DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL


cemal_hevdem@hotmail.com

Cemal Özçelik    

Hilweşandina sîstema dagirker nêz dibe..


1/5/2011

Roj biroj agirê azadî û rizgariya welatê me geştir dibe.

Ne tenê li bakurê Kurdistanê, lê li her perçeyê welêt tekoşîn coştir dibe.

Dawiya mêtingehkarî û dagirkeriyê nêztir dibe.

Sazûmana Baasî li Sûrî dixwaze bi helwestên nemirovane çend rojên din jî li ser hukum bimîne.

Dewleta Îran a hof, bi her daliqandina xortekî Kurd, benê di hustê xwe de bêtir dijdîne.

Ev pêşdeçûn xuyaye hîn bêtir dewleta rûreş a Tirk ditirsîne.

Ew baş dizane, dawî lêhatina sîstema zordarî a li Sûrî û Îranê, ewê dawiya wan jî bîne.

Ji ber vê yekê jibo Kurd li tu derê, tu mafan bi dest nexînin dikeve nava hewildanan.

Ji bilî vêya li bakurê Kurdistanê jî vala nasekine.

Jibo Kurd û kesên pêşverû di hilbijartina de bi ser nekevin,

bi bahaneya “parastina sindoqan“ dixwaze hilbijêran biçevisîne.

Ew dizanin bi serkevtina gelê me ya di hilbijartina de ewê jiyanê li ber wan bêtir teng bike,

û ewê bandora dewleta Tirk li Kurdistanê û li ser gelên me bêtir sist bike.

Lê siyaseta wê ne tenê eve.

Ew dixwaze peşdeçûna Bakur bendav bike, daku guhertinên li der û dorê zêde bandorê lê nekin.

Dibê miletê Kurd bêtir hişyar be, û bêtir yekgirtî be.

Lê dibê were zanîn ku, yasayên civakî li herderê û di yek demê de wek hev pêk nayên.

Pêşdeçûnên li Kurdistanê jî wê li her perçeyî bi awakî din, di wextên cuda de rû bidin.

Gavên bêwext dikarin pêşdeçûnan beravkî jî bikin.

Divê her tişt gav bi gav bimeşe, her gav jî bi pîvan be.

Ji me re felsefeyek xurt lazim e. Lê siyaset jî.

Siyasetek bê felsefe û felsefeyek bê siyaset ewê gelê me têk bibin.

 

----------------------------------****---------------------------

 

Di serkevtina miletan de rewşa navnetewî pir û pir girîng e.

Ne tenê li gor dilê xwe, lê li gor şert û îmkanên navnetewî jî dibê em siyasetê bajon.

Jibo hilweşandina sazûmanên qolonyalîst tu wextê bi tenê şertên welatî têr nekirine.

Dema mirov li paşerojê binere, ev tê ber çavan:

Gelek millet li gor encamên şerê cîhanê ê duemîn gîhaştin daxwazên xwe.

Wek mînak, dewleta Firensa mecbûr ma Vîyetnam’ê terk bike.

Ìngîlistan’ê serxwebûna Hindîstan’ê qebûl kir.

Japon ji Çîn’ê vekşiyan. Ûhwd.

Bêyî berxwedan û tekoşînê serkevtin ne gengaz e. Lê ev tenê têr nakin.

Ger dewletên wek Firensa, Ingilîstan û Japon di şer de derb newxarana,

ewê ev gelên me navên wan dan, zû bi zû bi ser neketana.

Piştgiriya dewlet û miletên derve jî şert e.

Ger Emerîka derb li rejîma Seddam nexistiba û piştgiriya Kurdan nekiriba,

ewê  gelê me li başûrê Kurdistanê zû bi zû biserneketa.

Ev ney wê wateyê ku emê qedera milletê xwe têxin nav lepên dewletên mezin ên cîhanê

Û li bende kêfa canê wan û berjewendiyên wan bisekinin.

Lê divê her tişt bi wext be. Merhele merhele emê bigihêjin daxwazên xwe.

Ji xwe dewleta Tirk jî Kurdan prowoke dike, da ku ew di nava hemleyên nekemilî kevin.

Pêşeroj a me ye. Roja dadê, a tolhildanê roj bi roj nêz dibe.

Dibê her helwest li gor pêwistiyên demê be. Helwestên ku me ber bi serfiraziyê dibin.

Tekoşin di her qadê de pêwist û gengaz e.

Bi hêviya ku Yekê Gulanê gelê cîhanê ber bi azadî û rizgariyê bibe,

Bi daxwaziya ku Yekê Gulanê bi ruhê Newrozê bê pîrozjirin

Û gelê me gavek din jî nêzîkî yekîtî, serbestî û serxwebûnê bike.

 

Cemal Özçelik

 

1 Gulan 2011

 

---
Nivîsên din yên nivîskar
06/3/2013  İmaj savaşı üzerinden sürdürülen İmralı barış süreci
11/2/2013  Kürd halkı çözümü kendinde bulmalı
13/1/2013  Türkiye Örtülü Operasyonlar Cumhuriyeti
28/12/2012  Roboski Güneşi Sömürgen’in Ampulünü Söndürdü
17/12/2012  Suriye’deki gelişmeler Güneybatı Kürdistan’ı nasıl etkiler?
22/11/2012  Açlık grevleri ve yarattıkları sonuçlar
17/11/2012  Demokrasilerde açlık grevi olmazmış(!)
4/11/2012  Aysel Tuğluk’un Gözyaşları ve Yedi Başlı Ejderha
26/10/2012  Bu seferki grevler çaresizlikten değil
23/9/2012  Yenilmezliğin sırrı Kürt toplumundaki dönüşümdedir
1/9/2012  Çok başarı değil; az hata, karşıtlık değil; ulusal birlik zafere götürür
19/8/2012  Dert veren Mevla, dermanını da verir
6/8/2012  Kesintisiz operasyona karşı kesintisiz vuruş
28/7/2012  Bizi gücümüzden utandırıp yenmelerine izin vermeyeceğiz
14/7/2012  Öcalan’la görüşme mi, izolasyonla kıvama getirme girişimleri mi?
5/7/2012  Ne savunduğundan çok, hangi zeminde durduğun önemli
13/5/2012  Ulusal kongre üzerine
15/4/2012  Diplomatik Aktivizm, Askeri Hazırlık
29/3/2012  Yumruğa en iyi yanıt, ‘’Türk’’ten vaz geçmektir
21/3/2012  Newroz Anayasası
3/3/2012  Bu bahar dağa çıkacağım..
17/2/2012  Operasyonlar ve Konseptlerin İflası
8/2/2012  Dem dema yekîtiyê ye
1/2/2012  Tam da Çözülecekken;…
24/1/2012  Sevsen de Terk Edeceksin, Sevmesen de..
15/1/2012  Ben Leyla Zana’yı farklı okudum
9/1/2012  Klikler Savaşı ve İlahi Adalet
1/1/2012  Uludere Katliamı YAŞ Kararlarının Ürünü mü Acaba?
18/12/2011  Ordudaki dizaynla Kürdistan’ımız hedef tahtasına dönüştürüldü
20/11/2011  Dünün Mustafa, İsmet, Fevzi’si; Bugünün Abdullah, Tayyip, Necdet’idirler
10/11/2011  Türk devletinin kurduğu çapraz tuzak
1/11/2011  Kimyasal Necdet
25/10/2011  Belki de Müge Anlı Kürtlere doğru yolu gösteriyordur
7/10/2011  Barış için savaşa hazır olmak
15/9/2011  Kürt Sorunu ve MİT Sözcüsünün ‘’Devrimci’’ Çözümlemeleri
3/9/2011  Mevsim Değişir, Dien Bien Phu Olur
20/8/2011  Sözümüzün hiç tükenmediği yerdeyiz
6/8/2011  CHP devletinden AKP devletine
26/7/2011  Krizin Kod Adı 330
26/6/2011  Hatip Dicle’nin Rövanşını Belediye Seçimlerinde Almalıyız
14/6/2011  Seçim sonuçları kolonyal sisteme vurulmuş bir darbedir
9/5/2011  Ayla Akat
1/5/2011  Hilweşandina sîstema dagirker nêz dibe..
19/4/2011  Seçimlerden çekilmek çare değil
10/4/2011  Sevindirici, ama buruk bir başlangıç
24/3/2011  Sebahat Tuncel’in Tokadı
11/3/2011  Sakıncasız Kürd
2/3/2011  Devrimler bize yaramadı
19/2/2011  Şivan Perwer Türk Devletini Afetmemeli
13/2/2011  Devrimler bize yaramadı
21/11/2010  Barajı aşmak kararlılık ve bağımsız tutum ister
28/10/2010  Örnek bir olay, örnek olmayan davranış
12/10/2010  Aydın sorumluluğu ve sorumlu aydın
14/9/2010  İki Referandum, İki Sonuç
4/9/2010  Toplumsal Hafızayı Silmek, Sömürgeci Bir Politika
25/8/2010  „Yetmez Ama, Evet!’’ diyorum
4/8/2010  12 Eylül Faşizmi ve 12 Eylül Referandumu
23/6/2010  Yabancısınız!
5/6/2010  Sevahir Bayındır İçin
11/5/2010  Baykal’ı neden gönderdiler?
22/12/2009  Devlet Kendi Kurduğu Kapana mı Düştü?
13/12/2009  DTP’nin Kapatılması Kürtleri Barajlama Siyasetinin Devamıdır
6/12/2009  Devletin ´Milli Açılımı´ İflas Etti
30/11/2009  Öcalan Günah Keçisi mi?
30/11/2009  Öcalan Günah Keçisi mi?
18/10/2009  Genelkurmay açılımı çetin bir sinavda grupların dönüşü provokatif bir yaklaşım
17/10/2009  Genelkurmay Açılımı Çetin Bir Sınavda
5/9/2009  ´Demokratik Açılım´ hakkında birkaç tespit
20/7/2009  ’’Sivil Generaller’’ Değişiyor, Bakalım Askeri Generaller de Değişecekler mi?
23/6/2009  Kürt Meselesinin Çözümsüzlüğü