Ýbrahim GÜÇLÜ

Ýbrahimguclu21@gmail.com

 

Gelo hilbijartina giþtî ji bo Bakurê Kurdistanê tê çi wateyê û divê çi bê kirin?

 

Hilbijartina giþtî, piþtî hilbijartina serokkomar, encama lîstika sererkan û desthilatdariya bûrokrasiya sivîl û leþker ya kemalîst beriya wexta xwe kete rojevê, li ser hilbijartina giþtî ji gelek aliyan de minaqeþeyan dest pê kir.

 

Li Tirkiyeyê ji aliyê tirkan de rewþ gelek zelal bû. Partiyên tirkan ji bona ku bikevin hilbijartina giþtî dest bi haziriye kirin. Ji bona ku ji barajê derbas bibin û hîn xurttir di desthilatdariya siyasî de giranî çêkin, di nav xwe de tîfaq û yekîtî pêk anîn. Ji bona hilbijartinê programên xwe çêkirin, dest bi xebata xwe kirin.

 

Wek di her pirsekê de derdikeve holê, ji bona neteweya kurd hilbijartina giþtî jî, wateyek û rewþeke nû anî holê. Wek tê zanîn pirsa hilbijartinên giþtî, him li Tirkiyeyê û him jî li Bakurê Kurdistanê piþtî sala 1946'an kete rojevê û giringiyek qezenç kir. Lewra tê zanîn ku heta sala 1946'an li Tirkiyeyê partiyekê, Partiya Gel ya Komarî (CHPê) li Tirkiyeyê desthilatdarî dikir. CHPê, partiya bûrokratên sivîl û leþker bû. Bi awayekî din dema ku bê diyar kirin û îzah kirin, ew kadroya ku Komara Tirkiyeyê ava kiribû, di hemendem de li Tirkiyeyê desthilatdar bû; çîn û tebeqeyên din yên gel jî, ji derveyî desthiltdarî bûn, wek kerî dihat rêvebirin.

 

Piþtî Þerê Cîhanî ya 2'emîn, di sala 1946'an de, desthilatdarên bûrokratên sivîl û leþker ji bona ku bibin endamê NATOyê, bi Emerîkayê re pêwendiyên xwe pêk bînin û xurt bikin, dest bi “lîstikeke dîrokî” kirin. Biryar dan ku jiyana pirpartitî li Tirkiyeyê ava bibe û bikeve jiyanê. Lêbelê dema ku desthilatdariya totalîter û faþîzan biryar da ku li Tirkiyeyê pirpartitî ava bike, di destpêkê de biryar da ku ev pêvajoya pirpartitî û hilbijartina giþtî di çerçawa parastina desthilatdariya totalîter û otorîter de kontrol bike. Didu an jî zêdetir partî ava jî bibin û beþdarî hilbijartinan jî bibin, divê CHPê desthilatdariya xwe bidomîne. Lewra tê zanîn ku di dema M. Kemal Ataturk de Partiya Firkaya Serbest ava bibû û di demeke kurt de di nav gel de îstidada xurtbûnê nîþan da. M. Kemal Ataturk û hevalên wî ji vê rewþê gelek eciz bûn, biryar dan ku Partiya Firkaya Serbest, encama zora desthilatdariya teng ya CHPê de hat qedexe kirin û girtin.

 

Di sala 1946'an de pêvajoya pirpartitiyê dest pê kir. Li cem CHPê, Partiya Demokrat (DPê) ji aliyê Celal Bayar, Adnan Menderes û hevalên wan de ava bû: Celal Bayar û hevalên wî jî, ji kadroya M. Kemal bûn. Ji bona vê gelek xeter nehatin dîtîn û dihat hesap kirin ku ew dê gelek bi rehetî bên kontrol kirin. Rastî jî, di hilbijartina 1946'an de ev kontrola pêk hat, bi “dengdana aþkere û bihejmartina dizî” CHPê desthilatdariya xwe parast û di meclîsê de bi hejmareke mezin bû hikûmet. DPê bes 60 mebûs qezenç kir. Ev lîstika pirpartitiyê vegeriya lîstika desthilatdarî, hikûmeta xurt û mixalefeta qels.

 

Di sala 1950'an de hilbijartina giþtî ya duyem pêk hat: Di vê hilbjartinê de lîstika demokrasiyê û pirpartiyê, li serê desthilatdariya kemalîst bû bela. DPê encama hilbijartina giþtî piraniya mebûsan wergirt. CHPê ji bona reya giþtî ya dinyayê, bi taybetî jî bi bandora Emerîkayê û dinyaya rojavayê, mecbûr bû ku desthilatdarî teslîmî DPê bike û DPê hikûmet ava bike. Piþtî vê merheleyê li Tirkiyeyê demokrasî û hilbijartina giþtî di hemendem de bû lîstikeke gelek xeter jî. Piþtî hilbijartina 1950yî, desthilatdariya dewletê bes 10 salan tehemmûlî lîstika demokrasiyê kir. Di sala 1960'an de pêvajoya darbeyên leþkerî dest pê kir. Heta îro jî ev pêvajoya dom dike. Heta nûha li Tirkiyeyê 3 darbeyên vekirî (Darbeya 1960, 1971, 1980) û du darbeyên bi dizî (Darbeya 28ê Sibatê û 27ê Nîsanê) pêk hatin.

 

Hilbijartina nûh jî, encama darbeya leþkerî ya 27ê Nîsana 2007'an hat rojevê. Yanî di þertên darbeyê û awarte de hilbijartina giþtî dê pêk bê. Li Bakurê Kurdistanê herêma awarte û tempon ava bûye û li hemberî hemû kurdan bi giþtî û li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê bi taybetî þerekî giþtî yê îlankirî heye. Kurd jî di van þertan de beþdarî hilbijartina giþtî bibin.

 

 

Gelo çima hilbijartin û encamên hilbijartinê çi ne?

 

Ji bona gelê Tirk ew lîstika demokrasiyê û hilbijartinê dom dike. Di vê qadayê de pirsgirêkek tune ye. Pisgirêka mezin û girîng ji aliyê Kurdan de di rojeveyê de ye. Ji bona kurdan, pêvajoya beþdariya hilbijartinê gelek girîng e. Ji bona vê hilbijartin çima pêk tê, çi encaman diqewîmine, ez dixwazim bi giþtî û kurtî li ser vê xalê rawestim.

 

Di jiyana mirovatiyê de sê serkaniyên desthilatdariyê hene. Serkaniya desthilatdariyê ya yekem, xwedê û qewweta nexuyayî ye. Ev sîsteman û rêjiman, sîstem û rêjimên monarþîk kin û qraliyet in. Serekaniya duyem ya sîsteman û rêjiman, zor, barbarî, darbeyên leþkerî ne. Ev sîstem û rêjiman jî faþizm in. Serkaniya sêyem ya rêjim û sîsteman, gel û netew e. Ev sîstem û rêjim jî bi demokrasî tên bi nav kirin. Dîroka demokrasiyê jî, qasî dîroka monarþî û qraliyetê kevn e. Demokrasî di nav pêvajoyê de her çûye pêþ ketiyê û dezgehên nû avakirine. Bûye sîstemeke plûral û hevdem. Ji bona ku di desthilatdariya welêt de û di biryar girtinê de gel beþdar bibe, dezgehên û sîstemên nû pêk anîne. Referandûm û raste rast demokrasî ev dezgeh û sîstema demokasiyê yên girîng in.

 

Di demokrasiyê de gel û netew desthilatdar û serwer e. Gel bi riya partiyan, rêxistinên sivîl û bi riya dezgeh din beþdarî desthilatdarî dibin, an jî desthilatdarî raste rast dimeþînin. Ev jî bi riya dezgeha hilbijartinê pêk tê. Partiyên siyasî û sivîl, bi hilbijartinê dikarin beþdarî desthilatdariyê bibýn, an jî desthilatdariyê bigrin destê xwe.

 

Ji bona vê hilbijartin, bi serê xwe dezgehekî girîng nîne, dema demokrasî hebe, ji hilbijartina giþtî tê qal kirin û dezgeha hilbijartinê giringiyekê qezenç dike. Dema demokrasî nebe ji hilbijartina giþtî naye qal kirin.

 

Di demokrasiyên asayî de hilbijartin girêdayî perîyoda ku ji aliyê Meclîsê de, yanî ji aliyê îradeya gel de hatiye diyar kirin, tê bi dar xistin. Lê li Tirkiyeyê ji bona ku demokrasiyeke neasayî (awarte) heye, her çiqas di zagona bingehî de ji bo hilbijartinê 4 û an jî 5 sal hatibin diyar kirin jî, hilbijartin tu dem di hemendema xwe de nehatine bi darxistin, her dem zûtir û encama midexalayan hatiye bi dar xistin. Ev hilbijartina ku em li ser minaqeþeyan dikin jî, hilbijartineke neasayî ye.

 

Sîstema Tirkiyeyê temsîla neteweya kurd red dike…

 

Bi giþtî mirov dikare bibêje ku gor demokrasiyê, piþtî hilbijartinê gel beþdarî desthilatdariyê dibe û an jî desthilatdarî digre destê xwe. Hezar mixabin li Tirkiyeyê ji bo neteweya kurd û tevayî Kurdistaniyan rastî tehl e û tiþtekî din e. Ji bona vê ez dixwazim di pêvajoyê de pozîsyona Kurdan di vê pirsê de çawa bûye, bi giþtî li ser wê rawestim.

 

Pozisyona kurdan li hemberî desthilatdariyê di çend qonaxan/merhelan re derbasbûye û gihîþtiye îro.

 

Di dema M. Kemal û hevalên wî de du qonax û du helwest hene.

 

Qonaxa yekem, dema taktîkî ye. Ev dema piþtî avabûna komara Tirkiyeyê ye. Wek tê zanîn M. Kemal û hevalên wî dema ku xwastin komara Tirkiyeyê ava bikin, hewcedarî piþtgiriya kurdan bûn. Ji bona vê jî M. Kemal û hevalên wî, bi axa, beg, mîr, þêx û esnafên kurd re pêwendî çêkirin, bi wan re kongre bi dar xistin. Encama ev hewildanan jî piþtgiriya kurdan wergirtin. Dema ku M. Kemal û hevalên wî bi kurdan re pêwendî danî, ne bi niviskî be jî, li hevûdu hat kirin ku neteweya kurd jî, di dewleta nû de xwediyê par be, desthilatdar be û xwedî mafên xwe yê neteweyî be. Piþtî komara Tirkiyeyê avabû demeke kurt M. Kemal ji desthilatdarên civakî û çînî yên kurd çend kes anîn xiste meclîsê. Piþtî demekê ew jî tasfiye kir û beþekî wan jî îdam kir.

 

Piþtî vê qonaxê, qonaxa duyem ya tehl dest pê kir. Hebûna kurdan nehat pejirandin. Ji bona ku neteweya tirk ava bikin, “nazariya ziman û dîrokî” ya nîjadperest ava bû, hat gotin ku “kurd, tirk in.” Di vê pê merhelê de neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên rewa û neteweyî pê par bû. Her daxwazeke mafên neteweyî û civakî ya gelê kurd bi zorê pêþî lê hat girtin. Tevgerên serîhildanên millî yê kurd bi qetlîaman hatin temirandin. Hemû rêxistinên kurdî hatin fesih kirin, berpirsiyarên wan hepis bûn û hatin kuþtin. Di vê qonaxê de gelê kurd bi tevayî, ji desthilatdariyê dûr hat xistin, beþdariya kurdan ya siyasî bi tevayî ji holê rabû. Kurd, li derveyî jiyana siyasî man û mehkûmî jiyana teng ya xulamtî û kolonyalîstiya tarî bûn.

Vê qonaxê heta sala 1946'an dom kir. Di sala 1946'an de dema ku DPê ava bû, ji bo kurdan, raste rast bi nasnameya xwe ya kurdî ne be jî, beþdarbûna siyasetê û particitiyê û meclîsê hat rojevê. Kurdan bi nasnameya xwe ya vekirî jî nebe, ji nekokiyên herûdu partiyan, CHPê û DPê îstifade kirin, bi awayekî beþdarî siyasetê û hilbijartinê bûn. Axa, mîr, þêx û dewlemendên kurd bir riya DPê; beþên din yên civakê jî bi riya CHPê beþdarî meclîsê bûn. Lê ew kesan li ser nasnameya xwe ya kurdî ne li meclîsê bûn. Lê piþtî salên 1950'yî minaqeþeyên di derbarê pirsa gundiyên Ozalpê û bûyera Muglalý de ji aliyê Mistefa Ekîncî de hatine ser zimên gelek balkêþ in.

 

Di salên 1960'yî de jî vê rewþê bi giþtî dom kir. Bes girêdayî guhertinên li Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê, guhertineke biçuk hat holê. Tê zanîn ku li Tirkiyeyê, piþtî darbeya leþkerî ya 1960'yî, siyasetê rengekî nû qezenç kir. Ji derveyî bûrokratên sivîl û leþkerî, ji derveyî burjuwaziya tirkan li ser navê karker û xebatkaran sosyalîst jî beþdarî siyasetê bûn, rengekî nû dan siyasetê, Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) ava bû. Çepên kurd jî li ser navê xwe, bi awayekî ne fermî, bi qebûla tirkên di partiyê de jî beþdarî siyasetê bûn û di nav partiyê de grubek xweser ava kirin. Di sala 1965'an de encama hilbijartina giþtî Dr. Tarik Zîya Ekîncî bû mebus. Di parlamentoyê de bi awayekî zulma li ser “gelê Rojhilat-Baþurê Rojhilat” hat rawestandin. Partiya Tirkiyeyê ya Nû (YTPê) jî bi awayekî ruhê kurditî di nav xwe dimeþand. Serokê YTPê Yusiv Ezîzoglu bû. Di wê demê de Kemal Badýllý, Ziya Þerefxan, Yusiv Ezîzoglu wek mebûsên kurd dihatin nas kirin. Di wê demê de polemîgên di navbeyna Yusiv Ezîzoðlu û Senatorê CHPê Hifzi Oguz Bêkata de di derbarê kurdbûnê de gelek balkêþ in.

 

Baþ tê zanîn ku piþtî salên 1965'an û bi taybetî jî piþtî sala 1969'an ji bo kurdan qonaxek û pêvajoyeke nû dest pê kir. Ev merhelaya di tevgera kurd de, di dîroka nêzik ya tevgera Bakurê Kurdistanê de Bihara Yekemîn bû. Rewþenbîr, xwendevan û welatparêzên Kurdistanê li ser nasnameya xwe ya kurd, rêxistinên xwe yê serbixwe ava kirin, li ser nasnameya xwe beþdarî siyasetê bûn. Lê ev pêvajoya ji aliyê darbeya leþkerî ya 1971'ê de hat birîn û hat þikestin. Bi sedan welatparêzên kurd di dadgehên leþkerî de hatin dadgehîkirin.

 

Piþtî sala 1974'an, tevgera kurd li Kurdistanê û li tevayî Tirkiyeyê gur bû û rengekî nû yê kurdistanî qezenç kir. Ez dikarim bibêjim ku ji bona tevgera kurd Bihara Duyemîn dest pê kir. Di siyaseta vekirî û legal de pirsa hilbijartinan, beþdarbûna kurdan ya hilbijartinê gelek aþkere, bi zanyarî, gor pîvanên nû, gor berjewendiya neteweya kurd hat minaqeþe kirin. Di vê qonaxê de du helwest hebûn. Helwesta yekemîn, di bin pêþengiya Rizgarî de dihat meþandin. Gor vê helwestê gelek vekirî dihat gotin ku “divê kurd beþdarî partiyan tirkan nebin, dengên xwe nedin partiyên tirkan. Bes bi berendamên serbixwe platforma hilbijartinê ji bona berjewendiya gelê kurd bi kar bînin.” Helwesta Rizgarî, di hejmareke Rizgarî de dûr û dirêj hatiye pêþkêþ kirin. Jinûve ji çav derbas kirin, dê baþ bibe. Helwesta duyemîn jî, helwesta Riya Azadî û DDKDê, çepên kurd yên sowyetî bûn. Ev helwesta gor teoriya faþîzmê ya Dîmîtrov dihat diyar kirin. Li Tirkiyeyê ji bona ku pêþiya faþîzmê bê girtin, divê kurd dengên xwe bidin CHPê, Bûlent Ecevîtî.

Ev du helwestên li hemberî partiyên tirkan û platforma hilbijartinê, di tevgera Bakurê Kurdistanê de du rengên cihê diyar dikirin. Di vê merhelê de jî ev du helwestan bi awayekî xwe di qada siyasî de nîþan didin.

Serkaniya van du helwestan, ji Kurdistanîbûn û Tirkiyeyîbûnê tê. Heger rewþa tevgera Kurdistanê bê þirove kirin, mirovê gelek aþkere bibîne ku Kurdistanîbûn û Tirkiyeyîbûn di vê merhelê de jî, du pirsên û du rengên girîng yên tevgera bakurê Kurdistanê ne.

 

Di wê merhelê de Rizgariyê li Muþê bi berendambûna Þerafeddîn Kaya û bi programeke neteweyî ya gelek xurt ceribandinek pêk anî. Nureddîn Yilmaz, serbixwe, bi piþtgiriya welatparêzên kurd bû mebûs. Lê wî konsepteke vekirî ya kurdî nemaþand. Þerafeddîn Elçî, piþtî ku ji Partiya Edaletê veqetiya di CHPê de bû wezîr, kurdbûna xwe anî ser zimên. DDKDê bi TSÎPê re beþdarî hilbijartinê bû. Riya Azadî li Amedê û Agiriyê hilbijartina þeradariyê qezenç kir.

Piþtî salên 1989'an ji bona tevgera bakurê Kurdistanê pêvajoya particitiya vekirî dest pê kir. Dewlet û sîstema kolonyalîst ji bona ku kurd bi serê xwe beþdarî hilbijartinan nebin, astengiyên gelek mezin derxistin pêþ siyasetvanên kurd û partiyên wan. Helbet di vê merhelê de dîsa ji aliyê kurdan de jî tevliheviyek, sergêjiyek hebû. DEPê, encama ku bi SHPê re tîfaq kir, beþdarî meclîsê bû. Dewletê piþtî demekê pêþiya wan girt, beþek mebûs ketin girtîxaneyê û beþekî wan jî reviyan û bûn paneber li Ewrupayê.

 

Di encamê de mirov dikare bibêje ku: Dewleta ûnîter û neteweyî ya tirk, li ser bingeha înkarkirina neteweya kurd ava bûye. Her çiqas di van salên dawî de ji hebûna kurdan û pirsa kurd tê qal kirin jî, di qada anayasayê, hiqûqê, fermî de guhertinek tune ye. Bi fermî kurd tune tê hesibandin. Xala 66'emîn ya Zagona Bingehî dibêje ku ”Her kesê ku hemvelatiyê Komara Tirkiyeyê ne, ew tirk in.”

Ji bona vê yekê dewlet, dewleta neteweya tirk e û hemû dezgehên dewletê tirk in. Kurd, di sîstema tirk de nikarin temsîla xwe pêk bînin. Kurd nikarin bi nasnameya xwe beþdarî hilbijartinê bibin û berpirsên xwe hilbijêrin. Serokkomar û serokwezîr, meclîs û hikûmet kurdan temsîl nakin. Di hilbijartinan de dengên kurdan jî tirk tên hesibandin û nivîsandin.

 

Ji bona vê heta nûha ew kesên di partiyên tirkan de bûn mebûs, li ser navê kurdbûnê nebûye mebûs, ji bona tirkan û tirkitî temsîl bike diçin meclîsê.

 

Ew mebûsên di meclîsa tirkan de li ser berjewendiya neteweya tirk, yekîtiya dewleta tirk û li ser înkarkirina neteweya kurd sond dixin. Di meclîsê de ew êriþên li ser kurdan pêk tên, li ber çavên wan diqewime. Di meclîsê de li dijî kurdan, tevgera Kurdistanê, serokên kurdan biryar hatine girtin û nûha jî tên girtin.

 

Qanûna partiyên siyasî û hilbijartinê jî, gor sîstema dewleta ûnîter û neteweyî berjewendiya neteweya tirk hatine tanzîm kirin . Ji bona vê jî, bi nasnameya kurd ya neteweyî partî ava kirin qedexe ye û kurd nikarin li ser nasnameya xwe beþdarî hilbijartinê jî bibin. Ji bona vê partiyên li ser navê kurdan hatine ava kirin, gor zagona bingehî û qanûna partiyên siyasî, bi dizî kurd, vekirî partiyan tirkan e. Dewlet ditirse ku ev partiyan jî bikevin meclîsê û bi gelek awayan û qanûnan pêþiya wan girtiye. Ji bona ku ev partiyan nekevin hilbijartinê, baraja Tirkiyeyê ya hilbijartinê kirine %10.

 

Di hemendem de qanûna partiyên siyasî, sîstema hilbijartinê ne exlaqî, ne bi edalet û ne demokrat e. Gelek aþkere ye ku dema ku ev sîstema dewleta ûnîter naye guhertin, dewleteke federal ava nebe, kurd nikarin partiyên xwe ava bikin, bi nasnameya xwe di meclîsê de xwe temsîl bikin. Dema dewleta federal ava bû, wê demê dewlet dikare bibe dewleta kurd û tirkan. Dezgehên dewletê yên din jî dibin dezgehên hevbeþ.

 

Di van þertan de di hilbijartinê de dê çi bihata kirin û nûha çi tê kirin?...

 

Kurdan, partî û rêxistinên wan yên sivîl bi hev re dikarîn tîfaqeke neteweyî pêk bînin. Li ser peymaneke neteweyî li hevûdu bikin. Di peymana neteweyî de desthilatdarbûna neteweya kurd, mafê çarenivîsiya neteweya kurd, guhertina sîstema otorîter û kolonyalîst ya li Tirkyeyê û dewleta ûnîter dikarîn bikirina armanc. Serbixwe beþdarî hilbijartinê bibiyan, platforma hilbijartinê ji bo berjewendiya millî ya gelê kurd bi kar bînan.

Di vê platform û opsiyonê de vatiniya mezin li ser milê DTPê bû. Lê DTPê mezin nefikirî, ji aqlê teng azad nebû, berjewendiya grubî derxist pêþ, ji bona tîfaqê hewil neda. Ji bona vê jî, ev helwesta neket rojevê.

 

Baþ tê zanîn ku di dema hilbijartina serokkomar de di navbeyna CHPê û AK Partiyê de nekokî gelek xurt û dijwar bû, herûdu serokên partiyan silav nedidan hevûdu. Lê dema ku li dijî kurdan guhertina qanûna hilbijartinê hat rojevê, bûn yek. Derket holê ku bi tevayî partiyên tirkan, sîstema kolonyalîst hîç bi tu awayî naxwazin ku kurd di qada siyasî de jiyanekê ava bikin.

 

Ji bona vê, kurdan bi tîfaq dikarîn: a) Sîstema hilbijartinê bi hezaran berendametiya meclîsê bixetimandina, an jî b) Xwe ji hilbijartinê vekiþandina û c) Hilbijartinê boykot bikirina. Hezar mixabin ev opsiyonan jî bi kar neanîn.

 

Opsîyona girîngtir: Desthilatdariya Kurdistanî îlan kirin…

 

Bi mutiraya post-modern ya sererkaniya Tirkiyeyê (27 Nîsan 2007), bi tevayî kurd li Tirkiyeyê dijmin hatin îlan kirin. Piþtî ev muxtirayê girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê û hebûna PKKê li wir þerekî tevayî jî li hemberî hemû Kurdistaniyan hatiye îlan kirin. Gelek aþkere ye ku Kurd ji derveyî sîstemê tên hesibandin, reyên kurdan xwediyê qiymetekê jî nînin.

 

Wek tê zanîn di demokrasiyê de gel, xwe bi xwe bi wasitaya ew kesên hildibijêre temsîl dike. Bi gotina tirkan ya þowenî heger bê îfade kirin, “netewe û gel bê qeyid û þert xwediyê serwerî ye.” Hezar mixabin ev pîvana demokrasiyê, her çiqas Tirkiyeyê ji bona xwe dibêje ez rêjima demokrasiyê me jî, ev pîvana qet nebe bi tevayî nîvî-nîvî derbas dibe jî, ji bo kurdan qet derbas nabe. Li Kurdistanê beþek serok û meclîsa þaredariyan piraniya dengên gelê kurd girtibe jî, serokên þaredariyê gelek bi rehetî ji kar tên girtin û di salên bihurî de jî mebûsên kurd ji meclîsê hatin derxistin û hepis kirin. Di van rojên dawî de serok û endamên meclîsa þaredariya Surê ji aliyê dadgeha Daniþtayê de ji wezîfe wergirtin, ceribandineke nêzik e.

 

Helwesta dewleta tirk jî wusa xuya dike ku bi tu awayî kurd ji bona nayên hilbijartin plan û projeyan pêk tîne. Di pêþerojan de ew îmkana di destê kurdan de dûr nîne ku bi zorê, bi planên qirêj bên girtin. Hêza kurdan ya îro ji aliyê dinyayê de bi riya hilbijartinên giþtî û herêmî ji dinyayê re tên xuya kirin, ji holê bê rakirin.

 

Li hemberî vê helwesta dewletê, DTPê jî li ser navê kurdan xwediyê derfet e û li gelek bajarên Kurdistanê desthilatdarê herêmî ye. Dikare vê derfetê di þerta krîza siyasî ya Tirkiyeyê de bi kar bîne. Desthilatdariya xwe ya herêmî dikare bike desthilatdariya siyasî ya giþtî. Ev helwesta xwe ji dinyayê re îlan bike. Bi vê helwestê di demokrasiyê de qiymeta reya gelê kurd dikare nîþan bide, serweriya gelê kurd jî diyar bike.

 

Ez vê helwestê, di tevgerê rizgarîxwaz ya neteweyî de diþibînim “desthilatdariya herêmên rizgarkirî” .

 

Helbet ji bona ku desthilatdariya siyasî bê îlan kirin, yekîtî û tîfaqa kurdan pêwîst e. Kurd beriya desthilatdariya xwe îlan bikin, divê li dinyayê, li platformên rewa yên li dinyayê xebateke lobîtî bimeþînin.

 

Ev gava dîrokî, piþtgiriya gelê kurd û dinyayê digre, li Tirkiyeyê kevir li ciyên xwe dilîzin. Ji bona vê jî helbet serokatiyeke bi basîret û dûrbîn pêwîst e.

 

DTPê nûha çi dike…

 

DTPê, baþ e ku bi berendamên serbixwe beþdarî hilbijartinê dibe. Ev derfeta di hilbijartina 2002'an de encama helwesta Evdillah Ocalan û dewletê bi kar neanîbû. Wusa diyar e ku girêdayî taktîka desthilatdariya dewletê ku dengan parçe bikin û bi riya partiyên cihê dengan kontrol bikin û reyên AK Partiyê kêm bikin, berjewendiya desthilatdariya dewletê û serbixwe beþdarbûna DTPê ya hilbijartinê li hevûdu kir ku Ocalan pêþî li DTPê negirt.

 

Gor baweriya min serbixwe beþdarbûna DTPê ya hilbijartinê erinî ye. Tiþtên neerinî zêdetir in. DTPê bi kurdan re tîfaq pêk neanî. Di tespîtkirina berendaman de bîrûreyên gel qiymet nedaye, ji jor de berendam tespît kirin. Pirsa girîngtir ya ne pozîtîv jî, programa bimeþîne. Bi nivîsa Aysel Tuglukê û hevpeyîvîna Cemîl Bayik diyar bû ku programa bê meþandin, programeke neteweyî nîne. Mafê çarenivisiya gelê Kurd dê naye parastin. Di çarçeweya dewleta ûniter û neteweyî ya tirk de ziman û çanda kurd bê parastin. Ji wê girîngtir jî desthilatdarî û berjewendiya teng ya elîtî dê bê parastin.

 

Di encamê de ez dikarim bibêjim ku divê kurd di her platformê û di platforma hilbijartinê de jî cudayetiya xwe ya tirkan derxin holê, diyar bikin û rêxin. Tu dem ne fikirin ku dengên xwe bidin partiyên tirkan . Helbet divê dengên xwe nedin Aysel Tuglukê jî. Program û riya DTPê jî rexne bikin.

 

Amed, 21. 06. 2007