Hêjayan rêvebirên weþanên malpera „Kurdinfo.com“e !


Li goriya dîtina min, zanîn û agehdariyên gelekan, di nav wan da usa jî yên me rewþembîrên Kurd di derheqê dîrok, bawarî, mîtologî (qewl, duha, beyt, sed û hed), entlogî, psîkologî, civaknasya û erf-edetên civakên Kurdî û bi taybeti ji yen li ser me Êzdiyan pir lawazin û hwd. Li ser vî babetî binêren li nêrîna min ya di „ http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/agahdari-u-zanina-me-pir-lawaze.html „ e. Ez bawerim dijminen netewa me Kurdan jî her bi xêra van agehdariyên lewaz, çewt û þaþ em Kurd bere hevûdinê dane….

 

Li goriya zanîna xwe dibêjim, heta meriv derheqa pirsê da rind nizanî be, lêkolîn neke gerekê tiþtê çewt bi serê xwe nenivîse, neweþîne û tê bigihîje, ku ew bi nivîsara xwe kare evda, civaka, bê sebeb bêþîne, bêhurmetke û tiþtên neraste çewt li nav xwendevanan da belake.


Bi dîtina min nivîsareke usa, ya birêz Serdarê Serhedî ye û ev jî bi navê “Ermenistan û pirsa kurd-êzîdî di salên desthilatdariya Ter-Petrosyan da „ ye . Gotarê de þaþîtî û çewtyên bingehîn li derheqa naveroka baweriya Êzdiyatiyê de hatine bela kirin û We hejayan ji ew di malpera „ http://kurdinfo.com/basin/serdare_serhedi.htm „ xwe de weþandine.

 

Min ji xwe re digot, berpirsyarên malpera „kurdinfo“ yê nêrîn/gotarên weha bê destnîþan anjî yên bê e-maîlen nivîskaran na weþînin û gava ew þaþîtiyên bi hemd anjî bê hemdî dibin, dibînin, ew wan zû berteraf dikin……… !

 

Lewma jî min dîtina xwe ji We hêjayan re nivîsand û ji We rêzdaran hîvî dikim ku Hûn van çend pirsên min bigîhinine birêz Serdarê Serhedî :

 

Birêz Serdarê Serhedî!

 

Gotara We ya bi navê “Ermenistan û pirsa kurd-êzîdî di salên desthilatdariya Ter-Petrosyan de „ gelek agahdaryên balkêþ derheqa miletçîtî û nijadperestiya serkêþên“THE (Tevgera Hevmiletiya Ermeniya)“ û bi taybetî jî rola „Ter- Petrosyan“ û „ hevkar û xulamên wî“ hene. Wana, dema deshiletdarya xwe da gelekî Kurdên êzdî yên Ermenistanên êþandine.

 

Lê ez çawa pê hesyam, eva devedevî deh salane ew tevger ser hukum nîne, gelo pey wê tevgerê ra guhestineke xêr hindava Kurdên êzdî de ketye nava sîyasya wî welatî?

 

We di despêka gotara xwe de hinekî jî bahsa naveroka baweriya me Êzdiyan kiriye û ez dixwazim çend pirasan li ser vê naveroka dîn û rewþa civak me Êzdiyan ku We di gotara xwe de bahs kiriye, ji We birêzan bikim.

 

Birêz Serdarî, ev çewa çêdibe ku Hûn di destpêkê de dibêjin, „ Dokûmentên gelek ciddî hene ku ispat dikin wekî dînê êzîdiya ji dînê Îsa û Mihemed gelek kevntir e.“ û dûre jî dibêjin,“ Baweriya wan ûsa jî ji kitêbên Mûsa, Îsa û Mihemed tê. „ ?

 

Gelo We ev agehdariyên xwe yên ku dibêjin, „Cem kurdên êzîdî, çawa qanûn, dutîretiyeke mezin heye-xêr û bereket û ûsa jî xwendin tenê ji bo þêx û pîran e, lê miletê feqîr gerek bimîne nezan, dîn heq nade, fêrî nivîsar û xwendinê bibin.“ ji ber devên kîjan cînar anjî rûhaniyên me Êzdiyan û çavkaniyan girtine? Hûn dikarin van ji min re jî bidine nasandin?

 

Birêz Serdarî, w ekî Hûn dizanin em Êzdî peyva xebera xirab(Þ…..- k.t.!) bi hemda xwe nabêjin û baweriyê pê naynin, ji ber çê Hûn dibêjin, Êzdî “qîmetê didin ûsa jî þ…(k.t.!)“ ?

 

Gava Hûn bikaribin bersivên van pirsên min ji min re þîrove bikin, ezê gelekî dil xweþ bivim.

 

Silav u hurmet

 

Kemal Tolan

 

Têbinî:

Dema ez tu bersivan ji We negrim, ez bikaribim ezê vê hevoka ku We gotî „yên ku pîþe (meslek) û karê xwe baþ nizanin pozê xwe dikin nav siyasetê“ li We vegerînim û bêjim, baþe gelo çima Hûn yên ku ji naveroka Êzdiyatiyê famnakin, Hûn pozê xwe dirêjî nav baweriya me Êzdiyan dikin ?

 

 

 
Ermenistan û pirsa kurd-êzîdî di salên desthilatdariya
Ter-Petrosyan de
Serdarê Serhedî

 

Dokûmentên gelek ciddî hene ku ispat dikin wekî dînê êzîdiya ji dînê Îsa û Mihemed gelek kevntir e. Ji ber ku 6 qurn berî Îsa, Zerdeþt behsa þeytanperestan dike.

 

Bi dîtina Profesor Niko Xuyos Mar, kurd berî, ku îslamê qebûl bikin, giþt êzîdî bûne, ango baweriya xwe bi Xwedê (çawa yê lapî mezin), rojê û hêvê anîne. Ev jî bûye bingehê dînê asûriyan bi du Xwedayên sereke va: Þemeþ û Sîn (Xwedayê Tavê û Xwedayê Hêvê). (Çavkanî; Kurdistan û kurd, Levon Mesrop, Paris-1957)

 

Kurdên êzîdî berî þerê 1914an li Misûlê û gundên der û berê wê û Îranê jiyan e. Ji ber sebebê dîn bi qurna ji aliyê miletên cinar de hatine zêrandinê (zilm dîtine). Lê di þerê 1914an de ev miletê aþîtîxwaz û xebathez, rastî zilm û kuþtina wehþî hatiye. Êzîdî, wek, ku min li jor jî got, Xwedê çawa yê lapî mezin nasdikin, lê belê, qîmetê didin ûsa jî þeytên, navê kîjanî nayênin ser zimên, lê eger lazim be, dibêjin Melekê Taûs. Dûra tê Cibreîl, Refaîl, Tedrayel, Ezraîl û Þemkol. Baweriya wan ûsa jî ji kitêbên Mûsa, Îsa û Mihemed tê. Tewrat, Încil û Quranê wek pirtûkên Xwedê qebûl dikin. Beþek ji wan, bi taybetî êzîdiyên bakurê Kurdistanê ji ber zilmê di salên 1896-1915an de xwe avêtine Ermenistanê. (Di nava wan de jî gorbihuþt kal û pîrên xwedanê vê miqalê hene) Wexta Ermenistan bi xêra Rûsan hate damezirandin, çawa komareke Yekîtiya Sovyetî, êzîdî jî bûn civakeke azad di çarçoveya Yekîtiyê da û Ermenistan ji xwe re kirin malek, tev bi birayên xwe yên hem qeder-ermeniyan re dest bi jiyaneke nû kirin. Saya serê qanûnên Sovyetê û bi hevkariya hikûmeta Ermenistanê jenerasyoneke nû, ya ronakbîrên kurd pêþ de hat û, merî dikare bêje, carek din agirê ronesansa Erdelanê û Heqariyê li Ermenistanê daket.

 

Cem kurdên êzîdî, çawa qanûn, du tîretiyeke mezin heye-xêr û bereket û ûsa jî xwendin tenê ji bo þêx û pîran e, lê miletê feqîr gerek bimîne nezan, dîn heq nade, fêrî nivîsar û xwendinê bibin. Lê anegorî qanûnên Sovyetê dergehên îdareyên xwendinê vekirîne ji bo herkesî. Mecalên baþ çêbû ji bo giþtan-mektebên kurdî hatin vekirin, kitêb ji bo mekteban hatin çapkirin. Piþtî çend salan te nikarîbû kurdekî nexwendî li gunda bîdîta. Dûra qadroyên baþ pêþda hatin, kurd hatin hilbijartin çawa parlamenter, bûn diktor, mihendîs, mamoste, nivîskar, dîrokzan, þair…

 

Ji bo pêþketina miletê kurd keda þair, dîroknivîs, zimanzan û dilsozê miletê xwe Prof. Heciyê Cindî bê hesab mezin e. Cara yekem wî kitêba dersxana yekê ango alfabe bi herfên kirîlî ji bo mektebên kurdî nivîsî. Nivîskarê ermenî Levon Mesrop, Heciyê Cindî çawa Xaçetûr Abovyanê ermeniyan (hîmdarê zimanê ermeniya, yê aþxarabar) bi nav dike. Li gora îstatîstîkên sala 1934an li Ermenistanê 14 îdareyên xwendinê bi zimanê kurdî hebûn. Reqema þagirtan digihîþt 1419 kesan, xêncî wê texnîkûmeke orte bi 7 dersxana va û yeke bi xwendina bilind bi 161 þagirtan va. Hîmê tiyatroya kurdî hate danîn. Xebatên wergerê gelekî pêþda çûn. Cara yekem zarokên kurd bi zimanê dayika xwe nasiya xwe dane berhemên Maksim Gorki, Puþkin, Lev Tolstoy, Lermentov, Tumanyan, Aboryan. Sala 1934an kompozitor Karo Zekeryan û Prof. Heciyê Cindî berevoka, “Stranên civaka kurda” weþandin, tê da 130 stran cîh girtin. 1936an de berhema bavê zargotina kurdî Heciyê Cindî û Emînê Evdal “Folklora kurdî” derket.

 

Di sala 1930î da Rojnameya “Riya Teze” derçû, ku redaktorê wê yê yekem ewladê hêja yê miletê kurd Cerdoyê Genco bû. (Ew hema li ser karê xwe jî çû ser dilovaniya xwe) Hinek dereng bi pêþkêþiya Heciyê Cindî û hevsera wî Zeyneba Îbo 1931ê de di radyoya Êrîvanê de beþa kurdî hat sazkirin. Dengê radyoyê li her çar aliyê Kurdistanê belav dibû. Ewê di jiyana miletê me yê bindest de roleke gelekî girîng lîst – çi di warê hunerî, ziman û çand, ûsa jî di warê siyasî de. Bi kurtayî naxwazim li ser vê mijarê gelekî rawestim, bese ku em nasiya xwe bidin axaftina Heciyê Cindî, ku di kongreya Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê ya sala 1946an. Ew di destpêkê de razîbûna xwe dide Yekîtiya Sovyetê û hikûmeta Ermenistanê ji bo sazkirina mecalên baþ, jiyaneke bextewar ya miletê kurd li Ermenistanê û piþtre dibêje , “Hevalên birêz, ez nikarim li himber wê fikrê ranewestim, ku dive wekî zimanê kurdî ne dewlemend e. Bi rastî û di jiyanê de em tiþtekî din dibînin. Niha li ber çave me ye folklora bêsînor dewlemend ya miletê kurd tam bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Ew ji qurna tê û ûsa kevne wek miletê kurd, yê afirandar bixwe. Miletê kurd ji kûraya qurna de zimanê me û ûsa jî deryayeke afirandinên miletiyê ji me re hiþtiye, ku di temamiya dinyayê de deng daye. Wek “Mem û Zîn”, “Dim-Dim”, “Xecê Zerê û Siyabend”, “Kerr û Kulik”, “Pozê Kemal”, “Site Xenza”, “Êzîdî Ser” û gelekî mayin. Ne tenê þexsa, lê temamiya miletê kurde, ku afirandiye. Û cara yekem X.Abovyan, dilsoz û xêrxwazê miletê kurd bû, ku bi standartên navnetewî texmîn kir û dît, ‘her mêrekî kurd û her jineke kurd ji zikmakî þair e' ”. Heciyê Cindî bi ser de zêde dike, “Em telebext re nizanin, gelo berî alfabeya erebî (qurna 7an) herfên kurdî hebûne an na, lê ji me ve eyan e, ku piþtî qebûlkirina îslamê, kurda bi berfirehî tîpên erebî bi kar anîne û ne tenê bi kurdî, lê ûsa jî bi erebî, farisî û paþe jî bi tirkî nivîsîne. Çawa nimûne, Elî Herîrî-þair û fîlozofê gelekî mezin yê qurna 11an, mele Ahmedê Cizîrî (dîwana wî niha li pirtûkxaneya dewletê ya Ermenistanê de ye), Mele Bat (1417-1494), Feqiyê Teyran, þair û fîlozofê gewre yê Beyazîdê Ahmedê Xanê, kîjanî akademîk T.Orbelli dihesibîne çawa þairê rojhilat yê mezin û yê datîne rêza Firdewsiyê nemir û Rustavelli (þairê gurciya yê eyan), bavê dîroka kurdan yê qurna 16a Þerefeddîn Bedlîsî, kitêbên wî bi çend zimanên Ewropî hatine wergerandin, Nalî, Baba Tahir-navekî navnetewî û gelek, gelekên din”. Dawiyê da Heciyê Cindî spasiya xwe dide hikûmeta Ermenistanê û taybetî yekîtiya nivîskarên Ermenistanê, ku xwe diêþînin û rê vedikin, wekî edebiyata kurdî hîn pêþkeve hîn dewlemend bive. Ew razîbûna xwe nîþan dide himber þairên ermenî, yên navdar Hraçya Koçar, ku ji kurda çêtir kurdî zanibû (ew di mala kurda de mezin bûye, di qirkirina ermeniya de kurda ew ji kuþtinê xilas kirine), Sarmen, Arons û gelekê mayin. H.Cindî ji kûraya dil spasiya xwe dide þairê ermeniya yê hezkirî Avetîk Isahakyan, xemî her nivîskarekî çi kurd çi ermenî dixwar û bi serkeftinên wan þa dibû. Ew divêje, “Hostê mezin destûr bide min ez ne bi navê xwe, lê bi navê miletê kurd divê kongreya nivîskaran da te germ silav kim û spasiya gelê kurd bigihînim te û helbesta te bi sernivîsara, ‘Nav stêrkên Elegezê da' bi zimanê kurdî bixwînim”.

 

Ji yana me weha xweþ berdewam kir, heta Yekîtiya Sovyetê hilneweþiya bû. Dûre her tiþt ser û bin bû. Qawetên (hêzên) nû derketin holê, wek THE (Tevgera Hevmiletiya Ermeniya), propoganda li dijî komunistan û Rûsyayê kirin, meseleya Qerebaxê derxistin holê. Kirin gazî û qîrîn, „Ermenistana serbixwe“, „Qerebax ya me ye“, (Qerebax heremeke otonom li Azerbaycanê, lê nifûs ermenî bû), „Þer, þer heta dawiyê þer“. Grûba nijadperestên wan jî bi dirûþmeya „Ermenistan ji bo ermeniyan“ derdiketin kolanan. Rastiyeke weha he ye, divê, „yên ku pîþe (meslek) û karê xwe baþ nizanin pozê xwe dikin nav siyasetê“. Di bin serkêþiya tevgeran de (bizav) û çi qas bermayê milet heye dide dû wan. Yek ji wan Levon Ter Petrosyan bû. Ermeniyê Sûriyeyê, di wexta xwe da bi malbata xwe ve cî guhertî Ermenistanê bûbû. Yekî þoven, dijminê kurda yî qaneqanê. Ew bû serokê THEê. Li Êrîvanê paytextê Ermenistanê fabrîqe, mekteb, dezgehên xwendinê karên xwe rawestandin, ji ber ku diçûne mitîngê û guh didan propoganda û ajîtasyona derew, ya Levon. Îdareyên, ku xwe paþ digirtin, nediçûne mitîngê, Levon meriyên xwe diþand cem wan, gef li wan dixwarin û bi mecbûrî dianîn mitînga. Yên li dijî wan derdiketin, serê wan dixwarin, ew wenda dikirin. Xêncî vê yekê Levon heval-hogirê xwe bi kîjana amîniya xwe pêdanî gazî cem xwe kir û soz da eger alîkariyê bidin THEê, gava hikûmet kete destê wî, giþ ew ê wezîfeyên baþ bistînin. Yek ji wan Gurgen Melîkyan, ermeniyê Îranê, di zanîngehê de dersên zimanê Farisî dida. Wî wextê mitînga nav milet da dibeziya û bi dengekî zîz dikir qîrîn, „Qerebax ya me ye“, „Þer þer heta dawiyê“. Paþê ew kirin dekanê fakulteya Rojhilatzaniyê. Grigor Avagiyan Rektorê Cografyayê, teleba qedr û qîmet nedida wî, ji ber ku ruþwetxur û nezan bû. (Wî roleke qirêj lîst di mesela kurd û êzîdî da) Yevcanîk Apgaryan tevî Levon xwendiye (Wan fakulteya Rojhilatnasiyê beþa erebî xilas kiriye) Yevgenik jî dûre bû nekêm-nezêde serokê gimruga Ermenistanê. Ji vî karî bê par neman, kurdên, wa gotî „êzîdî“. Ganî Asaturyan, Arþat Polatyan û gelekên din. Ji vî tiþtî bêpar neman kurdên, wa gotî, „êzîdî“. Levon gote wan, „piþta xwe bidine me, emê we çawa miletekî ne kurd îlan bikin.“

Îdeolojiya panturkîzmê bûye û heye ça dînê (ol) Tirkiyeyê, ya dewletiyê. Þovenîzma bêhed û bêsînor „ilimdarên“ wan ajotiye wê yekê, ku tiþtnî derew bixin dîrokê ango xwedêgiravî Kurd tirkên serê çiya ne. Li Tirkiyeyê, kî vî tiþtî înkar bike, divê çawa ew himber Xwedê derdikeve. Yan jî Xwedê înkar bike. (Çavkanî, „Mêrîp Report“, Sibat 1984)

 

Eynî tiþt li Ermenistanê çêbû. Çi tiþtekî ecêb. Di destpêka qurna 21ê da, li welatê ermeniya da miletekî nû bi navê „êzîdî“ çawa zarokek hat dinyayê û navika zarokê jî Levon Ter-Petrosyan bi xwe birî. Dû re bi resmî li ser hîmê dewletiyê „êzîdî“ îlan kirin çawa miletekî ne kurd. Ferqa wan ji tirkan ew bû, ku ermeniya „êzîdî“ nenivîsandin çawa „ermenî“. Ew jî, ez bawer dikim, bo wê yekê, ku êzîdî tu car, wekî kêrê bidî ser hustuyên wan, nanivîsînin ermenî. Ji ber ku kurd jî arîne û bi kurdiyatiya xwe ve serbilind in. Ev siyaseta qirêj heta ku ew ê here, mana wê çi ye, bersîva vê pirsê em dihêlin ser însafa ermeniyên nijadperest?

 

Baþtir dibû, ku hikûmeta Ermenistanê tiþtnê bi cidî ve serê xwe biêþanda. Rêke baþ bidîta, ku miletê xwe ji vê belengazî û desttengiyê derxista. Gelek ji wan dîsa „darê xerîbiyê“ digrin destê xwe ji bo nanê zik. Niha jî welatê wan serbixwe ye, çira ji welatê xwe direvin, yan dîsa jî zilma tirka heye li ser wan?

Belê, êzîdiya jî pez û dewarên xwe ji wan re þerjê kirin, rûn û nanê sêlê û mast dibirin ji wan re, ku birçî nemînin li meydana mîtingê (xwepêþandin) û karê xwe yî reþ bi zikê têr bimeþînin. Ter- Petrosyan di dema xwendina fakulteyê pênc sala bi kirasekî û kostumekî jiya. Zeyif bû wek „Roviyê qertela“. Gava bu serok hustiyê xwe qalind kir û zik avêt. Xêncî vê yekê, gereke ji xortên êzîdî grûbên fedaiyan hazir bikin, ji bo þerê dijî Azerbaycanê, yanî Qerebaxê azad bikin. (ji wan rojan gelek sal derbas bûne, hela hîn jî azad dikin…)

 

Di meydana Opera, ku piþtre meydana Azadiyê bi nav kirin, Ter-Petrosyan hêviyeke mezin dida milet, „çiyayên zêrîn“ soz dida wan. Dengê wî bi hêz bû û wek aratora diaxivî û digot, „Dinya bi ermeniyn ve dest pê kiriye. Em ji hkes î aqiltirin û em ji ser hemû miletan re ne. Pêwîstiya me bi Rûsyayê ve tune, em ê xwe bi xwe îdare bikin. Bijî Ermenistana azad û serbixwe.“

 

Psîkolojiya tirkan û ermeniyan, meriv dikare bêje, eynî yek e. Tirk jî dibêjin, „Serbilinde yê ku bêje, ez tirk im“. Eynî vê fikirê tîne ziman þairekî ermeniya yê navdar Paruyr Sevak, ew dibêje, „Rast e, em hindik in, lê em ermenî ne“. Û em, em û em. Ew di helbestên xwe de eþkere û vekirî tirka re dide xebera û helbestên wî ketine pirtûkên xwendegehan (mekteban). Ûsa jî Þîraz û ûsa jî helbestvana ermenî Silva Kaputikyan. Ew ê wextê THE dest pê kir, him xwe dida aliyê komunistan û him jî xwe dida aliyê Levonya. Azeriya digot, ew e, ku miletê ermenî radike himber me. Carekê di televîzyonê de Apotekyan pêþde hat û got, „Rast nafikirin ji bo min“, lê gava axaftina xwe xilas kir, dîsa jî got, „rêya vegerê tune, em gereke þer bikin heta dawiyê“.

 

Di kongreya komunistan ya dawiyê de (Kongreya 29. Partiya Komunist ya Ermenistanê) Silva pêþda hat û weha axivî, „Hevalno, ez îþev qet raneza me. Tu caran min xwe weha birîndar û bêhirmetkirî nedîtiye, çawa wek þeva bihurî. Telefonek ji min re hat û dengekî ji min pirsî, „Xanima Kaputikyan tu bawerî, ku di nava xwîna te de xwîna tirkan tune ye?“ digot û çavê wê bi hêsiran tijî dibûn. Li Ermenistanê, ku tu ji ermeniyekî re bêje tu tirkî ew dibe kufireke lape mezin. Baþtir e, ku tu kêrê dilê wî xe, lê nebêje tu tirk î. Di axaftina rojane de tu dikarî bibihîzî, „Kuro, xwe ne tirkî, dibêjim-nabêjim nakeve serê te“, yan jî, „tirk bim, eger derewa bikim“. Ermeniyên eslî çavên wan þîn û porê wan jî zer bûne, lê bi qirna bindestê tirk û ereban de mane û rengê çav û porê wan hatine guhertin, reþ bûne. Dîroka ermeniyan dinivîse, hebûn jin, ku zarokên, ku ji tirkan çêbûbûn, dikuþtin, lê hebû jî, zarok mezin dikirin. Helbestvana navdar Kaputikyan derbarê vê mijarê de dinivîse, „Kapuyt açkere unêsel haye. Voskê varsêrê unêsel haye.. Çavên ermeniyan berê þîn bûne. Porê ermeniyan berê zer bûne!

Ermeniyan bi salan pesnê ziman û edebiyata xwe didin, çawa ziman û edebiyateke dewlemend. Paþê bi xwe jî îspatkirin, ku gelek helbestvanên wan nivîsarên miletên mayîn tercume kirine û li bin navên xwe nivîsandine. Çawa nimûne, „li Çak“ ya Petrosduryan ku mamosteyên ermenî li dibistanan ew helbest ji þagirtên xwe re dixwendin û mest diman û wek taca serê helbesta lîrîk ya dinyayê dinirxandin. Piraniya berhemên Vaham Periyan ji edebiyata fransî hatiye tercumekirin. Heta sirûda (himn) netewî ya Ermenistanê jî ne xeber ya ermeniya ye û ne jî melodî. Ji ber vê yekê jî niha amadekariya çêkirina sirûdeke nû dikin. Dîroknasê ermeniyan Murasam pirtûka xwe ya welatparêziyê, ya bi ser nivîsara, „Gevork-marsbetûnî“ nivîsiye û çawa ermenî bi xwe dibêjin û dinivîsin; wekî ew kitêb li ser hîmê fantazî û derewan hatiye nivîsarê. Ango ew tiþtên ku di kitêbê de derbas dibin di jiyana miletê ermenî da tu car nehatiye qewimandinê. Raffî jî di kitêba xwe, ya bi sernivîara „Kayser“-da serda kurdan reþ dike, ça miletekî diz û qaçax nîþan dide û serkêþê þerê azadariyê, yê miletê kurd di sala 1880an dijî tirk û farisan Þex Ubeydullah jî çawa merîkî bi karaktereke negatîv dide pêþ.

 

Lê di rastiyê da, çawa Levon Mesrop dinivîse, Þêx Ubeydullah rêz û hurmeteke gelekî germ himber ermeniya, xaçparêza nîþan daye û ew parastine. Ew gotiye, „tirk me çawa qawetek li himber xaçparêzan bi kar tînin, wextê ew biqedin wê bê dora me kurdan“ (Çavkanî, Kurdistan û kurd, Parîs 1957, rûpel 72) Lê kurê Ubeydullah Þex Mehmed Sidiq jî gotiye, „…tirk dikuje-kurd e neheq, dewlet ermeniya dizêrîne, dîsa kurde neheq, tu tiþtekî xirab tune, ku navê kurdan sernexin. Em zanin li ser vî erdî hûn (ermenî) ewqas jî kevn in, çiqas em, yê ku nû hatiye-tirk e. Erdê me berfireh e û mezin e, tê ra me herdu miletan jî dike. Ji Beþkala û Nûrpûzê bigre heta Misûlê-yê me ye, û jorê yê we ye. Aha ji bo vê yekêye, ku em gereke bifikirin. (Çavkanî, Malxaf Aprûmner, Beyrût 1956 rû. 210)

Serokeþîr Husên Axa gotiye, „Kurd feqet hacet in di destê xwînxura de, wan desta bibirin û kurdê bimînin çawa hevalên ermeniya, yên daîmî. (Çavkanî, Taxmaxyan-Masis Lerneri…, rû. 523, F.K. Oxosyan, „Kurd û pirsa ermeniya-Yerevan 1991 rû.74)

 

Evdilhemîdê durû alîyekî va sozên baþ dida ermeniya, ji alîkî din va jî dîsa eynî Evdilhemîd di sala 1889an de îlan kir: „Ew Ermenistana serbixwe, ku ermeniyan ji xwe re kirine xeyal, qet ne mimkin e. Ez vî tiþtî ne tenê nakim, ezê ser da naletê li wan siltanan bikim, yên ku dû min tên, mecalê bidin serxwebûna ermeniya. Heta ku îslam li ser erdê dinyayê hebe emê þerê serxwebûna ermeniya bikin.“ Di axavtina li gel Siltan ve A.Vemverî ewha dibêje, „Çêtir e ez serê xwe ji cendekî xwe biqetînim ne ku serxwebûnê bidim ermeniya“. (Çavkanî, Leo, Hayot Hartsî Vaveragirev,Tiflis, 1915 rû.193)

 

Em li vir dîsa vedigerin ser kar û barê Ter-Petrosyan. Levonya ajotin ser girtîgehan û çiqas diz, mêrkuj û kujer hebûn azad berda û ew kirin hevkarê xwe… Evana ketin kabîneta serokê þêwira dîwana bilind, ya Ermenistanê Heramt Boskanyan. Ew dane ber kulm û pînan, ji kabînetê avêtin. Dû re balafirgeh, televizyon û radyo hildan destê xwe. Dest pê kirin payê Levon bidin, ku xwedêgiravî 7 zimanan zane û heta zimanên ku tune be jî zane, ew ê Qerebaxê xilas bike û milet ew ê di bin siya wî de bextewar bijî. Welhasil anarþiyeke bêhed û bêsînor çê kirin. Merî wek mêþan dihatin kuþtin. Kesî nizanîbû ji bo çi û çira? Rewþenbîran jî, ku ew bêqanûnî dîtin, xwe dane alîkî, tirsiyan fikrên xwe bênin ziman.

Li Bakûyê-Azerbaycan, ku dîtin ermenî dawa Qerebaxê dikin, bûne agir û bi ermeniyên di nava xwe ketin. Malên wan talan kirin, þewitandin, jin û qîzên wan li ber çavên mêrên wan tecawiz kirin, kuþtin. Lê, kê pê re gîhand, revîn û xwe avêtin Rûsyayê.

 

Eynî vê demê jî, eynî tiþt ermeniya anîn serê azeriyên di nav xwe de. Piraniya azeriyn tevî kurdên misilman li navçeya Masîsê û gundên der û dor dijiyan. Grûpên çekdar, wek gurên har ketin nav wan û çi xwestin ew jî kirin- kuþtin, talan kirin û malên wan de ermeniyên xwe bi cî kirin. Gava êdî azeriyek nema, îjar hatin dora kurdên misilman. Çend êzîdiyên xwefiroþ dane pêþiya xwe û ûltîmatom danîn; „Hûn gerek ji Ermenistanê derkevin, eger na emê axiriya azeriya bînin serê we. 25 hezar kurd bi zor û zilmê derxistin. Mal, pez û dewarên wan li xwe helal kirin. Kalekî kurd, bi du jinên xwe ve nikarîbûya derê, fedayiyan benzîn beriya gewriya wan da û ew þewitandin. Dîrektorê sovhoza gund ku ermenî bû serê xwe dixist û digot, „hûn çi dikin li serê wan. Ne ev in ku ji me re dixebitin.“ Fedayiyan bersîv dan û digotin, „Here li cihê xwe rûne. Dengê xwe qut bike“. Hemû kurdên misilman reviyan Kazaxistanê.

 

Tê bîra min, konferanseke kurda li Moskovayê hatibû lidarxistin. Serokê Instîtuya Parîsê Kendal Nezan, Samî Evdirehman, Prof. Þakirê Xudo, Prof. Ordîxanê Celîl, Prof. Zerê Yûsipova, û gelek profesorên rûs jî di nav de û gelek kurdên ji Kurdistanê civiyan. Rastî jinekê hatim, ku ji Ermenistanê reviyabû. Gote min, „belkî ermeniyên faþîst xêrê nebînin, me bi dehan salan xwêdana xwe rêt û wan ra xebata reþ kir (Karê gundî-pez, dewar). Çira ev anîn serê me? Xwezîka min careke din mala xwe bidîta., bira Xwedê rihê min bistenda„ digot, digiriya û nifir dikir. Paþê bi milên min girt, çavê min nihêrî û got, „Ew gotina, ku dibêjin, „hespa qule, seyê tûle, mêrê file (ermenî) baweriya xwe pê neynin“, gelek rast e.

 

Divê, eger dixwazî rismê miletekî çêkî, gelo ehlaqê vî an wî miletî çawa ye, lazime ji miletê biçûk, yên di nav wan de dijîn, bê pirsîn. Di vê mijarê de mirovatî xwedî gelek tewr û tecrubeyên erênî û neyênî ye. Swêd, Norwec û Fînlandiya Laponên, ku nifûsa xwe bi deh hezarane kirine þirîkê welêt. Çek û Slovakan derseke medeniyetê dane mirovatiyê û bê, ku pozê mirovekî xwîn bibe, ji hevdu cuda bûn. Li Yugoslavyayê Sirbistan îmtihanek gelek xirab da, û li seranserê welêt kete nêçîra gelên, ku bi sed salan bi hevdu re dijiyan. Kurdistan rûmeta me ye! Mala Xwedê ava be, wek rêvebiriya miletekî qedr û ciyê cîranê xwe ji yê xwe bilindtir digire, hikûmeta Kurdistanê rûye me paqij hiþt û xwedî li hemû gel û olên li Kurdistanê derket.

 

Lê li Ermenistanê niha miletên din nemane.

Dû re Petrosyan hate ser hikûmetê, ev karê reþ çawa destkeftineke mezin nîþan da û got, „ Me di wextekî kin da ew tiþt kir, ku komunistan di 75 salan de nikarîbûn bikirina. Me miletên ne ermenî ji nav xwe derxistin, ku dikarîbûn paþê bivin bela serê me.“ Lê ew ji bîr dikin ku ji 6 milyon ermeniyan, 3 milyon li her çar aliyên dinyayê dijîn û li her cihî jî xwe wek xwediyê malê his dikin. li welatên totalîter wek Sûriye, Iran û do jî Iraqa Sedam Husên, ji bo parastina xwe, ji bo berjewendiyên xwe yên pênc kuriþa xulamtiya îstixbaratên wan welatan dikin, bê ku ûjdan biêþe, bê ku pîvanên ehleqî bidin ber çavên xwe zirarê didin gelên cîranê xwe û dibin hîmek ji hîmên berdewamiya van rejîmên arkayîk, ku hemû dinyaya medenî li xwe heyirandine. Û bi perê welatên cuda cuda (wek Rûsya, Belçîka, Fransa, Amerîka, Avûstralya) milete, ku Petrosyan kiriye „halê Qolo“ (kar tuneye, pere tuneye, piraniya milet encax rojên xwe dibarînin), alîkar dibin. Mecbûr, gelek jin û qîzên ermeniya xwe difroþin. Li Êrîvanê cîhekî taybetî heye, li piþt sînemaya Rosia jin þev, roj li wir disekinin û li benda „miþteriya“ ne.

Levon kurd û azerî bi wahþetî ji Ermenistanê derxistin, lê Êrîvan bi azeriyên Îranê ve tijî kir. (Ew ticaretê dikin). Li Êrîvanê her cî merî dikare axavtin bi zimanê azerî û farisî bibihîze. Mêrekî ermenî ji min re got, „ku milet birçiye merî dikare tehammul bike, lê ku ew kule wekî eger berê jin û qîzên me tirka, farisa bi zor dibirin, niha me bi destê xwe carek din ew dane destê mêrê misilman. `Ev jî bû serkeftineke`serokatiya Levon“ digot û çêrî Ter-Petrosyan dikir. Ter- Petrosyan nava miletê ermenî da ew fikra qirêj da pêþ, ku ne tirka jenosîd kiriye li himber wana, lê belê, kurda kiriye. Eger kurd nebûna ew çend ermenî jî xilas nedibûn. Dewsa ku spasiya xwe bide kurda, dijminatiyê dikin. Em înkar nakin, ku çend êþîretên kurdan bûne lîstik di destên tirkan da, lê ew nayê wê manê, ku miletê kurd giþ li dijî wan bûyê. Dewlet, dewleta tirka bû, esker jî dîsa eskerê dewleta tirka bû, ne ya dewleta Kurdistanê. Mesele, ermeniya grûbên fedayiyên kurdên êzîdî didan pêþiya fedayiyên xwe û diçûn þerê Azerbaycanê. Niha azerî dikarin bêjin ku kurdên êzîdî me dikujin? Na. Ya þer dike Ermenistane, ne Êzîdistane, kurdên êzîdî lîstikên di destê ermeniyan da ne.

Çira ermenî dijminatiya Almanya, Brîtanya û Fransayê nakin, ku di komkujiya wan de roleke aktîf lîstine? Wana eskerên Hemîdiye fînanse dikirin, kû ermeniya ji ciyên xwe derxin û kurda di dewsa wan de bi cî bikin. Brîtaniya razîbûna xwe ya mezin nîþan da ji bo sazkirina alayên Hemîdiyê, ku ji bo qirqirina ermeniya hatibû sazkirin. Û xwest cêrgên wan bi ofitserên (efser) Brîtanî va tijî bikin. (Çavkanî, Kurdevyev Haykakanhard „Ermenî“ Oxosyan-Yerevan 1991 rû. 95)

Gordlevskiy dide kivþê û dibêje, „Kurd tim li ermeniya xwedî derdiketin. Di þerê 1914an da, wexta qira ermeniya, min gelek car dîtiye, ka kurda ew ji mirinê xilas kirine.“ (Çavkanî, K.Mazhar, Kurdistan di salên þêrê cîhanî yê yekem de, erebî, rû. 285)

 

Eslê xwe ve Kurd Evdilezîz Yemelk gotiye, „Li Anatoliyayê, eger ermeniyên ji destê tirka xilas bûyî hebin, bêguman ji 4a sisiyên wan bi alîkariya kurda bûye„ F.Thliryn dibêje, „Ez birîndar bûm, çûm gundekî nav çiyan. Pîrekê ez birim mala xwe û gava birînên min qenc bû, ji min ra gotin, ku zêde nikarin min xwedî bikin, ji ber, ku eger dewleta tirka bizanibe ew ê wan bikuje. Kurd gelekî bi rehm bûn. Cilên kurdî li min kirin û ez bi Îranê ve bi rê kirim. (Çavkanî, Sohomon Tehliryanî, Patavarutyun-Mehkeme. Erîvan 1990, rû. 226)

Li ser riya Dêra-Zor (ermenî li vî gelî dikuþtin û davêtin xwarê) gelek ermenî xwe li cem kurdên êzîdî veþartine û xilas bûne. Di nameya ermeniyên gundê Xasto de tê nivîsandinê, wekî kurdên eþîreta Mehmûd bi çekan pêþiya tirkan girtiye. „Li gel peymanên dijwar û birçîbûnê, kurdên eþîretê nanê xwe yî dawiyê bi me re nêvî dikirin. Tiþtên xwe difrotin, ku em birçî nemînin. Piþtî rawestandina þerê Mondrosê delegasyona kurda nameyekê dide berpirsiyarê Brîtaniya li Helebê: „Di gundên me de û di bin çadiran da 650 ermenî, nav wan de jin û zar, û li gundê cîran de ji 3.800î bêtir ermenî hene. Ev çar sale em wan xwedî dikin, nan û av didin. Me re eyane û gelek ji me dûr, li taxên rojhilatê, di bin çadirên eþîrên xêrxwaz de 6.800 ermenî hene, em nikarin pêwendiyan bi wan re deynin.“ Di nameyê de ûsa jî nîþan dide, ku ew hazir in wan ermeniyên feqîr û belengaz peyda kin û lê bivin xwedî. (Çavkanî, K. Mazhar, Kurdistan di þerê cîhanî yê yekem de. Erebî, rû. 295, ûsa jî S.K. Poxosyan, Kurd û pirsa ermeniya. Ermenkî, 1991, rû. 233)

 

Di þerê 1916-1920an de 20 hezar ermenî xilasbûna xwe li cem kurdan dîtine. Þerê cîhanî yekem de kurdan 200 hezar ermenî ji mirinê parastine. (Çavkanî, K. Çaçanî, di dîroka biratiya miletê ermenî û kurd. Erîvan-1965, rû. 33) Arþak Çopanyan jî dinivîse, ku wextê komkujiya ermeniya gelek û gelek kurd jî hatine kuþtinê. Hêsîrî û bedbextiya kurdan, ji ya ermeniyan kêmtir nebûye. (Çavkanî, Gevorg S. Erevanyan, Dîroka ermeniyên Çarsancaxê. Ermenkî, Erîvan-1990, rû. 26) Em dikarin gelek nimûneyên din jî bînin ber çavan, lê êdî ewqas bese. Dû ewqas tiþt re êdî ez dikarim bêjim, ku ne Ter-Petrosyan û ne jî ermeniyên nijadperest dîroka miletê xwe baþ zanin û nas dikin. Loma jî dibin bela serê pêþiyê yê miletê xwe û paþê jî yê cîranên xwe.

Inisiyatîva Ter-Petrosyan, hevkar û xulamên wî wek Garnik Asatryan, Arþak Polatyan, Grigor Avakyan, Ezîz Temoyan, Hesen Hesenyan, Elîxanê Memê û çend êzîdiyên nezan faktora „êzîdî“ çawa miletekî cuda yanî serbixwe derxistine holê. Ronakbîrên me destpêkê da çavên xwe û guhên xwe bawer nedikirin. Ev tiþt nediket serê hîç kesî. Du tîretî kete nav parçekî miletê kurd û bû du perçe. Ezîzê Emer, ku gundê Zovûnî de dijiya, Levon ew kir serokê „miletê êzîdiyan“ yanê ne bi hilbijartin, lê bi pîþandinê (tayinkirin).Wî jî çi qas gundiyên nexwendî hebûn da pê xwe, û çawa berpirsiyarê ola êzîdiya þêxê gundê Þamîranê Hesen Hesenyan pîþand. Vana bi destê Levon Petrosyan girtin û li dijî intellijentsiya kurdên êzîdî derketin. Ev jî bû destpêka terorê li Ermenistanê li dijî gelê kurd. Temamiya dîroka miletê dinyayê da civak bi ronakbîrên xwe dimeþe, lê li vir berevajî çêbûye, derdora Levon balgîf dida bin milê wan û karê xwe bi wan ve dimeþandin, lê dilê xwe de jî ser wan dikeniyan, çawa nezana. Ango ermeniyên nijadperest „av þelû dikirin, ku masiya bigirin.“ Di nava vê tevlihevbûnê da çend rewþenbîrên me hatin kuþtin. Yek ji wan Seîdo Îbo Îboyan, diktor-profesorê nexweþiyên zaroka, zanyar, ew ûsa jî lektor û dekanê fakulteya nexweþên zaroka li înstîtuya diktoriyê ya dewletê li Êrîvanê. Ku bikaribin kurda di çavê ermeniyan de reþ bikin û bikin dijmin, ûsa jî Seîdê Îbo ji holê rakin, buxdan lê kirin, guva Îboyan derziya li zarokên ermeniya dide, ku ziret dû wan nekeve. Ermenî bûn wek gurê har, her cî ev buxdan belav dikirin û kurdan re didane xebera. Keda Seîdê Îbo berê çavê wan bigire, ew zanyarekî netewî bû û xebatên nû yên zanyarî ser nexweþiya zarokan nivîsîbû…

Wê demê komunîst êdî sist bûbûn, lê hêjî ber xwe didan. Wana dît ku þerekî giran ewê bikeve nava ermeniyan û îjar jî kurdên êzîdî, mecbûr Îboyan derxistin televîzyonê û ewî ser nexweþiyên zaroka axivî, dûre milet fam kir, ku her tiþt endamên THE berxwe derxistine. Gelek nekiþand Seîdê Îbo nexweþxanê da, di kabîneta wî da, gule berdane serê wî û ew kuþtin. Endamên THE ava vexwarinê jardayî dikirin, ermeniyê xwe dikuþtin, davêtin ser azerî û kurdan. Kurdekî êzîdî li Norkê (Êrîvan), li ber çavê milet þewitandin, xwedêgiravî wî keçikeke ermenî tecawiz kiriye. Ev bêehleqiya ermeniyên nijadperest ji sînorê xwe êdî derketibû. Di vê demê da Kurda û yên ku xwe miletê êzîdî hisab dikirin bi hevdu ketin. Çend kes hatin birîndarkirin, nav wan de helbestvan Karlênê Çaçan, Çerkezê Reþ, Zîna Emer û yên mayîn. Rewþenbîran dîtin, ku weha nabe, „Þewra rewþenbîrên kurd“ damezirandin, ku karibin bi resmî dijî vê bê qanûniyên THE derkevin. Endamên „þewrê“ bûn Prof. Dr. Þakirê Xudo (serok), Emerîkê Serdar (Redaktorê Riya Teze), Prof. Þerefê Eþîr, Wezîrê Eþo (nivîskar), Karlênê Çeçen (þair), Îsxanê Esla (Rojhilatzan), Temûrê Xelîl (matematîk, jurnalîst), Aslika Qadir (Metodîsta Wezareta Ronakiyê), Fîtalê Efo (Radyoya beþê kurdî, berpirsiyarê beþa muzîkê), Vanîkê Elîxan (dîrokzan), Tosinê Reþîd (Kimyager-nivîskar), Ahmedê Gogê (serokê beþa kurdî radyoya Êrîvanê), Svetika Balyoz (mamoste) û gelekê mayîn. Ji van delegasyonek çûbûn cem Ter- Petrosyan û gotibû, „Xêre, hûn çi ji miletê me dixwazin?“ Levon bersîva wan weha dabû, „ez ne neheq im, ez çi bikim wekî têgihiþtina we ya miletiyê-netewî ew qasî nizme.“

Hew em pêesiyan, ku radyoya bi zimanê „êzîdîkî“ vekirin. Nûçeyên bi zimanê kurdî xilas dibû, dû re bernameya bi zimanê „êzîdîkî“ dest pê dikir, û dîsa zimanê kurdî dubare dibû. Bi vî awayî ermeniya henekê xwe bi me dikirin. Merî nizanîbû bikene an bigirî,tragedî an komedî bû.

Lê tiþtê, ku çawa kurd dibêjin, „serê lodê girt“ ew bû, ku xwestin kitêbên bi zimanê „êzîdîkî“ çap bikin. Ev ji aliyê ermeniyan ve bêehleqiyeke lape mezin bû. Ji bo Ter Petrosyan ne mihîm bû, ku kî çi dibêje, wî êdî ser xwe re avîtibû, ji bo wî encam girîng bû. Wî dikir qîjîn, „Þer þer heta dawiyê“, dawî jî ew bû, ku gihîþte kursiyê. Xwedanê bernameyê Tehar Abasiyan bû, berendamê (namzet) ilmê tarîxê ye. Ew ne bername bû, deha zor pêkenoktî bû. Ji 46 rûpelan teqrîben 30 rûpel bi mexanîkî ji bernameya zimanê ermenî ji bo dersxaneyên serete û yên bilind ji ber girtibû. Dizî, dîsa dizî, lê dikarîbû hema qet nebe wexta ji ber digirt bê þaþî binivîse, ne? Me „bernamê“ de heta 240 þaþiyên rastnivîsê û nuqteþanî û sazkirina hevokan girtin. Ji xêncî vê yekê, bernameya ziman û edebiyata zimanê kurdî jî ji bo dersxaneyên 2yem heta 8a ji xwe re hildabûn çawa hîm. Û ne tenê helbestvan û nivîskarên kurdên Yekîtiya Sovyetê, lê ûsa jî yên Kurdistanê xistibûn nav bernameyê çawa êzîdî. Û ji ber ku Aslika Qadir di wezaretêda wek metodîsta zimanê ermenî dixebitî, ev „bernameya ziman û edebiyata êzîdîkî ji bo dersxaneyên 1ê heta 8a“ teslîmî wê kiribûn, ku nasiya xwe bide, ku mafê weþandinê bigre. Aslika Qadir ev ‚xebat' wek endamek ragihand „Þewra ronakbîrên kurd“. Çi reaksiyon pêþda hat ez nikarim bînim ziman. Pisporê ziman û edebiyata ermenî Çerkezê Reþ Mistoyan jî xwend û zendegirtî ma û ji Aslika Xanim re got, „Tu bidî xatirê Xwedê , bide min ez têxim nava arþîva xwe çawa tiþtekî ecêb. Carna têkeve bîra min, bixwînim û bikenim û bigirîm“. Bersîva wêû ya ronakbîran ji bo Wezaretê weha bû, „Ji bo Komara nû ya Ermenistanê ne maqûl e bi metodên bê qîmet û demagojîk problemên miletên biçûk hal bike. Ya duyem, hevokekê nîþanî me bidin, ka kî derê û çi çavkaniyên navnetewî da (nav wan de ûsa jî edebiyata dewlemed û kûr ya Îranî da), kî derê xeberên, „êzîdîkî“ ya „zimanê êzîdîkî“, „edebiyata êzîdîkî“ bi kar hatibe?

Dema desthilatdariya Ter-Petrosyan bû belgeyeke reþ ji bo dîroka Ermenistanê. Wî bêhesab meriv teror kir û da kuþtin, nav wan da ûsa jî 8 parlamenterên ermenî hebû. Êdî sebira milet nemabû. Serhilda û Ter- Petrosyan berî dema xwe ji desthilatdariyê bi dûr xist.

 

Niha tê gotin, ku Ter- Petrosyan di hilbijartinan de dixwaze xwe careke din jî ji bo rêvebiriya Ermenistanê nîþan bide. Çawa fîlozof Seneka dibêje, „Çi ku qanûn îznê dide, carna þerm îzinê nade“.

Ermeniyên þoven nikarin biratiya me herdu miletan xira bikin û ji bo serkeftina armancên xwe yên qirêj bi kar bîne. Em, miletê kurd û ermenî bûne û em ê çawa bira bimînin..

 

30.11.2007