Arþiv

“Kurdên sipî” û www.yeniperspektif.com

enwerkarahan@hotmail.com

 

Ev demek e ku hin ciwanên Qosarê (Kiziltepe) yên jîr, xwende û entelektuel, bi navê www.yeniperspektif.com malperekê bi rê ve dibin… Bila kêfa we bi zêdebûna malpereke nuh neyê, weke ji navê wê jî diyar e, ew malpereke bi tirkî ye û hemû nivîskarên wê bi tirkî dinivîsînin.

 

Divê ji serî de ez bidim zanîn da þaþ neyê fahm kirin ku ez bi xwe ne li dijî tu zimanan im, kî xwe bi çi awayî îfade dike, bila bike. Ev tercîh û helwêstek e.

 

Divê tiþtekî din jî bê zanîn, ez wan kesan ji derveyî vê minaqeþeyê dihêlim ku bi helwêsta xwe, bi rabûn û rûniþtina xwe kurd in û bi kurdî dinivîsin, lê hin caran jî ji xwe re -weke hobî- bi hin zimanên din divîsinin. Ev karegoriyeke din e, jê pê ve; qeneeta min ew e ku mirov bi kîjan zimanî binivîse –bêyî ku mirov li îdentîteya wan binere- mirov aîdî wî zimanî ye. Dixwaze helwêsta wan çi dibe bila bibe, ji bona min ferq nake.

 

Ez berî bi demekê bi vê malperê www.yeniperspektîf.com hisiyam û car caran bala xwe didimê. Bi rastî jî (ji xêndî hin nivîsên îstisnayî) bi tenê bala xwe didimê, ji ber ku ji min re ne ew qasî giring e ku ew çi dinivîsînin.

 

Di vê dema ku kurdî êdî di ber sikratê de ye û zirr grûpeke xortên kurd yên ji Qosarê û derûdora wê malpereke bi tirkî saz bikin û bi tirkî binivîsînin, propagandaya zimanê tirkî bikin, alîkariya asîmlasiyonê bikin û di qaîþê kevin bê kî ji yê din baþtir bi tirkî dinivîse, ev ji bal min ve nayê fahm kirin û ez ê di vê meseleyê de tu carî toleransê nîþan nedim.

 

Îcar di ser ecêban re ku ew nivîsên Ahmed û Mehmed Altanî jî di nav nivîsên xwe de belav bikin da entelektueliya wan “tescîl” bibe. A ev yeka hanê ji binî de –ji bal min- nayê fahm kirin; ev çi kompleks e, çi sefalet e? Ma çî we û zimanê wê ji yê mehmedcîkan kêmtir e?

 

Tê bîra min berî bi heft-heyþt salan li Qoserê grûpeke baþ hebû ku bi zimanê kurdî dinivîsî, wê yeka hanê kêfa me xweþ kiribû ku xelk li zimanê xwe vedigerin. Her kitêbeke ku bi kurdî derketaya, li dor heftê-heytê liban li wan deran dihatin firotin û roj bi roj nivîsa/nivîskariya kurdî li wê derûdorê bi pêþ de diket. Me jî pesnê wê yekê dida ku li Qosar û mintîqeya Mêrdînê zimanê kurdî yê nivîskî xurt dibe.

 

Heger bala we kiþandibe di van demên dawiyê de modeya bi tirkî nivîsînê (ji bal kurdan ve) bi pêþ de dikeve. Nivîskarekî/e kurd ku bi tirkî kitêbekê derdixe yan jî nivîseke balkêþ dinivîse, derhal dengê wê belav dibe, ew kes derdikevin televîzyonan, di rojnameyan de nivîs li ser tên nivîsîn û pesnên wan tê dayin; lê kurdî?, nivîskarên kurdî?, bila bicehem in; ji xwe ne nan tê de heye û ne jî qîmeta wî karî heye... A ev yeka hanê sedemeke esasî ye ku kurdî bi pêþ de nakeve û kes qîmetê nade nivsa kurdî û nivîskarên wê. Ev helwêsta hanê bûye sedem ku hin kesên berê bi kurdî kitêb nivîsîbûn jî hêdî hêdî li rêyan bigerin/digerin ku kitêbên xwe wer(di)gerînin tirkî.

 

Ez dizanim ku gelek ji wan xortan dê bibêjin ku ew nikarin bi kurdî binivîsînin. Ez ji serî de vê argumeneta wan qebûl nakim. Mirov bike karê xwe, ne mimkun e ku mirov nikaribe binivîse. Heger ew nikarin bi serê xwe bi kurdî binîvîsînin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, divê mirov alîkariya wan bike, na, heger ew vê yeka hanê bi zaneyî dikin, divê mirov mihakemeya vê helwêsta wan bi tundî bike. Ji ber ku ne ew tenê nin ku di vî warî de þaþiyê dikin, yek jî ji nimûneyên bi vê înadê hereket dike heye ku ew bi navê Esmerê kovareke bi tirkî li Stenbûlê derdixin. Kesên ku wê organize dikin “kurd” in, yan jî bi gotineke modeyî ”kurdên sipî” ne. Ji xwe di van demên dawiyê de modeya “kurdên sipî” bi pêþ de ketiye/dikeve; ji ber ku kes nên ji “kurdîtiya reþ” naxwe, loma. Hema hema piraniya nivîskarên Esmerê kurd in û bi tirkî dinivîsinin. Îzehkirina vê helwêstê jî tiþtekî din e!

Heta bi niha partî û rêxistinên kurdan ev tiþt dikir ku bi behaneya ew siyaseta xwe bigînin xelkê tirk, lê niha jî nivîskar û entelektulên me daye ser wê rêyê.

 

Îcar ku rewþ weha be, bila KNK û PKK hata bi sibehê (bi awayekî formalîte) kampanyayên zimanê kurdî dest pê bikin. (Niha ew ê ji gotina “formalîte”yê aciz bibin). Baþ e, heger ne formalîte ye, bila PKK yan jî Evdila Ocalan fermanekê der bixe ku hemû endam, sempatîzan û gerîlayên wan bi tirkî nepeyivin û bi kurdî bipeyivin/binisînin. Ez idea dikim ku ew weha bikin dê di sê mehan de rewþa zimanê kurdî bi awayekî din be; lê nakin!!!

 

Ez ji niyeta van xortên qosarî qet þikê nakim ku ew kurd in û dixwazin fikrên xwe bigîhînin civatê, lê bêyî ku ew lê hay bibin dijminatiyê bi zimanê xwe re dikin; ew dibin sedem ku xortên nuhhatî hewesa xwe bavêjin ser tirkî, zimanê tirkî bi wan þêrîn bike û kurdî li ber çavên wan reþ bike, xwe fêrî nivîsandina kurdî nekin; dibin seden ku nivîskarên weke Yaþar Kemal, Sûzan Samancî, Yilmaz Odabaþî û hwd. zêdetir bibin; dibin sedem ku kurdên perçeyên dinê ji fikrên wan bêpar bimînin; dibin sedem ku li sikakên Qoserê zarokên kurdan bi tirkî bipeyivin; dibin sedem ku rewþenbîrên kurdan minaqeþeyên xwe bi tirkî bikin… Dibin sedem û dibin sedem û dibin sedem… Ew dibin sedema gelek tiþtan. Bi kinahî ew dibin sedema rêlibervekirina qatilkirina zimanê KURDÎ.

 

22yê Tebaxa 2006an