Dest û pîye te girêdan, bi porê te girtin û tu bi erdê re kiþandin.
Dijmin hêvî dikir ku tê berxwenedî û kes û hêza ku li pê te yî tê ji wan re bê jî.
Dixwastin ku te nasbikin, tu kî bû, hevalên te, alîkarên te kî bûn?
Te go ku:
“ Navê min Leyla ye, li welatê min em bi navê bavê xwe tên nasîn.
Bi famkirina we ez Leyla Kasim im.
Dixwastin navê hevalên te fêrbibin. Te wek ku tinazê xwe bi iþkencekarên xwe dikir, û te digot:
“ Hûn kijan hevalên min dixwazin, yên hûn nas dikin an nas nakin? Nizanim hûn kîjanî dipirsin?
Li ser van bersîvana iþkencekarên te wek hêþtira def bi kef, hêç û har dibûn û bi ser te de dahatin.
Ev çi dibê je digotin. Bi me tinazên xwe dike? Ev çi nav in tu ji me re dibêjî?
Te digot ez Kawaya Jin im.
Ez destgirtîya xorta me.
Hêstrê dilê dayika, kilê çavê qîz û bûka, xwnên þevên dirêj, hêvîya pêþmergên serê çîya me.
Di awaza zarkokî de daxwaza wan im, ava kanîya û deþt û çîya me, kulîlka nav baxçê heyva gulan im.
Ji bo gelê xwe pênûsa destan im. Di dilê dijminê xwînxwar de xofa can imEz qîza Kasimê Huseyn im. Ez Leyla me, Leyla Kurdistan im.
Gava dijminê xwînxwar, dît ku nikarin ji te tiþtên ku dixwazin bi dest bixinin, hinek dek û dolap danîn ber te û xwastin te bi fen û fûta bixapînin.
Te û hevalên xwe di destê dijmin de gellek îþkenceyê hovane dîtin. Berxwedana te û sekna te, ji bo xort û qîzên kurd bû destanek. Lê dijmin, tu carî bi têklîya te ya kesan fêr ne bû. Ji ber wî, îþkencekarên te har bibûn. Ji bo wî dixwastin ku di kesayata te de, çavê gel bitirsînin û te îdam bikin. Lê ji alîkî ve jî, bi îdamkirina keçekên re, ji hinek bertekên ku dê ji alîyên dinê de bê, ditirsîyan.´
Roja ku tu çû ser sêpa dijminê faþîst, te bi rûyekî bê tirs, bi serbilindî û bi rûmet, li xwînrêjan nêhirt û te wiha got:
“Hûn ê min bikujin, lê vê rastîyê jî zanibin ku, bi kuþtina min bi hezaran Kurdê ji xewa giran þîyar bin. Ez pirr kêfxweþim ku bi serfirazî di riya azadîya Kurdistanê de canê xwe feda dikim”. Te, Ey Reqîb xwend û tu çû ser sêdarê, û tu wek kevokek spî ket nava qada pêþmergeyan.
Belê Leyla ya Bedew û Qehreman,
Di ser nameya ku min di sala 2009an de ji te re þandibû re, du sal derbas bû. Di wê nameyê de, ji sêdarkirina te þûn de, bi taybetî bûyerên ku li Baþûrê Kurdistanê qewimî bûn min tu agadar kiri bû. Ez naxawazim wana dubare bikim. Ji wê rojê þûn de rewþa Baþûrê Kurdistanê, gav bi gav di her warî de pêþve diçe.
Wek tu jî zanî ku her avakirin û damezirandin bi xwe re, alozîyên di nav rêvebiran û yên têne rêveberkirin de tîne. Ji ber wê, di her civakê de û di damezirandina desthilatdarîyê de ev alozîyana bi rengekî tê holê. Desthilatdarîya kurd jî, ji van arîþeyana xwe paqij nekirî ye.
Ji bo wî, li Baþûrê Kurdistanê jî, desthilatdarî û rêveberîya kurd Jî, bi xwe re hinek gendelî, bertîl û karên ne yasayî anî û di karê rêveberîyê de, di gelek cîyan de bê dadîtî qewimî. Erkên ku di dest wan de, riya gelek berjewendîyên þexsî û derfetên ji vedike. Ev proplema, bêyî hinek sîstemên demokratîk û vekirî, bi rastî proplemên hemû civakan e.
Tevgera Goran û Bizavên Ýslamî yên sîyasî wek Yekgirtû Ýslamî Kurdistan, ev arîþeyên ku heyî kirin sedem, û li devrûberê Silêmanîyê û Li Helebcayê hinek karên tundî û tûjîyê dan destpêkirin. Bi taybetî êrîþî ser avahîyên PDKê kirin, di van çalekîyan de, hinek kesên sîvîl û çend kes jî hêzên ewlekarîyê hate kuþtin.
Tevgera Goran grûbek ji YNKê veketyayî ye û di Parlementoya Kurdistanê de bi 25 parlementera tên temsîlkirin. Lê mixabin rêz li demokrasîyê nagrin û dixwazin bi tundîyê hinek encama bidesbixînin. Di hilbijartinên Parlemetoya Iraqê de jî, ji Lîsta Birayetî cuda ketin hilbijartinan û destê kurda li Baxdayê qels kirin, û li bajarê te yê þêrîn, Dilê Kurdistanê li Kerkûkê jî, bûn sedema kêm derxistina çend parlementera û di encumena bajêr de jî, bûn sedeme ku ereb ji hêzên xwe zêde desthilatdarbin.
Her çiqas hinek daxwazên wan yên ku herkes qebûl dikin hebû jî, lê fesihkirina parlementoyê, rêvebirîyek nû ya wek ji teknokrata avabûyî û daxwazên ne demokratîk, bi rastî di vê pêvajoya hessas de destê nîjatperestên erep û dijminê Kurdistane yên dewrûber xurt kirin. Ez serê te neêþînim, bi kurtasî muxalefetek erênî naþopînin.
Di nav van alozîyana de be jî, tewrê Serok Mesûd Barzanî cîhê þanazîyê ye û hêvî dide dahatûya Kurdistanê. Bi agahdarî û pêþniyarîya Serok Barzanî, ji bo nerazîbûn û arîþeyên heyî de, Parlementoya Kurdistanê agadar kir û li ser 17 xalan dest bi reforma hate kirin. Serok Barzanî, li ser ev arîþeyên di nav gel de heyî de, kêmasîyên rêveberîyê rexne kir, û ji her layan xwast ku, daxwazên xwe bi aþîtîyane, demokratîk bînin zimên û rêz li parlementoyê û li rêbazên demokrasîyê bigrin.
Dîsa cîhê þanazîyek mezine ku Serok Barzanî, him li ser civaka Kurdistanê û him jî li Iraqê xwedî bi bandorek mezin e û her hêz û tevger erkên wî qebûl dikin û rêz lê digrin.
Wek tu zanî li Kurdistanê û bi tevayî li Iraqê, hijmarek mezin civaka Mesîhî dijîn. Gellek kadirên hêja, wek keçe Aþûrî Margirêt Govergîs, Franso Harîrî, xwe wek ewladên Kurdistanê dîtine û di Þoreþa Kurdistanê de rolekî giranbûha wergirtin e.
Lê mixabin, di ev demên borî de, bi taybetî bi ser Mesîhîyên ku li Baxdayê û hinek deverê din yê Iraqê bicîh bûne de, gellek êrîþên nîjatperest qewimîn. Gava ku ji alîyê ewlehîyê de ketin xeterên mezin, revîyan derveyî Iraqê û hijmarek mezin ji wan li Kurdistanê bi cih bûn.. Lê dîsa cîyê þanazîyê ye ku, îro Herema Kurdistanê ji bo wan û ola wan bûye cîyekî aramî û aþitîyê. Di vê rewþê de, rola Serok Barzanî bi rastî girîng bû.
Serok Barzanî, di Dîplomasîya Navnetewî de jî, gor protokola serokê dewletekî tê qebûlkirin. Cara yekeme ku, Papa 16.Bendîtkt û Dewleta Watîkanê, bi protokaola dewletê, bi fermî Serok Barzanî Pêþwazî kirî ye. Ji bo wî îsal Asanbila Parlementoya Nato ya Îtalî û Qomîta Atlantîk ya Îtalî, xelata Atlantîkê dane Serok Barzanî. Ev, di kesayetîya Serok Barzanî de xelatkirina dîplomasîya kurd û meþrûyeta tekoþîna Kurdistanê ye.
Bi her kêmasîyê xwe ve be jî, Baþûrê Kurdistanê di rêçek erênî de dê bi aþîtîyane arîþeyên nav xwe çareser bikin, û hêzên xwe yê netewî, dê ji bo cîbicîkirina xala 140 î ya qanûna bingehîn ya Iraqê birêvebibin.
Belê Leyla ya Hêja,
Min dîsa dirêj kir, ez dizanim tu rewþa Kurdistanê bi tevhî meraq dikî. Ji ber ku dilê te û xebata te sînor nasnedikir û ez dîsa dizanim ku dilê te, ne tenê Kurdistan, lê dinyayek aram, wek hev û aþîtîyane jî dihewand.
Bi rastî nuha li tevahîya Îranê û li Rojhilata Kurdistanê desthilatdarîyek despot ya Molla he ye. Li Sûrîyê jî desthilatdarîya Baasîyan bi destê Beþar Esat tê meþandin. Li van herdu perçê Kurdistanê zordarîyek mezin li ser gelê kurd he ye, lê pêþveçûnên li rojhilatanavîn û dinê, di lehê gelê kurd de di dome. Di nameyek din de, ez ê bi berfirehf behsa rewþa van deverê Kurdistanê jî bikim.
Ez dixwazim bi kurtasî behsa Bakûrê Kurdistanê jî bikim. Wek min di nameya xwe ya 2009 de jî nivîsandibû, Ji 1980 an þûn de, di iþkencexanan de jîyana gellek xort û qîzê Kurd vemirî. Di 1984 an de þerê çekdarî despêkir. Bi hezaran welatparêz, rewþenbîr hate qetilkirin. Gelê Kurd li vir jî pirr zahmet kiþand. Lê her çikas pirsa Kurdistanê çareser nebû be jî, pêvajo di lehê kurdan de berdewam e.
Wek tu jî zanî, du nêrxên girîng yên xwezayî hene ku, mirov xwe di nav van nirxana de dibîne û mirov nikare ku tercîhekê bike; ji vana yek, zimanê dayikê ye, û yê din jî ol e. Bi rastî gava em bi gelenperî li bizava kurd ya Bakur Kurdistanê dinêrin, di bin bandora ideolojîya çep û enternasyonalîzmê de, ev herdu nirxên girîng û hîmên civaka kurd hate ihmalkirin.
Bi rastî, tevgera kurd li bakûrê welat, bi daxwazîya gel û di bin bandora pêþveçûnên Baþûr Kurdistanê de, hergî diçe dikeve xetek netewî. Di çend salên dawîn de, li ser ziman, çand û dîroka kurd hinek polîtîkayên nû û stratejîyên netewî, lezînek da tekoþîna gel û gellek pêþveçûyîn hate holê. Kurdî, kete rojeva sîyasetmedaran, bi ziman kurdî xebata sîyasî, di nav gel da jî hewildanek ava kir. Zimanê kurdî di her warî de bi berhemên huner û çandî, xwe ji nû de diafirîne.
Bizava kurd, bê þerê çekdarî, xwe amadeyî rêbazên demokratîk, rêbazên aþtîyane û bêîtîyatîyên sivîl dike û di vî warî de li ser gelê Kurd û li ser desthilatdarîya Tirk de jî dibe xwedî bandorek xurt.
Ji van bêîtîyatîyên sivîl ya herî balkêþ, li pê îmamên ku ji alîyê dewletê de hatîye tayîn kirin de, boykotkirina nimêjê ye. Ji bo wî, di bin pêþengîya îmamên kurd û bi xutba ku pirsên civaka kurd aleqedar dike de, nimêja înîyê tê kirin.. Bi rastî ev çalekîya him ji bo gelê kurd yên oldar bandorek erênî çêkir, û him jî dîtinên berê yê ji bo bizava kurd di nav gel de hatibû rastkirin pûç kir û bikaranîna nirxên olî ya bi destê desthiladara ya li ser gelê kurd jî ji holê rakir.
Pêþveçûnek giring ya vê dawîyê jî, ji bo hilbijartinên parlementoyê yekîtîya hêzên sîyasî yên kurd in. Her çiqas bizava kurd ya sîyasî di vî warî de hinek rexna li xwe nekiribe jî, ev pêvajoya ji alîyên gelê kurd de, bi kelecanekê û bi hêvîyekê hate pejirandin. Hêvîya me ew e ku ev yekîtîya bi bawerî li ser hîmê demokratîk bimeþe û wek stratejîyekê bê pejirandin.
Leyla ya cangorî,
Li ser þahadeta te 37 sal derbas bû. Mixabin me mizgînîya serxebûna Kurdistanê ne da te, lê bawer bike, gelê kurd bi tevahî, li hawîrdora Kurdistanê û li derveyî welêt, di nav hewildanan de û di tekoþînek giranbûha de ne.
Bi hêvîme ku, ta nameyek din ez ê mizginya dilê te bidim te. Ji ber wî qet xemgîn ne be, bi serfirazî û bi serbilindî di baxçê bihûþtê de bigere û wek wê roja tu çû ser sêdarê, Ey Reqîb ji ser zimanê xwe kêm neke.…
13.05.2011– Amed
Fahrî Karakoyunlu