Siud Kiki

Arþiv

DDKD'yiyan jî got, ‘tirkî'

Li Diyarbekir di dudê vê mehê de civîna DDKD'yiyan çêbû. Piþtî 26 salan hema hema ji her deverên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê gelek însanên navoser li otêla Klassê civiyan. Gelek ji wan ewilî hevdû nasnekirin; lê piþtî demekê bi pirsîn û meraqê, hevalên xwe yî ku ji bo mucadela welatekî, xwe dabûn mirinê, nas kirin. Ew manzarana, kir ku hêsir têkeve çavên wan; ji ruyên wan ken û girî bi hev re dibariya. Nêzî dused kes beþdarî civînê bûbû. Di civînê de çi biryar hatin stendin, di rojê pêj de wê ji raya Kurdan û ya cîhanê re eþkere bibe. Kê çi got, qala çi kir, ew jî bi deklarasyonekê wê bê belav kirin.

 

Ya muhîm ku ez bi xwe jê aciz bûm û hin kesên din jî bal kiþandin ser vî tiþtî, meseleya zimanê civînê bû. Gava mirov bide ber hev, helbet civandina ewçend însanan muhîmtir e belkî; feqet li gelek deverên dinyê, civînên werê çêdibin. Wek mînak li eskeriyê ya jî li mektebê hinek însanan demek bi hev re jiyane û piþtî çend salan radibin civînekê çêdikin ji bo hevdû dîtinê û demên ku bi hev re buhurandine ji bîr nekin, wan rojan bînin bîra hev, civînên werê lidar dixin. Armanca vê civînê ne ev bû; feqet divê miletên ku wek kurdan hêsîr di civînên werê de û di qada dinyê de xwedî prensîban bin. Ev prensîbana ne pir, du-sê hebin: wek milet doza kurdbûnê û mafên wê û peyivandina zimanê netewî, yanî kurdî. Ji vana Kurdbûn hebû lê maalesef kurdî ne di cihê xwe yî eslî de bû. Ew wek zimanekî hindikayiyan-eqaliyetan bû. Îcar li vir divê mirov hinekî qala hereketa DDKD'ê, qasî me xwendiye û bihîstiye, bike.

 

Efsaneya DDKDê

Li Bakurê Kurdistanê piþtî þikestina sî û heyþtan ya Dêrsimê, çend hereketên þexsî ya jî rêxistinî yên qels xarîç, heta bi salên þêstî û heftêyî, hereketa Kurdistanî li gorî parçeyên din, kêm bû. Nifþên di emrê me de dizanin ku di salên heftêyî de mezinbûna rayeka kurdî û pêjdeçûneka netewî çêbûbe, rolekî mezin yê tevgirêdana Þoreþgerên Demoqrat e. Girseya wan bi dehhezaran bû; kadroyên ku wan bi rêxistin, hînê jî pêþkêþiyê ji hereketa Kurdî (!) ya niha jî dikin; lê ew kes niha ji koka xwe bi dûr û ne li ser xeta Kurdistanî nin, ev jî babeta munaqeþek din e.

 

Efsaneya DDKD'ê her çiqas ji aliyê nifþên niha nayê zanîn û xêr û gunehê vê jî di situyê xwediyê xwe de be; mirov li civîna Diyarbekrê dinere û belkî jî nirxandinek ne rastî derkeve ortê; feqet ne wek wî navê xwe yî efsanewî bû. Ferqa wê û hereketa ku niha li Kurdistanê ji hêla zimên ve eynî bû: zimanê herdûyan jî tirkî bû. her çiqas zû be jî, dibêjin tiþtek çawa destpê dike, werê jî dewam dike. Ji ber vê yekê tiþtê ku ez lê þahid bûm, ev e: DDKD'yiyan jî got, ‘tirkî' .

 

Heger îro DDKD'yî wek gelek siyasetên kurdan yên din bi niyeta ku dibêjin di siyaseta Kurdistanê de valahiyek heye û ew derdikevin meydanê, bila li qisûrê nenerin, wan jî wek PKK'yiyan tiþtek ji siyaseta Kurdistanî û tarîxa tirkan fam nekiriye. Ji bo ku qeneetek ji mirov re çêbibe, divê mirov li siyaseta rayedarên tirkan û ronakbîr û berpirsirarên dewletê ya li hemberî kurdan dimeþînin, binere. Ew dibêjin welatê kurdan ji aliyê tirkan de nehatiye îþxalkirin-dagirkirin, zimanê wan ji çend bêjeyên zimanên biyanî hatiye ser hev û têra edebiyatê, zanîn û danîna bi rêveçûna saziyên dewletê û civakê nake. De werin em vê fikra tirkan muqayese bikin. Hereketa Kurdan (!) ya herî mezin PKK ye. Ji zimanê gerîlayên çiyê bigrin heta bi navendên çandî, zimanê sereke kîjan e? Helbet tirkî ye. Ji civînên gelek hereketên kurdan, nemaze ya herî dawîn ya DDKD'ê ku gelek ji van ên bi tirkî dipeyivin û xwe wek kurdên herî super welatparêz nîþan didin, binerin bê zimanê civînê kîjan e? Ew jî tirkî ye. Hela em qala gelek nivîskarên sîteyên webê yên kurdan ku bi zimanê tirkan û xwe ji wan re arz-i endam dikin, nakin. Îcar xwe têxin þûna yekî biyanî û bifikirin; tirk rastiyê dibêjin yan kurd di daxwaziyên xwe de cidî ne?

 

Heger em bên ser meseleya kurdan û tirkan, em ê bibînin ku di zemanê Osmaniyan de ji ber ku dîn yek bû û Îslam bû, kurdên me xwe ji tirkan cihê nedidît. Îro jî ku em bi zimanê wan bipeyivin wê ferqiyeta me yî ziman jî nemîne. Ha kurdekî bi tirkî heyata xwe îdame kir li kolanekî Diyarbekir û ha çerkezek, lazek ya jî erebek li bajarekî tirkiyê...

 

Di civîna DDKD'ê de hinek derketin û bi wê tirkiya xwe yî Carbekirî ya þikestî- qiriq, wek ku girara germ di devê wan de be, qala siyaseta Kurdan kirin. Wek þexs ez li ber kurdîtiya xwe ketim, mirovekî ku zimanekî -çi ziman be ferq nake- nizanibe bipeyive, wê ji fikriyata wî însanî çi derkeve? Li civînê yekî di ber xwe de tiþtek got û ev bi yên dorê ecêb hat, ji ber wê ez dixwazim neqil bikim. Wî digot, ‘ez bi kurdî nizanim, ji ber wê yekê tiþtên ku bi kurdî tên gotin ez ji wan fam nakim û hela tiþtên ku bi tirkî tên gotin, ji ber tirkiya þikestî û daqurtandina herf û kelîmeyan, ez ji wan jî hîç fam nakim.' Îcar ev komedî ye yan tirajedî ye yan jî herdû ye. Hûn dizanin ev çi ye? Ev Carbekirî ye û helbet ne kurdî ye. Çend xortên xwîn germ derketin ser dikê û bi gotinên tûj qala doza kurdîtî kirin; feqet zimanê wan jî tirkî bû. mirov wê çawa ji gotin û projeyên werê bawer bike! Hûn dikarin bibêjin, ‘kes bi kurdî nepeyivî?' belê feqet tirkî zora kurdî bir, zihniyeta tirkîbûnê zora kurdî bir. Yek derket û got ez bi kurdî xweþ dikarim bipeyivim; lê meseleyên ‘Siyaseta Bilind' bi kurdî ez nikarim bînim zimên'. Yekî jî got, ‘vê carê jî hema ez bi tirkî bipeyim, xwedê hez bike û bi soz careka din ez ê hewl bidim û bi kurdî bipeyivim.' Wek kesên ku dibêjin ez ê vê carê jî cixarakê vêxim û bi þerefa biratiyê yan jî bi þerefa Kurdistanê ez hew cixarê, vê ziqûmê venaxum'. Þerefa biratiyê jî û ya Kurdistanê jî werê gelek carî li ser avê hatiye nivîsandin û helbet ew wenda bûye. Îcar werin bibêjin tirk di fikra xwe de rast in yan jî kurd? Biraderek xarîç, kesî îtiraz nekir ya jî ji newêrîbûn xwe bikin rûreþk. Piþtî van gotinan kurd dikarin îdia bikin ku zimanê wan dikare bibe yê edebiyatê û hwd. Pirs ev e: Kurdistan ji aliyê tirkan ve gelo hatiye îþxalkirin? Gava hatiba îþxalkirin wê îradak, tewrekî millî li hember her cûre sazî û zimanê dewleta îþxal nehata danîn!? Hûn dikarin bi van hereket, bi van bêprensîban zarokekî jî îkna bikin? Heger welatek hatibe îþxalkirin, divê xîretek bi þoreþger, ronakbîr, demokrat, axa, feqîr û însanên ji rêze re hebe. Ew çawa zimanê kurdî qedexe dikin, divê di civînên werê bi îdia de zimanê sereke ne yê serdestan û dijminan be, kurdî be!.

 

Siyaseta Kurdan û Kurdistanî divê çi be?

Welatekî bi salan di bin hukmê împaratoriyekê de mabe; ji her alî ve xwe pê ve girêdabe û piþtî wê jî di dema cumhuriyetê de hatibe xapandin, îro jî bi metodên modern û bi saya hereketa kurdan (!) ji hal de hatibe xistin; bêçare, bêhiqûq, bêziman û bêîrade mabe; wê çawa ji Þoreþgerên Demokrat ya jî ji hereketek wek wê bawer bike? Ferqa vê hereketê û yên din çi ye? Siyaseta kurdî du kelîme ye: wek milet kurdbûn û mafên netewî û helbet þexsiyet, ew jî berê berê zimanê netewî yanî Kurdî ye. Gava hûn bi zimanên dijminê xwe bipeyivin, heyranê dijminê xwe û zimanê wan bin û zarokên we jî bi tirkî bipeyive, gelo hûn doza çi dikin û wê însan ji kîjan siyaseta we bawer bike? Piþtî bîst û þeþ salan tu hatibe û tu dibêje ez ê li dû vê seetê hînî kurdî bibim, li qisûrê nenere, her mala xwe rûnê. Kes ji te bawer nake û ma wê ji te re nebêjin di van bîst û þeþ salan de te pîvaz dida hev, te çi dikir? Mirov bi awayekî basît li dora xwe binere, wê bibîne ku yekî biyanî di nav çend mehan de hînî peyivandina kurdî bûye: lê werin lê binerin kurdên me di xwe re nabînin vî zimanê ku ji ber wî tên kuþtin, naelimin.

 

Di civînê de rewþek din î balkêþ hebû; siyasetmedarekî kurd ku ji xwe razîbû û xwedê jê razîbe peyva xwe bi kurdiyek fesîh û xweþik kir; lê hîn nizane bê elfaba kurdî çawa tê nivîsandin. Li ser kaxetê gava min nivîsa wî dît, wek zarokekî ku nuh dest bi dibistana seretayî kiribe, elfabe bi wî þiklî bikartanî. Îcar mirov xweziya xwe bi Celadet nîne, wê bi kê bîne. Çar herfên ku ferqa wan ji ya tirkî hene, lê ji mirov re dibe wek serbarek, taqet nayê wan însanan ku rojekê yekî biyanî ji wan re bibêje, ‘di elfabeya we de çend herf hene?' gelo ew ê wek ronakbîrek (!), welatparêzek (!) çi cewabê bide? Dikare ji xwe re mazeretê çêbike û bibêje, ‘Van gawirbavên dagirkeran nehiþtin em hînî çar herfên cihê bibin û bimre kolonyalîzm bijî serxwebûn!'

 

Dîsa jî civîn hêviyekê dide mirov ji bo rojên pêþ. Doza millî, di eynî wext û zemanî de înadek e li hemberî dijmin. Prensîbên mirov dibin yên miletekî û ronakbîr û welatparêz jî divê pêþkêþiya van prensîban bikin. Zimanê kurdî ne tenê yê peyvê ye, li dora xwe binerin û bifikirin. Ji Misra qedîm heta bi Xorasanê, Qafqasyayê, deþta Konya û heta bi Haymanayê û gelek deverên Kurdistanê û dinyê, hûn herin van deran bi Kurmancî hûn dikarin têkiliyê bi hev re dînin. Di vê esra teknolojiyê de zimanê dewletekê hewqas belav nabe, lê zimanê Kurdî çawa werê belav bûye û gelo ev kesên ku di axaftina tirkî de israr dikin rojekê li ser vê meseleyê fikirîne yan bi serbilindî pesnê vê bûyerê daye dora xwe!?

 

Tevgera Þoreþgerên Demokrat, wek damarek siyasî ya Kurdistanê hîn heye û divê li ser vê bermahiyê însan hesaban bikin. Ronakbîrên miletan wan þiyar dikin, fikra siyasî belav dikin; lê yên welatan ava dikin saziyên siyasî ne.

Ji nû ve hatin ya jî þiyarbûna tevgera DDKD'yiyan ji bo fikra Kurdistanî û Kurdistanê bi xêr be!

 

04-09-2006