne ligora dilê te jî bin hene. Xwe bo vê yekê jî amade bike.

Di salên dawîya 1970yî de xebata siyasî û Tevgera rizgarîya Kurdistanê li Bakûr gihaþt konaxek bilind. Xebata siyasî ji Unîversîte û xwendegehan dabû der û ber bi kargeh û gundan ve berfireh dibû.

Piþtî damezrandin û berfirehbûna DDKDê, KÎP di nava karkeran, mamsoteyan,mihendisan, mamûran de jî bihêz bû. Mamsoteyên Demokratên Þoreþger,Karkerên Demokratên Þoreþger, û di nav gellek meslekan de grûbên Demokratên Þoreþger hatibûn avakirin. Dîsa di heman demê, di 29.11.1977 de, bi qasî tê zanîn di dîroka Kurdistana Bakur de yekemîn rêxsitina merkezî a jinan bi navê DDKAD(Devrimci Demokrat Kadinlar Dernegi-Komela Demokrat Þoreþger a Jinan) li Diyarbekirê hat damezrandin. Di sala 1978an de jî li Almanyayê KKDK(Komela Karkerên Demokrat ên Kurdistanê ) dihat damezrandin û pîyê xwebirêxsitinkirina Tevgera Demokratên Þoreþger lê Ewropayê jî cîh digirt. Tevgera Demokratên Þoreþger ji hemû van beþên civakî pêk dihat û di siyaseta Bakur de li gora hêza xwe xwedî berpirsiyarîyan bû jî.

Minaqeþeyên di nava grûb û rêxsitinan de di dawîya salên 1970yî de bi dawî bibûn.Tevgerên Bakur, bersîvên pirsên rêxsitinek çewa, bo kîjan erk û armancan û bi çi rêyan, li gora xwe dîtibûn. Ne hewceyî gotinê ye ku bersîv cuda bûn û bo vê yekê jî pênc þeþ rêxsitin du sê jî grûb derketibûn qada siyasetê.

Lê rekabeta navbera wan di qada jiyana siyasî de dom dikir. Dîsa rêxsitinên me di xebata nava sendîqayên karkeran û sazîyên meslekî de gellek caran dihatin hemberî hev. Her rêxsitin dixwast di sazî û dezgehên demokratîk de xwedî gotin be û wan bo berjewendîyên rêxsitina xwe wek mewzîyekê bikar bîne. Carna hilbijartina komeleyekê ewqas ciddî dihate dîtin ku rêxsitina bi otobosan hevalbendên xwe ji bajarekî dibirin bajarekî din. Serkeftin dibû sebebê pesidarîyê, wenda kirin nedihat qebûl kirin. Ji bîra min naçe û ez hê jî fedî dikim bê çewa piþtî wendakirina hilbijartineka TOB-DERa Diyarbekirê hevalên me êrîþî mamosteyên ji Rêya Azadî kirin.

Dîsa di van salan de li seranserê cîhanê di siyasetê de pêlek çep bilind dibû. Li gellek welatên Amerîka latînî, ku desthilatdarên wan nêzî siyaseta Dewletên Yekgirtî ên Amerîkayê bûn, Tevgerên þoreþger û hêzên gerîlla rû didan. Bi taybetî li Ewropaya rojava, bêgûman hinek jî ji hebûna Sîstema Sosyalîst, Tevgera karkeran ne tenê doza mefên xwe ên aborî û demokratîk lê herweha jî daxwazên siyasî dikirin; li hemberî hevkarîya bi DYA, NATOyê û li Ewropayê bicîhkirina çekên atomî derdiketin. Li welatên paþdemayî, gelên di bin nîrê zordarîyê dijîyan, li welatên dagerkirî û mêtingeh milletên bindest Sîstema Sosyalîst wek hêvî didîtin. Welatên Sosyalîst jî ji sebebê reqabeta bi sîstema hemberî xwe bi her hawayî alîkarîya Partîyên Kominîst ên Ewropayê û Tevgerên azadîxwaz dikirin.

Di lîteratura marksî û lenînî de tesbît û binavkirinên nû li Moskovayê dihatin kirin û di demek kurt de li cîhanê belav dibûn. Tesbîtên weka ‘ Sosyalîzma zanistî' , ‘ dewleta gel' ji alîyê Partîya Komunîsat a Yekîtîya Sovyetan dihatin kirin.

Di serî de Sovyetê, Sîstema sosyalîst bi hêza xwe li gellek welatan tesîr li siyaseta Rêxsitinên çep û rizgarîxwaz dikirin. Di hevkarîya fikrî a navbera Sîstema sosyalîst, Tevgerên çîna karker û Tevgerên rizagarîxwaz de, Sîstema Sosyalîst taînker, berjewendî û paraztina wê berîya her tiþtî, bû.

Hema hema li her welatê kapîtalîst partîyek komunîst hebû û weka nûnerîya Sîstema Sosyalîst dixebitîn. Welatên sosyalîst di navbera xwe de wazîfe parvekiribûn, her yek ji wan bi herêmeka cîhanê ve mijûl dibû. Berpirsên Partîyên Komunîst ên welatên paþdemayî jî li peytextên welatên sosyalîst bicîh bibûn û bi îmkanên wan û li gora dilê wan siyaset dikirin, Partîyên xwe birêve dibirin.

Di van salan de Tevgera Bakur jî bi temamî ket bin tesîra îdeolojîya marksî û lenînî. Di vê demê de mijara minaqeþeyên siyasî û îdeolojîk hatibûn guhertin. Êdî rêxsitin, organên wanî ragihandinê ji pêdiwîyên Tevgera Neteweyî û Demokratîk bêtir, li ser siyaseta navneteweyî minaqeþe dikir. Nakokîyên di nava Tevgerên kurdistanî li hîmê siyaseta navneteweyî rû didan. Enerjî û dînamîzma enetellekuel bi minaqeþeyên ku di eslê xwe de Tevgera kurd pêþda nedibir, bileks bo wê dibûn asteng û Tevgera kurd ji hev dixsit, ji qudûmê xwe diket.

Di destpêka salên 1970yî de demsala me wek ‘ Demsala þerên rizgarî ên netewey î' dihat binavkirin, di van salan de karektera demsala me jî hat guhertin û bû 'Demsala derbasbûna ji Kapîtalîzmê ber bi Sosyalîzmê û þerên rizgarî ên neteweyî '. Dîsa di vê demê de antî-siyonîzm a ku qet elaqa me pê nîn bû, bû karekterek bingehîn a Tevgera kurd .

Rêxsitin û grûbên demê hevûdû bi nesosoyalîstbûnê tawanbar dikir, her yek di wê bawerîyê de bû ku ji ên din bêtir sosyalîst e. Dîsa di wê demê de ji alîya Sisitema Sosyalîst bi fermî nas kirin jî armancek serek e a partîyên komunîst, sosyalîst û çep bû. Li gora tradisyona sîstema Sosyalîst li her welatekî tenê partîyek bi fermî dihat nas kirin û ew ‘ Partîya bira' bû. Herçiqas li hemû parçeyên Kurdistanê Partîyên çep,sosyalîst hetta ên xwe komunîst didîtin jî hebûn, yek ji wan jî wek bira nehat qebûl kirin. Birayên ji dê û bav Partîya Komunîst a Tirkîye, a Îraqê, a Surîyeyê û TUDEHa Îranê bûn.

Heger bê gotin di nava Rêxsitinên bakur de Rêya Azadî û KÎP ên herî nêzî xeta sosyalîzma zanistî bûn ê ne þaþ be. Lê dîsa jî ne van herdu Rêxsitina û ne jî Rêxsitinek din a kurdistanî nikaribû xwe bighîne desthilatdarên welatên sosyalîst, peyvendîya bi wan re deyne, derdê xwe ji wan re bêje. Wan agahîyê li ser kurdan ji rêxsitinên xwe ên îstîxbaratê û Partîyên ‘bira' werdigirt. Agahîyên ji alîyê van Partîyan jî dihate ragihandin bi giranî negatîf bûn. Jiber ew ji destpêkê de li hemberî xwebirêxsitinkirina kurdan bûn û ew werê difikirîn ku kurd bi rêxistinên serbixwe ‘ 'Tevgera çîna karker'' parçe dikin.

Herhal tevgera kurd ji dixwast xwe bighîne dewletên sosyalîst û bo tekoþîna xwe ji piþtgirîya wan bibe xwedî par. Lê dihat zanîn ku vîzeya Moskovayê di destê TKPê de bû. Qenaet ev e ku armanc û rastîya vê rewþê Demokratên Þoreþger û TKPê nêzî hev dikir. Lê TKPê tu carî rê neda ku rêxsitinek kurdistanî xwe bighîne Moskovayê. Di sala 1978an de festîvala ciwanan li Kûbayê pêk hat û DDKD jî beþdarî vê festîvalê bû. Me wê demê vê yekê wek destkeftinek mezin qebûl dikir, lê paþê hat fam kirin tu qedr û qîymetek siyasî ê festîvalên weha nîne.

Dîsa jî di siyaseta navneteweyî de bilindbûna pêla çep, alîkarîyên welatên sosyalîst bo Filistînê, Vietnamê, Mozambîkê, Angolayê û herweha bo gellek milletên bindest, tesîr li Tevgerên kurdan jî kir.

Bêyî ku meriv têkeve nava zorlêkirinên lêgera ‘rêxsitina herî bihêz', dikare bê gotin ku di van salan de her yek li gora xwe Tevgera Þoreþgerên Demokrat, Rêya Azadî, KUK, Rizgarî,KAWA û hetta PKK xwedî giranîyekê bûn. Her çendî rêxsitinên me bi hêzdibûn, jêhêvîkirinên ji wan jî weha mezin dibû.

Di 1979 û 1980yî de li gellek gundên Diyarbekir, Mêrdîn, Sêêrt,Wan,Çolemêrgê gundên Sêwrgê û Wêranþehirê grûbên xebatê ava bibûn. Li hin deverên din jî KUK û PKK jî di nava gundîyan de dixebitîn. Di van salan de fikir û ramanên kurdprewerî û çep di nava hemû beþên civakî de belav dibûn. Êdî siyaset, li kurdayetîya xwe xwedîderketin ne tenê karê ‘ teleban ' bû.

Bi taybetî karkerên ku endamên Sendîqaya DISK(Devrimci Iþçi Sendikalari Konfederasyonu) bûn hem di nava Tevgera rizgarîxwaz û hem jî ji bo mafên xwe yên demokratîk û aborî di nava hewldan û çalakîyan debûn. Di salên 1978-1979 û 1980yî de sendîqayên Kurdistanê yeko yeko diketin destê alîgirên rêxsitinê kurdistanî. Di vê pêvajoyê de karkerên kurd pêþengvanên xwe jî derxist û bi wasiteya wan di birevebirîya rêxsitinên siyasî û merkeza Sendîqayan de dibûn xwedî par. Sendîqa di wê demê de bûn parçeyek û mewzîyek girîng a Tevgera rizgarî û azadîxwaz.

Bi bihêzbûna Tevgerên kurd gellek kesên ji beþên cuda ên civakî, bi armancên cuda tevî an jî nêzî Tevgeran dibûn. Helbet wan jî hewl dida li gora armanc û berjewendîyên xwe tesîr li siyaseta rêxistinên kurdistanî bikin û wan ji bo berjewendîyên xwe bikar bînin. Di vê demê de ji rewþenbir, dewlemend û bazirganan tebaqeyek bi van taybetmendîyan li dora Tevgera me jî civîya. Lazim e bê gotin ku evan kesan hem bi dîtinên xwe hem jî bi peyvendîyên xwe ên bi birêvebirên partîyê û kadroyan, tesîr li siyaseta me kir.

Bawerîya min ev e ku ev yek jî di nava Tevgerê de dibû sebebê alozî û nerazîbûnan. Di rewþek weha û bi tesîrên peyvendîyên weha;Tevgera me ya li Diyarbekir û Swêrega ewqas xwedî hêz bû, di hilbijartina beledîyê de namzetê xwe dernexist û hem li Diyarbekirê û hem jî li Sêweregê piþtgirîya du namzetên din kir. Lazime bê gotin ku Tevgerê li Diyarbekirê DDKDyî mecbur kir li hemberî Mehdî Zana kurdperwer dihat nas kirin, bo Yahya Mehmetoglu bixebitin. Helbet encam jî nîþan dide ku ez jî di nav de pirrayîya DDKDyîyan bi vê siyasetê na razîbûn, bo Mehmetoglu nexebitîn an jî bêdil xebitîn..

Di dawîya sala 1978an û di demek ku Tevgera Demokratên Þoreþger bi lezek mezin birêxistina xwe berfireh dikir, apoîya îlan kir ku wan partîyek bi navê PKKê (Partîya Karkerên Kurdistan ) ava kirîye. Birêvebrîya Tevgerê li hemberî vê yekê bêdeng ma. Endam û kadroyên PKKa( Partî Karkerî Kurdistan ) ku motora Tevgera Demokratên Þoreþger bû, li hemberî vê îlanê û bêdengîya birêveberîya Tevgera xwe þaþ man, demoralîze bûn.

D nava gundîyan de belavbûna fikir û ramanên çep û netewî li hesabê feodalên hevkarê dewletê nedihat. Bo vê yekê li gellek deveran rêxistinên siyasî û feodalên hevkarên dewletê ku edî desthilatdarîya xwe ya herêmî wenda dikirin, dihatin hemberî hev.

Li Sêwregê Bucaxîyan li xelkê zilm dikir. Dizî, þêlandin, jinrevandin bibûn hadîseyên rojan e, dewletê tiþtek nedikir. Nerzaîbûna sêwregîyan her diçû mezin dibû. DDKDê bi vê minasebetê di 16ê Çirîya Paþîn a 1978an meþ û mitîngek li dar xistibû, 30.000 kes beþdarî vê mitîngê bûn. Serokê DDKDê Paþa Uzun di vê mitîngê de bi kurdî axaifî û di axaftina xwe de gazî xelkê kir ku ew li hemberî vê zordarîyê bêdeng nemînin. Dîsa wî di axaftina xwe de eþkere dikir ku ê DDKD, li hember zordestîya feodalan li gel gelê xwe be.

Bêgûman bala beþdarên mitîngê jî kiþandiye; çend roj berîya mitîngê heywanên gundîyekî hatibûn dizîn. Paþa di axaftina xwe de got; em zanin kî wan heywanan dizîye, an ew kesê heywan dizîne bi xwe sibê heywanan dibe ber derîyê xwedîyê wan, an em tên devê derîyê wî /wan ji wî distînin. Rojek piþtî mitîngê dizek bi destê xwe heywanan li xwedîyê wan zîvirandin. DDKD ji xwe li Sêwregê bi hêz bû, ev mitîng û axaftina Paþa ji sêwregîyan re bû hêvîyek nû.

Di demek ku kurdperwerî û helwestên li hember zordarîya feodalên piþta wan li dewletê di nava gundîyan de bi hêz dibû, apoîyan li Hîlwanê li ser navê ‘tekoþîna li hember feodalîzm'ê dest bi êrîþên çekdarî kirin. Li Hîlwanê du eþîr hebûn ku yek ji wan Paydaþî bûn û a din jî Silêmanî. Paydaþî CHPyî, Silêmanî jî APyî (Adalet Partisi, ev Partî, Partîya Demirel û berdewama Partîya Demokrat bû)bûn. Apoyîya piþta xwe dan Paydaþîyan û êrîþ birin ser Silêmanîyan.

Piþtî demekê apoyîyan bi heman taktîkê li Dêrikê bi hevkarîya eþîra Tirkan berê xwe dan Necimogluyan. Hefteyek piþtî mitînga Sêwregê di roja 22ê Çiriya Paþîn a 1978an de serokê KAWA Ferit Uzun li Sêwregê hat kuþtin. Hê wê çaxê jî dihat goman kirin lê paþê eþkere bû ku PKKê ew kuþtibû. K uþtina Ferit ket stûya Bucaxan û paþê jî xwedê giravî bi mebesta tolhildana wî apoyî ketin Sêwregê. Sêwregî di navbera apoyî û bucaxîya de mabûn. Herroj sê,çar kes dihatin kuþtin, dikkan venedibûn, Sêwereg her diçû vala dibû.

Guhertina rewþê, þerê PKKê-Bucaxîya,Silêmanîya û Necimogluya di nava rêxsitinên din de dibû sebebê alozîyan. Tevgera me van rûdanan wek provakasyon bi nav dikir, lê jê wêdetir jî helwestek pratîk wernedigirt. Di nava Tevgerê de kadroyên terafdarên siyasetek aktîf hebûn û ji Partîyê jî doza midaxeleyek pratîk û aktîf dikirin.

Li gel Tevgera me li Sêwrege pirr bihêz bû jî, xebatên Tevgerê hate dereca xitmandinê. Di serî de serokê DDKDê Paþa Uzun û hin kadroyên din doza siyasetek aktîf û helwestek zelal li partîyê dikirin. Birêvebirîya partîyê bersîvek bi dilê van hevalan neda. Piþtî van rûdanan heskirîyê DDKDyîyan Paþa Uzun û hin kadroyên din ji Tevgerê veqetîyan. Dîsa di heman demê de M.Çikmanê ku yek ji endamê KM a KIPê bû û berpirsê xebatên ciwanan bû û di nava Tevgerê de bi zanyarî, axaftin,rabûn û runiþtina xwe tesîrek mezin kiribû, ji Tevgerê veqetîya. Dîsa di heman demê de hin kadroyên wek, Nezîr Çetin (damezrêner û kevneberpirsê DDKDê a navnedî) , Erdem Gencan (dameznêr û sekreterê giþtî ê DDKDê), Sevinç Îþcanli (seroka giþtî a DDKADê), Methîye Ozhal (sekretera giþtî a DDKADê), Medenî Avci (damezrênerê DDKDa navnedî). jî veqetîyan, hin kadroyên bi kêrhatî jî ji Tevgerê sar bûn.

Li gel P.Uzun û M.Çikman û van qadroyên din di eynî demê de ji Tevgerê veqetîyan jî di eslê xwe de di navbera wan de tu peyvendî tune bû. Veqatandina Paþa morala kadro, endam û dilsozên partîyê xera kir. Veqateandina M.Çikman jî bu sebebê gellek alozîyan. Bo ronîkirina veqetandina M.Çikmanî komisyonek lêpirsînê hat damezrandin ku encamên wê hê jî nediyar in.

Bi soza lêpirsîn û civandina kongreya partîyê, gellek kadro û endamên ku nezarîbûna xwe bi sebebê veqetandina Paþa û þêweya veqetandina M.Çikmanî, diyar dikirin, haþ bûn.

Li Tirkîyeyê jî bajar û kolan di nava hêzên faþîst û çep de hatibûn parvekirin. Hêzên faþîst û nijadperest bi alîkarîya dewletê li Çorûm û Meraþê li hember kurd û elewîyan qetlîam li dar dixistin. Di demek weha de li hin bajarên mezin ên tirk û gellek bajarên Kurdistanê urfî îdare hat îlan kirin. Xebatên demokratîk hatin rawestandin. Ne resmî lê fiîlên xebatên DDKDê ên merkezî êdî li Wanê dihatin meþandin.

Hem li Tirkîyeyê di nava grûbên çep û hem li Kurdistanê di nava grûbên çep, welatparêz û welatparêzên marksîst de jî alozî xurt dibûn. Li gellek bajarên Tirkîyeyê hêzên çep bi hev ra þer dikirin. Li Kurdistanê jî pirrayî di navbera apoyî û hêzên din de pêvçûn derdiketin. Ev jî siyaseta PKKê a êrîþkar û stratejîya ji holê rakirina hêzên din dihat. Di destpêka sala 1980î de þerek dijwar di navbera PKKê û KUKê de derket ku di encamê de bi sedan ciwanên kurd hatin kuþtin.

Di heman demê de jî bavê sekreterê me li Diyarbekirê hat kuþtin. Piþtî lêpirsîneka kurt diyar bû ku ew ji alîyê grûbeka di nava Dengê KAWA ya ji KAWAyê veqetîya bû hatiye kuþtin. Kuþtina bavê sekreterê me û herweha helwesta Tevgerê ya piþtî kuþtina wî di nava birêvebirîya Tevgerê de bû sebebê dilþikestinê û di nava endam û kadroyan de jî sebebê demoralîzebûneka nû.

Dîsa jî hejayî gotinê ye ku ji bilî PKKê di navbera hêzên din de bûyerên trajedîk, zerareka mezin rû neda. Li vir lazim e bûyera kuþtina bavê sekreterê me ku bawerî ew bû; ew ji alîyê Dengê Kawa yî yan hatibû kuþtin û bûyerên piþtî wê cihê were muhasebe kirin. Dîsa hin bûyerên ku îstisna bûn û ji helwestên herêmî an þexsî rûdan û li Diyarbekir û Bismilê bi kuþtinê bi dawî bûn, hewceyî ronîkirinê ne.

Lê pêvajoya bi hamleyên 1975 û 1977an dest pê kiribû, di 1979an de gîhaþtibû asteka bilind. Di vê demê de bi dehhezaran kes li dora stratejîya partîyê civîyan; libendêbûn û hêvîyên ji Tevgere mezin bûn. Lê partî an jî birêveberîya partîyê bi helwest, siyaset û tevgerîyên xwe ji bersîvên pêdivîyên demê dûr bûn.

Partîya di 1973yan de hatibû damezrandin û di destpêka salên 1970yî de xîtabî bi sedan kesî dikir, di dawîya salên 1970yî de bibû hêvîya bi sedhezaran kurd, lê li gel ewqas pêþveçûn, guhertinên siyasî û alozîyan û li gel di destûrê de hatîye destnîþan kirin ku kongre ji du salan carek dicive, kongreya xwe necivandibû û Komîteya Merkezî bi israr hemû kar û selahîyetên kongreyê li ser xalek guherbar (miweqet) a destûra partîyê, demek dûr û dirêj bikar tanî.

Guhertina þertên cîhanê, mezinbûna rêxsitinê, tesîra derûdorên tevgerê, di pîvan û prensîbên biwazîfekirina kadro û hilbijartina endaman de bû sebebê sistbûnê. Herweha qelsbûna kontrola merkezê, helwestên herêmî, ji lîyaqatê durketin, terikandina xeta milîtanî, xusûsîyetên vê demê ne.



DDKDyî hemû ne þêr û ne jî zêr bûn, tofana 12-ê Îlonê ev yek berbiçav kir

Di dawîya sala 1980yî de dinava Tevgerê de li ser tesbîta cûntaya 12-ê Îlonî cudatîyek fikrî a siyasî heye. Lê bi giranbûna rewþê ev cudatîya fikrî kûr û bi parçebûna Tevgerê bi dawî bû. Ez zanim ku berbiçavkirina vê pêvajoyê, fam kirin û ronî kirina wê ne asan e. Lê helbet sebebê parçebûna Tevgera Demokratên Þoreþger hene û ne tenê cudatîya tesbîta karektera cûntayê Tevgerê bir parçebûnê.

Tu dinivisînî ku bavê te digot; „ DDKDyî weka þêra mêr û weka zêr pakij bûn". Divê tu zanibî; DDKDyî ji ezmanan nehatibûn, ew ji nava civakê dihatin û li gel hilbijêr bû jî, kêm zêde neynika civakê a hilbijartî bû.

Helbet þêr jî zêr jî di nava DDKDê de hebûn li sebebê ku þêr û zêrên me ji ên rêxsitin û grûbên din zêdetir bin qe nînin. Emê di dema þert û mercên þoreþgerîyê giran bûn, bi asanî bibînin ku çima em tev ne þêr û ne jî zêr bûn.

Helbet di navbera rêxsitin û grûban de ne tenê reqabet û alozîyên reqabetê hebû, herweha jî hewldanên hevkarîyan dihatin meþandin. Di 15.10.1979an de li hin bajarên Tirkîyeyê û bajarên Kurdistanê hilbijartina Senatoyê pêk hat. Demokratên Þoreþger di vê hilbijartinê de bi TSÎP (Partîya Sosyalîst a Karkerê Tirkîyeyê) re hevkarîyek pêk anî. Namzetên DÞ ji lîsteya TSÎPê beþdarî hilbijartinê bûn.

Demokratên Þoreþger li bajarê Wanê ( Kenan Bulut ), Sêêrtê ( Ganî Sungur ) û Mêrdînî ( Mahmud Oral ) namezetên xwe dest nîþan kir. Hejayî gotinê ye ku Demokratên Þoreþger platforma hilbijartinê bo doza kurd û Kurdistanê bi serkevtinek mezin bikar anîn. Li van bajar û navçeyên wan bi dehan mitîng û civîn hatin li dar xsitin. Axaftina Ganî Sungur a di televîzyona dewletê de, deng veda. Sungur di axaftina xwe ya di TRTê de Kurdistan wek mêtingehek, dawleta tirk, faris, Îraq û Sûrîyeyê jî dagirker û kolonyalîst bi nav kir û doza mafên neteweyî û demokratîk ên gelê kurd kir. Ev axaftina bi cesaret manevîyeta hevalbend û kadroyên Tevgerê bilind kir.

Di encama hilbijartinê de namzetên Demokratên Þoreþger neketin Senatoyê li nispetek bilind deng wergirtin. Li Wanê 8000, Sêêrtê 13.000 li Mêrdînê jî 18.000 rey hatin wergertin. Li Sêêrtê Demokratên Þoreþger ji CHP û Apê zêdeitr deng wergirt lê namezetê MSPê Îdrîs Arikan bi serket. Di zik hev de ev % 20 dengên tevayîya dengên van bajaran bû. Lazime bê gotin ku Demokratên Þoreþger bi hilbijartinê bi taybetî bi gundîyan re peyvendîyên nû û berfireh danîn û hilbijartin wek hacetekê bi hosteyî bikar anîn.

Dîsa di heman demê de hevdûdîtin û guftûgoyên bo hevkarîya hêzên þoreþger û welatperwer di navbera Demokratên Þoreþger û Rêya Azadî de dest pê kirin. Piþtî demekê KUK ( Rizgarîxwazin Neteweyê ên Kurdsitanê ) jî beþdarî xebatên bi vê mebestê bû. Di destpêka sala 1980yî de hersê hêzan bi navê UDG (Ulusal demokratik Guçbirlgi- Hevkarîya demokratîk a Neteweyî) damezrandin. UDG di demek ku fermandarîya ordûya tirk muhtirayek tundî da bû hikumetê hat îlan kirin. Li gellek bajarên Kurdistanê jî orfî îdare hebû û þertên xebateka legal û demokratîk her diçû kêm dibû.

Bi qenaeta min bêþensîya herî mezin a UDGê ev bû ku þerê navbera KUKê û PKKê di vê demê de dijwartir dibû. PKKê propagandaya ku xwedê giravî UDG li hemberî wan û ne li hemberî mêtingeran hatiye damezrandin dikir. KUK jî mecbûr bibû ku bal û enerjîya xwe bide vî þerî. Dîsa tecrubeyek yekîtîyê jî heta wê demê li paþ Tevgera Kurdistana Bakur nîn bû. Di encamê de UDGa yekemîn tecruba hevkarîya hêzên kurdistanî bû, dûr û dirêj neajot û belav bû. Terefan bo belavbûna wê hevdû tawanbar kir, lê pêþî li belavbûnê negirt.

Li Tirkîyeyê jî krîza siyasî û aborî her diçû berfireh dibû. Li gel hêzên kurdistanî û çepê tirk di weþan, civîn û xebatên xwe de her propagandaya hatina faþîzmê dikir jî dema di 12-ê Îlona 1980 yî fermandarîya artêþa tirk dest danî ser desthilatdarîyê, bêhazîrî bûn.

Bi darbeya eskerî a faþîst/milîtarîst û mêtingheker pêvajoyek nû û dijwar dest pê dikir.

Ji refleks, helwest û bêstartejîya li hemberî desthilatdarîya eskerî, diyar bû Tevgera Demokratên Þoreþger lê herweha bi tevayî Tevgerên kurdistanî bêhazirî bûn. Helbet gellek zehmet e ku em fêm bikin hem hema di her hejmara DDG, Jîna Nû, belavok û daxuyanîyên Tevgerê û rêxsitinên wê bal dihat kiþandin ku hêza faþît ber bi erka desthilatdarîyê ve dimeþe, dazgehan bi dest dixe û him jî li hemberî vê yekê tu stratejîyeka nû nehatîye tesbît kirin.

Bêgûman dê artêþê bi çi þêweyî û kengî dest danîna ser desthilatdarîyê ne diyar bû. Lê êdî herkesî dizanibû ku nemumkin e rewþ weka berê dom bike, krîza Tirkîyeyê ewqas mezin bû ku çareserîyek di nava þertên normal de jê re tune bû. Dîsa dîroka nêzîk a Tirkîyeyê nîþan dida ku di þert û mercên weha de artêþa tirk dikete dewrê.

Ez bixwe ne bûme þahid ku birêvebirîya partîyê bi talîmatnameyên bi dizî an eþkere bi kêmayî ji alîyê fikrî hazirîya rewþek weha kirîye, bala rêxsitin, kadro û endaman kiþandiye. Lê di çarçoveyek teng de be jî ez bûme þahid ku îhtîmalek weha di sohbet an civînên rêxsitînî de hatîye minaqeþe kirin û pirr hindik meyl ev bûye ku divê em di rewþek weha de di ber xwe bidin û bo paraztina destkevtîyan þer bikin.

Diyardeya vê bawerî û helwesta ne fermî ev bû ku gellek rêxistinên partîyê piþtî darbeya eskerî bi însîyatîfa xwe tevî sîleh û çekên di dest de, derketin ser çiyê. Bi qasî dizanim li Bedlîsê, Wanê, Çolemêrgê, Hazzoyê, Wêranþehir, Sêwreg û gellek navçeyên ku partî li birêxsitin bû kadro û endamên partîyê, cîh cîh hevalbendên wê bi hev re derketin cîhê ewle. Hêjayî balkiþandinê ye ku rêxsitina Bismilê jiber ku Bismil deþt bû, grûbek bi rojan li ber çemekî du grûb jî lê gunadên deþta barava û silîva bi cîh bûn.

Berpirsên rêxsitinên herêmî ji alîyekî xwe, kadro, endam û hevalbendên partîyê diparaztin û ji alîyekî de jî hewl didan bi birêvebirîya partîyê re peyvendîyan deynin. Her grûba li ‘ derva ' piþtî bi merkeza partîyê re peyvendî danî li ser talîmata merkezê vegerîya ser kar û barê xwe. Mehekê piþtî cûntayê êdî kesek li derva nema bû.

Buroya siyasî a partîyê cûnatayê wek ‘ dîktaya leþkerî ya mêtinger' bi nav kir. Birêvebirîya partîyê di pêvajoya nû de paraztina rêxsitin, kadro û endamên partîyê jî wek taktîka serek e a partîyê destnîþan kir.

Bêguman minakeþe û berbiçavkirina pêvajoya piþtî 12-ê Îlonê ne asan e. Sebebek ev e ku kêm belge di destê me de hene. Kadroyên partîyê paþê pêhesîyan ku bi kêmayî heta destpêka sala 1982an tu protokolên civînên Komîteya Merkezî nehatine nivisandin, herweha biryar jî bi niviskî nînin. Pirr ne diyar e bê di civînan de kî çi gotîye, biryar bi kîjan nîsbetê hatine wergirtin. Hîn xerabtir: rewþa hin endamên Komîta Merkezî ne zelal e, kes nizane bê kî heta kengî endamê KM bûye.

Bo vê yekê jî gellek caran sohbet û civînin fermî tevî hev bûne, civîneka li gor hin endamên KM civîn bûye li gora hin endaman jî sohbet bûne. Îddîayên weha li ser biryaran jî hene. Heger ku ez bêjim navê endamek KM (ND) heye ku bi kêmayî navê wî nayê bîra çend endamên KM. Ev nimûne diyardeyek e bê KM çewa û di kîjan þertan de xebitîye.

Ne hewceyî gotinê ye ku di rewþek weha de jihevderxistin û binavkirina pirsgirêkan ronî kirina pêvajoyekê, pirr zehmet dibe.

Rastî ev e ku tesbît û taktîka Buroya Siyasî ya di derbarê cûntaya 12-ê Îlonê de, di civîna Komîteya Merkezî ya Çileyê Navîn 1980yî de ji alîyê endamên beþdar hatîye pejirandin. Piþtî demek ne dirêj kadroyên hundir pê hesîyan ku rêxsitinên Ewropayê ên partîyê ku di bin berpirsiyarîya endamek Buroya Siyasî û KM, de xebat dikin, tesbîtek din kirine û cûnta faþîst binav kirine. Lê tê îddîa kirin ku du endamên KM (Lezgîn û Þêxê) ên di dema vê civînê li welat bûne haya wan ji civînê çênebûye.

Di dawîya sala 1980yî de di nava Tevgerê de li ser tesbîta cûntaya 12-ê Îlonî cudatîyek fikrî a siyasî heye. Lê bi giranbûna rewþê ev cudatîya fikrî kûr û bi parçebûna Tevgerê bi dawî bû. Ez zanim ku berbiçavkirina vê pêvajoyê, fam kirin û ronî kirina wê ne asan e. Lê helbet sebebê parçebûna Tevgera Demokratên Þoreþger hene û ne tenê cudatîya tesbîta karektera cûntayê Tevgerê bir parçebûnê.

Em hemû dizanin ku zeaf û kêmasîyên însanan ên di dema þert û merc ne giranin nayên dîtin, di demê dijwar de dertên holê. Di demên weha de astengîyên biçûk karin bên mezin kirin û bighêjin konaxên talûke. Dîsa di demên þert û merc giran dibin, fikarên þexsî karin derên pêþ.

Bi Qenaeta min pirsgirêkên di nava Tevgerê de berîya 12-ê Îlonê jî hebûn lê jiber kar û xebatê Tevgerê pirr hindik dimeþîya, birêvebir, kadro û heta endamên partîyê (helbet bi berpirsiyarîyan girêdayî di dereceyên cuda de) bi potansiyela Tevgerê bibûn xwedîyê statkûyên sosyal. Jiber van sebeban jî pirsgirêka ne dida der, di bin kontrolê de diman. Bi darbeya 12-Îlonê pirsgirêkên heyî bi cudatîya fikrî ji xwe re rêyek dîtin û dan der.

Ji bo her yek ji me di derbarê pêvajoya piþtî 12-ê Îlonê karibe bighêje qanaetek objektîf lazim e aktorên demê biaxifin, binivsînin û belgeyên di destê xwe de derxin hole.

Tê zanîn ku dema darbe pêk tê endamek Komîteya Merkezî û herweha ê Buroya Siyasî (Mûrad Ciwan) li dervayî welat e û ê din hemû li welat in. Mûrad Ciwan li dervayî welat karekterê cuntayê faþîst tesbît dike, ên welat jî tesbîta cuntayê cuntayek milîtarîst bi nav dikin. M.Ciwan tesbîta xwe berîya hevalên hundir kirîye û hem bi daxuyanîyan hem jî bi rêya Armancê belav kirîye.

Piþtî ku dertê holê ku M.Ciwan tesbîtek din kirîye bi devkî û bi rêya qasidan jê tê xwestin ku ew tesbîta xwe weka a pirayîya KM rast bike. Ji nameyên ezê behsa wan bikim xuya dike MC jî dibêje ev tesbîtek siyasî ye û mafê wî heye ku di civîneka ew jî tê de amade be karektera cuntayê careka din were minaqeþe kirin. Dîsa em di nameyan de tê dighêjin ku Mûrad Ciwan ji amadeyîyên kongrê derketîye dervayî welat.

Piþtî MC di tesbîta xwe de israr dike, sekreterê giþtî K.Serbest di 14.01.1981ê de nameyekê ji MC re dinivisîne û bi vê namê hem dixwaze li ser karektera cuntayê wî îqna bike û hem jî disîplîn û destûra partîyê tîne bîra wî jê dixwaze ku ew li gora tesbîta KM tevbigere û tesbîta xwe rast bike. Lazim e bê gotin ku name bi zimanek xweþ û nerm û bi uslûbek rêhevaltîyê hatiye nivisandin û sekreterê giþtî ji MC re dest nîþan dike ku mafê wî heye fikir û ramanên xwe mihafeze bike.

Bi qasî em wê demê tê digihaþtin bawerîya birêvebirîya partîyê ew bû ku ê cunta piþtî sê-çar salan desthilatdarîyê dewrî sivîlan bike û heger em di vê demê de hêza xwe biparêzên, rêxsitin darbe nexwe ê piþtî cuntayê karibe midaxeleyî siyaseta Kurdistana Bakur bike. Heta dawîya sala 1980yî jî yek kadroyek KM, komîteyên herêman nehatibû girtin. Hevalên hatibûn girtin pirrayî ên di xebatên legal de deþîfre bibûn, berpirsên DDKDê û rêxsitinên demokratîk bûn û lazim e bê gotin ku yekî ji wan jî li gel eþkenceyên bê hempa di derbarê hebûna partîyê de agahîyek nedabûn dewletê.

Lê zixmên cûntayê, bihevnebawerîya navbera endamên KM, kûrbûna cudatîyên fikrî û helwesta siyasî bû sebebê tofaneka ku Tevger pê ji hev ket.

Tevgera Demokratên Þoreþger li ber çavê me hemûyan parçe bû

Bi qenaeta min di vê pêvajoyê parçebûnê de, ne cudatîya binavkirina cûntayê, lê helwestên nirxandina pirsgirêk û hewldanên bo çareserkirin an neçareserkirina wan, bawerî an bêbawerîya bi xebat û tekoþîna birêxsitinî, taînker in.

Tu dipirsî bê çewa cudatîya li ser binavkirina cûntayê kare bibe sebebê parçebûna Tevgerek ewqas kokdayî. Bi qenaeta min ev cudatîya binavkirina karektera cûntayê ne yekta sebeb, hetta ne ji sebebek girîng a parçebûna Tevgera Demokratên Þoreþger bû. Di name û kêm gotarên di pêvajoya parçebûnê hatine nivisandin de diyardeyên sebebên veþartî kêm zêde berbiçav dibin. Lê giranîya þertan, helwesta yeko yeko endamên KM, heta kadroyên nêzî KM û belkî a me kadro û endaman jî tesîrek negatîf li vê pêvajoyê kiriye.

Tiþtê tê zanîn ku ji Çileyê Pêþîn 1980 (ev jî ne bi beþdarîya hemû endaman bûye) û heta Çileyê Paþîn 1982yan Komîteya Merkezî necivîya ye û ev jî bûye sebebê giranbûn û neçareserîya pirsgirêkên nava Tevgerê. Em ji nameyan fam dikin ku di civîna Çileyê Navîn a 1980yî de biryara derxsitina kadroyên li wan tê gerîn tê wergertin û herweha biryarek þîfayî jî ji bo endamên KM tê wergertin ku ên bixwazin derên dervayî welat, karin derkevin. Li ser biryara derketina sekreterê giþtî jî îddîayên ne wek hev hene. Emê van îddîayên cuda di nameyan de bimînin. Ji civîna Çileyê Pêþîn 1980 û heta Çileyê Paþîn 1982 peyvendîyên navbera endamên KM ên hundir û derva bi name û qasidan meþîya ye.

Piþtî vê civînê sê endamên din ên KM derdikevin dervayî welat û dîtinên wan ên li ser karektera cuntayê û herweha stratejîya partîyê tê guhertin. Di nameyan de diyar dibe ku ev hersê endamên KM jî ji bo çareskirina pirsgirêkan doza civîna KM dikin.

Ez bi xwe di 14-ê Sibata 1981 de derbasî Kurdistana Sûrîyê bûm. Grûba me 11 kes bûn. Dema em gihaþtin gundê Cumaayê hevalê me Omer hat pêþîya me û ji min pirsî bê sekreterê giþtî di nava me de ye. Piþtî em gihaþtin Beyrûdê jî berpirsên partîyê ji me pirsîn bê me bo hatina sekreterê giþtî peyamek anîye.

Em bi nameya Î(E.Alacabey) pê dihesin ku bi minasebeta pirsgirêkên nava partîyê endamên KM ên dervayî welat du name ji ên hundir re þandine. Î di nameya xwe ya di 10.03.1981ê de weha dinivisîne:

Me herdu nameyên we þandibû, girtin. Lê bi nameyê bersîvdana hemû daxwazên we hem bi mehzûr hem jî ne rast e. Rica me ji we serî li tiþtên weha nedin....K.Serbest( sekreterê giþtî) di demeka herî kurt de tê, hunê bi tefaurat pê re bipeyivin. Heger Mûrad li wê be bira bisekine....

Mûrad Ciwan di Pêþenga Çileyê Pêþîn a 1982 de dinivisîne: Piþtî vê nameya Î. Kete destê me em endamên KM ên li gel hev bûn li hev civîyan û bi nameyekê, me bo çareserkirina pirsgirêkên nav partîyê, pêþniyar kir ku bi kêmayî Komîta Merkezî bicive. Lê qasidê partîyê ê çûbû welat û vegerîya bû, tenê peyama ku sekreterê giþtî di demek kurt de tê, anî. Li ser vê yekê me biryar da ku em vê nameyê biþînin.

Di vê nameyê de behsa civîna Çileyê Pêþîn a 1980yî tê kirin û tê dest nîþan kirin ku ew civîneka li dervayî welat da ku ew karibin hemû pirsgirêkên partîyê bi sihhet minaqeþe bikin, pêþniyar dikin. Dîsa di nameyê de behsa herdu nameyên berê û derketina sekreterê giþtî jî tê kirin. Bi vê nameyê em bi naveroka nameyên pêþîyê jî dihesin. Di vê nameyê de tê nivisandin:

Paþê ji hevalê ku dihatin vir Elî Þêr û Þêxê re hatibû gotin ku K.Serbest herî dereng di nav 15-20 rojî de dertê derva. Î(E.lacabey.) û L(S.Ayadogmuþ) jî weha li hev kiribûn ku K.Serbest di nav 15 rojan de derê derva lê ku nikaribe jî hin agahî û belgeyan bîþîne.

Dîsa di namê de tê dest nîþan kirin ku roja nameya Î. Gihaþtîye wan M (Mûrad Ciwan) jî hatîyê wê û ew....kes di heman rojê de civîyane û di vi civînê de gîhaþtine encama ku pirsgirêkên di nameyên berê de weha hatine destnîþan kirin;

Þaþî û fêrbûnên þaþ û ciddî ên di awayê xebatê de gîhaþtine konaxeka ku hebûna rêxsitina me bi tevayî tehdît dikin

Bingeha cudatîya îdeolojîk a li ser pêvajoya nû li Tirkîyeyê encamê vê awaya þaþ e û divê di demek kurt bi minaqeþeyan were çareserkirin an na ê zerar bide hemû xebatên me.

Hewcedarîya amadekirina programek berbiçav bo enîyek û hevkarîya hêzên tirkîyeyî û kurdistanî, li gora þert û mercên nû.

Tasfîyekirina þaþîtî û nezelalîyên di peyvendîyên me ên derva û minaqeþekirin û birayardayîna peþniyar û daxwazên peyvendîyên nû.

Berçavderbaskirina hemû xebatên me û amadekirina progarmeka xebatê a li gora þert û mercên nû û bo vê programê nirxandin û biwazîfedarkirina hevalên li vir.

Tesbîta helwesta me di þertên þerderketinê de.

Em gihaþtibûn encama ku ev pirsgirêkên me ên acîl û heyatî êdî di vê konaxê de tenê bi hatina K.Serbest jî nayên çareserkirin û hewcedarî heye KM di demek herî kurt û bi beþdarîya hemû endaman bicive. Me van peþnîyarên xwe pêþkêþî we kiribûn û di heman nameyê de daxwaz kiribû heger di nava 15 rojan de neyê, bo em werin li wê, gazî me bikin.

20 roj piþtî van pêþnîyarîyên me M (Mûrad Ciwan.) û E.Þ .(Elî Þêr) çûn welatê ku qasid li wê bû. Qasid ne li wê bû, M paþde vegerîya, E.Þ. li wê ma. Di encamê de qasid vegerîya û agahîyek þîfaî, ku K.Serbest tê anî. E.Þ. jî vegerîya. Di demeka ku pirsgirêkên me her giran dibin;

Çaresernekirna cudatîya nirxandina cûntayê tesîrek negatîf li xebatên me ên Ewropayê dike.

Hin neyînî û nezelalîyên di peyvendîyên meyî derva gihaþtine konaxekê ku ê zerarek muhîm bidin serxwebûna me ya birêxsitinî, pêþeroja tekoþîna me û prejtîja rêxistinê.

Ji sebebê guhertina mercên Rojhilata Navîn em êdî nikarin sebaban ji nedanîna hin peyvendîyên resmî bi hin rêxsitinan re, bibînin.

Ji bo avakirina enîyekê li Kurdistana Tirkîyeyê çar partî û rêxsitin ji me re jî pêþnîyar anî. Me ragihand ku emê ji sebebê beþadarbûna apoyîyan beþdarî vê xebatê nebin. Apoyî jê hatin dûr xisitin. Em mecbur man ku biryara berdewamkirina peyvendîyên çar alî wergirin. Em mecbur man ku gavên li Ewropayê bo hevkarîyek siyasî û bo temamê Tirkîyeyê htibûn avêtin rawestînin.

Me di civîna ku berîya 20 rojan bi hevalên vir re çêkribû, diyar kiribû ku ê cudatîya fikrî a li ser cûntayê di demek kurt de di dereca KM de piþtî minaqeþeyan bighêje encamekê û emê vê yekê di nava endaman de jî bidin minaqeþe kirin. Me hema hema minaqeþeyên li ser vê yekê qedexe kirîye. Em naxwazin metodeka weha bimehzûr bidomînin.

Hilbijartina hevalên bo vir hatine þandin gellek bêpîvan û ne bi îsabet e. Ev yek ji bo xebatên hundir dibe asteng û zor li þertên meyî vira jî dike. Ev bêpîvanî û bêîsabetî her diçe bo rêxsitina me dibe rîskek.

Þer dest pê kir ji mecburî em mihatabê merca ne.Ev têr nake divê em biryar bidin; emê þer bikin an nekin.

Di vê konaxê de tu rêyeka ku em van pirsgirêkan paþ ve bixin nema ye. Di vê rewþê de an KM di nava 10 rojan de bi pirrayîya pêwist rûdinê û pirsgirêkan çareser dike an jî em endamên KM ên li vir mecbur dibin jibo çareserkirina van pirsgirêkên me li jor destnîþan kir, li ser zerûrîyetê û wek organa fîîlen dixebite, biryar bistînin.

Di bin nameyê de nav û îmze nînin lê bi qasî tê zanîn name ji alîyê Mûrad Ciwan, Lezgîn(Saît Aydogmuþ),Elî Þêr û Þêxê hatiye nivisandin.

Di 11.05.1981ê de sekreterê giþtî K.Serbest bi nameyekê bersîva vê nameyê dide. Di destpêka namê de uslûba namya bo wan hatiye nivisandin û metoda hatiye bikar anîn tê rexne kirin. Gazin tê kirin ku heval di gotin û tevgerîyên xwe de ne hesas in û metodên weha dikare bawerîya wan a bi hev biþkîne. Di vê nameyê de li ser pirsgirêkan jî ev tiþtên jêr hatine nivisandin:

Hevalno,

Me nameya we ji me re nivisandibû girt. Me ew bi hev re xwend û vekoland.

Divê di serî de em vêya destnîþan bikin ku, nameya we nivisandiye ne bi wê pîvana ku kesên bi salan bi hev re tekoþîn dane û rêhevalên hev in , ji hev re binivsînin....

Îro li pêþîya partîya me hin ji wan acîl hin ji wan demdirêj pirsgirêkên divê bên çareserkirin hene. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkên we tenê ne. Pirsgirêkên me hemûya ne. Lê ev bi helwestê weka me di nameyê de nîþan dayîye, bi helwestên ecelê û lihevferzkirinê nayên çareserkirin.....

Di vî beþê nameyê de behsa rewþ û zehmetîyên xebata welat tê kirin û bal tê kiþandin ku þertên ên derva ji ên hevalên hundir negirantir in. Name weha berdewam diek;

Di civîna dawî a ku heval jî tê de beþdar bûn, biryara derketina hemû hevalan nehat girtin. Lê hat qebûl kirin ku hevalê li wan tê gerandin û bixwazin dikarin derkevin derva. Hatina K.Serbest a wê derê jî bo serrastkirina hin peyvendîyan makul hat dîtin. Li gel ku vî hevalî çend caran hewl da jî biser neket. Di heman runiþtinê de 12-ê Îlonê careka din hat nirxandin, tesbîta berê hat rast derîn kirin û biryar hat sitendin ku heman tesbît di organa me ya ragihandinê Pêþengê de careka din bê weþandin. Di vê navê de li gel hiþyarkirina me ya berê A(Armanc) li gora biryarê tevnegerîya û biryar hat sitendin ku bi wasita L cereka din bal bê kiþandin. Mixabin li gel van biryaran jî, berdewamkirina helwesta A yê çewa musmaha dibîne?....

Piþtî van agahîyan li ser pirsgirêkên we behsa wan kirîye:

Divê hewl bê dayin ku siyaseta me ya heta niha li Rojhilata Navîn hatîye meþandin zerar nebîne û weka berê bê meþandin. Ku peyvendîyên nû werin rojevê, divê dema em werin gel hev wan binirxînin û tesbîtan bikin.

Di pirsgirêka ...... jî me heta niha hin tiþtên ku bicîhanîna wan mumkin bûn, bi cîh anî. Lê weka hun jî dizanin me çi wadên ku me nikaribû bi cîh bîne neda. Divê hun ragihînin wan ku emê nekevin bin mukelefîyetên ne li gor derfetên xwe û heger merc rê bidin emê alîkarîya wan bikin.

Ku em werin ser pirsgirêka helwesta hemberî þer; di prensîbên piþtgirîya þoreþgerî û enternasyonalîzmê de ku milîtanek ji rêzê jî dikare biryar bide, bêbiryardarîya we me mat kir. Divê em hertim bi dostên xwe ên li dij emperyalîzm û siyonîmê re di nav piþtgirîyê de bin.

Di derbarê pirsgirêka yekîtîyê de jî hun tecrubeyên meyî dema bohirî dizanin. Hun di wê sewyê de ne ku hun hem vana hem jî guhertinên di nava sala dawî de li be çav bigrin û li wê gorê binirxînin. Di vê derbarê de dîtinên me weha ne: Dixuye ku meylên berê li Kurdistana Tirkîyeyê hebûn û di vê demê de hebûna wan ya siyasî û birêxsitinî li ber bidawîbûnê ye, ji bo armancên xwe ên eþkere û cuda, di nava hewldanên yekîtîyê dene. Çewtîyek e ku bi hin ferdên meylên siyasî ên ku bi her awayî li welat îflas kirine re , di derbarê yekîtîyê de guftûgo bên meþandin. Tu alîkarîya yekîtîyek weha ê ji tekoþîna me ya welat re nebe. Divê em ji dêvla xwîn bidin van meylên weha, þaþitîyên wan ên siyasî ber bi çav bikin û pêvajoya jiholêrabûna wan bi lez bikin. Divê em gazî ferdên li holê mayine bikin; ku tevî Tevgera me ya ku di þertên welat de siyasetek þoreþgerî dimeþîne, bibin. Lazim e siyaseta me a yekîtîyê ev be. Bo yekîtîyên di konaxek pêþketî û þertên guhertî de dema em werin gel hev, em binirxînin.

Ku em werin ser bûyera A yê (Armanc-m.þ.o) ; li ser vê mijarê biryara me heye. Ev dîtin ji bilî hevalê M (Mûrad Ciwan-mþo-) Dîtin û biryara hemû hevlên endamê KM ye. Nabe ku ji alîyê hevalan hatibe jibîr kirin. Rewþ weha ye: Li gel dîtin û biryara KM, tenê hevalê M li gora vê tesbîtê tevnegerîya. Çend caran bala wî hat kiþand lê ew ne li gor tesbîta KM tevgerîya û weþana (A)yê dom kir. Bingeha pirsgirêkê ne ji KM, hevalê M ye. Wazîfa wî ev e ku ew weþanê rawestîne û li gor biryara KM tevbigere.......Piþtî vê konaxê biryarên partîyê nayên minaqeþekirin. Em bi bîra we tînin ku divê heval ji minaqeþeyên weha dûr bisekinin û ne ku mijar weha an wilo ye, wek ku KM tesbît kirîye bê gotin û berpirsiyarî bicîh bên.

Em diyar dikin ku gotinên we ên ‘ muhleta bo civînê, organa fîîlî' li dijî destûrê ne û em werê qebûl dikin ku þaþîyek li ser nehatiye fikirandin e. Em silavan li we hemûyan dikin û di xebatên we de serkevtinê ji we re dixwazin.

Li ser navê Buroya Siyasî: K.Serbest. 11.5.1981

Li ser vê nameya sekreterê giþtî K.serbest, sê endamên KM ên derva di 29.05.1981ê de vê nameya jêr ji endamên hundir re dinivisînin.

Hevalno,

Me nameya we ya bersîva nivîsa me bû, girt.

Di konaxa em tê de derbas dibin, berpirsiyarîyên Tevgera me ên dîrokî li derva û hundir xwe ewqas inyad dikin ku na be çareserîya wan bi hesabê rojan jî bên paþde xsitin. Piþtî ku me dît we bi nameya xwe çi bersîvên çareserîyê bo noqteyên me di nameya xwe de destnîþan kiribû, ne daye, me zarurî dît ku em li ser rewþa tevgera me a îro û watinîyên pêþîya me dîtinên xwe bi tefaurat û bi vê nameyê binivsînin. .....

Di vê beþa nameyê de li ser gilî û gazincên uslûb û metoda ji alîyê wan hatiye bikar anîn tê rawestandin û tê nivisandin ku wan qe di heþê xwe de derbas nekirîye li hemberî hevalên xwe kêm hurmet bin. Name weha dom dike:

Weka tê zanîn tesbîta yekê a li ser 12-ê Îlonê ji alîyê çar endamên Buroya Siyasî(BS) hat kirin. Tesbîta yekê ne KM, BS ku beyî li fikr û dîtinên endamek xwe ê li dervayî welat-M- bipirse kirîye. Dawîyê civîneka ku bang li M., L., Þ. nehatiye kirin, (li gel herdu hevalên dawî li welat bûn jî) pêk hatîye. Di wê civînê de tesbîta BS hatîye minaqeþe kirin. Di vê civînê de þeklê dewletê di pêvajoya nû de hatiye minaqeþekirin lê di vê mijarê de nêrînên hevbeþ derneketîye. Lê endamên beþdar diyar kirin ku tevî tesbîta cûntaya milîtarîst a mêtingeh, dibin.

Di vê navê de hevalê M. Li dervayî welat tesbîta cunta faþîst dike. Hevalê M. beramerî vê rewþa ku du tesbîtên cuda di nava Tevgera me de derketîye, pêþniyarîya ku em rûnên û careka din pirsgirêkê binirxînin, kirîye.

Hevalê L. Jî bi caran vê pêþniyarîyê ji endamên KM ên din re birîye. Paþê ji bo pirsgirêka derketina derva an nederketinê civînek pêk hat. Di vê civînê de jî pêþniyarîya hevalê M. Hatiye dubare kirin û bi sebebê hebûna pirsgirêkên din jî qe ne be bo civînekê pêþniyarîya derketina dervayî welat hat kirin. ... Ji bilî hevalê K.serbest hemû hevalên din pêþniyar maqul dîtin. Lê jiber israra K. Serbest civîna ji xwe di þertên ne ewle dihat meþandin, bê encam bi dawî bû.

Li ser vê civînê jî fikrên cuda hene, Hin endamên KM vê hevdûtinê wek civînekê û hin jî wek sohbetekê dibînin.

Di vê beþê nameyê de behsa bêusûlîya tesbîtê û yekta civîna KM tê kirin û herweha þaþîtîya tesbîta cuntayê tê dest nîþan kirin û weha berdewam dike;

Em werin ser pirsgirêkên din. Heval di nameya xwe de bi þêweyek emirwarî dibêjin, divê li Rojhilata Navîn siyaseta me ya heta îro hatiye meþandin, bê meþandin. ... Me ji we taleb nekir ku divê em siyasetek çewa li Rojhilata Navîn bimeþînin. Di vê mijarê de siyaseta me ji alîyê me jî tê zanîn. Lê wesfa pirsgirêkê hîn cuda ye.

Weka tê zanîn li Rojhilata Navîn heta niha peyvendîyên me yê bi hin rêxsitinên dost û bira hene. Di çarçoveya van peyvendîyan de wan soza bicîhanîna hin kiryaran dane û hin berpirsiyarîyên me jî hene. Em di rewþek weha de ne ku em van peyvendî û berpirsiyarîên xwe careka din binirxînin. Di vê navê de hin pirsgirêk hene ku heta hevalê K.Serbest neyê çareser nabin. Bi serda jî divîya ev pirsgirêkên em qala wan dikin , berîya çar mehan çareser bibûnan.... Rêxistinên dost û bira li benda K.Serbest in. Jiber em di bêjin ha îro ha sibê ê were, hem îtîbara rêxsitina me hem jî a hevalên berpirs zerarê dibîne....

Hun dibêjin ku ‘ peyvendîyên nû werin rojevê, dema em hatin gel hev bipeyivin.' Em dibêjin bi dehan peyvendîyên jibo derengmayîna me ya bêsebeb, ji rojevê ketine û zerar dane Tevgera me, hun hê behsa peyvendîyên ku werin rojevê dikin.

Di berdewamîyê nameyê de behsa hin peyvendîyên bi hin rêxsitinan re tê kirin û tê destnîþan kirin ku jiber ku ew nikarin di derbarê sozên hatine dayin de tiþtek bêjin di rewþek xerab de ne. Ev beþê nameyê weha bidawî dibe:

Divê em di demek herî kurt de bersîva xwe bidin. Di çarçoveya hevkarîyek hevbeþ de an emê li ser esasekî peyvendîyên xwe deynin an emê hevalên xwe ên vê derê paþ de bikþînin....

Hevalno di pirsgirêka þer de,nirxandinên weyî di ser re û wek ku hun di ser gohê xwe re tavêjin ên bi gotinên xweþik wek ‘piþtgirîya þoreþgerî' û ‘berpirsiyarîyên enternasyonalî, hem me xemgîn û hem jî mat kir.

Carekê hun jibîr dikin ku hevalên me ne ji bo ku þer bikin ji wê hatin þandin, di serda jî pirrayîya van însanan kadroyên ku bi salan e hatine cerribandin, kadroyên ku pêdivîya gel û Tevgera me bi wan heye. Ku li vanderan þer bikin û bên kuþtin ê fêda wan ji a eskerî wêdetir nebe. Di serda jî ev însan ne mecbur in li wê bimînin. Lê ji bo Tevgera me dema di cîhên cuda de werin wazîfedar kirin ê fêda wan gellek mezin be.....Heger ku ê þer bê kirin, divê KM vê biryarê bide .Bo vê yekê jî me got ji bo em biryar bidin ka emê þer bikin an na, me pêþniyarîya civînê ji we re anî.

Di vê beþa nameyê de dîtinên di derbarê xebatên yekîtyê ên di nameya ser navê Buroya Siyasî de hatibûn nivisandin tên rexne kirin. Tê destnîþan kirin ku ew dîtin ne li gora siyaseta ku heta niha ji alîyê Tevgerê hatiye meþandin e û taktîkek weha ê Tevgerê me li Rojhilata Navîn ji hêzên pêþverû tecrîd bike. Name weha dom dike:

Hevalno,

Hun jî dizanin ku Tevgera me li hundir û li derva di nava bêîmkanîyetên madî de di perpite. Ev yek jî hema hema xebatên me tîne ber bi rawestandinê. Halbûkî heger hin pirsgirêkên pratîk ên me li jor behsa wan kir hel bibin, ê hin derfetên girîng derên pêþîya me. Divê em destnîþan bikin ku ev derfet ji bilî me li pêþîya tu kesekî nînin û herkes ji bo wan ê her tiþtekî bike....

Hevalno,

Me pirsgirêkên rêxsitina xwe ên ku em li hundir û li derva bi wan rû bi rû ne, ên girîng careka din rêz kir. Wek ku we jî destnîþan kir li hundir jî gellek pirsgirêkên rêxsitina me hene. Lê wek rêxsitinek yekta ku hebûna xwe li hundirê welat paraztîye, di vê pêvajoyê de gellek berpirsiyarîyên nû dikevin ser milên me. Heger ku îro hin rêxsitin belav bûbin, ê kes hesabê bê çima ew di ber berpirsiyarîyên xwe dernektin, ji wan ne pirse. Lê rewþa me qe ne weha ye. Divê di vê pêvajoyê de em karibin çi bikin, wê bikin. Dema em nekin ê hesabê wê pirr giran be.

Di beþên dawîyê de hewcedarîya civîna KM bi caran tê dubare kirin û name weha bi dawî dibe;

...Ev nameya me ya dawî ye. Em di wê bawerîyê de n eku êdî namenivisandin jî wateya xwe wenda dike. Bo vê yekê em di hefetya yekê a Hezîranê de doza civîna KM dikin. Heger di hefta yekê a Hezîranê de civîn pêk neyê ê çareserîya hin pirsgirêkên me li jor behsa wan kir ji holê rabe û tu wateya wê nemîne.

Heger heval di hefteya yekê de neyên; bi misogerî em ..... tên hundirê welat. Hemû rîsk û berpirsiyarî ên we ne......

Di binîya namê de têbinîyek heye ku destnîþna dike, Þêxê jî name xwendîye û bi naveroka nameyê hemfikir û name a van ..... ( Mûrad Ciwan, Elî Þêr, S.Aydogmûþ û Þêxê-mþo-) kesa ye.

Di Pêþenga Çileyê Pêþîn a 1982 de tê ragihandin ku endamek KM namê birîye hundirê welat, di 13-ê Hezîranê de vegerîyaye û jê re bi devkî hatiye gotin ku ewê ji bo civînê dernekevin dervayî welat.

Di wê demê de li gel çar endamên KM nêzî 70 kadro û endamên partîyê jî li Lubnanê bûn. Divê bê gotin ku þert û merc giran bûn, þer hebû û me bixwasta an nexwasta em bi awayekî di nav þer de bûn. Ne zelalîya siyaseta partîyê jî dibû sebebê nerazîbûnan lê endamên KM minqeþeyên pirsgirêkên nava partîyê qedexe kiribûn. Ên minaqeþe dikirin ev yek ne eþker dikirin.

Piþtî em gîhaþtin Lubnanê di Adara 1981ê de civînek fireh pêk hat lê di vê civînê de tenê agahdarî hatin dayîn, pirsgirêk minaqeþe nebûn. Piþtî van nameyan di 19-20 ê Hezîranê de civînek ku yek du endam ne têde bi beþdarîya hemû endamên KM û endamên li Lubnanê bûn pêk hat. Di vê civînê de van nameyên ku li jor behsa wan tê kirin û herduyên berê hatibûn nivisandin ji me re hatin xwendin û herkesî di derbarê pirsgirêkên Tevgerê de dîtinên xwe got. Di encamê de ji bilî çar endamên KM, kadro û endaman nameyek ji hemû endamên KM re nivisand. Di vê nameyê de pirsgirêkên nava partîyê tên destnîþan kirin û bal tê kiþandin ku berdewamîya vê pêvajoyê partîyê ber bi kirîzekê de dibe. Di vê namê de jî doz tê kirin ku KM di di demek herî kurt de bicive.

Kadroyekî li ser navê hemû beþdarana di 25-ê Hezîranê de ev name bir hundirê welat û ev heval di 22-ê Tîrmehê de vegerîya. Li gora agahîyên vî hevalî name ji alîyê hemû endamên KM hatibû xwendin. Wê demê li hundirê welat çar endamên KM ên faal hene.( A.Karli, E.Alacabey, E.Jiyan û K.Serbest) Tê zanîn ku nedamek din jî heye lê li gora agahîyan peyvendî di navbera wî û KM de piþtî 12-ê Îlonê qut bûne. Ji bilî K.Serbest hevalên din radigihînin ku ew ê di nava mehekê de derkevin dervayî welat.

Piþtî van agahîyan hêvîya ku ê civîna KM pêk bê û pirsgirêkên di nav partîyê de hene, bi selametî werin çareserkirin, bi me re zêde bû.

Di ser vegera qasidê me þeþ meh derbas dibin. Di nava van þeþ mehan de qasid derin û tên, du endamên KM ên dervayî welat jî derin hundir û vedigerin, muhlet tê dayîn. Lê tê zanîn ku civîneka KM a ku hemû endamên KM beþdar in careka din pêk nayê. Divê navê de pirsgirêkek dinê di nav endamên KM de dertê ku ew jî taînkirina komîteyek binîya merkezê û bê biryara KM ye. Li gora agahîyan ev komîte ji alîyê K.Serbest û A.Karli hatiye damezrandin.

Di Çileyê pêþîn 1981ê de Ji endamên KM ên hundir Ahmet Karlî dertê derva paþê jî E.Jiyan. Li gora agahîyan divîya endamên KM ên din jî bihatanan. Piþtî demekê E.Jiyan paþde vedigere. Li gora agahîyekê ji sebebê hin minaqeþeyên nexweþ lê li gora agahîyek din jî jiber ku gotîye ewê beþdarî civînek ku K.Serbest ne amade be, nebe, vedigere. K.serbest qe dernayê , Î jî piþtî operasyonên li dijî partîyê dest pê dikin dertê.

Di 9-11 Çileya Paþîn a 1982 de KM bi beþdarîya Lezgîn, Mûrad Ciwan, Ahmet Karli (Serdar), Elî Þêr û Þêxê dicive. Ez nizanim ku bo civîna KM ev tarîx berê hatiye tesbît kirin û haya hersê endamên dinê ( K.Serbest, E.Jiyan û E.Alacabey) ji vê tarîxê hebû ye an na. Lê tê zanîn ku endamên KM teqrîben salekê di ber hev dane da ku civînekê li darxin. E .Alacabey di nivisa xwe ya di Tebaxa 1982yan de dinivisîne ku tarîxek bo civîna KM nehatiye tesbît kirin.

Di vê civîna ku K.Serbest bi xwe tê de ne beþdar e, biryara jidestwergirtina hemû wazîfeyên wî tê sitendin. Jiyana K.Serbest a sosyalî û malbatî, rewþa wî ya çînî, xemesarîya wî ya li hemberî pirsgirêkên partîyê û dudilîya wî ya meþandina tekoþînê, di bikaranînê de îstismara selahîyetan wek sebebê vê biryarê tê dest nîþan kirin. Birayar weha ye:

Sekrterê giþtî bi temamî binpêkirina destûrê, têgeha partîya lenînîst dixe bin pîya, ji alîyekî bi pêkanîna selahîyet û berpirsiyarîyên xwe bi þêweyek xerab ji alîyekî xwe bi veþartina li paþ selahîyetên xwe, disîplîna birêxsitinî û illegalîteyê, hewl daye bighêje armancên xwe. Komîteya me ya Merkezî ku vê rewþê bi tevayî bi awayek berbiçav tesbît kirîye biryar dide, ji bilî endamtîya wî ji sekreterîya giþtî û endamtîya KM ezl dike (ji erkê dikþîne), her þêwe erkên wî jê werdigire herweha bi þertê ew li gor biryarên KM tevbigere û faalîyetên xwe yî hemberî partîyê rawestîne, heta kongreya yekê a pêþîya me endamtîya wî bicemidîne û ku li gor þertan tevbigere, dana mafê di kongreyê de xweparaztinê bide wî.

Biryarek weha bo E.Jiyan jî tê wergertin. Dîsa di vê civînê de biryara kongreyê jî tê girtin.

Piþtî vê civînê û van biryaran partî hema hema di nêvî de parçe bû. Sê endamên KM, K.Serbest, E.Jiyan û E.Alacabey civîn nemeþrû û biryar jî wek darbeyekê binav kirin. Partî li ser zemîna ê ku civînê meþrû dibînin û biryaran qebûl dikin û civînê meþrû nabînin û biryara nas nakin, fîîlen bû du parçe.

Di pêvajoya piþtî van biryaran de peyvendîyên KM bi K.Serbest û E.Jiyan re qut dibin. Kadro û endam jî li gora pîvanên xwe helwesta xwe diyar dikin, peyvendîyên gellek kadro û endaman jî bi partîyê re qut dibe.

Divê bê gotin ku hewldanên di vê pêvajoyê de rê li ber parçebûnekê bigrin kêm in û bi sernakevin. Yek ji van hewldanan di nivîsa Î (E.Alacabey) ya ku di 08.08.1982 de hatiye nivisandin tê dîtin. Ev nivîs di Pêþenga Kasim 1982an de hatîye weþandin. Di Pêþengê de tê destnîþan kirin ku nivîs ne ji bo bê weþandin ji wan re hatiye þandin. Tê fam kirin ku bi aweyekî ketîye destê redaksiyonê. Di pratîkê de bo pêk anîna van dîtin û plana tê pêþkêþkirin çi hatiye kirin û bê dîtinên wî ên þexsî an ên wî û hin kesê dinê ne nizanim, lê hewldanek balkêþ e.

Î di vi gotarê de behsa pêvajoya piþtî 12-ê Îlonê, pirsgirêkên nava partîyê, peyvendîyên navbera endamên KM dike û dibêje xetayên ên hundir û derva rêxistin kir duserî. Dema Î behsa yekta civîna KM a piþtî 12-ê Îlonê dike diyar dike ku wan biryara rawestandina Armancê û bo bicîhanîna derketina sekreterê giþtî jî biryar wergirtîye. Î di vê nivîsekê de dest nîþan dike ku wî heta kongreyê planek ji pênc merhalan pêk dihat pêþkêþ kirîye. Di vê gotarê de ev plan û merhale weha tên binav kirin:

• Pêkanîna derdorek bibawerî û merhala bawrîdayînê bo rêxsitin û endamên rêxsitinê.

• Tesbîta metoda Komsiyona Amedekarîyên Kongreyê û metodên amadekarîyên Kongreyê

• Merhala minaqeþeya bo ronîkirina cudatî û wekhevîyên me

• Merhala berîya pêkanîna Kongreyê

• Pêkanîna Kongreyê

Î di vê gotarê de xalên plana xwe îzah dike. Î di merhala yekê de dinivisîne;

Me destnîþan kiribû ku em naxwazin minaqeþe bikin bê biryarên darbê ên 9-11-ê Çileyê Paþîn di zemînek meþrû hatine wergirtin û biryar meþrû ne an na, lê ji bo yekîtîya partîyê bipaþdaxistina minaqeþeya meþrûyetê heta kongreyê rast didît...

Ji nivîsa Mûrad Ciwan a ku di heman Pêþengê de wek bersîva gotara Î yî hatiye weþandin, tê fam kirin ku di navbera herdu alîyan de di vê mijarê de hevdûdîtin pêk hatine. M.Ciwan destnîþan dike ku Î bi KM re ketîye nav peyvendîyê û doza hevdûdîtinê li wan kirîye. M.Ciwan dibêje hin þertên KM hebûne û weha dinivisîne:

KM ragihand ku ew bi þertekê amade ye li ser hemû pirsgirêkên partîyî bi wan re gotûbêj bike, ev jî - fikrên wan ê derbarê biryaran çi dibe bira bibe-meþrû qebûlkirin û bicîhanîna biryarên Çileyê Paþîn (9-11) bû....

M.Ciwan di berdewamîya nivisa xwe de dinivisîne; ku Î gotîye helwesteka wî ya weha nîne û ku hebûna ewê bi wan re neketa nava peyvendîyê, lê Î piþtî çend rojan dîtinên xwe dugherîne û meþrûyeta biryarên Çileyê Paþîn tîne rojevê.

Em di vê nivîsê de têdighêjin ku peyvendîyên herdu alîyan piþtî Adara 1982 qut dibin. Piþtî Adarê ji KM heta rêxsitina herî nizm di nava partîyê de dubendî heye. KM grûba sekreterê giþtî bi oportunîstî û teslîmîyetê îtham dike. Heta ne tenê ew komîta partîyê a Swêdê ku biryarên 9-11-ê Çileyê Paþîn nas nake û van biryaran wek darbê bi nav dike, tesbîta ku di civîna 1980yî de hatiye pejirandin jî weha dinirxîne: tesbîta dîktaya leþkerî a mêtingeh, xwe derdestîkirina cuntayê ye.

Ev pêvajo bi civandina kongreyê bi dawî bû. Di sibat-Adara 1983yan de kongre civîya. Lazim e bêgotin ji endamên KM ê xwedîyê biryarên 9-11-ê Çileyê Paþîn Ahmet Karlî beþdarî kongereyê nebû. Ji endamên KM K.Serbet, E.Jiyan û Î(E.Alacabey),kadro û endamên ku biryar meþrû nedîtin an nas nekirin jî beþdarî kongreyê nebûn. Kongreyê xwe kongreya KÎPê û meþrû dit, biryarên 9-11-ê Çileyê Paþîn pejirand. Di kongrê de nav hat guhertin û bû PPKK(Partîya Pêþeng a Karkerî Kurdistan) . Ên ku beþdarî kongreyê nebûn xebatên xwe bi navê KÎPê berdewam kir.

Di name û gotaran de bi zelalî tê dîtin ku herdu alî, kadro û endamên partîyê hebûna pirsgirêkên nava partîyê qebûl dikin. Bi qenaeta min di vê pêvajoyê parçebûnê de, ne cudatîya binavkirina cûntayê, lê helwestên nirxandina pirsgirêk û hewldanên bo çareserkirin an neçareserkirina wan, bawerî an bêbawerîya bi xebat û tekoþîna birêxsitinî, taînker in.

Helbet di derbarê nerdeketina derva a sekreterê giþtî hin îddîa hene. Belkî sebebê nederketina wî ên maqul jî hebin, lê zehmet e em tê bighêjin bê bo çi sekreterê giþtî li gel ewqas alozîyên nava partîyê û daxwaza cîvîna KM, civînek KM li hundirê welat li darnexist û gazî endamên derva nekir.

Di encamê de Tevgera Demokratên Þoreþger li ber çavên me hemûyan parçebû û deh mêr û jinên pîyê xwe li erdê xista û bigota em vê yekê qebûl nakin, di nava me de derneketin. Weka ku her yek ji me bi encamê qaîl bû, parçebûn li gora dilê her yekî ji me bû.

Çend îtîraz û hin têbinî li ser nameyan

Divê bê zanîn ku min ji bo vê mijarê hazirîyek dûr û dirêj nekiribû. Belge jî kêm bûn. Piþtî bangên ku DDKDê û bi vê minasebetê jî Tevgera Demokratên Þoreþger xiste rojevê, di sohbetên me çend hevalan de me her behs dikir ku divê li ser vê mijarê bê nivisandin.

Helbet tu jî û herkesê elaqedar meraq dike bê paþê çi bû.

Di doznameya yekê a DDKDê ku ji alîyê dozgerîya makemeya eskerî a îdara orfî a Diyarbekirê hatiye amade kirin hinek ji wan girtî navê 70 kesî derbas dibe. Dozname di 17-ê Îlona 1980 de hatiye nivisandin. Kesên tên mahkeme kirin berpirsên DDKDê ên navendî ê herêman û endamên DDKDê, berpirsê kovara Devrimci Demokrat Gençlikê, Medenî Marþîl û xwedîyê kovara Jîna Nû Mehmet Ece ne. Dîsa di vê doznameyê de navê hin berpirsên DDKDê û hin endamên wê 33 kesên din jî heye ku dosya wan hatiye veqetandin.

Li gora agahî û îddîayên doznamê haya mahkemê ji hebûna KÎPê nîne û kesên tên tawanbar kirin bi xwebatên DDKDê û ê ji berpirsarîya ragihandinê jî tên mahkeme kirin bi naveroka kovaran tên tawanbar kirin. Li gel ku tê îddîa kirin ku endamek KM ê kevn (berîya 12-ê Îlonê ji partîye veqetîyaye û bi qasî tê zanîn bi siyasetê mijûl nebûye) di girtina xwe ya piþtî darbeya eskerî li ser hebûna partîyê û biriveberîya wê tiþtê dizane ji polîs re gotîye jî navê partîyê û peyvendîyên wê bi DDKDê re di doznameya duduyan a ku di sala 1984an de dîsa ji alîyê dozgerîya makemeya eskerî hatiye amade kirin, derbas dibe. Bi vê doznamê doz dibe doza KÎP-DDKDê.

Bahattin Yilmaz ku damezrênêrê DDKDê bû di 23.04.1980yî de li Erzeromê bi destûr û programa partîyê tê girtin. Bahattin dibêje wî ev belge li erdê dîtîye û ji meraqê rahiþtîye wan. Di eþkencê de jî tiþtekî jê dernaxin. Di doza KÎP-DDKDê de tê destnîþan kirin ku ev herdu belge wek destûr û programa PKKa apoyîyan hatiye qebûl kirin. Þandeya mahkemê gazin dike ku çima polîs li gel ku zanibûye Bahattin Yilmaz damezrênerê DDKDê û serokê DYOKDa( Komela xwendekarên Xwendegehên bilind ên Diyarbekirê) ku nêzî DDKDê bû, serê xwe neêþandiye û li peyvendîyên navbera van belge û DDKDê negerîyaye.

Di 16.02.1982 de Mehmet Þuayip Malgîr ê ku endamê partîyê û berpirsek DDKDa Cizîrê ye tevî biryarên Komîteya Merkezî ên 9-11 Çileyê Paþîn 1982, dema ji Cizîrê tê Amedê, li Amedê tê girtin. Malgîr di îfadeya xwe de dibêje wî ev belge ji Saît Aydogmuþ û Þexê Cibran wergirtîye û wî yê li Diyarbekirê ev belge dîsa teslîmî wan bikira.

Di 06.04.1982 de Nazmî Balkaþ (Soro) dema ji Anqereyê tê Amedê tê girtin. Soro di 08.04.1982 de îfade daye.

Roja girtina (O.Çetîn di îfadeya xwe ya ba polîs de dibêje: dema ew pê hesîya ye ku polîs lê digere, bi xwe çûye teslîmî hêzên ewlekarîyê bûye) sekreterê giþtî lê ezilkirî, Omer Çetin ne diyar e, lê îfadeya wî di 20.05.1982 de hatîye wergirtin.

Necmettin Buyukkaya di 15.04.1982 de li mala xwe tê girtin li diyarede destnîþan dikin ku ew hatiye taqîb kirin û îfada wî di 15.06.1982 de hatiye sitendin.

Carek piþtî van girtinan û carek jî piþtî Kongereya Pêþengê du oparsayonên mezin li hemberî Tevgera Demokratên Þoreþger hatine li dar xistin ku piþt lê þikandine.

Piþtî Kongreya Pêþengê ya Sibat-Adara 1983yan kar û xebatên Tevgerê di du kanalên cuda de dom kirin. Xebatên KÎPê heta kengî dom kir, kengî û bi çi awayî bi dawî bû nizanim. Divê bê qebûl kirin ku di vê derbarê de gotin bi min nakeve, a rast ev e ku hevalên di nava KÎPê de xebatên xwe domandin vê pirsgirêkê zelal bikin.

Li gel birêvebir û kadroyên Pêþengê, KÎPê û birêvebirîya wê bi teslîmîyetê sucdar û cudayetîya mezin a navbera herdu meylan, îrada meþandina tekoþînê binav dikir, piþtî operasyona duyem hemû kadroyên xwe ên bikêrhatî derxist dervayî welat. Ne piþtî demek dirêj di pratîkê de ferqek mezin di navbera Pêþeng û KÎPê de nema. Xebatên Pêþengê li hundirê welat hema hema rawestîyan, rêxsitinên partîyê pûç bûn.

Ev yek di nava endam û kadroyên Pêþengê de bû sebebê nerazîbûnê û di nîveka sala 1985an de di nava partîyê de minaqeþeyek dest pê kir.

Pêþengê piþtî van minaqeþeyan di destpêka sala 1986an de Konferansek li dervayî welat civand. Di vê Konferansê de biryar hat wergirtin ku hin kadroyên li dervayî welat bo xebatê vegerin welat. Di havîna 1986an de grûbek biçûk vegerîya û li hundirê welat li gora þertan dest bi xebatê kir.

Pêvajoya xwejinûdeorganîzekirin, weþana Medya Guneþî , carek din xebata birêxsitinî teqabulî vê demê dike. Dê vê demê de Pêþengê li dervayî welat bi berdewamkirina Armanc û Pêþeng Bo Þoreþ û li welêt jî bi derxistina Medya Guneþî di warê ragihandinê de di wê rewþa ku dengê Tevgera kurdî hatibû birîn, de rolek girîng leyîst û di xebata bi rêxistinî de jî gavên erênî avêt.

Lê di havîna 1988an de di nava pêþengê de arîþeyek din derket û tevî du endamên Komîteya Merkezî Saîd Aydogmuþ û Omer Tuku pirranîya rêxistina Almanyayê ji partîyê veqetîyan.

Di sala 1992 de PPKK(Pêþeng) (Partiya Pêþeng a Karkerî Kurdistanê), KUK/SE (Rizgarîxwazên Netweyî ên Kurdistanê/baska sosyalîst) û KAK (Komeleya Azadîya Kurdistan ku ji alîyê Necmeddîn Buyukkaya hatibû damezrandin) bûn yek û YEKBÛN (Partiya Yekbûyî ya Gelê Kurdistanê) hat damezirandin. Di sala 1996an de jî YEKBÛNê wek damezrênerê PYSKê (Partiya Yekîtiya Sosyalist a Kurdistanê) dawî li jiyana xwe ya siyasî anî. Piþtî ku PYSK di sala 1998an de fesih bû grûbek ji Demokratên Þoreþger ku heta pêvajoya PYSKê bi hev re meþiyabûn, PADEK (Platforma/Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê) ava kir. PADEK hê jî resmen heye.

Çend têbinî li ser nameyan

Divê bê zanîn ku min ji bo vê mijarê hazirîyek dûr û dirêj nekiribû. Piþtî banga Osman Aydin û M.Alî Yildirim ku DDKD û bi vê minasebetê jî Tevgera Demokratên Þoreþger xiste rojevê. Di sohbetên me çend hevalan de me her behs dikir ku divê li ser vê mijarê bê nivisandin. Dîsa piþtî banga hin birêvebir û damezrênerên DDKDê, mumkin e hin kesên din jî lê ên ku ez ji wan haydar im, serokê kevn ê DDKDê Paþa Uzun , kevnesekreterê giþtî ê DDKDê Erdem Gencan û kevnemuhasibê giþtî ê DDKDê Nezîr Çetîn bi nivîskî doz kir ku divê ev pêvajoya bohirî were minaqeþe kirin.

Herhal min bi hêvîya ku ê hin hevalên din jî bîr û ramanên xwe binivsînin bi îmkanên bihidûd bêyî hesabekî dest bi nivisandina vê mijarê kir. Helbet ez zanim ku ez ne dîroknas im, ji alîyê metodîk ê gelek kêmasî hebûna, þaþî, kêmasî, zêdeyî mumkin in. Lê bo ez heta ku mumkin be, objektîf bim, min bi xwe re þerek mezin kir. Tirsa minî mezin ew bû ku hevalek ji min re bêje tu neobjektîf î.

Berîya weþandina nameyan û piþtî weþana wan jî peyvendîyên min û gelek hevalên þahidên pêvajoyê, aktorên pêvajoyê bû ne, çêbûn. Min pirr caran name berîya werin weþandin ji kesên elaqedar re diþand. Lê rastî ev bû ku ji bilî du-sê hevalan tu kesî bala min nekiþand, pirê caran an min qet bersîv wernedigit an jî tenê çend gotinên xweþ.

Hevalê min/me Vîldan Tanrikulu bêyî daxwaza min, bi riza xwe nameyan wergerand tirkî. Bo vê jesta wî jê re sipas dikim; mala wî ava. Nameya pêþî wî rast rast ji Kurdinfo yê girtîbû paþê wergerandibû. Namyên din ji bo peryod dirêj nebe, min pêþîyê jê re teqrîben piþtî heftekê jî bêyî ez li benda wergerê bisekinm, ji Kurdinfoyê re diþand.

Divîya min nameya 7.an berîya weþanê ji Eyub Alacabey re biþanda.Min gelek pirs jê kiribûn û wî jî bersîva min da bû. Lê bersîvnedan an jî kêmeleqaya hin hevalên ku heta wê rojê min name ji wan re þandibûn, cesareta min þikand. Hêvî dikim ku Eyub Alacabey li min bibohire.

Lazim e ez, kêm bin jî behsa balkiþandin, û îtîrazên derheqê van gotaran jî bikim.

Osman Aydin bi israr roja damezrandina PDKa Dr.Þivan 29-ê Hezîran ê dide. Dibêje ew roj roja bidarvekirina Þêx Seîd û hevalên wî ye û wan bi zanebûn bo roja damezrandina partîyê ew roj hilbijartîye.

Kevnesekreterê giþtî ê Tevgerê Omer Çetîn di hevdûdîtina me ye piþtî belavkirina nameyan de di çend noqteyan de îtîrazên xwe gotin. Yek ji wan ew bû ku ew beþdarî civîna Wanê nebûye. Di derbarên nameyên di navbera endamên Komîteya Merkezî de jî îtirazek Omer Çetîn ev bû ku wî tenê namyek nivisandiye ew jî ji Mûrad Ciwan re hatiye nivisandin . O.Çetîn di der heqê nameya di 11.05.1981 de li ser navê wî hatiye nivisand dibêje, haya wî ji nameyek weha nîne.

Îtîrazên heta niha ji min re hatine gotin ev in. Divê bê destnîþankirin ku piþtî min dest bi nîvîsa nameyan kir ez pêhesîyam ku hevalên îro di nava hewldanên biserhevanîna kevneþopa Tevgera Demokratên Þoreþger de ne, komisyonek ava kirine ku li ser dîroka vê tevgerê lê bikole.. Ez jî dizanim ev tiþtên heta niha hatine nivisandin bersîva hemû pirsan nadin. Madem Komisyonek hatiye damezirandin êdî bi vê gotarê dawî li nameyan tînim. Heger pêwist bibînim belkî di çarçoveyek din de bîr û ramanên xwe ên þexsî û helwesta xwe binivsînim.

Hêvî dikim ku tiþtên hatine nivisandin dilê tu kesî neþikandibe û heger lêvegerîn û minaqeþeyek li ser dîroka me bê kirin, bibin zemînek pozîtîf.

2006




 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 


 NÛÇEYÊN DAWÎ

Gazeteler Öcalan´ýn tüm Türkiye´ye yaptýðý çaðrýyý menþetlerine taþýdý
08:53   22/3/2013
 Diyarbakýr´daki Nevruz kutlamalarýnda Abdullah Öcalan´ýn "Artýk silahlar sussun, fikirler ve siyasetler konuþsun" çaðrýsý gazetelerde geniþ yer buldu
Newroz Pîroz be!
21:04   21/3/2013
 Siverek Newroz Nostaljisi
Öcalan: "Bizi bölmek ve çatýþtýrmak isteyenlere karþý bütünleþeceðiz"
20:27   21/3/2013
 PKK lideri Öcalan’ýn BDP tarafýndan 21.03.2013 te Diayrbekir’de düzenlenen Newroz mitinginde okunan mesajýnýn tam metni
Li Navenda Kurdî ya Siwêregê pîrozbahîya 8ê Adarê...
17:01   10/3/2013
 8ê Adarê roja jinên kedkar û jinên kurd
Sene 1921: Koçgiri isyaný, Aliþer ve Zarife
11:49   10/3/2013
 Hareketin fikri önderi ise KTC üyesi olan Baytar Nuri Dersimi’ydi.
Mir Bedirxan Üzerine Düþünceler
11:46   10/3/2013
 1839 da, Nizip’de meydana gelen, Ýbrahim Paþa-Osmanlý-Savaþý çok önemli bir dönüm noktasý olmuþtur.
´Petrol Kürtlere baðýmsýzlýk getirecek´
17:31   8/3/2013
 Ýngiliz Independent Gazetesi, petrolün Iraklý Kürtlere baðýmsýzlýk vereceðini savundu
DTK dan DDKD ye Ziyaret
16:25   7/3/2013
 DTK Eþbaþkanlarý Aysel Tuðluk ve Ahmet Türk, DTK Daimi Meclis üyesi Seydi Fýrat, Amed´de bulunan DDKD, KADEP, ÖSP, Azadi Ýnisiyatifi ve HAK-PAR´a sürece iliþkin bilgi alýþveriþinde bulunmak ve sürece katkýlarýný istemek amacýyla ziyaret gerçekleþtirdi.
Çaycidan al haberi
14:36   7/3/2013
 Çay ocaðýný ona býraktýðýmda elinde kalýn bi dosya vardý, okuyup gülüyordu.
”Kosova için iþleyen mekanizmalar, ne Filistinliler ne Kürtler için iþliyor”
14:34   6/3/2013
 Ortadoðu´da iþler hak ve sorumluluklar üzerinden deðil, hibe ve sadakat üzerinden yürüyor
´Kürdistan bugün Türk milliyetçiliðinin iþgali altýndadýr´
20:54   4/3/2013
 Kürt sorunu, Kürdistan’nýn Kemalizm tarafýndan sömürgeleþtirilmesi sorunudur