Dr. Ekrem Önen

Arþiv

ekremonen@hotmail.com

Akademik Þekirê Xudo Mihoyî-
stûna Kurdên Ermenistanê

Gotinek Rûsan a pêþiya heye. Dibêjin “Li piþt mirovên mirî an meriv bi baþî behs dike, an jî qet behs nake”. Bê guman zehmet e mirov piþtî mirina dostekî xwe yê herî nêzik û ezîz behsa wî bike. Lê ez nikarim behsa mamostê xwe yê ezîz nekim.

 

 

 

 

Berî Þekirê Xudo biçe ser dilovanîya xwe bi heftekê me hevûdu li Moskowayê dîtibû. Piþtî sersalê bû nuh ji Rewanê hatibû. Kêfa wî gelek li cîh bû. Dîsa wek her gav bi zimanê xweyî xweþ û bi henekên xwe civat xemilandî. Behsa Rewanê û rewþa Kurdên Rewanê û bi tevayî ya Ermenîstanê dikir. Herweha behsa zarokên xwe û zaroyên zarokên xwe dikir. Gelekî pîk û li ser xwe bû. Berya em ji hev bi qetin wek hertim ji minre got ”ka vegere, were li Moskowayê bi cîh bive; cihê te ne Ewrûpa rojava ye. Divê tu li Moskowayê be”. Me xatir ji hev xwest û em ji hev qetîyan. Diyar e ew ji qetandina dawî bû.

 

Ez vî mirovê unikal ji zûvde (dor 20 sale) nas dikim. Ji roja me hevûdu nas kir dostayame çêbû û her berdewam kir. Dostaya me edî ji dostaya du þexsan bêtir, bû dostayiyek malbatî jî. Em gelek caran bi malbatên xwe li hev vedihewîyan û me sohbet û civata xwe digerand. Min her weha rehmatîya Xanima wî Frîca keça Hecîye Cindî û kurên wan û zarokên wan yên din baþ nas dikir. Hergi ku bihatana Moskowayê muheqeq wê li cem me mivan bûna û ji xwe piþtî salên 1990 dema rahmetiyê Þakiro li Moskowayê bi cîh bû, êdî me herdem hev didît û diçûn û dihatin cem hev.

 

Di dîroka mirovatîyê de di nav miletan de mirovên unîk kêm henin. Bê guman di nav Kurdan de jî mirovên werê kêm in, lê henin û yek ji wan Þekirê Xudo bû.

 

Bê guman di nivîsekê de zehmete mirov bikaribe vî mirovê weha unîk bide nas kirin. Lê ezê behsa hinek xusûsîyetên wî yên teybetî bikim. Ji ber ku li ser jiyana wi gelek dostên wî û yên min jî, yên wek Tosinê Reþîd, Wezirê Eþo, Ibrahim Guçlî nivîsandine. Ez ê naxwazim tiþtên wan nivîsîne dubare bikim.

 

Þekirê Xudo mirovekî alim, întelektual, sentîmental, diltenik, henûn, nefs bicûk, civakî, ji alî etîk û moral de di asta heri bilind de bû. Herwuha ew xwedî prensîp, welatperwer û þoreþger bû.

 

Þekirê Xudo, yek ji alimê rojhilatnas ê serdema me ye. Þekirê Xudo di ekola rojhaltnasiyê ya herî xurt a cîhanê a Sovyet-Rûsyayê de bi serkeftî fêrî ilmê tarîxê bû. Di nav Alimên Sovyet –Rûsyayê û cîhanê de bû xwedîyê cîhekî bi rumet û gîha dereca alimtîyê ya herî bilind (Akademîk). Berhemên wî gelek in. Ên çapkirî û her weha wek ku dema dawî me hev dît ji min re behsa berhemên xwe yên ku ne capkirî ji ku hîn li ser kar dikir hene, kir. Hêvîdar im hemû berhemên wî paþê bên çapkirin. Þekiro ji kultura Rojhilatê gelekî hez dikir û ne Eurosentrîst bû. Þekirê Xudo întelektualekî gelek bilind bû: lîteratûra kurdî û a cîhanî jî dixwend. Ew gelekî heyranê folklora Kurdî a klasîk bû û gelekî jê hezdikir. Ew di warê lîteratûrî de heyranê Ehmedê Xanê û di warê muzikê de jî ji Þeroyê Biro hez dikir. Wî bixwe gelek caran stranê Þeroyê Biro distra û stran pêre gelekî xweþ derdiket. Li ber muzîka def û zirnê govend digirt. Gelek caran sohbetên me li ser literatûrê çê dibûn. Gotinek wî nuha tê bîra min, tim behs dikir. Digot ”Ez dema Ehmedê Xanê, Rûstavelîyê Gurcan û Nîzamiyê Eceman didim ber hev, di warê lîteratûrîde weleh Ehmedê Xanê bi gelek derecan ji wan bilindtir e, ev ne ji bo ku ez kurd im werê difikirm, ji bo ku ez wan di ware lîteratûrî de miqayese dikim, werê difikirim” . Þakirê Xudo di warê lîteratûra cîhanî de jî heyranê Tolstoy û Rabîndranath Tagore bû her weha di warê civakî de jî gelekî jî alim û rewþenbîrê Rusî akademik Lixaçov (Sankt Ptersburg) hez dikir. Ez dixwazim behsa epîzodeke wî din bikim. Rojekê me bi hevre li televîzyonê li interviyu ya Lixçov gohdar dikir. Lixaçov gotinek li ser rewþenbîr û milet kir. Got ”Di hemû miletan de, milet –civat li ser hustiyê rewþenbîran e û jiber nefs biçukîya xwe gelek caran kes wan nas nake; ew di halê xwe de karê xwe dikin û dijîn. Lê di civatê de hinek ji henin li ser nave rewþenbîrîyê ji bo berjewendiyên xwe û populizmê li huste civat u milet siwar dibin û bê ku bifikirin tiþtên ku behtirîn caran milet u civat jê zerarê dibînin dikin. Ên di piyasê de aktiv ên werê nin. Ji ber ku ew li kar û xisara tiþtan nafikirin ew li þexsên xwe difikirin. Rewþenbîrên ku civat li ser hustê wan in zû bi zû tiþtan nakin: heta biryara karekî bidin, gelek caran difikirin” . Þekirê Xudo fitilî ser min û got ” tu divê qey Lixaçov van tiþtan ji bo me Kurdan dibêje ”. Þekirê Xudo yek ji wan rewþenbîrên Lixaçov, ên milet li ser hustê wan digrt bû. Þekiro tehlûken li pêþiya civatê zû didît û dixwest jê re careserîkê bibîne. Lê zû bi zû biryar ne dida. Heta nerinek di derheqê pirsekê de bi afiranda, gelekî dida berhev.

 

Þekirê Xudo gelek diltenik, sentîmental bû û ji alîyê etîk û moral de di asta heri bilind de bû. Di têkilîyên xwe yên bi dost, heval û hogirên xwe re gelek henûn û bi rêk û pêk bû. Her weha bi mala xwe û zarokên xwere di têkilyên îdeal de bû. Ew mirovekî gelek bi rêk û pêk bû. Mirov dibû heyranê têkilîyên wî ên bi mal û zarokên wi re. Piþtî xanima wî çû ser dilovanîya xwe, ew gelek sentîmental bibû. Car caran di sohbetên me yên teybetî de Þekiro behsa jîyana xweyî derbasbûyî dikir, gelek caran behsa mal û zarokên xwe dikir. Di wê demê de gelek caran xwe ne digirt û hêsir ji cavên wê dibariyan. Her weha caran heger li kuçê hinek însanên feqîr ên parsekî dikirin, bidîta û bi teybetî zarok an îxtiyar bana xwe ne komfortnî his dikir û gelekî li ber diket. Þekiro gelek henûn bû. Dema li dostekî xwe ji zûde nedîtibû rast bihata, tunemabû ji kefa bifirya. Hêsir diket cavên wî.

 

Mirovekî gelek nefs biçûk bû, bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû: bi zana re zana bû bi nezana re nezan bû. Ji zarokan gelekî hez dikir, bi wan re dilîst û dipeyivî û bi wan henek dikir. Zarok xwe li cem wî rehet his dikirin û ji wî hez dikirin.

 

Dema me wefatkirina Þekiro bihist, em gelekî liber ketin. Darya keça min 7 salî ye, ji Þekiro gelekî hez dike. Dema xebera wefata apê xwe Þekiro bihist hema li min nerî û bi rusî got ”on bil oçin xaroþî diyadiya” (ew apekî gelek baþ bu). Min hiskir pê giran tê.

 

Þekiro tu caran ji hevalên xwe re ne dida diyar kirin ku mirovekî hewqas zana ye. Gotinek wî tê bîra min tim tekrar dikir,.digot ”mirov çiqwas zana dibe, mirov fêm dike ku çiqwas nezan e” . Ew merivekî hertim di lêgerinê de bû.

 

Þekiro gelekî civakî bû. Ezê li vir gotina dostê xwe Tosinê Reþîd a di derbarê wefata Þekiro de lê kiribû dubare dikim. Jiber ku gelek kefa min ji vê gotina wî re hat ” Zanîyarê mezin usan jî gula govendan bû, xemla þayan bû. Bi xwe hiz dikir stranên kurdîye folklorîyê bistre. Cîhê Þekroyê Xudo lêbû, li wir ken û þabûn zêde dibûn”.

 

Þekiro Xwedî bi prensîp bû: di fikrên xwe de zelal bû. Ji populîzmê hez ne dikir; gelek caran medya Kurdî û ya ne Kurdî dixwestin bi Þekiro re hevpeyvînan bikin. Heger bawerîya wi bi medyakê nehata, bi wan re hevpeyvin nedikir. Min jê dipirsî, gelo ji bo çi naxwaze bike mamosta­? Digot, ”a cane ez nuha hevpeyvinê bikim, gelek xelk min nas dikin û wê vê hevpeyvina min bibînin an bixwînin û wê bibêjin qey Þekiro jî li piþt ve sîyaseta ku xwedîyê vê medyayê ye û ev dikare tesîrek negatîv li wan bike û têkevin nav wê sîyasetê a ku ez bi xwe jî jê ne bawerim”.

 

Þekiro welatperwer û þoreþger bû. Ez ê behsa cend epîzodan bikim. Dema li Rewanê bû, teza xwe ya doktora yê hazir dikir (teza wî a doktora yê li ser Kurdistana Baþûr bû). Fikrên wî ne li gor siyaseta dewletê a we demê bû, le Þekiro di teza xwe de tiþtê ji bawer dikir ne guhert. Ji bo fikrên jê bawer dikir ne guhert parastina teza wî bi paþde ket. Lê wê dema ji gelek kurdên Ermenistanê re eyan e, ku hinek hebûn teslîmî sîyaseta nasyonalîstên Ermenya bûn û li gor dile Ermenyan karê xwe berdewam dikirin. Jiber wê, wê helwesta wan a teslîmiyetê ji wan re astengî dernediket. Lê Þekiro di nava rewþenbîrên Ermeniyan ên welaperwer de gelekî eyan bû. Jiber ku rewþenbîrên welatperwer ên Ermenî, xurtbûna Ermenistanê di dostaya Kurd û Ermenyan de diditin (ên werê gelek bûn), piþta kurdan digirtin. Lê nasyonalisten Ermenî ên piþtî belavbûna Sovyetê hatin ser hukum tehdeyî dan kurdan.

 

Þekiro belavbûna Sovyetê him ji bo xwe û herwuha jî ji bo Kurdên Sovyetê wek trajediyek qebûl dikir. Jiber ku halên Kurdên Sovyetê di dema Sovyetê de xweþtir bû. Piþtî têkçûna Sovyet li Ermenistanê nasyonalistên hatin ser hukum li dijî kurdan dest bi siyaseta asimlasyonê kirin û gotin Ezîdî ne Kurdin. Hinek ji Kurdên Ezidî yên Ermenistanê dan pê ve siyaseta nasyonalistên Ermeniyan û gotin em ne kurd in. Di wê demê de bi însîyatîfa Þekirê Xudo û hinek rewþenbîrên Kurdên Ermnîstanê, ên wek Tosinê Reþîd, Wezirê Eþo, Timurê Xelîl û gelek rewþenbirên din komela rewþenbirên Kurd avakirin. Her çiqwas ji alîyê nasyonalîstên Ermeniyan û ”Kurdên” xwefirotî tehdîd ji Þekiro re hatin jî, Þekiro dev ji avakirina komelê berneda. Lê rojeke ji bo ku Þekiro dev ji avakirina Komele berde, dema kurê wî ê biçûk, Artur hîn wê demê 17-18 sali bû, dema ji derve dihat male, wan ”Kurdên” xwefirotî ten pêþiya wî le dixin û wî tehdîd dikin. Lê Þekiro dev jê berneda û karê xwe dewam kir û bi hevalên xwe komele ava kirin. Komelê gelek karên kurdayetî ên bi rêk û pêk kir.

 

Piþtre li Ermenistanê rewþa siyasî, aborî û civakî xerab bû. Þekiro hat li Moskowayê bi cih bû. Salên 1990 bû, wê demê li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk gelek Kurd bi awayên Faîlê meçhûl dikuþtin. Me hertim bi mamosta Þekiro behs bûyerên werê dikir. Rojekê di sohbeta me de ji min re got ”Canê van bêbavên Tirkan zarokên kurdan nehîþtin û dinya kes behs nake, ka em tiþtekî ku bikaribin tiþtên Tirk dikin bighînîn raya giþtî a Rusyayê bikin”. Min jî got baþ e. Li ser ve me xwest em karibin konferans, seminaran çêkin û karibin rojnamakê bi zimanê Rusî derxin.

 

Li ser bakurê Kurdistanê seminar û konferansên baþ hatin çêkirin. Lê ji ber hinek sebeban me nikaribû rojname derxista. Tam di we demê de Yekitîya Niþtimanî Kurdistan Li Moskowayê buroya xwe vekirin û xwestin rojnamêkê bi zimanê Rusî derxin. Ji bo wê alikarî ji me xwestin. Me ji soza alikariyê da wan û di bin redaktoriya Kek Maqdîd Sapan de rojnama Novî Kurdistan bi zimanê rusî dest bi weþana xwe kir. Mamosta Þekiro û min di her hejmarê de gelek nivis li ser Bakurê Kurdistanê nivisîn. Rojnama Novi Kurdistan xîtabî dezgehên dewleta Rusyayê û dezgehên diplomatik dikir. Ji bo wê jî vê rojnamê karekî gelek baþ kir. Diyar e Tirk ji vê xebatê gelekî aciz bûn û jo bo wê dest pe kirin bi gelek awayî rê liber vi karî bibirin. Bi gelek riyan direk û indîrek, bi xweþî u ne xweþî xwestin Þekiro rawestînin. Le Þekiro dev ji xebata xwe berneda. Di destpêka salên 90 de Þekiro xwest biçe Kurdistana Baþur wê demê tenê riya Tirkîyê hebû. Mamoste Þekiro viza Tirkî xwest Tirka vîza nedayê û jê re gotin tu nikare here welatê me. Lê tirk bi vê jî nesekinîn, piþtre di riya çeteyên xwe xwestin mamoste Þekiro bikujin. Mamoste Þekiro ji kuþtina tirkan filitî, lê wî dev ji karê xwe berneda û heta roja çû ser dilovanîya xwe tiþtê jê bawer dikir, bêrawestan berdewam kir.

 

Ji bo çi min behsa van tiþtên Þekiro ên teybet kir? Jiber ku em nuha di demek weha de dijin, ku gelek mirov dibejin qey her tiþt bi pera te kirîn û firotin, lê nizanin ku her tiþt bi pera nayen kirin u frotin, hinek tiþt hene ku te firot, tu nema karî bikirî . Wek nimûne: wefa, dostanî, hevaltî, camertî, hezkirin, zanebûn û her weha gelek tiþtên din. Van xusûsiyetan hemû bi hevra di kêm mirovan de hene, dikare hinek ji wan hebe, lê ne hemû bi hevre. Di Þexsîyeta Þekiro de ev xusûsiyetên camerî hemû wek kompleks bi hevre hebûn. Unikalbûna Þekiroyê Xudo di vir de bû.

 

Þekiro ji malbatek di brokrasîya Sovyetê de xwedî ciheki girîng bû, dihat. Þekiro neda dû kariyera brokratik. Tevê îmkanê wî hebûn wî rîya ilim û doza welatê xwe girt û di we de bi serkeftî bû. Heyf e ku milletê Kurd ewladekî xwe yê þîrhelal vendakir. Ez hêvîdar im ku wê Kurd di pêþeroje de ji bo navê vî mirovê mezin jibîr nebe, navê wî li dibistan an jî institutek lêkolînê bikin. Ji bonifþên Kurdan, ên pêþerojê bizanibin ku di nav milletê wan de qehremanên weha hebûn û ji bo bi miletê xwe iftixar bikin ku ewladê wanî jî gîhandine divê em Þekiro û ên wek wî jibîr nekin.

 

Bira serê me hemûyan sax be. Wê cîhê Þekiro hertim xuyanî be û em ê berya wî bikin.

 

8.02.2007