Mustafa Kalpak / kalpak@spray.se

Arþiv

 
Rewþa nû û hin perspektîf

Di van 15- 20 salên dawiyê de li dinyayê pêþveçûn û guherandinên ku kes xeyal nedikir qewimîn. Dema em ev rewþa nû îzeh dikin, dizimanê sîyasetê de termonolojiyên nû bikartînin.

 

Li ser axa ku Kurd lê dijîn, gewirandinên girîng çêbûn û îhtîmala guherandinên din çêbin jî hene.

 

Ji van guherandinan xelkê Kurd jê feydê dîtiye û dibîne.

 

Li herêma ku Kurd tê de dijîn du aktorên girîng, du dînamîkên derveyî ku di guherandinan de roleka tayînker dilîzin hene. Yek ji wan DYA ye. (Devletên Yekbûyî yê Amerîka) Bi zora sîleh û bi hêzên leþkeriya xwe (hard Power) guherandina teþwîq dike.Ya din YE ye. (Yekitiya Ewrupa) Bi hêza xwe ya dîplomasî, aborî, siyasî, rêya ço û gizêrê rewa dibîne. (Soft Power)

 

Em Kurd bi hêza xwe, têrî nakin ji bo xelasiya xwe. Ya girîng ji bo kurdan ew e ku bi potensiyal û dînamîkên xwe, kanibin xwedî li pirsa xwe derên û xwe li ser pirs û dawazan wek aliyeke dozê bidin qebûlkirin. Pirs û daxwazên xwe kanibin têxin rojeva hêzên derveyî. Lewra, bi saya ev hêzan ye ku guherandin li ser devletên ku Kurd tê dijîn tê/hatiye ferz kirin.

 

Ya girîng hêzên sîyasî, bayê ku kêrê welatê wan tê, bi hostatî bigrine paþ xwe.

Gotina “ Gava kaptanê keþtiyê nezanibe wê kêder lengerê bavêje, jê re tû bayekî feyde nake” di cîh de ye.

 

Vê demê gotina “ Dûjminek pir e, hezar dost hindik e” jî di cîhê xwe de ye.

Gotina “ edebî dûjminatî tûneye, edebî berjewendî hene” dîsa di cîhê xwe de ye.

 

Belê, ji bo gelê Kurd deriyê firsenda û ûmidên nu derketine holê.

Lê divê mirov pisgirekên nu jî bibîne, hene.

 

Pirsa Kurd hêdî bûye pirsa navneteweyî. Çareya pirsê ne tenê destê xwediyê wî de ye. Pirs ketiye destê hêzên derve yî wî. Ev rewþ hîn rîskan tîne û him jî evleyiyeke peyda dike.

 

Mafê Çarenûsî bi sînorkirî ye. Kurd li ser tayînkirina kedera xwe tam ne azad in. Faktorên derveyî li ser sîyaseta Kurdan de roleke girîng, roleke tayînker dilîze heye îro.

 

“Bes, xwe spartina fetlanoka (dönemeç) tenê kîm nake. Bêhay bête nêçîrkirin jî heye.” Lê ev nayê wî manê ku trajediyek din, dê biqewime ser serê kurdan, wek berê. Îhtîmalên herî xirab, Kurd ji daxwazên xwe, di bin tazyîkên derveyî de mecbûr bin/dibin dakevin xwar û ji wan re serî deynin/datînin. Dibe ku li ser daxwaza hêzên dervayî, ji bo ”balansa herêmî”, ji bo yî “hasasîyetên din” Kurd ji sîyaseta xwe yê navendî de, tavîzkar e/bin, “ahengî” nîþan bidin/didin”. Di be ku ev sîyaset ne sedî sed bersîva berjewendîyên netewa Kurdan bide jî...

 

1- Çiqas rewþ mûsaît jî bû, Kurd wek netewe-devlet li baþûr nehatîye aferandin. 2-Destpêka þerî Iraqê de, rê li ber hêzên kurdan hat girtin ku herêma Kurdistan ya sîyasî û tarîxî nekeve bin îdara kurdan. 3-Kurd îro bi îrada xwe/an di bin mecbûrîyetî, Devleta Iraqê bi ereba ve hevbeþ îdare dikin. Li gor Destûra Iraqê, Kurdistan perçeyek Devleta Îrakê ye. 4-Referandûma ku netîca wê li ser nodî “ serbixwetî” bûye jî, lê ew nebûye krîterêke sîyasî. 5-Kurdistan dê kîjan rewþan de, dê kani be ji Iraqê sîyasî bikete ne kifþ e. Ne Qanûnîya Esasî ya Iraqê û ne “Teksta projeya destûra herêma Kurdistanê-Îraq” ev pirsa hanê xistîye bin ewleyîyeke destûrî

 

Li Tirkiye Kurd ji bo çareseriya pirsa Kurdan hê tekoþîna pre-statûyekêde ne. Qismek çareseriya pirsê, bi “aheng” bi “ Þoreþa Bê Dengî ya Tirkiyê” bi adaptasyonên ku bi rêya “reformên” ku ji bo Yekîtiya Avrupa tê yî ajotin ve hatine girêdan. Çarpû (çita) ya daxwazan nizm tê girtin. Her çiqas hin Kurd ji bo statûyake etnîk-sîyasî daxwaz dikin jî, ev deng ne pir xurt e.

 

YE, behsa “mafan” dike û ev li ser Tirkiyê ferzkiriye. YE, statûyeke ji bo kurdên bakur destnîþan nake. Ev dihêla ji dînamîzma navxweyî re. Pirsa çareseriya kurdan di goftûgehên ku di nabêna YE û Tirkiye de dibin, hin nebûne “krîterên sîyasî”.

 

Daxwazên ku Kurd kanibin beriya Tirkiye bibe endamê YE destnîþan bike hene û ev kane wek “ standart daxwaz” an “ krîterên sîyasî”. Daxwaz hene û kifþin, lê Kurd ne li serhev in.

 

Mafê Çarenûsî

 

Mafê Çarenûsî ji bo me kurdan proseseke. Mafê Çarenûsî înternalîzekirin (daxîlî, hundirîn) absolutus e. (Teqezî ye) Wek Externalîze ( Xaricî, derveyî) kirin ne absolutus e. Bi gotinek din: Mafê Çarenûsî, ji bo kurdan pirsa mafêke civakî ye, sîyasî-programî û îdolojîkî ye. Milletê Kurd di nava devletên ku tê dijîn de hevceyî etnîk -siyasî-cografî statûyekê ne.

 

Mafê “self determination”, kedera xwe xwe serbest tayîn kirin, ne sedî sed bê qeyd û þert tê qebûl kirin. Mafên serbixwetî ya devletan û sînorên yekparetiya erdê wan bê parastin, di hiqûka navneteweyî de xwedî statûyek bilind e. Bi gotinek din, daxwaza serbixwetiyê li hemberî parastina mafên erda yekparetiyê ye.

  

Wek milletên din gelê Kurd jî mafê wî heye xwedî netewe-devlet be. Ev pirs ne pirseke rêxistinî-sîyasî-programî ye, û ne pirsa netewe-îdolojiyê ye jî. Ne pirseke sîyasî-tarîxî ye ku xwe pispartiye hiqûqa navdevletî û navnetevî jî. Pirsekî de-fakto ye û konjuktûrel e.

 

Pirsa daxwaza sîyasî -serbixweyî, di rewþeke gelemperî de a) rewþa siyasî di rewþek þer û nakokiya de, destabîlîzasyonêke antagonîst peyda kiriye b) û jihev perçebûyînê zarûrî kiribe c) û dengê îrada mîllî hebe ku ser erda xwe desthilat be, ç) li ser erda xwe xwedî kontrol e d) piþtgiriya siyasî ya hêzên derveyî hebe e) biryara erêkirina Saziya Milletan Yekbûyî hebe f) an piþtgiriya navnetevî ye ke xurt hebe, aktûel dibe.

 

Xencê vî, di rewþe ke taybetî de ev pirs kane aktûl be. A) Pirs divê xwe spartibe peyman û hiqûqa navendî ya devleta ku Kurd tê dijîn. B) Kurd partnerên devletê ne. C) Mafê cudabûyîn ya sîyasî wek mafeke destûrî hatiye destnîþankirin. Ç) Destûr eþkere destnîþan kiribe, ka cûda bûyîn kengê aktûel dibe.

 

Pirsek din divê eþkere be, ka piraniya deng, daxwaz û biryarên yê herêma Kurdistanê tenê ji bo cudabûyinê têrî dike. (unîlateral, unîlateral biryar) An divê meclîsa merkez ya devleta ku kurd tê dijîn jî, wek mercek xwedî bîryarê li ser. (multîlateral, biryara bi du alî)

 

Biryara Mafê Çarenûsî îro li baþûr, li gel gelê ereb, di nava devletekê de jîyaneke li gelhevî bête meþandin hatîye dayîn û Herêma Federal ya Kurdistan perçeyek dewleta Iraqê ye. Çerçeva Mafê Çarenûsî bi çi awayî dê bê bikaranîn ji bo îro, Destûra Iraqê û Destûra ”Teksta projeya destûra herêma Kurdistanê-Îraq” de hatiye destnîþankirin. Li “Kurdistanê-Îraq” desthilatiya Mafê Çarenûsî halîhazir li gor “Jurîdîksiyoneke” federal -Her çiqas pirsa sînorên Kurdistan hîn ne dîyarkirîbe jî- hatiye qebûl kirin..

 

Tiþtek din heye divê bê zelal kirin: Mafê Çarenûsî nayê vê manê ku rexistinên kurdan li her derî (perçî) Kurdistan, serbest kanin xwe birêxistinî bikin. Na, perçe-rexistinî esas e.

 

Kêmneteweyî

Kurd li ser erda ku dijîn pirayî ne û piralî milletan li ser erd xwe disitirîne.Kurd li ser coxrafya ku tê dijîn, xwedî yê mafê statûya-siyasî ne. Daxwazek weha li her derê Kurdistan bê kirin mafê Kurdan e.

 

Gava behsa “Kêmneteweyî” dibe him siyasetvanê tirkan û him jî yên kurdan nerazîbûyîna xwe nîþan didin. Çima gelo?

 

YA (Yekîtiya Avrupa) di “Krîterên Kopenhagê” de tespîtek kiriye û þertek danîye ku “Mafên Kêmnetewî bê parastin û rêz hûrmet lê bi girtin.”

Siyasiyên Tirkiye aciziya xwe gellek car nîþan daye û dide, ji bo ku:

 

•  Ji bo ku “Peymana Lozanê wê ji nu ve bê minekeþe kirin” ( Lozan wek Tapiya Cumhûriyeta Tirkiye tê hesêbî)

•  Ji bo ku Kurd wê wek “Kêmnetewe” bêhesêbî û Kurd li ser erda xwe piraniyê tîne mevcûdê, wê demê wê mafê îdara xwe bi destê xwe birêve bibe, dê derkeve holê. Ev ji bo “Ûnîter Devlet”” xeterek tê dîtin, red dikin.

•  Ji bo ku Tirkiye heta niha li gel YA (Yekîtîya Avrupa)“ Mafê Kêmnetewî” wek daxwazekî siyasî neyê li pêþberî wan, berxwedanek gij û di warê siyasî û dîplomasî de lobiyeke xurt hajotine. Tirkiye, bi YA re bi her babetî kane li hev bike lê vê pirsê de na, red dike..

•  Kurd gava wek “ Kêmnetewe” bên qebûl kirin, “ dê milleta dî bê aferandin” “Tirkiye wê bê perçe kirin” an “gavê perçekirinê dê bê havêtin” tê hesêbî, îro li Tirkiyê û ji bo vê ev tê red dikin.

•  Ji bo ku Tirkiye heta niha Kurda wek etnîk “Tirk” nîþan daye û Kurd wek milleteke din nehatîye naskirin, îcar niha wek “ netewe” bê qebûl kirin, ewê îttîrafeke mezin be ji bo Tirkiyê, ewê wek ûzira xwe xwestibe ji dîrokê û ji Kurdan, Tirkiye red dike.

 

Sîyasiyên Kurda aciziya xwe nîþan didin ji bo ku:

 

•  Ji bo ku Kurd bi vî “tehrîfî” dê nebin xwedîyê tu tiþtek, tirsek heye ku wê wek “Kêmnetewiyê” mesîhî bên mûamele kirin, red dikin.

•  Ji bo ku “Kêmnetewe” mafê wan yê “ Mafê Çarenûsî nîne””, tê red kirin.

•  Ji bo ku Kurd li Rojhilata Navîn de nifûsa wan di nabêna 30-35 mîlyon tê hesêbî û mikayasên milletên ji wan biçûktir tê kirin û ew xwedî dewlet in, milletê Kurd ji wan “kêmtir” nabînin, red dikin.

 

Endîþa siyasî yê Tirkiyê fahm dikim lê ya sîyasiyên kurdan, na. Kurdên ku naxwazin wek “Kêm- Netewe” lê þûnê de dixwazin wek “ Unsirê Eslî” bên dîtin jî hene. Ez zêdetirîn pê diheyîrim. Ka ev kesana ji nu ve dixwazin “ Unsirê Eslî” biafirînin û çawa?. An Kurd ji berê de biryara xwe dane, wek “ Unsirê Eslî” di “ îrada mîllî ” ya Tirkiyê de cîh sendine?. Ev gotin ka tê çi manê?

 

Sîyasiyên Tirkiyê do û îro jî dibêjin Kurd “ NeKêmnetewe ne, unsirê Eslî yê vî welatî ne” Yani, Kurd naxwazin xwe têxin þûna milleteke din. Xwe wek “ Tirk” an perçeyek ji vî milletî dihesibînin. “ Kurd ne layîkê Kêm-Netewî ne, perçeyek ji piraniyê ne” tê gotin.

 

YA, di pêvajoya ji bo endametîya Tirkîyê de,“ Mafê Çarenûsî” yê ferz nekiriye li ser Tirkiyê. Ne mimkune jî. YA, bê ku statûya Kurdan tahrîf bike. “Mafê Kêmneteweyî” wek mafekî dide destnîþan kirin û li ser Tirkîyê dide ferzkirin.(Krîterên Kopenhag) YA, ne li dij “ Mafê Çarenûsiyê ye”. Ev maf dê çawa têkeve jîyanê, dihêle ji karê dînamîzmên hundirî re.

 

Sîyasiyên Kurda divê bêtirs bin.Rejîma Tirkiyê kurdan wek “Kêmnetewe” qebûl bike. Dê pêþketinek di pirsa çareseriya kurdan de çêbe. Pirsa Kurda, dê mesafeyek pir girîng kezenc bike û pirs wê berjor be û têkeve merheleyek baþtirîn. Her tiþtî berî, Kurd wê wek fermî, etnîk-milletek cuda bên hesêbî û wê ji tahrîfa “ Ûnsirê Eslî” ya ku heta niha tê bi kar anîn xelas bin.

 

“Mafê Kêmnetewî” bi dest xistin ne siyasî-statûyek e. Mafek ji mafan tê hesê bî. Ev maf ne tersî Mafê Çarenûsiyê ye. Haziriya wê pê tê kirin. Rê ji bo statûya -siyasî nagre û dawî nayne.

Ne ji hêla hijmar û ne ji hêla demografîk, Kurd ne wek mesîhîyê li Tirkiyê dijîn e.

Statûya kurdan cuda ye, divê daxwazên wan jî cuda bê destnîþan kirin.

Tahrîfa “Kêmneteweyî” têkiliya wî bi nifûs re him heye û him tûneye. Zêdetirîn termonolojîyeke bi mafên kultirî û sîyasî re girêdayî ye.

 

Ya girîng jî, ji tahrîfa “ Kêm-Netewî” kî çi fahm dike û dixwaze çawa bi kar bîne.

 

Siyaseta kurdan mecbûr e gohdariya dînamîkên derve bike, û þertên herêma xwe bide ber çavan. Xwedî reel sîyaset û xwedî prensîb bûyî îcab dike. Mimkune mirov serî ji bo hin pirsa deyne, lê divê ew pirs ne gerûyî (merkez) bin.

 

 

Baþûr û PKK

 

Siyaseta kurda divê him xwedî real be û him jî bi xwedî pirensîban be. Ev him ji bo baþûr him ji bo bakur derbas dibe.

 

Îro Kurd li baþûr îdara ke federalî bi dest xistine, xwedî parlamento, xwedî hikûmet, xwedî serok e. Xwedî selahiyet û desthilatdare herêma xwe ye. Ev rewþa hanê pê kêfa me tîne, morala me bilindike.

 

Em kurdên bakur divê li van destkeftina xwedî derên û ji bo parastina wî, dê çi bikeve li ser milê me divê em bi cîh bînin. Nayê vî mane em sîyaseta baþûr li bakur de bajon. Na. Her aliyeke Kurdistan di orjînalîta xwe ya taybet de bi pirsa xwe re mijûl dibe, xwe bi wan pirsa na re disiplîne dike û xwediyê rojeva xwe ne. Li ser erda xwe siyaseta azad dimeþîne û li ser erda xwe xwedîyê Mafê Çarenûsiyê ne. Yek yê din kopiya nake. Tu nimûne wek eslî xwe nabe.

 

Kurdên bakûr di çalakiyên xwe de tu rê venekin û tû firsenda çênekin ku Ordiya Tirkiyê ji xwe re bike bahane, zîxtan li hikûmeta baþûr bike. Bi saya povakasyonan îro ordiya tirkan destê xwe xurt kiriye ji bo ku berê xwe bide bi ser baþûr.

 

PKK sirf ji bo parastin û îstikrara baþûr be jî divê çekên xwe bêdengî bike. PKK rêxistineke bakurî ye. Þixûl û karê wan li baþûr tûneye.. PKK divê bê keyd û þertan ji baþûr derkeve. PKK çawa biryar send ji bo biçin baþûr, bila bîryarek din jî bistîne, ew ji baþûr derdikevin.

 

Hikûmeta Baþûr divê li herêma xwe da, di warê îrada mîllî de valayiyeke nîþan nede. Tersê vî, meþrûyîta xwe wê ziîf bixîne. Hikûmet divê otorîta xwe li ser axa xwe bi dost û dijminê xwe re bide îspatkirin. Ev berpirsariya îdara li ser “erda azad” e. Hikûmeta Herêm divê ji bo asayîþ û hizura gel li gor vatiniyê Kanûna Esasî ya Iraqê û li gor Destûra Kurdistanê tev bigere. PKK divê otorîta Hikûmeta Baþûr qebûl bike. Daxwazên ku Hikûmeta Herêm ji PKKê dike, an divê bê kirin hene. Divê ev daxwazana ji hêla PKKê giramî bête nîþandan. Alî din Hikûmeta Baþûr jî divê tû PKKî yî bi darê zorê teslîmî Tirkiyê neke.. Na, her tiþtî berê kenalên dîplomasî yê hene, divê ev rê ji bo PKKyî jî bê bi kar anîn. Rê ev e ku: PKKe ji xwe berê ji baþûr bîryara derketinê bistîne.

 

Rastîyeke heye divê herkes qebûl bike hebûna PKKê li baþûr hîç berjewendîyê tu kesîye. PKKê wek kartoleke agir e, kî bigre destê xwe, wê destê xwe biþevûtîne.

 

Li bakûr tû bidesxistinek tûne ye ku iro PKK vana bi çek biparêze hene. “Mirov ji bo kîloyek goþt deveyek qûrban nake”. Daxwazên ku îro ji hêla PKKê tên kirin ne hevcadriya tekoþîneke çekdarî ye.. Ji bo APO ku di rojevê de bimîne, vek muhatab bêye qebûlkirin, þerê çekdari ne hevceye. Daxwazên ku PKK ji devleta Tirkan dike, DTP kane bide meþandin. Bingeha DTPê hevalbendê PKKyî ne. Daxwaz û siyaseta ku PKK an Ocalanî dimeþîne kifþin. Ma DTP kim nake gelo ji van tiþtan?. Îcar ev þer bo çi û ka berjewendîya kê tê heye?. PKK, pir carî hevalbendên xwe dixîne nava zehmetiya, astenga derdixîne pêþ wan. PKK astengeke pêþ DTPê îro. Þerî çekdarî ya PKKê hedî bûye dij berjewendîyê Kurdan.

 

Di heman wextê de, daxwazên ku ji alî Yekîtiya Avrupa ji Tirkiye tê kirin û hatiye ferzkirin ji daxwazên PKKê bilintir û bi kalîtetir in. Dubare dikim pirsa xwe: îcar ev þer bo çi?

Ýcar þer ji bo çi? Guro guro were min bixo ye gelo? An?.

Vezîfe ye li ser me, em sedem û armanca mobîlîze kirina Devleta Tirkiyê vekirî derxînin meydanê, van pûç bixînin.

 

Dîs li ser me vezîfeye bi xwepêþandinan nerazîbûna xwe bidine xûyankirin.

 

YA û Tirkîye

 

Yekitiya Avrupa Tirkiyê digewirîne. Lê Tirkiye berxwedide ji bo ku neyê gewirandin.

Sermaye û seha aborî derenceyekê ahengî nîþan dide. Lê nijadîperestên tirkan

tengasî derdixîne li pêþ vê pêvajoyê. Guherandin heta niha li gor konsensûsa ku di nabêna Ordî û Hikûmetê de li ser tercîhan bûye. Hikûmet ziîf û pasîv dimîne. Di cîhê guherandinên baþ ku hatiye kirin, tedbîrê nebaþ kêlekê de hatine sendin. Guherandinên ku hatine kirin, di qeleme kî de kane paþde bizivire. Ji bo guherandin di seha sîyasî û reorganîze kirin devletê de çê ne be, berxwedanek xurt heye. Di pêkanî de pêþberî proja YA asteng tê derxistin.

 

Tirkiye di warê pirsa Kurd, demokrasî, mafê mirovatî de hîn qada destpêkê de ye. Gavê radîkal hîn nehavêtine. Hin gavên piçuk hene lê ev jî giran dimeþe.

 

Tirkiye sala 1963î de Peymana Civaka Aborî ya Avrupa yê îmze kiriye. Tirkiye bi vî peymanê bingeha hiqukî bi YA re çêkiriye. Di sala 1987de ji bo endametiya YA mûracat kiriye.. 1999 dê wek berendam hatiye qebûlkirin. Di sala 2005 da jî ji bo endametî dest bi hevdîtina kiriye. Ev pêvajo dom dike. Tevekî bi Avrupa re evkas dûr û dirêj tekiliyek wî heye, mirov baþ tê nagîhê ji bo endametîyê, çima Tirkiye rêyeke zirav û dirêj daye berxwe.

 

Devletên Avrupa ya rojhilat, ku bi navê ‘'Komunîst dîktator” dihatin bi navkirin, gav bi gav, du hev û demek kin de bûn endamê YA. Tirkiye Ji bo çi bi salan dê benda endametiyê bimîne û ji bo çi li herî paþ de maye?. Hîn wê çikas din bendê bimîne, ne kifþe. Çavkaniya vê pirsgireka Tirkiye ye û divê li vir der sebeb bê gerandin .

Zûkirina endametiyê dest gewirandinên ku ji Tirkiye tê xwestin de ye. Lezandina guherandina, lezbûna endametiyê tayîn dike. Lê Tirkiye ji xwe re rêya dirêj hilbijartiye.

 

Dînamîka derve heye û amadeye Tirkiyê bigre nava xwe. Lê dînamîka hundirî, ne xwedî siyaseteka biryardayî ye ku Tirkiyê têxe nava YA

 

Pirsa sîstemek teribîn (bozuk) heye li Tirkiyê. Wesayeta ordiyê li ser siyaseta dewletê nehatiye dûrxistin. Hîn dom dike. Tirkiye bi rejîmek e otorîter û merkezi têye îdare kirin. Hê, nerîna sîyaseta sivîlî bi otorîta eskerî ve bê girêdan, sîyaset hevbeþ bihevre bê meþandin heye û xurte li Tirkiyê.. Nerîna standartî ya sîyaseta Tirkiyê: Ordî+Devlet+Netevebû ne. Civate kî heyranî mîllîtarîstî hatîye aferandin.. Ev nerîn bi Qanûna Esasîya devletê ve jî hatiye garantî û meþrûkirin. Hikûmet vê disiplîna standart xera nake. Erkanîherbiye li ser pirsên siyasî yên girîng û giran de hê xwedî maf û bîryar e. Wek organek otonom, carna serbixwe di nava devletê de cîhê xwe stendîye. Hîn jî li ser ordî yê kontrola yasayî, darazî (yargý) û serkarî (yürütme) ne hatiye damezrandin.

 

AKP/Hikûmet

 

Serokê Hikûmetê dibêje“ Bi rejîm re na lê bi sîstemê re pirsa me heye” Mabesta vê gotinê çiye mirov baþ fam nake. Tiþteke ez pê dighîjim ev gotin di mana “ pirsa me bi þîrovekirna nerîna laîsîzma devletê de ye” .

 

Di warê “Yasayên Ahengî” de manevrên paþgav têye avêtin. Reform hatine cemidandin.Raya milleta Tirk ji bo YA ziîf ketîye. Nijadperestî xurt bûye.Tê xûyan hikûmet zedetirîn xwe li ser rojeva xwe ya ji bo mihefizekirina kultura îslamî ya apolîtîk ve konsantre kirîye û bi vî avayî dixwaze þikil bide civatê. Civatekî misliman û Tirk. Gellek nimûne hene ku beyanen Hikûmet û birêvebiren AKPê bûne sebeb ku raya milletê ji bo YA daketîye xwarê. Disa gellek nîmûne hene kuþtina Mesîhîyên Tirkîyê dîs ev beyan û ev sîyaset bûye sebebek. Dîsa nimûne hene Hikûmet, li ser bûyerên vê dawîyê ku li ser sînor de qewimîye, vekirî pirîm daye/dide nîjadperestên Tirkan. Hikûmet teslîmê ordî û yên kolanan de mîtîngên bûye. Baþ tê zanîn ku ev meþana bi destên ku kesên bi erkanîherb ve heye tê organîzekirin. Bi van meþan prova þer û hazirîya þer tê kirin. Çi xerî be li dij Milleta Kurd serîhildan wek normal aksiyonek tê qebûlkirin?!. Hikûmet, bi ordî û muxalefetî ve yek dengî tevdigere, pirs bûye ” Mesela Mîllî” ya Tirkiye.

 

Ordî û muxalîf negihîþt miradê xwe, bi xwepêþandinên “ Xwedî li Cimhûriyetê Derkevin” “ krîza reîsîcimhûr” derxistin, ser neketin, hilbijartina giþtî bu, dîs biserneketin. îcar bi awayê “Xwedî li Þehîdan Derkevin”” derdikevin holê û civatê dixin nava psîkoza þerî.

 

AKP partiyeke, ne erîþkar nasyonalist e, lê bi versyona “cemeata mislimanî” û “Tirkiyebûyî” tektîp civateke difikire. Hebûna kurdan nayê înkar kirin, lê Milleta Tirk di “Ûnîter Devletê” de neteweke serdest tê qebûl kirin.. Þûna Kemalîzmê de mislimantiya a polîtîk (kultur mihefezekarî) wek çîmentoya îdolojîk a “Unîter Devletê” tê dîtin.

 

AKP bi proja kultura mislimantîyê, Kurdan ji devletê re sadik hemwelatî diafirîne û wan bi devletê re ji nu ve entegre dike. Rêya mislimantiyê, ji ya Kemalîzmê çêtir dibîne ku civata kurdan bête bin kontrol. Çawa despêka damezrandina Cumhurîyetê de, li himberî welatên dagirkirî, yekitîyek di nabêna Kurd û Tirkan bi ser navê “biratiya mislimantiyê” çêbûye, îro jî, ji bo pêþî li þiyarbûna kurdan, Kurd wek milleteke ji tirkan cuda, ji bo ku Kurd û Tirk ji hev veneqetin, mislimantî ji bo mihefiza Cumhuriyeta Tirkiye çare tê dîtin. Ji bo mihefiza Tirkiyebûyîn û mislimantî yê, li himberî kultura rojava jî parastinek tê kirin.

 

Seroke hikûmetê tehrîfa hemwelatî yê bi “Tirkbûnî” ve gîredide û herwext ”Qanûna Esasî, xala 66an” destnîþan dike.

Tê xûyan Hikûmet di her babetî de kane bi YA re rûne lê ji bo pirsa kurdan de, na.

 

AKP îhtiyaca wî bi demokrasiyê heye. Dîxwaze ispat ke ku demokrasî û îslamiyet kane bî hev re bijîn. Proja xwe wek modelekî dide niþan dan. Bayê YA daye paþ xwe. Partiya li ser hikûmetê demokrasiyê ji bo mexdûr û mihtacê xwe tenê dixwaze. Nabîne an nawaze bibîne ku lazimiya her kesî bi demokrasiyê heye. Serî da xelkê Kurd.

 

Serbest kirina ziman, bi saya YA mimkun bûye. Ne bi îhsanên AKPê ye. Dive em bibînin vê rastîyê. AKP û Hikûmat tu tiþteke ji berxwe, li ser geþbûyîna demokrasiya Tirkiyê zêdekirî bike û pê serfiraz be tûneye. Guherandin, ber bi baþî de çûyîn bi saya Avrupa bûye. Kengê Hikûmet reforma daye sekinandin an cemidandin rewþ xirab bûye.

 

Hikûmet bi cesaret naherike. Hikûmet divê perîyoda duemîn de gewirandinên ber bi çav destnîþan bike û ev têxe jîyanê. Ji van gewirandinên ku herî balkêþ û girîng bê kirin: A) Amedekirina “Kanûna Esasîye ke nû” ye. Nabe ku Komîsyona AKP ji “Pêþnima” (taslak) hiqûkzana paþtetir pêþnimake pêþkeþî raya giþtî bike. Bileks, divê ji ya hiqukzanan pêþtetir pêþnima ke bê pêþkêþkirin. Divê qanûna esasiya ke wiha bê amedekirin ku dewletê ji nuve reorganîze bibe. Demokrasî ya ke gelemperî (genel) bê avakirin.Mafên kurdan û berjewendiyên wan di “Qanûna Esasiya Nû” de cîh bê girtin û ewleyî wan bê parastin. B) Hikûmet divê sîyasete ka aþitî bi der û dora cîran - devleta re bide meþandin. Tekiliyên nu li gel wan serrast bike. ( Yûnanîstan, Kibris Ermenîstan,Iraq-Herêma Kurdistana Federal, Îran ) Mûdaxala “ Bakur ê Irak ê” ji rojeva siyasetê bê derxistin.C) Reformên ku YA ji Tirkiyê dixwaze , peymanên ku heta niha Tirkiye îmze nekirine, vê peryoda duyemîn de divê bê bi cîh anîn.

 

AKP li Kurdistanê, ji Kurdan ji xwe re bingeheke sosyal pêvist dîtiye.

Mezin bûna AKPê xetere ke li Kurdistan ê.

 

Gotina Dawî

Demokrasî bi serê xwe tenê pirsa kurdan çareser nake. Bi gotinek din, demokrasî û pirsa çareserkirina Kurd ne wek nenûk û goþt bi hevra giredayî ye. Di demokrasiyê de pirsa Kurd xurt dibe, pirs tê xwedî kirin. Ev jî di warê kulturî de ye. Peyvendîya demokrasî û pirsa Kurdan: 1-Serbestiya mafê kulturî û mafê nasname (Self Definition) û mafê serbestiya xwe birrêxistin kirina siyasî mimkune. 2- Azadîya seha sivîl û kesayetan de peyvendîye ke heye. 3- Bingeha haziriya Mafê Çarenûsîyê dike, garantiya mafê nade. 4- Polîtîk hiþiyar bûnî bilindtir dike.

 

Pirsa Kurd di qêleka demokrasîye de pirseke bi serê xwe spesifîk e.

Seha siyasetê ji bo Kurdan hêj qedexekiriye, bê tahamûlî heye. Mafên azadiya çanda Kurda teng hatiye stendin û pir bi sînorkiriye. Zimanê kurdî hê ne xwedî statûyekê ye.

Di qêleka “”azadî ya çandeyî” Ji me re “azadî ya xwe bi rêxistinkirina siyasî jî “ lazim e. Her du jî destkeftên hêja yî ne ku demokrasî ji bo milleta Kurd bê xebitandin.

Em hê li bakur tekoþerî van merhela ne.

 

Çirîya Paþî, 07