Arþiv

  zinarexamo@hotmail.com

Bîranîna þehîdekî hêja

Berî nuha bi 30 salî, di 11-ê meha çileyê(11/1-77) sala 1977-an da têkoþer û kurdperwerê hêja û bêtirs Ahmed Soken li Erzeromê ji alî faþîstên qatil û destbixwîn ve bi hawakî bêbext hat þehîdkirin.

 

Ahmed Soken li Erzeromê xwendevanê Zanîngeha Zîraetê bû. Ez bawer dikim sala wî ya duduyan bû. Di wan salan da him Erzerom wek bajar û him jî hemû zanîgehên wê di destê faþîstan de bûn. Faþîstan wek îro, wê demê jî li Erzeromê bi alîkarî û piþtgiriya hêzên dewletê li hember xwendevanên kurd, pêþverû û demokrat terorek mezin dimeþandin. Roj tunebû ku yek birîndar nekirana ya jî nekuþtina.

 

Di wan rojan da xwendina li Erzeromê cesareteke mezin dixwest. Ahmed, ev rewþa Erzeromê ya tahlûke baþ dizanîbû lê dîsa jî çavên xwe ji terora faþîstan nekuta û qeyda xwe li Zanîngeha Zîraetê çêkir. Heger çewt di bîra min da nema be, ji Wêranþarê du hevalên din jî, gorbuhiþtê Mustafa Goren û Mehmet Yurt jî bi Ahmed ra di eynî zanîngehê da xwendevan bûn. Ev herdu heval jî hevalên me yên DDKD-ê bûn.

 

Mustefayê gorbuhiþt çend sal berê di þerekî malkambax yê eþîrtî da li Amedê ji alî merivekî xwe yê kêmaqil ve hat þehîdkirin. Ez li vir, bi hurmet û bi dilþewatiyeke mezin vî hevalê xwe yê ezîz û kurdperwerê hêja bi bîr tînim.

 

Ahmed Soken yek ji þehîdên DDKD-ê yê pêþî ye

Wek min li jor jî got, wê demê Erzerom bajarekî ku faþîst lê xurt bûn. Di zanîngehan da her roj þer û pevçûn bû. Rojekê berî þehîdbûna Ahmed, faþîtan dîsa hevalekî wî yê malê birîndar kiribûn. Xortê birîndar ya ji grûba Dev Yol-ê ya jî ji Dev Sol-ê bû. Ahmed çûbû serdana vî hevalê xwe yê birîndar. Piþtî serdanê, sê çar faþîst, di hundur nexweþxaneyê da ji para bi kêran êrîþî Ahmed kiribûn. Birînên wî giran bûn. Li gel ku cîyê bûyerê hundurê nexeþxanê bû û loma jî tuxtoran tavilê midaxele kiribûn jî lê ji ber ku bêhay û ji par ra lêxistibûn û birînên wî jî pir xedar bûn loma jî Ahmed xelas nebû û þehîd ket.

 

Bûyerên bi rê da

Bi bihîstina xebera þehîdketina Ahmed ra birayê wî yê mezin Mihemed tavilê çû Erzeromê. Mihemed û gelek xortên din bi otobozekê cenaze dianîn Wêranþarê. Bi rê da, li ser pira Dêrsimê ya li ser riya Xarpêtê gelek xwendevanên ji dibistanên Dêrsimê ji bo ku demeke kin konvoya cenaze rawestînin û faþîstan û cînayetên wan protesto bikin derketibûn ser riya konvoya cenaze. Lê hêzên ewlekariyê, pûlis û leþkeran cenaze nedan û girse gulebaran kirin. Di vê êrîþa leþker û pûlisan da jî gelek kes birîndar bûn û ez bawer dikm xoretek jî hat kuþtin.

 

Rewþ û haziriyên berî cenaze

Berî cenaze were Wêranþarê me wek grûba “Þivancîyan” hemû haziriyên xwe kiribûn. Wê demê hîn DDKD resmî nehatibû avakirin. Lê li Wêranþarê komeleyek me hebû. Her çiqas ji grûbên din jî çend xort endamên komeleyên bû jî, lê îdare û piraniya endamên komelê heval û dilsozên me bûn. Ez di komîta partiyê ya wîleyeta Ruhayê û berpirsiyarê Wêranþarê bûm. Ahmet jî yek ji hevalê me yê destpêkê bû. Me yê cenazeyê hevalê xwe bi rengekî ku layiqî wî bû rakira.


Wê demê li Wêranþarê bêyî me Kawa û çend kes jî ji grûba TÎKO hebûn. Apocî hîn ne bûbûn hêz. Yekî Wêranþarê li Dêrsimê dixwend, ew bûbû dilsozê wan. Bi riya wî hin xebatên wan hebûn. Kesên wek Mistefa Gezgor û hinên din dû ra bûn hevalên wan. Wekî din jî tu grûp li Wêranþarê tunebû. Lê ev grubên hebûn jî hemû biçûk bûn, her yek çend kes bûn, grûba herî bi hêz em bûn. Ji xwe hîn destpêka beydabûna grûban bû.

Her çiqas Ahmed hevalê me bû jî lê hevalên ji grûbên din jî xwestin di rojeke wiha da beþdarî merasima cenaze bibin û vê cînayeta faþîstan protesto bikin. Him ji bo ku di cenaze da teþxele dernekeve û him jî wek daxwaz ne tiþtekî çewt bû, loma jî me ev daxwaza grûbên din qebûl kir.

 

Ez bi berpirsiyarê TÎKO û Kawa-yê ra rûniþtim. Li ser nave grûba me ez, li ser navê TÎKO-yê Seydo Aslandag û li ser navê Kawa-yê jî Reþît Delek bû. Me li ser hemû tekstên ku ewê li ser bandrolan werin nivîsîn û slaoganên/þîarên ku ewê werin qîrîn li hev kir. Ji biryarên me yek jî ew bû ku li dijî Sovyet û Çîn-ê ew ê tu bandrol neyên hildan û tu slogan jî neyên qîrîn. Wê demê sebebê dijminatî û þerê di nabêna hêzên kurdan da hema hema tenê ev mesele bû. Yanî mesela Çîn û Sovyet bû. Û nave vê kêmaqiliyê jî þerê “îdeolojîk” bû (!)

 

Wêranþar hatibû îþxalkirin

Berî hatina cenaze heger ne bi hezaran bû, bi sedan leþker û pûlis ji Ruhayê hatibûn û Wêranþarê û bajar îþxal kiribûn. Dema me cenaze ji mal rakir û berê xwe da goristana ku ewê lê were veþartin çarhawêlî me ji alî leþker û pûlisan ve

hatibû rapêçan. Ne tenê der û dora me, ser hemû dikan û xaniyên li ser riya me jî tije leþkerên çekdar bûn. Wek ku bajar ji alî hêzeke dijmin ve hatibe dagîrkirin. Leþkeran devên lûleyên tivingên xwe kiribûn sîngên me.

 

Û sûcê me jî tenê rakirina cenazeyekî bû.Cenazeyê xortekî wek tak rihan ku bi hawakî bêbext û bêûjdan ji alî faþîstan ve hatibû þehîdkirin…

 

Bûyerên dema rakirina cenaze

Me cenaze ji mal rakir. Heta nîvê rê, tu gelþ derneket, wek ku me li hev kiribû dihat îdarekirin. Lê di nîvê rê da ji grûba Kawa Piþo Ahmedê Swêregî slogana li dijî Sovyetê diqîre, “ dibêje bimre emperyalîma Sovyetê”! Li ser vê hevalekî me( Bîlal Çepîk) biryara me ya miþterek bi bîrê tîne û dibêje vê sloganê neqîre. Piþo Ahmet ji vê midaxeleya hevalê me aciz dibe û bi mûþtaya di destê xwe da(mûþta berê di destan da bûye. Hesinekî wek lepikan e, meriv dixe tiliyên xwe) li devê Bîlal dixe û sê çar diranên wî yên pêþiyê diþkîne.

Qelebalix seriyek hebû, seriyek tunebû. Em nêzî goristanê bûbûn Bîlal û çend hevalên din hatin ba min, gotin hal mesele wiha ye, emê herin lêxin. Min got nuha rawestin, piþtî belavbûna çenaze herin hesabê vê kirina wî jê bipirsin. Ji ber ku bi teqînekê ra bi dehan insane dikanîbûn bihatana kuþtin. Dora goristanê jî ji alî leþkeran ve hatibû rapêçan. Erê tiþtê Ahmet û hevalekî wî (nuha navê wî nayê bîra min) kiribû bêexlaqî û provakasyoneke bû lê dibê em jî nebûna sebebê bûyerên hîn mezintir. Leþker ji xwe li maneyê digeriyan, bi rehetî dikanîbûn li me bireþandina û bigatana wan berra hev daye û hwd.

 

Hevalên Swêregê jî tevî bûyerê dibin

Helbet ji bajarên din jî gelek kes, him hevalên me û him hevalên grûbên din hatibûn rakirina cenaze. Loma jî qelebalixek mezin çêbûbû. Di vê nabênê da hevalên me yên Swêregî jî buyera birîndariya Bîlal bihîstin. Hin hevalên berpirsiyar gotin hûn dest nedinê, emê vî hesabî jê bipirsin. Bi qasî ku tê bîra min hevalên me yê swêregî li çarriya ku wasite jê radibûn, berî ku wasita grûba Kawa bi rê keta xwe gîhandin wan. Di nabêna hevalên me û hevalên Kawacî da þer û pevçûnek biçûk derket.Rahmetiyê Ferît Ûzûn jî wek serokekî Kawa li Piþo Ahmet xwedî derket û ew parast. Paþa Ûzûn di kitêba xwe ya bi navê ”Xalê min Ferît Ûzûn” da qala vê bûyerê dike. Lê bûyer zêde mezin nebû.

 

Qatil hatin girtin

Piþtî þehîdbûna Ahmed ji qatilan du heb hatibûn girtin. Navê yekî Ahmet bû ji qeza Edenê, ji Kozanê bû. Paþnavê wî nayê bîra min. Navê yê din jî Çetîn Bozkurt bû. Çetîn Bozkurt ji Dîlokê(Entabê), ji qeza Îslahiyê bû.


Mahkima wan li Erzeromê demekê dom kir. Birayê Ahmed, Mihemed tim diçû mahkimê. Dema mahkime hat sefha biryarê ji ber tunebûna ewlekariyê ji Erzeromê rakirin Balikesîrê . Li Balikesîrê ewê biryar bihata dayin, ya ewê berat bibûna, ya jî ceza bixwarana.


Mihemed xwest ku ez û wî bi hev ra herin Balikesîrê û beþdarî mahkimê bibin. Min daxwaza wî qebûl kir û em rabûn çûn Balikesîrê. Tarîx nuha baþ nayê bîra min, lê ez bawer dikim payiza 1978-an bû.


Mihemed ji abûqatê xwe yê li Erzeromê navê abûqatekî ji partiya CHP-ê girtibû, gotibû merivekî baþ e. Heta ez ne þaþ bim nameyek jî jê ra þandibû. Welhasil berî mahkimê bi du rojan em çûn Balikesîrê. Me çû ew abûqata( Turgut Înal ) dît û ew wek wekîl tayin kir. Turgut Înal wê demê serokê Baroya Balikesîrê bû. Me hêzan faþîstan jê pirsî. Mêrik got, weleh li vir faþîst xurt in, heger kesekî we tunebe xerab e. Em rabûn çûn komela mamoteyan(TOB-DERê). Me rewþ ji berpirsiyarên TOB-DERê ra got û ji wan alîkarî xwest. Me xwest ew jî bi me ra werin mahkimê û piþtî mahkimê jî me tenê nehêlin. Camêran gotin, wele tu hêzeke me ya ku em kanibin we li hember faþîtan biparêzin tuneye û tu kes jî newêre bi were were mahkimê. Bi vî hawî hêviya me ji wan jî qut bû. Me kortika hustiyê xwe xurand û em rabûn.

 

Em ji mahkimê reviyan

Roja din em herdu tenê çûn mahkimê. Hakim piþtî ku fêr bû ez û Mihemed kî ne, ji Mihemed pirsî got, tu ji van kesan çi dixwazî, giliyê te çi ye? Mihemed got, vana birayê min kuþtune û ez dixwazim hûn wan ceza bikin. Piþtî girtina îfadeyan, pêþkêþkirina delîlan û parastinên abûqatên herdu aliyan, mahkimê ji bo îlankirina biryarê nabên dayê.


Dema em derketin der, me bala xwe dayê ku hundur û derî edliyê tije faþîst bûne. Hemû li benda eþkerebûna biryarê ne. Em bi abûqatê xwe ra peyivîn, me got rewþ çi ye? Got sedî sed ewê ceza bixwin û piþtî wê jî îhtîmal heye ku li we xin.

Me got çare?

Got tiþtekî ez bikim tuneye, ya baþ herin ba sawcî û alîkariyê jê bixwzin.

Me got baþ e.Rabû da pêþiya me, em birin ber deriyê sawcî û çû.

Piþtî bîstekê sawcî(dozger) ban me kir û em çûn hundur. Bi sawcî ra ez peyivîm. Min mesele jê ra got û daxwaza parastina me jê kir. Min got piþtî biryarê îhtîmaleke mezin ewê êrîþî me bikin, loma jî dibê hûn ewlekariya me bigrin. Sawcî got:

-Mmin mesele di rojnameyan da xwendiye. Lê ji ber ku hîn ne êrîþî we kirine û ne jî li we xistine, loma jî ez nikanim tiþtekî bikim.

Min got tu garantiyê didî ku ewê li me nexin? Got na. Min got baþ e, em çi bikin? Got ya baþ ew e ku bêyî ku hûn li bende biryara mahkimê bimînin, hema ji vî deriyê dawî derkevin û zû Balikesîrê terk bikin.

 

Ji mecbûrî, bêyî ku em li bendî biryra mahkimê bimînin, em ji deriyê edliyê yê paþiyê derketin û bi texsiyekê me xwe gîhand otêlê. Me tavilê bawilên xwe anî lobiyê û texsiyek da xwestin. Hîn texsiya me nehatibû me dît ku wa ye abûqat û dê û bavê Çetin Bozkurt û gelek kesên din jî bi wan ra, ew jî hatin wir. Abûqatê Çetîn Bozkurt ji Dîlokê hatibû, me di mahkimê da hev û du dîtibû û baþ bala xwe dabû hev. Nexel nexel li me nêrîn û awirên tûj dan me. Me fêm kir ku ceza xwarine. Li wir em fêr nebûn, lê dû ra em fêr bûn ku her yekî 16 sal ceza girtiye.

 

Em ji Balikesîrê zor xelas bûn

Texsiya me hat û em çûn otogara otobozan. Me bi lez û bez bilêtên xwe ji Enqerê ra birî û em raste rast çûn ketin otoboza xwe. Piþtî çend deqîqeyan me dît ku hinek di paceyên otobozan ra çavên xwe li rêwiyan digerînin. Me fêm kir ku otoboza em pê diherin tespît dikin..

Ez zêde dirêj nekim, otoboza me bi rê ket. Bi rê da li çend ciyan, di dema bînvedanê da otoboza me û ya dê û bavê Çetîn Bazkurt û abûqatê wî li eynî aþxaneyê sekinîn. Yanî bi rê da jî em çend caran rastî hev hatin. Ew qelebalix bûn. Tirsa min ew bû ku ew eþkalên me bidin faþîstên Enqerê û li otogara Enqerê li me xin. Çimkî wê demê ew herêm bi tevayî di destê faþîstan dab û.

Dema me nêzî Enqerê bûn, min ji Mihemed ra got dibê em kincên xwe biguherin. Wî her çiqas got na jî lê min israr kir. Mihemed jî terziyekî baþ bû loma jî çakêtekî qedîfe yekî rengo mengo li xwe kiribû ya sitar, di nava hezar kesî da jî meriv dikanîbû ew nas bikira. Axir pantor ne tê da, me hemû kincên xwe yên din guherandin. Min heta bigihîje berçavka xwe jî danî.

 

Em li Enqerê ji mirinê xelas bûn

Dema otoboza me gihîþt gara Enqerê û em jê daketin, em gelkî bi temkîn û bi tirs bûn. Þev bû. Gar pir qelebalix bû, wek ku haþer mahþer rabûbe. Ez ditirsiyam ku em bi çewtî herin li texsiyeke yekî faþîst suwar bin. Texmînî em çûn li texsiyekê suwar hatin û me got me bibe Yûrda Diyarbekrê( mala xwendevanan ) . Þofêr yekî xort bû û porê xwe jî li makînê xistibû. Ez ji þikil û þemala wî pir ne piþtrast bûm. Dema em nêzî herêma Bahçeliyê bûn me dît ku texsiyek ji pa ra îþaretê dide me, dibêje rawestin. Bahçelî herêmeke di destê faþîstan da bû, ez bawer dikim komelek wan jî li wan deran hebû. Min ji þofêr ra got, nesekine, bajo! Lê piþtî ku erebeya piþt me gelkî israr kir, þofêrê me guh neda îtîraza min û sekinî. Ew jî hatin li piþt me sekinîn. Em herdu jî di dawiya erebê da bûn. Min bala xwe dayê di erebeya wan da jî bêyî þofêr sê kesên din hene. Yek ji erebê daket û hat bi þofêrê me ra peyivî. Þofêr got:

-Xêr e, hûn çi dixwazin?

Got em li hevalekî xwe digerin, me got belkî di texsiya te da be. Di vê nabênê da jî di paceya þofêr ra serê xwe xist hundur û li me nêrî. Fena ku bixwaze eþkalê me tespît bike. Hinekî bala xwe da me û çû. Dema ew çû, min got bajo. Lê þofêr hinekî xwe giran kir û najot, ew jî þaþ mabû. Zilam çû bi hevalên xwe ra hinekî peyivî û bi lez dîsa bi paþ da hat. Dîsa hin tiþt bi þofêr ra peyivî û careke din baþ bala xwe da me. Lê me xwe tam tebdîlîqiyafet kiribû, ne mimkûn bû ku eþkalên wan girtibûn û kincên me yên wê gavê li me li hev bikirana. Dû ra bêyî ku tiþtekî ji me bipirse çû. Bîna me hat ber me. Þofêrê me bi rê ket.

Em çûn yûrdê. Bîstek derbas bû xortek, bawila wî di dest da hat. Ji bajarekî din dihat. Got yaho nizanim îþev çi mesele bû, faþîstan li derdora garê erebe disekinandin û li hundurê wan dinêrîn, fena ku li dû hinekan bûn. Me bi heyecaneke mezin qala serpêhatiya xwe kir û got wele ew kesên ku ew lê digeriyan em bûn, bi tesadufî em ji mirinê xelas bûn.

 

Dibê em þehîdên xwe ji bîr neki

Wek min li jor jî got, Ahmet Soken yek ji þehîdên vê tevgerê yê pêþîn e. Bîrnekirina Ahmed û hevalên þehîd yên din wefadarî û qedirþînasiyeke baþ û di cî da ye. Ew dost û hevalên her sal van hevalên þehîd bibîr tînin karekî baþ dikin. Mala wan ava. Heger wan îlana bîranîna heval Ahmed neda, minê jî ev nivîs nenivîsiya. Ew îlan bû sebeb ku ez jî hin bîranînênên xwe yên vê bûyerê careke din bibîr bînim û hin dost û hevalan jî bikim þirîkê wan.

Ez dixwazim çend gotinan jî li ser têkiliya xwe û Ahmed bibêjim. Ahmed Soken yek ji wan xortanên Wêranþarê yên wê demê bû ku min wexta xwe didayê û bi kêf û zewqek mezin pê ra sohbet dikir. Wek gelek xortên din ew jî hîn nuh bi mesela kurd û sosyalîzmê dihesiya û gelkî kêfa wî jê ra dihat. Bi heyecan tevî minaqeþeyan dibû û pir jî dixwend. Cara dawî dema ji mektebê hatibû îznê ez çend caran li dikana(terzîxaneya) birayê wî Mihemed pê ra rûniþtim û me sohbet kir. Min bala xwe dayê ku di demeke kin da mesafeyeke gelkî mezin girtiye. Dixwest mesûliyetê bigre ser milê xwe.Tiþtê nuha tê bîra min, li hember wê fêrbûna wî ez hinekî þaþ mabûm. Di demek kin da gelek tiþt fêr bûbû, heyacn û þewqeke mezin pê ra hebû. Û li hember hêza faþîstan bêtirs bû, rehet bû.

Ez di 30 saliya þehîdbûna heval Ahmed da wî û hemû þehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet û bi giramiyeke mezin bi bîr tînim.

12.01.2007

 

 

 

 

 

DDKD diqede

Ne Türk devleti bizim devletimizdir, ne de Türk bayraði bizim bayraðimiz

Dînîtiya alê û prova jenosîda Kurdan

Taha Akyol´a makul bir öneri

  Etyen Mahçupyan´1n korkusu üzerine bir kaç söz
  Tu zanî, qebûlkirina mirina te bi min zor tê