Arþiv

S. Gurses

"Bila sed cara mala xwedîyê bindest û xerîbîyê xerab be"

Min xebera res ya wefata Nedîm îro - lazek berê - bihîst û wek gellek heval

û dostên wî ez jî pir bi vê xebera res êsîyam.

 

Vê êvarê pistî ku ez ji kar hatim mal, gellek bîna min teng bû. Jiber vê

yekê jî pistî ku ez hatim mal û bi hêvîya ku belki xeberek xwes

bibînim/bixwînim, min malpera "me", ya hevalan vekir. Lê ci bibînim, xebera

yekem ya wefata Nedîm bû. Dil û bîna min hîn tengtir bû, dest û pê li min

sar bûn û ez bi qandî cend deqa wisa mat bûm û min li vê xebera tal nihêrt.

Min di ber xweda ji xwera got, " Gelo ev ci hat serê me, bila mala xwedîyê

xerîbîyê û bindestîyê xerab be".

 

Herê bila sed cara mala xwedîyê bindest û xerîbîyê xerab be. Îro Nedim ji

nav me bar kir gelo kî zane ewê sibê dora ki ji me be. Derd û keser û ês

elema xerîbîyê gellek zor e û derdê ser derda jîyana ewrûpa wisa lê kirîye

ku em je hev bela wela bûne û pirên me jiber keftelefta jîyanê bi xweva û

karên xweva bilîya ne û wisa lê hatîye ku haya me geleka ji hev nemaye.

 

Ez Nedim ji Bismilê û ji xebata wî ya di nav DDKD´ê de nas dikim. Nedim wek

darek cinarê bilind/ciwan û di xebata wê demê da pir enerjîk bû. Bas tê bîra

min, di mes û xwepêsandanek ku di 1978 an 1979 de (ku ez sas bim bila

hevalên bastir zanibin, min rast bikin) ku DDKD è li Dîyarbekirê cêkir,

Nedim mikrofon di desta de, li meydana navbera derê cîyê û sinema Dilanê, bi

koma bêsdaran ku hêjmara wan ji hezara zêdetir bû, bi dengê xweyê bilind û

zelal, slogana dida avêtin û dida dûbare kirin.

 

Lê pistî 12´ê Îlonê min tenê yek carekî kekê Nedîm dît. Ez dixwazim bi kurtî

basa vê hevdîtina me, ku bê hemdê med pêk hat, bikim.

9-10 sal berê rojek ez di îstasyona central (navendî) ya Kopenhagen´ê da

derbas dibûm, hew min dît merivek ku 2 erebokê ku, meriv bar û bagajê lê

dike di dest da, di nava wê qerebalix û hêwirzê da, erebokên ku bar kirîne

li pey xwe kas dike. Bejn û rûcikê wî ji minra xerîb nehatin. Jibo ku ez bas

binêrim, ez sekinîm û min ji nêzîk de dîna xwe da yê. Min ji xwera go:

" heyra wele ez vî camêrî nas dikim, gelo ev kîye?".

Hima bi carekî hat bîra min û ez ber pê cûm û min jê pirsî:

" Tû ne Nedîmî?". Go, belê ez Nedimim. Pistî me xwe bihev da nas kirin û

kêfxwesî di hev da, min jê pirsî: "Kekê Nedim xêre, ev ci bare, tû ji kûda

têy û bi kûda dicî?." Nedimê min û te go; "Wele barê min pirtûkê kûrdî ne û

ez ji Stockholm´ê têm û ezê van (barê xwe nîsan da) pirtûka bibim Elmanya,

pêsanga navnetewî ya pirtûka." Em rûnistin me kahweki bi hevra vexwar û min

alî kekê Nedim pirtûkên wî bir ber trênê û bar kir, pistra med xatirê xwe ji

hev xwest û ew li rêya xwe cû ez jî li ya xwe. Pistî wê rojê min qet Nedim

nedît û pi mixabin ezê êdî qet wî nebînim. Lê ew dîtina me qet ji bîra min

nacê. Jiber ku ew Nedîmê berî 12 Îlonê yê wek dara cinarê cû bû, yekî din

hatibû sûnê. Jîyan û xebata sala ya xerîbî yê û derdû keseran hêj wê wextê

piranîya porê Nedim sipî kiribû û bejna wî ya bilind picek xûz kiribû.

 

Ez hêvîdarim ku êdî tû dost û heval û kurdên xwedî xîret û bi rûmet li

xerîbîya nemirên...

 

Bila serê gelê kurd, malbat û dost hevalên Nedîm sax be....

5.03.2007