Xizan Þîlan

Ji bo bîranîna Wedat Aydin

Mirina bextewar

 

M in navê xwe ji axa welatî , ji destên qeliþî , ji enî û serçavên bi xwîdan , ji axîn û nalîn û stranên dayikan , ji çemên mîna Diclê û Feradê dinalin, seri radikin diqêrin û diherikin , ji karker û gundiyên xwe , ji dîroka xelkekî bindest û hejar , ji xwîna mirovên wek egîdan , ji gelekî tî , tiyê azadiyê wergirtiyê min navê xwe .

 

M in paþnavê xwe ji tîrêjên tavê ku di berbanga sibehê de tariyê ronî dikin , ji þewqa heyvê , ji s têrkên ku li asîman di tarîtiya þevê de diçirisin , ji þewqa zanînê , ji çavên ku rastî û ronahiyê dibînin , ji zimanên ku nayên qeyd û bendkirin wergirtiyê min paþnavê xwe .

W erin em tevde û wekhev biqîrin . N îþan bide egîdiyê , ev meydan a þêran , hilîne heyfa bav û kalan , jêke zimanê rovî û çeqelan , ava bike warê þêr û mêran . Bi eynî hest û hesretê, bi eynî sewdayê diperpite dilê me . E m yekdilê axekê ne . D est bidin hev , hîs û daxwaziyên xwe bikin tev . E v çi rik û nefret e , ev çi axatî û begitî ye , cudebûn û dawayê xwînê ye? E v ne dûr e , aha li kêleka me ye evîna welatê min . Ala kesk û sor û zer , dîlan û strana min . E z niha bextewar im bi mirina xwe û bi navê welatê xwe þehîd ketime . E ger rojekê mirina te bibe , bila di riya wê de be . R iya azadiyê ya birûmet ....

 

E v diyar diyarê me ye , diyarê Bekiran û ronakbîran . E z jî parçeyek ji nava dilê Diyarbekirê

d içirisîm wek agirê azadiyê . D i navbera heft deriyên Kelê de , ber bi ronahiyê ve .... E v mij û dûmanê ewrên reþ ku xwe dagirtiyê ser bajarê Diyarbekirê dê bidire , biqeliþe û tune bibe bi saya þewqa ronahiya Aydinan , zana û ronakbîran .

Eger tu gulleya xwe a yekemîn berdî û biteqînî di serê dijmin de , ez ê bibhîzim hevalo di nava gora xwe de . E v gulleyên bi xiyanetî di mêjiyê min de hatibûn berdan dê bînin bîra min .

Eger tu bi çoyê þivan û gavanan , wekî sîwarê hespê bajoyî ser dijmin , qirr û talan bikî ez ê bibhîzim hevalo di nava tirba xwe de . E v þaxên darên ku li hêla gora min ber bi çaraliyan ve

xwe dihejînin dê bînin bîra min .

Eger tu bi kevirê destê xwe serê dijmin biþkênî û biqeliþînî , ez ê bibhîzim di nava tirba xwe de . E v kevirê nemir ku li ser gora min hatiyê danîn dê bîne bîra min . E z ê dîsa þa û dilþad bibim hevalo bi mirina xwe .

 

Eger tu digel gelê min , bihev re wekî çiya û zinaran bi yekdil û yekmil , bi yekdest û yekmist

li hember dijmin rawestî , ez ê bibhîzim hevalo di nava gora xwe de . E v dilên þervanên azadiyê yên qehreman û nemir ku di navbera çiyan de raketine û hatine binaxkirin dê bînin bîra min .

 

Eger tu rojekê li ser ev axa azad , bi serbestî dest bi reþandin û ç andina zeviya xwe bikî , ez ê bibhîzim di nava gora xwe de . E v bîhna gulên kesk û sor û zer ku li ser axa gora min dibiþki vîn û rehê xwe ber bi dilê min ve berdide dê bînin bîra min . E z ê dîsa bextewar bibim hevalno bi mirina xwe .

 

M in li ber çirûskên þewqa ilmê got ev rastiya . Min pêþkeþ kir ramanên xwe yên ronakbîrî û ji bo azadiya welatê xwe bexþandibû canê xwe . A girê dilê min dê dîsa gurr bibe û biperpite di bin axa min de .

Eger tu ala xwe bihejînî li ser axa þaristaniya Kurdistanê , ez ê bibhîzim di gora xwe de . E v þaxên daran ku li hêla min xwe dihejînin dê bînin bîra min . E z hê dijîm di dilên we de , li ser ev axa delal . Ç awa ku jiyaneke bextewar hêvî dikim , mirineke bextewar jî hêvî dikim heval û hogirên min .

 

          Xizan Þîlan

          1991-08-08

           Stockholm