DESTPÊK | DAXUYANI| DOSYA| FORUM| ANONS|PRENSIP | E MAIL | ARŞÎV | WEBMAIL

Bi aqilî tev bigerin, wekî paşê serê xwe nexin

Aslîka Qadir


Kurdinfo:12:13 - 26/2/2013

Divêjin “Eger carekê hun xapandin, serm wan ra, eger cara dudan hun xapandin, serm wera. Îjar em temamya jîyana xweda hatine xapandin. Gelo ne bes e?


 

 

(Xwîna bi hezaran qîz u xortên kurd, usa jî bawariya miletê kurd, nedin xatirê cevên reş u belek, heta nedin xatirê navê xwedê jî, dirokê we neborîne)

 

 „ Ya rebî, şere pîroz bi sextekaran ra dayne…

Wana nehêvşîne, ciyê wan dojeye…“

 

Quran, situna “el tobeh”, 73

 

Îro dem hatiye, ku her tişht u her qewmandin bi navê xwe, yê rast bê binavkirin. Eva ne dema xwandina şîretên moralêne, lê belê,  dema bi moralî jîyanêye. Birêz Bulend Arinc divêje”Edî wê biratî biserkeve”. Başe, bira gotina tebe, lê kîjan biratî, kîjan aştî? Îjar, xwedê bike gotinên wî ji dil bin, ne wek teqîneke vala di hewayêda…

 

 Biratî ne cedeya yekalîye. Ew wekhevîye, rêzgirtine. Heta naha” biratiya” tirkan himer kurdan ji bo  tunekirinê bi kar hatiye, hema dikevin tengasyê,  faktora “biratî u misilmantiyê” derdıxın   hole. Medê min ji gotina “biratî” levdikeve, ber  ku di bin vê gotarêda  dijminatî, kustin,  wehşetî u derew heye. Derew sîleha sîyaseta turka, ya beçareye.   Îjar, em çiqas gerek nayîf bin, ku bawerya xwe li hukumeta tirkan binin? Ez ecêmayî dimînim, çira birêz Arinc difikire, ku her kes ehmeqe, tenê ew aqilin? Çê nabe, wekî biratî,” demokiratî wek tirênekê bê dîtin, ku lê syar bî, heta, ku bigîhijî c Ez jî dixwazim bawarkim, lê rastiyêda  tiştekî din em divînin. Di girtîgehan  da îdî cî tine, lê  dîsa jî siyasetmedaran destgîr dikin, şerên kurdan heta li dervayî Tirkyê jî dikin. Eva biratiya MADE IN TURKAY-e . Hebuna girtiyên sîyasî eyba welête.Yêlsîn alkoholîk bu, lê wextê wîda tu girîtyekî  sîyasî tunebu. Xwezila birêz Erdogan jî, biborînin, meşrub vexwara, lê girtiyên wî, yên sîyasî tunebuna. Qedafî dîktator bu, lê ew jî bi serbest berdana girtiyên sîyasîva ketiye dîroke. Carekê bi xwe  boldozêrê dajo, dervezên hebisê dişkêne u girtiyên sîyasî azad dihêle.

 

  SÎYASETA TURKIYÊ NE SITABÎLE. Birêz Erdogan  malumatên rast  dernaxe holê u gavên Turkiyê bi eşkere ne semîmîne, ew bi tiştine biçuk tozê direşîne çevê kurdan, loma jî gerek kurd zu-zu pişta xwe nespêrin  wî. EV PIRS PIRSA NAMUS U ŞEREFÊYE. Gotina dawyê ya milete…Axaftınên bın cılêda cıyê şıkêne!   Eger kurd negihîjin netîceyek berbiçev, ango, herÎ kêm nasname u perwerde bi zimanê kurdî, dertê, ku me “ SÎR HILDA, PÎVAZ DANÎ DEWSʓ.

 

Ez bi birêz Selahattin Çalik ra me, ku divêje „Divê PKK bi hingofiyên partîtî bi büyerê neleyîze, bedkarî lê neke. Kurd di pêvajoyeke zîz da ne , qeder u destkeftyên wan li dar in.

 

Divê xeterya naveroka hevdîtinan veneşêrin. Ji ber ku, di babetên hevdîtinan da ne gotina ziman u nasnamayê u nê jî sitatukoka sîyasî heye. Bi çek, yan jî bê çek tevgera kurda mafekî rewaye. Eger êrîş li ser jîyana me hebe, xweparastin jî mafekî rewaye, lê ne tenê bi silogan…’’

 

Naha ‘ıdî dîwarê înkarkirinê şeq wedaye, dîalogê destpêkirye, lê ”biratî”, ew gerek nebe wek narkos(anastazî) u di nav laşe meda bigere, wekî nigê me amputekin (bibirin), lê em eşe hesas nekin u dîsa biqîrın “Aştî, biratî”. Hew ser xweda bêy, te dît wekî tu mayî bê serî, bê dest u bê pê, tu  çîtî-çîtî kirine. Razîbuna vî cureyî ne germe, ne sare, sîrogerme, ango, ne tu tişte.

 

Ez tênagihêm “xweparastin bi kurdî”, eva çi prîvîlêge ji bo kurdan?  ji xwe ji 100-i 70- kurdan kurdî nizanin, yan hun pêşeroja xwe tenê di girtîgehan u di xweparastinan da divînin. Eger perwerdeya zimanê kurdî bê qebulkirin, ji xwe xweparastin  jî bıxwazî, nexwazî wê bi kurdîbe, Ijar bes nine hun xwe dixapînin, hela serda jî milet dixapînin. Himber çek danine evana tişitine wala ne u dilê me jî qet xweş nake, berowajî, me he xemgîn dike. Gotina min ewe, wekî we ‘’ girgirk hîstye u ketine pey hurhurka’’.  Hukumeta tirka belkî bikeve bin erdê, ev çi tînin serê me? Kê dîtiye zimanê 25-30 miliyon kurdan bê qedexekirin, eva beşermîye’ nemerovatîye. Dewsa, ku rasîzm, faşiîzma xwe pêş bixin, baş dibu şexsîyetên navdar çêkirana, ku kerî merovatiyê bihatana. Ka kîjan turkekî navdar va turk dikarin serbilind bin? Xwedê qebul neke, him netiştekin, him jî kesî begem nakin. De were u dîn nebe. Miletên bindest, bêheq, nav da jî kurd, ji bo ku dawyê bi halê xwe, yê qultiyê bînin, riya şoreşa çekdarî, ya pîroz u qehreman dane pêşya xwe ça çareserî. Eger em biser nekevin, evê bibe dorandina PKK-ê u dorandina miletê kurd. Welat hene, ku bi êmzayekê sêrxwebuna xwe bi dest dixin, lê em, kurd bi qurnan şerê azadiyê didin u çiqas gerek miletê xwe hiz bikî, wekî yek emirê te heye, ewê jî bidî oxira şoreşê, bikî hedîye ji bo serfiraziyê. Naha, piştî  xwîn u xwîdana 30- salan, bêy ku tishtekî bidestxin, çekan berdin u haqas emirên ciwan bikin qurbana çevên reş belekan…? Werin em kêmasî u şaştiyên xwe dubare nekin. Werin em aqilê xwe di serê dijmin da negerin. Di bazarê da her tişt gerek nexd be “Nexd olsin, lê belê, ne soxan olsin”-be.

Eger em bi tiştên bicukva razî bin, dinya u berê ewlin turkê  me bikenin, ewê bibe biçukatiya ruhê netewaya kurd. Ruhê netewayê, ya romyan ew kirin xweyê dunyayê, bi undakirina ruhê netewayêva, Rom jî undabu.

 

Hela hê me tu destkeftin negirtiye, idî parlementerên wek Bîrgul Ayman  kurdan, ca milet, bêhurmet dike.Ewa suretê partî u hukumeta xweye. Xanim „pirofesor“ rast divêje, turk sêlcukin, kurd arîne, hilbet ne wek hevin. Baş dibu  ewe dîroka  miletê xwe, ya ne derew, lê belê, ya rast, ya tijî bi xwîn, qetil, komkujiyan bixwîne, bizanibe ji ku u cawa hatiye ser erdê kurdan? Gotineke kurdan divêje “Wekî me hev nas nekira, meyê serê bavê hev sond bixwara”.Nesionalîzm, em bêjin welatparêzî, ne di silogana „Turkiye ji bo tirkane“-da ye.Nasionalîzma vî cureyî malxirabîye,  bêfaydeye u xetere. Dawyê da çi dertê, dîrokê îdî nişan daye…

 

Nasionalîzma rastî, ew welatekî dewlemend u bi qewete ji bo gişta, ke wê hiz dike.

Peyvîst bu, parlementara rasîst ceza bixwara, lê li Turkiyê yên wek“pirofesorê“ ceza nakin, ber ku hema-hema gişt wek we ne, berovajî, kê rastiyê bêje, wî ceza dikin…Nasionalîstên Emerîkî şanazi bi makezakona (konstitusiya) xwe, bi sîstema xwe, ya hiqukê u bi azadiya çapemenyê dikin, lê li Turkiyê kê zêde kurdan bikuje, ermenyan bikuje, ew nasionalîst u welatparêzê herî başe. Eva ruresiyeke lape mezine.

 

Em gerek bir nekin, wekî li Turkiyê yên ji dîroka xwe şerm dikin jî hene. Van axirya di malpereke tirkan da hiquknasê turk birêz Eroz Eolkoray dinivîse: çira komkujiyên kurdan u ermenyan li Turkiyê heta naha tiştekî tabu ne? Belkî Tirkiyaya naha, ji bo kirinên Tirkyaya Osmanî, ne berpirsyare. Ew çend sebeban destnişan dike, kîjan Turkyaya destpêka sedsala derbazbuyî bi Turkyaya îroyînva girêdide. Sebeba yekem bernama“Turkiye ji bo tirkan“-e.  Anegorî vê bernamê Anatolya ji miletên mayîn hat paqijkirin. Bi dîtina wî di nava 96 salan da ser wan erdan 10 komkujî çê bune (ji wan 4 ketine para kurdan), ya lape bi organize, ya ermenya buye. Sebebek ji ewe, ku ew qatîl u merovxurên, ku komkujyanda cî girtine u destên kîjana  bi xwîna sedan hezaran meryên bêguneh va rengbune, di desthilatiya hikumeta Turkiya naha da cî girtine. Loma jî Turkiya naha nikare pirsgirêkan bi hêsanî hil bike.Birêz Eolkoray usa jî ser da zêde dike, divêje: Pêşya Turkiyê yek rê heye, ew gerek dev ji înkariyê berde u bê ser riya rast, ya eger na, her car ku komkujyan u pirsa kurd bikin bîra wê, wê serê xwe undake u wek dîna lê bê.Welatekî, ku rêalîteya xwe undake, bi şîretên dêmokiratiyê, yên sexte, jîyana xwe dom bike, ciqas jî bi herdu destan u herdu nigan derê Yekîtiya Avropayêxe, wê têda runiştina dayemî nestîne.

 

3(sê) prensîpên hevdîtinan li gel MÎT-an  hene: 1. bawarneke, 2. netirse, 3. hîvî(rica) neke.

 

Eger yek ji van hersê pirinsîpan  di dîyaloga bi  tirkan va  cî negire u  her ci turk bêjin u hun jî bêjin Erê, dêmek we xwelya heft gundan li serê xwe u serê miletê xwe kir. Bîr nekin, wekî wan xwe avîtye we u ew mecburin xwestekên we hildin ser hesab u biqedînin. Nabe berxwedana 30-ı salan, ya bê navber, ha hêsa, avêda here. Dev ji pisîkolojya qultyê berdin, em kurdin…

 
Divêjin “Eger carekê hun xapandin, serm wan ra, eger cara dudan hun xapandin, serm wera. Îjar em temamya jîyana xweda hatine xapandin. Gelo ne bes e?

 

 

Aslîka Qadir- rojhilatzan, hunermend

                 

E-mail- aseqadir@t-online.de



MESAJINI GÖNDER (Mesaja xwe bişînekomantar bike)

 0     MESAJLARINIZ ( Mesajên we)


 

 NÛÇEYÊN DAWÎ

Alî Fikrî Işik azad bikin!
23:54   10/3/2013
 Muameleya bi Işik ra tê kirin, zulm e, terora dewletê ye û her wisa sûcekî li dijî însaniyetê ye jî.
“Bölücülük” denilen ideojik ve sömürgeci hegemonya enstrümanı…
20:29   10/3/2013
 Kürtlerin kendi kaderlerinin kendilerinin tayin etmesinden, Kürdistan’dan, Kürdistan’dan Kürtlerin hükümranlığından bahsetmek “bölücülük” sayılıyor
Muhatap Kim Olmalı?
19:44   5/3/2013
 Kürt sorununun çözümü, ister bağımsız bir devlet kurmak şeklinde, isterse Türklerle bir arada yaşamak şeklinde tecelli etsin, özünde Kürtlerin yaşadığı evin içinin ve Kürtlerin komşularıyla olan ilişkilerinin yeniden düzenlenmesi demektir.
"Geçici Kürdler" ve Kürd siyasal akli
22:36   4/3/2013
 Açıktan ifade etmese de neslinin Kürd olarak devamından yana değildir.
Dürüst gazetecilik bu mu?
21:17   3/3/2013
 Genel Kurmay Başkanlığının basın sözcüsü olarak tanınan Fikret Bila tarafından yapılıyor. Fikret Bila ‘belgeleri BDP de aldık’ diyor haberi yayınlayan muhabir ortada yok açıklama organizatörde.
Devlet neden Öcalan’la Oturdu?
18:36   2/3/2013
 Peki, bu bir avuç barışçı solcunun, liberalin ve İslamcının Kürt meselesinde devleti barışa zorlayabilecek örgütlülüğü ve gücü var mıdır?
“Kimlik Siyaseti”
22:27   1/3/2013
 Kürdler, Kürdlerden, Kürdçe’den söz ettikleri zaman, Kürd halkıyla, Kürd toplumuyla ilgili kolektif haklar dile getirdikleri zaman “kimlik siyaseti”ne karşıyız diye açıklamalar yapmaktadır.
Hêviyek ji PYD/PKK
19:04   1/3/2013
 Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev û li dijî dijminên xwe nebin yek
Bi aqilî tev bigerin, wekî paşê serê xwe nexin
12:13   26/2/2013
 Divêjin “Eger carekê hun xapandin, serm wan ra, eger cara dudan hun xapandin, serm wera. Îjar em temamya jîyana xweda hatine xapandin. Gelo ne bes e?
Kürd Milliyetçiliği ve misyonu
20:35   23/2/2013
 Kürdçe´nin asıl kurtuluşu Kürdistan pazarının dili haline gelmesindedir. Bu pazarın oluşma koşulları da devletleşmedir.
Kemal Kılıçdaroğlu rolünü iyi oynuyor
21:01   22/2/2013
 Kemal bey diyor ki ana dille eğitim ülkeyi böler bu bölünme korkusu yüzünden bir insanın doğuştan sahip olduğu bir hakkı gasp etmek demokratlığa yakışırı mı.
Evet ben Milliyetçiyim…
11:33   21/2/2013
 Kürtlerin diğer milletler gibi toplumsal ve tarihsel gerçekliklerine denk düşen bir siyasal egemenliğe sahip olmaları en doğal haklarıdır. Bunu savunmak ve bunun dile getirilmesine Milliyetçiliktir deniliyor.
Barışa giden yolda soyut ve somut gerçekliğimiz
00:36   17/2/2013
 Kendini garantiye almak içinde Kürd bahçesine dört patriot füze rampalarınıda kurmayı unutmamışsın. Bir cümle alem bürütüsçü Kürtleri´de yanına almayı unutmamışsın
Kürd sorunu çözülürken PKK’de stratejik değişim ihtiyacı
00:30   17/2/2013
 PKK/ BDP´nin açıktan bağımsızlığı savunmamasını, Ey Reqip ve Ala Rengin gibi ulusal sembolleri kullanmaktan ısrarla uzak durmasını, kendi somut sorunlarını çözemez durumdayken dünyanın soyut sorunlarına el atma cüretini eleştirmek gerekir
İkinci Varlık Vergisi
17:28   15/2/2013
 Kürt iş adamlarının Kürt ulusal demokratik hareketine gönüllü desteğini kırmak için yapılan yasal düzenleme, daha aktif bir biçimde iş adamları üzerinde Demokles’in kılıcı gibi sallandırılacaktır.