|
|
|||
|
|
|||
Roj li Kurdistanê hilnayê:Misilmanên kurd di haziriya fermanê êzîdiyan de
Di nivîsê de gengêþî li ser haziriya fermenkî nû li dijî êzîdiyan –mirovên Þêþims- tê kirin. Ku misilmanên kurd di vî fermanî de bi ser bikevin, rojê li Kurdistanê hilnekeve, dinya kurdan reþ û tarî bibe. Ez dixwazim li ser haziriya vî fermanî û li ser dîtina çareseriya wî biaxivim.
I. Civîna her bilind ya Ola Êzîdatiyê biratî û wekhevîya olan û gelan diparêze!
Mîr Tahsin, Civata Rûhanî ya Êzîdxanê li Cihanê tevî Baba Þêx û þêwirdarê civatê di 27. 04.2007 de li hev civiya û di daxuyaniya xwe de kuþtina keça êzîdî Doayê rûreþ kir û got: Ev karê hanê li dijî ola êzîddatiyê y e. Di daxuyanîya civînê de, ya li gorî ola êzî jê bilintir tine, dibêje: “Ola Êzîdatiyê, ya ku oleke „Yekxwedayî“ ye, zorê û zordariyê þermezar dike. Di pir qewl û nîzayên me yên pîroz de tê ser ziman, ku Jiyan bi destê Xwedê ye û standina rih û can jî dê bi destê Wî be û ji mafê Wî be.“ Civîn kuþtina 24 mirovên êzîdî di 24.04.2007 de ji terefên kesên þerxwaz, mêldarîkar, gelac û armancxirab ve þermezar dike û tîne ser ziman: „Wan ev karker kuþtin, ji ber ku bi tenê ew êzîdî bûn.“
Civîna her bilind ya Ola Êzîdatiyê dibêje: „ Em bangî wekheviyê a fermî dikin, ku vê pirsegirêkê bi rengekî wekhevî û bê dilxwaziya alîyekî çareser bike. Em li dijî wan mirovan radiwestin, yên ku dixwazin biratiya ol û baweriyên Kurdistanê û Îraqê helweþînin.“
Li gorî dîtina civîna her bilind ya ola êzîdatiyê hin kes dixwazin „di navbera gel û olên wî de þer û birakujî peyda bibe“ . Civîn di vê baweriyê de ye, ku daxwaza van namerda naçe serî , ji ber ku em êzîdî „mirovên xêrxwaz in, ne þerxwaz in. Daxwaziya me jiyana bi aþtî û biratî li gel gel e. Em hemî wek di Qelw me yên pîroz de dibêjin, xwedêperest in û eynî katê de jî bira ne. Xwedê xêrê li ser me giþtan bibarîne û þeran ji ser me wergerîne û hemû di xêr û xeþîya welat û yekîtiya gel de bimîne.“
Daxuyanî pîroz û zelal e. Daxuyanî hevdem e û prensîpên demokrasiyê ji xwe re dike bingeh, tê de car din tîne ser ziman, ku êzîdatî û berpirsyarên wê yê her bilind biratiya mirovên ji ol û gelên cûrbicûr dixwazin. Pirsa olan dike pirsa vîjdan mirov ya þexsî. Ew karê dewletê û dîn ji hev û din diqetîne: Layîtîzme (layîklikê) diparêze. Civîna her bilind kuþtina mirovan, ji kîjan ol û gelan dibe, red dike. “Di pir qewl û nîzayên me yên pîroz de tê ser ziman, ku Jiyan bi destê Xwedê ye û standina rih û can jî dê bi destê Wî be û ji mafê Wî be.“
II. Gav bi gav haziriya fermanên êzîdiyan Ev serê çendakî ye, ku êzîdî û êzîdatî di rojeva ragihandinâ kurdî (presa kurdî) de ne. Gelek ronakbîrên kurdên misilman dîtinên xwe di çapemeniya nivîskî, devkî û malperên înertnetê de diweþînin. Sedemê vê yekê jî bûyer li Þêxan û ya kuþtina 24 mirovên êzîdî li Musilê ne.
Bi kurtî bûyer çewa bûn? Pêþî mesela li Þêxan : Jinek misilman ji ber zora mêrê xwe direve û xwe davêje bextên du heb mêrên êzîdî, ew wê bi xwe re dibin teslîmi polîsên pêþmerge li Þêxan bikin. Ev mirovên êzîdî jinike bi xwe re dibin û wê datînin cem polîsên pêþmergên li Þêxan. Ji ber ku ev her du kesên jinaka misilman dibin cem polîsan ezîdî ne û polîsên pêþmerge yên li Þêxan jî êzîdî ne, ev yek bi zora misilmanan tê û êrîþê dibin ser dezgehên polîsên pêþmerge û jinikê bi zorê ji wan distînin û wê dikujin. Li gorî ola misilmanetiyê mafê kesên ne misilman (ezîdî, kristiyan, yahudî) tine, ku rabe hikim li kesekî misilman bike; lewma jî wan otorîta polîsên pêsmergên herama Kurdistanê yên li Sêxan bin pê kir, ji ber ku ev mirovên polîsên pêþmerge ji alên olî ve êzîdî ne. Di eynî demêde de diavêjin ser malên êzîdiyan, mala Mîr Tahsim, mîrê êzîdxanê, parastgehen ola êzîdiyan li Þêxan û Dihokê xira dikin. Bi vê jî eþkere dikin, ku ew mezinatiya kesekî ezîdî li ser yekî misilman tahmûl nakin, heke zilamê dewletê yên fermî wezîfêkirî be jî.
Di þeva 26/27. 04.2007 de li Hewlêrê komek ji 40 heya 50 mislmanên hevwelatiyê ji Hewlêrê êrîþê dibin ser otela « Mêrgesor» ê, ya ku 70 karkerên êzîdî tê de kar dikin. Dîsa di 28/29. 04.2007 de hin kesên misilman êrîþê dibin ser xwedenavên Zanîngeha Selhadîn li Hewlêrê û xwendevanên êzîdî birîndar dikin. Êzdî ji tirsa canê xwe terka serbajarê Kurdîstana baþûr dikin û direvîn Þêxan û Þengalê.
Derketina van bûyeran di nava mehekê de ne tesadufî ne, ew li gorî planekî li dijî êzîdiyan amadekîrî dimeþe. Misilmanên fanatîk di haziriya fermanekî nû de ne li hember êzîdiyan. Ew wan kirnan bi gav bi gav li pey hev plankirî bi kar tînin. Di dîroka fermanên li hember kêmolên din yê çaxê me yên yahudiyan û ermeniyan de jî bi vî þiklî destpêkirin. Bûyerek ji bo fermanên wan kirin sedem. Kuþtina keçeka êzîdî ji sedemê haziriya fermanê êzidîya ye. Heta vêga 72 ferman li êzîdiyan rabûn, ev jî haziriya fermana 73-ay be, ya bi destên kurdên misilmam tenê.
Ev heytehol bahane ne, ne bahane bûna, yê li hember serjêkirina jina misilman destpêbikirina.
Pêþî ji yahudiyan re gotin, destkujên wan heram e, lewma jî nabe, mirov nanê wan bixwo. Dikanên wan bi sembolên yahudîtiyê hatin kivþkirin, ji bo ku kes neçe mal ji wan nekirin. Pirtûk û sembolan olan wan hatin qedexe kirin, wenêzan û nivîskarên wan re karkirin hat qedexe kirin, berhemên wan wek zinekariyê hatin îlan kirin, zilma li hember wan bi þewtandina synagogên (parastgehên yahudiyan yên olî) hat domandin. Tiþtên almanan anî sere yahudiyan, tirkan jî anî bû serê ermeniyan.
Li hember êzîdiyan jî misilmanên fanatîk dixwazin eynî tiþtî pêk bînin. Dibêjin destkujên êzîdiyan heram e, nabe, mirovê misilman nanê Êzîdiyan bixwo û bi wan re bazirganiyê bike, mesele li bazarên bajarên (Dihok, Hewlêr, Musil ) kes naxwazin xwarin û vexwarinên wan bikire. Xortên êzîdî ji univerîtan tên avêtin, misilman eþkere li Þêxan, Hewlêr, li Dihokê êrîþê dibin ser mal û dikanên êzîdiyan, parastgehên wan yên oli dibin hedef. Ew heta vî cesaretî di xwe de dibînin, ku bavêjin ser xêniyê Mîrê Êzîdxanê, ku papa ji bo kristiyanên katolîk çiqas pîroz e, ew jî ji bo êzîdîxanê hewqas pîroz e. Di nava van êrîþkaran de endamên paritiyên di desthildara Kurdistana baþûr de jî hene. Li Hewlêr li serbajarê Kurdistana baþûr, ku tê ewlekariya her bi hêz heye, di 26/27.04.2007 de misilman karin êrîþê bibin ser otela «Mêrgesor» ya ku karkerên Êzîdî lê dimînin, da ku wan serjêbikin. Rojek piþtre (28/29. 04.2007) êrîþê dibin ser xwendevanên êzîdî yên Universîteya Selhadîn li Hewlêrê. Li Çemçemalê/Sileymaniyê li dijî êzîdiyan dimeþin.
Li Kurdistan baþûr êzîdî di tengayîkeke mezin de ne. Misilmanên kurd êzîdiyan mecbûr dikin, bibêjin vê terora li dijî xwe bi heq bibînin. Di haziriya fermanên li ser ezîdiyan de bi wan meþan, civînan pêk tînin. Heyetekê ji kurdên êzîdî ya ji dixtor, xwendevan û mamoste pêkhatî diçe perlamento cîgirê serokê parlementoyê, Dr. K. Kerkukî ziyaret dike û arzê xwe dixwaze (PUKmedia, 30.04.2007). Di 30.04.2007 de li kempa Þarayayê ku êzîdî lê dimînin, navenda gêncan û çend saziyên êzîdiyanî din meþek li dar xistin û erzên ji misilmanên kurd xwastin (PUKmedia, 01.05.2007).
Di 02.05.2007 de li bajarê Renya Komela Yekîtiya Jinên îslam, Tevgera Jinên Îslam û Komelên Jinanan yên din ku oiraniyan wan bi çarþefkirîne, meþiyan. (PUKmedia, 02.05.2007). Li gorî nûçê daxwaza cezakirina kujerên keça êzîdî kirin, lê ji bo kujerên jina misilman ya bû sedemê êrîþa Þêxan tiþtek negotin.
Êzîdî bi vê hêvîyê van çalakiyan dikin, da ku pêþiyê li vî fermanê li dijî xwe bigirin.
Ev zincîra êrîþa misîlmanên kurd ya li ser êzîdiyan dide xwîyanî kirin, ku henek hêz vî karî organîze dikin, piþtgiriyê ji wan re dikin û ew êzîdiyan bê xwedî û maf dibînin. Ew naxwazin, êzîdatî jî di Kurdistana baþûr de bibe oleke wek misilmanetiyê û kristiyanî xwedî maf û bi îmkan.
Ev ne ferman be, gelo çi ye? Alîkarê fermanê êzîdiyan kî ne?
III. Wezareta karûbarên «olî» þûrê misilmanetiyê li ser olên din ferz dike ! Wezareta karûbarê olî li ser kuþtina keça êzîdî beyanek da (PUKmedia, 28.04.2007). Di beyanê de wezaret (a) xwe wek berpirsyarê hemu olên li Kurdistanê îlan dike û emir dide olên hevwelatiyên din, (b) tenê ola misilmanetiyê bi fermî dike ola dewleta kurd û (c) wî karî jî bi nav û destûra hikumetê û parlementoyê dike.
Daxuyaniya wezareta olî de: «Xelkê Kurdistanê bi razîbûna xwe olê îslamê hilbijartiye. (…) serokatiya gelê kurd jî li ser heman riyê dirêje bi rêzgirtin li olê pîrpza îlamê daye. (…) Wezareta karûbarên olî jî wekû dameziriyek berpirs ji demûdezgehên olî yên herema Kurdistanê. (…) Bo ku fitneyên olî di Herema Kurdistanê de çê nebin, wezareta karûbarên olî ya Hikumeta Herema Kurdistanê daxwaz ji hemu gotarxwînên mizgeftên Herêm û kesayetiyên olî êzdî û mesîhî kiriye ku hewalên aramkirina wê rewþê bidin. »
Ev yek di daxûyaniya wezêrata karûbarên olî ya herema Kurdistan de jî tê xuyanî kirin, ku di gotarxwînên mizgeftên misilmanan de fitneya olî tê kirin, lewma jî ew îro pê ve sekinandina wê dixwaze.
Daxuyanî yekalî ye û tenê kuþtina keça êzîdî dibîne û tenê pesinê misilmanetiyê dide û ola misilmanetiyê wek ola dewleta kurd dinirxîne û ola îslamê dike ya «xelkê Kurdistanê». Ew hevwelatiyên êzîdî, kristiyan, alê heq û yên din tûne dibîne.
Ev wezaret wezareta ola îslamê ye, ne ya hemî olên li Kurdistanê ye. Ew jî xwe wisa dibîne. Berpirsên olên din di Wezareta Karûbarê Olî de hene? Hinda Wezaretê ev daxuyanî derxist bi berpirsên olên din re þêwîrî, dîtin û erêkirina wan sitand?
Bi çi mafî ew emir dide ola êzîdî û ya kiristiyan? Ew þûrê misilmanetîyê kiþandiya, li ser olên din -êzîdatiyê û kristaniyê- dihejîne. Û vî þûrî dixwaze bi navê hukmet û dewleta kurd pêk pêkbîne.
Sedem çi ye, ku wezareta olî di daxûyaniyek hanê de îhtiyac dibîne bibêje, «Xelkê Kurdistanê bi razîbûna xwe alo îsalmê hilbijartiye.»?
Sedemê daxuyaniyê kuþtina keça êzîdî tê þanîdan. Çima ew sedemê serjêkirina jina mislman jî bi ser ve nake û li hember dernakeve?
IV. Ronakbîre kurdên misilman: Pêþî misilman, paþê kurd e Ronakbîr, presa kurdî û malperên wan bê deng man li hember kuþtina jinek misilman ya ku ji ber zora mêrê xwe bi alîkariya du zilamên êzîdî xwe parastibû polîsên pêþmêgên bajarên Sêxan. Êrîþa misilmanên terorîst ya bi bahana vê reva jinan misilman ya ser bajarê Þêrxan, Dohokê, mal û dikanên êzîdiyan, xenîyê Mîr Tahsin Beg û xirakirina parastgehên êzîdatiyê yên pîroz bê dengiya xwe didomandin. Wek bûyerek çend kesên nezan kiribe sekinin, nexwastin li ser bisekinin. Wan wezifa xwe ya rojnamevetiyê ya bo welat û mafên mirovan kir bin dest û piya, kumê xwe kiþandin ser kuh û çavên xwe. Azadiya rojnamevan û prese nehat bîra wan. Cesaretê medenî ji wan re tenê bêjake di ferhengê de ye.
Piþtî ku serokê herêma Kurdistana baþûr Mesûd Barzanî bi nave xwe û yê Serokkomarê Îraqê Celal Telebanî bi Mîr Tahsin, Baba Sêx û berpirsyarên êzîdiyan re civîn li dar xist û di preskonferensê de grinigiya van bûyaran eþkere anî ziman û êrîþên terorîstên misilman yên li ser Êzîdiyan rûreþ kir û gazî hêzê ewlekariyê û dadgehan kir, ku ew wezîfa xwe bi cî bînin.
Hingê ronabîr kurdên misilman û presa wan ev bûyer weþandin. Bi vî tavîrê xwe wan cesaret da misilmanên terorîst, ku ew planên xwe yê ji bo hazirkirina fermanekî nû li hember êzîdiyan bidomînin.
Piþtî kuþtina keça êzîdî, ronabîrên kurdên misilman bi pêþengiya wezîrê kulturê Felakettin Kekayî di presa xwe de dest pê kirin li ser mafên jinan û mirov daxuyaniyan bidin. Heya hingê ne diket bîra wan, ku di nava salekê de li gorî daxuyaniyê fermî yê hikumeta Kurdistana baþûr tenê di sala 2006 hejamara jin û kêçên misilman, yên xwe dikujin an jî xwe diþewtînin, digihîje 600 kesan. Sedemên vê yekê ji bo her kesî re eþekere ne! Kakayî gelo ne ronakbîr bîr e an jî bi van bûyeran nabihîse? Ew û ronakbîrên kurdên misilman mafê mirovan tenê di bûyera keçeke êzîdî de dîbînin? Çima wan ev heytehol ji bo jinan misilane serjêkirî nekirin? Ronakbîr û presa kurdên misilman dê ev heytehol bikirina, ku keçek misilman bixwastina êzîdi bibe û ji terefên çend misilmanên nezan ve bihatina kuþtin?
Ronakbîr û presa kurdên misilman wisa kirin û firset nedan ronakbîrên kurdên êzîdî, ku ew karîbin li ser pirsegirêkên xwe bisekinin, dîtinên xwe di atmosferek azad û serbest de gengêþe bikin. Wan berê gengêþiya li ser fermanê êzîdiyan berovajî kir. Ew naxwazin wezîfa xwe bikin, radibin xwe dikin ciyê êzîdiyan û henek êzîdiyan dikin bin zora manevî, da ku tiþtên ew dixwazin bibêjin bi êzîdiyan didin gotin.
Ronakbîr û presa kurdên misilman ji êzîdiyan dixwaziin, ku ew Ola Êzîdatiyê reforme bikin û bi êzîdiyan re li ser ola wan gengêþê bikin. Ev çavsoriyeke bê serî û binî ye. Ew bi çi mafî karin ji êzîdîyan bixwazin, ku êzîdî ola xwe reforme bikin? Ev yeka ronakbîr û presa kurdên misilman diþibe vê yekê: alman ku ji yahudiyan bixwazin ku ew ola xwe biguhezin! An jî tirk bibêjin ermeniya: “Rabin ola xwe li gorî hesabê me biguhêzin!” Mislmanên tirk, ereb an jî ecem vê yekê ji kurdên êzîdî bixwaze, kare were fêhmbikirin, ku armanca wan ji bo çi ye. Daxwaza “ronakbîr û presa kurdên misilman nikare ji terefê êzidîyan ve were fêhmbikin û qebûl bikin, ji ber ku êzîdî naxwazin dev ji êzîdatiya xwe, dev ji kurdîtîya xwe berdin, ew dixwazin destên xwe deynîn ser regên pîroz yê ala rengîn, ya ku di nîvê wan de roja Þêþims heye, ji bo xizmeta xaka welat û mafê gelê xwe ad dixwin
Çima ronakbîrên kurdên misilman vi tiþtî ji êzîdiyan dixwazin? Hemî zaniyar pê zanin, ku zaniyara mirovan ya kongnitif heye. Zaniyariya kongnitif li ser perwerdeya bi salan ya der û dora mirovan ya civakî ye. Pirê caran jî mirov wê nahise, lewma hin pispor jê re dibêjin zaniyara nenas. Ev refleksê ronabîrên kurdên misilman li hember ezîdiyan ji zaniyariyan wan ya kognitif tê. Ew ji bav û kalan ve li ser misilmanetiyê hatine perwerde kirin û ew pêþî wek misilmanekî difikirin, paþê wek kurdekî. Ji bo wan misilmanetî ji kurdîyatiyê giringtir e. Dibe hinek vî tiþtî bizanin û henek jî bi nezanî dikin. Ferq nake!
Ronakbîrên kurdên misilman bi ereb, ecem û tirkan re ketine nava berzandinekê, ka kî ji wan misilmanekî baþtir e û zahtir misilmanetî bi pêþ ve biriye. Beriya çend rojan kevneserokbajarê Diyarbekirê, Mehdî Zana, di pirsegirêka kar û zerarê misilmanetiyê de ji bo kurdan dîtinek rast anî ser ziman, lê ronakbîr û presa kurdan tifa wî di devê wî de ziwa kirin, ew mecbûr ma, dîtinên xwe relative bike.
Di parlementoyê Kurdan de kîjan parlementarên kurd destên xwe danîn ser Ala Rengîn û ad xwarin? Ronabîr û presa kurdên misilman hingê li kur bûn? Lê parlementerên kurdên êzîdî destên danîn ser roja zêrîn ya li ser rengên pîroz yên Ala Rengîn, ji bo xaka Kurdistan ad xwarin.
Kijan ronabîr an jî rojname cesaret dike binivisîne, ku li ser Qûranê gengêþî çêbibe, da ku hin guhastinên hevdem di Qûranê de çêbibe? Kî dikare cesaretê medenî þanî bide, ku mirovên misilman jî mafên wan heye, dev ji ola misilmanetiyê berde, mesele bibe kristiyan an jî here ser oleke din? Misilmanetî hêja vê qebûl dike? Kî vî tiþtî bike, qetila wî li gorî Quranê ne helal e? Misilmanek kare li gorî dilê here ser oleke din?
Lewma jî daxwaza ronakbîrên kurdên misilman “Bila serbest be, êzîdî û misilman ji hev bizewicin!” yek alî ye. Daxwaza wan vekirî: Bila êzîdî misilman bibin! Çima vê daxwazê ji misilmanên kurd nakin? Firqa misilmanên qilîç û ronakbîra hinge çi ye?.
Li wir ez dixwazim demekê ji dîroka kurdîtiyê bidim ber hev û din. Piraniya roanbîrên kurdên misilman di vê baweriyê de ne, ku Selhadînê Eyûbî di dîroka kurdatîyê de þexsiyektekî bilind e û heta wek serokdewlet û serokleþkerê Kurdistan didin nasin. Hin jî nikarin xwe fren bikin û dibêjin, ji ber ku Selhadin Eyûbî li hember kristiyanan þer kir û wan ji Qudisê derxist, dinya kristiyanî lewma naxwazin dewleteke kurd ya serbixwe avabibe û ji hinge ve ji me kurdan hêz nakin. Rast e, Selhadin Eyûbî mirovekî mezin yê dîroka misilmanetiyê ye, yê ku tenê bi eslê xwe kurd e û wî ji bo umeta misilmanetiyê þer kir û ne ji bo kurdan. Ew serleþkerekî ereban bû li hember kristiyanan. Oriyentalîstên bi nav û deng B. Lewis dibêje::”Selehadînî Eyubî du heb serfkeftinan yên nayên ji bîrkirin hene: Serfketina li hember xaçparêzan û ji nûve avakirina misilmaniya sûnî û avakirina hukumdariya Abasiyan li Misirê.”
Heya îro jî tu kesî namekê wî, an jî pirtûkeke wî an jî bi alîkariya wî ji bo ziman û çanda kurdî nedîtiye û nebistiye.
Þêxadî ji bo ku êzîdiyan (kurdan) ji ber zora misilmanetiyê biparêze, di ola êzîdatiyê de reformekî mezin (Li wir baþî an jî xirabiya vî reformî ne pirsa niviskar e.) dest pê kir. Reforman ola êzîdatiyê nêzî olên dinyayî –misilmanî, kristiyanî û yahudîtiyê- kir û êzîdiyên îro hene bi xêra van reforman man. Þêxadî reformên xwe bi zimanê kurdî kir û li gori zanîna heya îro Kitêbî Celwe û Mishefa Reþ di çaxê wî de hatin afirandin; ew di literatûra kurdî ya nivîskî de nimûnê kevîntirîn in. Di çaxê wî de dibistanên qewalan, yên tê de zarokên êzîdî li ser ola êzîdî bi zimanê kurdî (êzîdî) perwerde dibin, di dawî de dibin qewal (mamostê qewl, diwa û beytên ola êzîdiyan) digihîþtin çaxê xwe yên derecan bilind.
Kirinên Þêxadî bi naverok û formên xwe ve kurdîti ye. Naveroka wê çi ye?
V. Ezîdatî kurdatî ye ! Êzîdatî ji bo kurdan ne tenê olek e wek misilmanetiyê û kristiyaniyê, ew dinya felsefekî ya kurdan ya li ser þirovekirina xwezayê ye. Êzîdatî kurdîtî ye! Çewt e, mirov -di serî de jî kurd- li êzîdatîyê tenê wek olekê misilmanetiyê an jî kiristiyaniyê mêze bike; ew xezînake dewlemend e di kultura kurdan de ya ku hêja derê ji bo ronakbîrên kurdan ne hatiye vekirin. Derê xezineya kulturî tam venebûbe jî, lê ev xezîne bi saya nîv mîliyon êzîdiyên ji ber asîmlekirina mislmanetiyê filitî li ber xwe dide û dijî. Êzîdî hemî diwa û qewlên xwe bi zimanê kurdî dibêjin.
Zimanê kurdî zimanê êzîdatiyê ye, ew di diwayekê de giringî û parastina zimanê xwe wiha tîne ziman: Xwedê 72 ziman zane, Zimanê her þêrin Zimanê kurdî ye.
Di diwayeke din de: Xwedê 1001 navek li xwe kir, Navê her þêrîn navê Xwedê ye .
Çend mînakiyên din ji bo êzîdatî, kurdîtiyê:
Îro rengên di ramana êzîdatiyê de bi qedir û qîmet in, bi delalîya xwe ala rengîn dixemlînin. (Qewlê basimbar, cejina Tawisi-Melek, Çarþema sor) Þembolê Þêþims, roja zêrîn, di nîvê Ala Rengîn de cî digire û rengên wê delaltir dike, ku êzîdî serê sibeh û ber êvarê beriya roj derê û her ava berê xwe didinê û diwa xwe dikin û gava mirêyê xwe vediþêrin berê wan didin rojê Navên mehan bi kurdî di diwayên êzîdadiyê de Detsana Mîr Mihê -Lawijê Pîrê- bi serê xwe efsanak e Mishefa Reþ û Kitabî Celwe, yên ku beriya hezar salan bi zimanê kurdî û bi alfabeya kurdî hatine nivîsandin Qelw û diwayên êzîdatiyê yên din
Piraniya kurdan bi zorê dev ji êzîdatiya xwe berdan û ji alê fikir, naskirin û þirovekirina li ser dinyayî qels bûn; di warê têkoþîna ji bo azadiya welat û xelkê xwe de bê hêz bûn. . Piraniya wan bûn misilman û dinya ereban standin û cihêbûnek mezin di navberan wan û cîranên wan de, yên ku kurd di bin nîrê wan de ne, nema. Her çiqas piraniya kurdan dev ji êzîdatiya xwe berda be jî, lê wek em li jorê di reng û sembolên ala Kurdistanê de û folklara kurdî de dibînin, ku kurd van sembolên xwe yê neteweyî diparêze û dijîne. Ji bo kultura kurdî ya resen ya xweser êzîdatî hewceyî parastineke arinzi ye, ku ew kurdan ji cîranên (ereb, tirk û ecem) cihê dike. Parastina wê pêþî wezifa dewlet û ronabîrên kurd e. Berpirsyariyeke ronabîrên kurd ji bo vê çanda wan heye; ,ji bo ku ew karîbin serbixwe, di dinya kurdî de bifikirin, ew divê êzîdîdatiyê ji nêz ve nasbikin. Rêya serbixwe ya dîmenzîyonê felsefa kurdî ev e!
VI. Berpirsyariya dewleta kurd Di pirsekonferensa civîna 16.07.2005 de li Oldenburgê/Almanyayê ya Mîr Tashim bi ronakbîrên êzîdî re, ya ku tê daxwazên êzîdiyan ji hikumeta Îraqê û ji ya Kurdistana baþûr hatin eþkere kirin, wiha bang li êzîdiyên cihanê kir: « Heke hun bixwazin ola xwe biparêzin, divê hun bi kurdî biaxivin! » Ev daxwazên, yên ku ronakbîrên êzîdiyên li Avrupa, li Kurdistana baþûr û bakûr û Sovyeta berê sê (3) heftiyan li pey hev di bin serokatiya Mîr Tahsin de gengêþe kirin, qebûl kirin, îro jî derbas dibin. Ev daxwaz ev in:
Çespandina diyaneta êzîdiyan bi nav di destûra Îraqê ya daîmî û ya herama Kurdistanê de Nûnerêtiya êzîdiyan li tev encûmenên yasadananê û hemû dam û dezgehên din yên dewletê li gor rêjaya hejmara wan û li hemû astan bête kirin Girêdana deverên êzîdiyan bi ser herêma Kurdisatn ve Perêstgeha Laliþ û tev perîggegehên din yên êzîdiyan wek cihên din yên pîroz di îraqê de bên naskirin Peyrew û programên perwerdeyê amêza naskirina kêmtiya dinî (olî) bike
Piraniya van daxwazan nehatiyê cî. Tenê saya serokê herêma Kurdistan Mesut Barzanî û Serokkomarê Îraqê Celal Telabanî ola êzîdyan ket destûra Îraqê ya dayîmî. Wekî din tiþtekî berbiçav ji bo êzîdiyan nehat kirin. Hejmara êzîdiyan nêzî 15% hemwelatiyên herema Kuristana baþûr e, hejmaran wan ya dem û dezgehen dewletê de nagihîje 3% jî. Avakirina dibistanan û nexweþxanan tenê sembolîk in. Parezgehên êzîdiyan yên pîroz nayên xwedî kirin, ku mirov wan û mizgeftên nû li herêmê tên avakirin, bide ber hev. Xuya ye, ku wekheviya olan ji alê Hikûmeta Herêma Kurdistan ve yekalî dimeþe û ev yek di daxuyaniya wezarata olî de jî kivþ e.
Temsîlciyên olên din, -Êzîdîdatî û Kristiyanî- jî di wezareta karûbarê olî ya herêma Kurdistan de hene?Ji bo aþîtiyeke dayîmî û wekheviyeke hemî hevwelatiyên ji olan misilman, kristiyan û êzîdî ne þert e, ku berpirsyarên her sê(3) olan di wezareta oli ya hikumeta herêm de hebe û mafê wan wek hev û serokê wezaretê jî bi dor be?
Hikumeta Herêma Kurdistan di daxuyanî xwe de (Hewlêr/30.04.2007) bi tenê kuþtina keça êzîdî –Duayê- datînê pêþ û protestoya xwe li ser vê yekê tîne ziman, her çiqas ku bêja êzîdî derbas nebe jî. Ji bo hikumetê kuþtina jinan misilman, 24 mirovên êzîdî , avîtina misilmanan ya ser Sêxan, Hewlêr, Dihok û xirakirina ciyên pîroz yên êzîdiyan, ne giring in. Ew ne bahsa van êrîþan dike û ne jî wan protesto dike. Ev yek cidiyeta hikumetê ya li ser wekheviya olan dixe xeterê. Êrîþ bi hev re bihatina protesto kirin, mirov karîbû pozîtsyonê hukûmetê fêhm bikira. Êrîþkarên li ser êzîdiyan dê ji vê daxuyaniyê cesaret bigirin û êrîþên xwe bidomînin. Kesî hikumet li ser êrîþên dijî êzîdiyên li hotêla Mergesor ya li Hewlêr û ya Zanîngeha Selhadinê agahdar nekir? Bi daxuyaniya xwe hikumeta herêmê tavirê wezîrê kulturê Felat Kekayi û wezareta karûbarê olî hev û din teman dikin.
Daxuyaniya Polîtburoya KDP (23.04.2007, Nefel) û ya Serkirdayetiya YNK maqul û pîroz in, ew terora li hember êzîdiyan eþkere þermezar dikin û parastina wan li hember van êrîþan wek erkekî dewleta kurd û welatparêziyê dibînin. Di wan de wekheviya hevwelatiyên ji olê cihê diparêzin. Daxuyaniya KDP de êrîþkarên ser þêxan û ser hevwelatiyên êzîdiyan diþibîne yên Enfalan û Helebcê: «Heyamek e hin ji destên reþ û qirêjgirtî li bajarê Mûsilê û derdorên wê êrîþan li dijî hevwelatiyên kurd û bergehên wan pêktînin û rojane hejmarek kesên bêguneh têne revandin û þehîd kirin. Ev karên li dijî mirovatiyê ne, Ew yên ku heya duhî plan ji bo jiholêrakirina gelê kurd dikir ; yên ku ta duhî prosesa Enfalên reþ bi rê ve dikir ; yên kîmyabarankirina Helebce û cihên din yên Kurdistanê dikirin. (…) Bi vê yekê jî destê pirqirêj yê terorîstan gihaye hevwelatiyên kurdên êzîdî û di encam de 23 kurdên êzîdî hatin þehîd kirin.»
Tiþtêkî bala mirov dikiþîne jî di daxuyaniyan teva de ev e, ku di hemuyan de bêja birayên kristiyan û êzîdî derbas nabe. Çima ji bo misilmanên li Afrîka, yên ecem, tirk û ereb bêja bira tê bir kar anîn, lê ev bêje ji bo hevwelatiyên kurdên êzîdî û kristiyan nayê bi kar anîn?
Bedirxaniyan rabûn li êzîdiyan û kristaniyan xist, eynî tiþt Þêx Ubeydilah û Mîr Mihemed (Mîrê kor yê Soran) jî kirin. Û Xalit Cibranlî –serleþgerê serhildana kurd ya di pêþengiya Þêx Said de- bi tirkan re li birê xwe yên elewiyên kurd li Dersîmê xist. Ev serhildan tev biser neketin.
Nivê hevwelatiyên herema Kurdistana baþûr êzîdî, kristiyan, ali-heq in. Divê hikumeta Herêma Kurdistanê vê yekê li ber çav bigire. Dûrayî û nêzîkayîya wê ji bo hemî olên hevwelatiyan wek hev be. Dewletên hevdem û demokratîk firqê naxin nava olên hevwelatiyên xwe. Dewletên ku tenê oleke perçeyek ji yên hevwelatiyên xwe bi fermî bike ola dewletê, riya zilmê û komkujiya li ser hevwelatiyên ji olên din vedike. Û nikare dewleteke netewedewletî (Staatsnation) avabike, ji bo avakirina netewedewletê divê dewlet dewleta hemu hevwelatiyan be, ne tenê dewleta hevwelatiyên olekê (misilman).
Êrîþên li ser ola êzîdiyan û pozîtsyonê Hikumeta Herema Kurdistan yek alî ye, ola misilmanetiyê kiriye ola dewletê. Pozîtsyonê hikumetê yê li jor rê ji bo van êrîþan vedike û wê dike bin berpirsyariya haziriya fermanên li ser kurdên êzîdî.
Parlementoya Kurdistan dixwaze li ser vê pirsegirêkê bicive û mijulbibe. Hêvî ev e, ku ew rexne li pozîtsyonê hikumetê û wezaretên wê bigire, bi qanûnekî pêþiya neheqiya li dijî olên din –êzîdî, kiristiyan, alê heq- bigire û wekheviya olan bi qanun garantî bike û pêþiya kirinên Wezareta Karûbarê Olî bigire, ya ku polîtîkake ûmmetê (ûlemeyî) dimeþîne û vê kirinê dibe sekaniya fitnê di nav hevwelatiyan de.
Heya pirsa dewletê û olî ji hev neyê veqetandin, dewlet wekheviya olan di destûr û di jayanê de nemeþîne, pêþiya êrîþên li hember kêmolan nayê girtin. Êrîþ îro diçe ser êzîdîyan, ew dê sibê here ser kiristiyanan û alî heq. Berpirsyarê vê yekê jî dê dewleta kurd be. Ji bo wekheviya olan û parastina pirolîtiya herêma Kurdistan dewlet berpirsyar e. Pirolî: Kurdistan û çanda kurdî dewlemendtir dike. Ew ji bo bicînanîna demokrasiyê þert e. Tolerans û hevûdin tahmûlkirin di rêya pirdengî, pirolîyê de derbas dibe. Dewleta kurd dê hingê biserbikeve.
Ali Tuku, M.A. Li Universîta Sofiya û Köln Felsefe, Germanistik û Slavî xwendiye. Ew di warê felsefê de mafê mastir (Magister Artium) standiye û bi 5 zimanan zane û di gramatîkê 7 zimanan de xwedî zanîne. Ew wek mamostê dersa kurdî û almanî li Almanyayê dixebite.
Almanya, 02.05.2007 info@yeziden.de
|