Marksîzm, Doza Netewa Kurd û Bêbextiya Lenîn û Stalîn
Ez Marksîzmê ne ji Marks ji pirtûkên Lenîn, Stalîn û nivîskarên Sovyetê û Bulgarîstanê fêr bûm. Ev þêwe fêrbûna Marksîzmê ne tenê ji bo min, herweha ji bo gelekan wisa ye. Min ji Lenînîzm û Stalînîzmê re gote qey Marksîzm e. Lê belê piþtî ku ez hatime Ewropayê û min gelek pirtûkên îdeolojîk, polîtîk, fikrî, ramanî xwend û min Marksîzmê bi þêweyeke rasteqîn fêm kir, min dît ku Lenînîzm û Stalînîzm Marksîzm nîn e.
Tiþtên ku Lenîn û Stalîn (û herweha jikov, Çaveþesko, Castro, Mao, Kîm Îl Sung û yd.) li ser navê Marksîzmê kirin, eleqa wan tiþtan û Marksîzmê bihev tune. Fikr û ramanên Lenîn û pêkanîna bi çova zorê ji alî desthilatdariya Stalîn û Marksîzm zidê hev in. Marksîzm îdeolojî, siyaset, felsefe û ramanên gundîyan, welatên paþvemayî yên Asya navîn û Afrîkayê û herweha sosyalîzma Þivan û Gavanên komarên Turkî yên hov nîn e.
Di Marksîzmê de xurtkirina dewletê, bi riya nekapîtalîst avakirina sosyalîzmê, konseya –cunta- leþkerî û neteweperestiya paþverûtî tuneye. Marksîzm di welatên paþtemayî yên weke Habeþîstan, Angola, Mozambîk, Yemen, Ermenîstan, Turkîstan, Azerbeycan, Tacikîstan, Ozbekîstan, Çeçenîstan û yên wek vana de nayê pêkanîn. Di van welatan de pêkanînên ku bi ser navê Marksîzmê hatin damezrandin sosyalîzm nebû. Belê, sosyalîzm nebû, loma ku di van welatan de ucubeyên wekî Turkmenbaþî derketin holê û xwe pîrûpak û pîroz dîtin.
Marksîzm xurtbûna dewletê naparêze û di Marksîzmê de xurtkirina dewletê tune. Lê tiþtê ku Lenîn û Stalîn kirin xurtbûna dewletê bû. Ew dewlet jî di esasê xwe de ”dewlet kapîtalîzmî” anku dewleta kapîtalîzma dewletî bû. Di Marlsîzmê de sosyalîst demokrasî û refaha civakî heye. Tiþtê ku li Sovyetê û welatên ku Xwedêgiravî ”sosyalîst” bûn, hatin kirin demokrasî û refaha civakî nebû.
Marks û Engels dîtin û ramanên xwe ji bo welatên kapîtalîst yên pêþketî û ji bo desthilatdariya çîna karkeran ya fabrîke û sanayîyê pêþkêþ dikin. Kesên wekî Lenîn û Stalîn jî vê fikr û ramanê dibin di welatê ku têde karker, proleterya sanayîyê û burjuvazî tune, dixwazin pêk bînin. Dê çawa pêk bê?...Dê bi þivan û koçberên paþverû yên Çeçenîstan û Turkistanê çawa sosyalîzm bê pêkanîn û çawa sazûmaneke sosyalîs bê damezrandin.
Dîtina þaþ ya ku Lenînîzmê jî wekî Marksîzmê dîtiye ji dema Troçkî heta niha þaþ hatiye fêmkirin. Troçkî bi xwe jî nirxandineke þaþ kiriye û Lenînîzmê weke berdewama Marksîzmê dîtiye. Lê, rastî newehaye. Herçiqas Marksîsta jin Xanim Ros Luxenburg hinek rastiyan dîtiye û di gelek waran de li dîtinên Lenîn rexne girtiye û cudabûna ramanên Lenîn ji Marksîzmê aniye zimên jî, temenê wê têr nekiriye û rewþa wê demê rê nedaye wê ku bi sîstematîk li hemberê dîtinên Lenîn derkeve.
Di dema salên 1975 û 1980-yî de min – û gelekên wekî min- digotin qey yê ku bibe Marksîst, Marksîzmê biparêze divê bibe Lenînîst jî û Lenînîzmê jî biparêze. Ji xwe di pirtûkên ku ew dem dihatin xwendin Marksîzmê û Lenînîzmê bihevûduve girêdayî, weke hevûdu temamkirin didît. Min di wan salan de yek pirtûkeke Troçkî nexwendibû, ji ber xwendina pirtûka Stalîn ya bi navê ”Lenînîzm mî? Troçkîzm mî?” ez – û gelek kesên wek min – bûbûm antî-Troçkîst. Paþî min dît ku dîtînên Lenîn yên derbarê Kemalîzmê de gelek þaþ in û yên Troçkî rast in. Li Tirkiyê jî di nav siyasetmedar û profesoran de yê ku dîtina wî ya derbarê Kemalîzmê de herî baþ e û raste Fîkret Baþkaya yê troçkîst e. Helbet ev nayê wê manê ku dîtinên Troçkî bi tevahî rast bû. Troçkî damezrevanê ”Ordiya Sor – Kizil Ordu” yê bû. Bêku yek pirtûka Kauskî bixwîne bi xwendina pirtûka ”Marksîzm ve Donek Kauskî” hemû Marksîst – Lenînîst bûn dijê Kauskî.
Kesên ku ji neteweyên bindest in dixwazin xwe biþibînin kesên neteweyên serdest û loma jî taqlîda wan dikin. Neteweperestiya miletên serdest herî bêtir kesên ku ji neteweyên bindestin dikin. Stalîn Gurcî bû û Lenîn Tatar bû û wan ji Rus'an pirtir Rusîtî dikirin. Tu Marksîstekî Rusî li ser ”grura netewî ya rusan” nivîs nenivîsî û pesnê neteweperestiya rusî neda. Tu Marksîstekî Rusî wekî Stalîn ”miliyetçîtiya” Rusî nekir.
Yê ku Marksîzm û Lenînîzmê du dîtin û ramanên cuda nebîne, nexwe wî/wê ji Marksîzmê tiþteke fêm nekiriye. Li Ewropa û Amerîkayê gelek siysetmedar, profesor, zilamên zanîst yên xwedî îlm –bîlîm însanî- û gelek sendîkavan, nivîskar û rewþenbîr Marksîst in, lê ne Lenînîst in. Lenînîzm roja ku li Rusyayê bû desthilatdar û ramanên Lenîn bûn îdeolojî û polîtîka fermî û her awayî ji ramanên Marksîzmê dûr ket, ew dem Lenînîzmê wenda kir.
Dema Lenîn li ser navê þoreþa Oktobrê – ku li gorê hinek lêkolînvanan û dukumentan ew þoreþ nebû, darbe bû) dest bi pêkanîna sazûmaneke nû kir û bi þêweyeke dîktatorî rejimeke otorîter pêk anî, ew dem Lenîn ji Marksîzmê û ji dîtinên xwe yên ku di pirtûka xwe ya bi navê ”Dewlet û Þoreþ” de anîbû zimên, dûr ket. Lenîn sazûmaneke demokratîk pêk neanî, wî bi qedexeyan dest pê kir, hemû partiyên siyasî qedexe kir, komunîstên çep, sosyalîstên þoreþger û anarþîstên Bakunîst xiste hepis û zindanan. Bi destê ”Çeka”yê bi hezaran kesên siyasî da kuþtin. Kadirên siyasî yên partiya sosyalîstên þoreþger weke rexin –dîl – êsîr girt. Wî ji bo sazûmana aborî modela sosyalîzma Marksîst pêk neanî, modela kapîtalîzma Almanyayê pêk anî.
Di esasê xwe de yê ku Lenînîzmê kire Lenînîzm Stalîn bû. Li Tirkiyê Îsmet Înunu xwe kire ”þefê netewî – millî þef” û bi çova zorê ”kemalîzm û ataturkçîlîk”ê pêk anî. Li Rusya'yê jî Stalîn bi dîktatoriya xwe Lenînîzmê pêk anî û hemû cure xirabî kir. Stalîn hemû endamên komîta navendî û polît buroya PKYS-ê da kuþtin. Herweha bi sedan fermandar û generalan da girtin û kuþtin, li hemberê gelên cuda zilm û zordariyeke nedîtî pêk anî, xelkê Çeçen, Tatar, Kurd û yd sirgûnê Sibîryayê kir. Romannivîserê kurd Areb Þemo jî kete ber xezeba Stalîn û çû sirgûnê. Herêma otonom ya kurdan bi fermana Stalîn hate helweþandin. Komara Mahabatê ji alî Stalîn ve bû qurbana petrola Îranê. Brejnev bi salan alîkarî û piþtgiriya Saddamê xwînxwar kir. Dewleta Yekîtiya Sowyetê hetanî ku xirab bû, piþtgirî û alîkariya rejima partiya Baas ya Suriyê kir û rojeke ji wan ren egot ka heq û hiqûkê kurdan nas bikin, li wan zilim nekin, nabe ku sosyalîst gelên bindest bipelixînin û hwd.
Xirabiyên ku Stalîn li dijê gelan û herweha li dijê kurdan kiriye, bêbextiya Lenîn û Stalîn ya derbarê kurdan de gelek in û di çerçeva gotareke de hemû nayê qalkirin. Di pirtûkên lêkolînî û di fîlmên dokumentî de gelek tiþt anku xirabî û bêbextiya Lenîn û Stalîn derdikevin holê. Lenîn zêr, pere û çek da qatîlê kurdan anku wî piþtgiriya M. kemal kir û Kemalîzmê weke pêþverû da nîþandan. Lenîn ji bo qetlîamên li kurdan û ermeniyan bêdeng ma. Þêx Mahmûdê Berzencî jê re name þiyand û destê dostaniyê dirêjê wî kir, lê wî nameyê bêbersîv hêþt. Stalîn qet nexweste ku bi serokê kurdan Barzanî nemir re hevdîtin pêk bîne.
Werhasil tiþtên ku Lenîn û Stalîn kirin û niha tiþtên ku li komara Kore û Kuba'yê tê kirin, tu eleqeya wan bi Marksîzmê ve tune. Marksîzmê negotiye bila Kîm Îl Sung kurê xwe bixe þûna xwe û Castro birayê xwe têxe þûna xwe û li paytextê Kuba'yê, li Hawana'yê peykera M. Kemalê þoven, faþîst û nîjadperest dayne.
Marksîzm bi dîtin û ramanê xwe, bi felsefe û diyalektîka xwe, bi siyaset û ramanên aborî hêj jî dijî. Lê belê, Lenînîzmê îflas kir û qediya. Herçiqas hinek partiyên çep yên marjînal li Tirkiyê li Lenînîzmê xwedî derkevin û navê xwe ”Marksîst – Lenînîst” partî daynin jî, siyaseta wan jî têk çûye û ew bi dîtinên xwe yên Lenînîst nikarin tu tiþteke bikin.
Divê Marksîzm ji nû ve bê zanîn, ji nû ve bê nirxandin û bi þêweyeke rasteqînî bê zanîn. Heta ku cudabûna Marksîzm û Lenînîzmê neyê fêmkirin, Marksîzma rastîn jî baþ nayê fêmkirin. Marksîzma ku bi berçavika Lenîn û stalîn hate fêmkirin, Marksîzma ku bi þêweya dogmatîzm û bi helwesteke þabloncîtiyê hate parastin, ew Marksîzma rasteqînî nebû.
2.03.2007