Medya mixalîf
Di welatê ku tê de medya mixalîf tunebe, yek dengî heye û li wir rastî têne veþartin. Yek dengî û yek rengî civakê pêþ ve naxe, nûjen nake. Ji bo pêþveçûna civakî pir dengî û pir rengî, azadî û demokrasî pêwîst e. Di nav gel û neteweyên rojhilata navîn de herî pir pêwîstiya kurdan bi azadî û demokrasiyê û herweha bi pir rengî û pir dengîyê heye.
Dema mirov li masmedia kurdên bakur, li kovar, rojname, tv û malperên înternetê yên kurdên bakur dinêre, di nav wan de yek weþaneke mixalîf ku li kurdan rexne bigre, þaþî û tradisyonên nebaþ yên civakî mahkûm bike, li hemberê þaþiyên partî û rêxistinên siyasî helwes bigre, li dîtinên wan, siyaseta wan ya þaþ rexne bigre tune. Li gor hinekan kurdên bakur ji hêla îdeolojîk û û siyasî ve bûne du beþ. Hinek Apoyî ne û hinek Barzanîcî ne. Dema mirov li weþanên piþtgirên Apoyîyan dinêre rexne li Barzanî û Talabî tê girtin û li weþanên piþtgir û parastvanên Barzanî dinêre ew jî tenê rexne li PKK û Apo digrin. Weþaneke mixalîf ku rexne li herdu aliyan bigre tune.
Rojname û kovarên siyasî, radyo û televizyonên kurdî ne weke malê gelê kurd in, herweke malê partî û rêxistinan in. Ew berjewendiyên partî û siyaseta xwe derdixin pêþ û li gor berjewendiyên grubî tevdigerin û berjewendiyên netewî dernaxin pêþ. Divê medya kurdî pêþî di xizmeta gel û netewa kurd de be û ji bo doza netewa kurd pêdiviyên xwe bîne cih û xizmeta gel û welat bike.
Kurum, anku dezgehên medyayî ji bo gelên bindest girîng in. Ew bi riya medyayê rewþa xwe û têkoþîna xwe ji raya giþtî a netewî û ya cîhanê re rave dikin.
Ji xwe re li televizyonên kurdî binêrin. Mirov çi temaþe dike? Gelo gelê kurd dixwaze çi temaþe bike? Heta niha televizyoneke kurdî ji gel nepirsiye bê ew dixwazin çi temaþe bikin. Di televizyonên kurdî de hêla herî qels jî tunebûna fîlm û rêzefîlman e. Niha di vê demê de rêzefîlm û bi taybetî mijarên rêzefîlman li ser civakê gelek tesîr dikin, bandor datînin.
Divê televizyonên kurdî bi hestên kurdayetiyê weþan bikin, berjewendiyên gel û welat li ser berjewendiyên grubî, siyasî û rêxistinî bigrin. Divê ew bibine dengê gel. Ji bo doza kurd û Kurdistanê kar û xebatên berfireh û xizmetên giranbiha bikin.
Di televizyonên kurdan de kesên profesyonel ku erbabê karê xwe ne kar nakin, kesên amator kar dikin. Ev jî kalîteya weþanên televizyonan dixe xwarê. Kurdî û tirkiya gelek nûçegihan û spîkeran jî nebaþ e. Di weþanan de jî guhertin û xwenûkirin tune. Nûçeyên ku pêþkêþ dikin têr nake, di nûçeyan de jîndarî tune û pir hindik wêne hene. Gelek programên wan yên curbecur bi tevahî qels in. Divê berbiprofesyoneliyê ve gav bê avêtin û kalîteya weþanên televizyonê bê baþ kirin û bi kalîteyeke bilind weþan bê kirin.
Li Kurdistana azad jî divê medya kurdî wezîfeyên xwe yên balkêþiyê pêk bîne û heta di hinek waran de helwesteke mixalifî werbigre. Ev bû nêzîkê bîst salan di Kurdistana azad de çima ji xeynê çêkirina Xanîyan tiþteke din nayê çêkirin. Çima hêj jî yek fabrîqeyeke li baþurê Kurdistanê çênebûye. Hukumeta herêma Kurdistanê butçeya xwe li kur û ji bo çi xerç dike? Kurd ji sedî hifdeh (%17) ji hatina petrolê pay werdigrin, ji deriyê gumruka Îranê û deriyê gumruka Îbrahîm Xelîl salê bi milyonan dolar hatin tê. Hemû li ser hev hatina hukumeta Kurdistana Azad ji çil milyar dolarî kêmtir nîne. Ev pere pê çi dibe? Hema ji bo zarokên kurd fabrîqeyeke godîs –þekir- û çokolatan çêkin, fabrîqeyeke biskuvîtan çêkin, ma çi dibe? Hemû tiþtên xwarinê ji Îran û Tirkiyê têne baþurê Kurdistanê û li wir têne firotin. Kurdistana azad bûye bazara Îran û Tirkiyê. Lewre jî divê medya kurdî bal bikþîne ser van tiþtan û rexne li hukumeta herêma Kurdistanê bigre.
13.01.2008