Tevgera Demokratên Şoreşger ava bû

Demokratên Şoreşger yên ku ji nêzî sê salan vir de di nav lêgerîneke sîyasî de bûn civîna xwe ya giştî ya 3em pêk anîn û bi navê TEVGERA DEMOKRATÊN ŞOREŞGER rêxistineke nû ava kirin.

 

Di civîna giştî de ji 100 nûneran zêdetir ji alîyên cuda yên Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewrûpayê, beşdar bûn.

 

Di civîna giştî de bi navê TEVKURDê Selma Gunerî, bi navê HAK-PARê Halîs Nezan, ji ronakbîr, sîyasetvan û weşanxaneyên kurd Îbrahîm Guçlu, Saîd Weroj, Arjen Arî, Gazî Daş, Haluk Yildizhan, Tahsîn Sever, Dagistan Toprak wek mêvan di civînê de beşdar bûn û bi axaftin û mesajên xwe ve dostanî û pi şt girîyên xwe dîyar kirin.

 

Civîna giştî ji alîyê endamê komîteya rêvebir Halîm Îpek ve hat vekirin. Halîm Îpek xêratinê li mêvan û nûneran kir û axaftina xwe de van xalan dîyar kir;

“Bi wê civînê û biryarên civînê re Demokratên Şoreşger lêgerina xwe ya sîyasî xistin qalibeke rêxistinî û hewildanên li hundir û derveyî welat bi hev hatine girêdan.

 

Van hewildanên mişterek ji qonaxa zelalkirina naveroka perspektîf û armancên sîyasî û her weha tesbîtkirina awayê, forma û hiqûqa rêxistina sîyasî ya ku bê avakirinê derbas bû. Îroj li ber me pêşnîyaza program ango beyannameyeke sîyasî amade ye.

Pêşnîyaza programa sîyasî dê bi minaqeşe û bi biryara me ya di vê civînê de dê bibe xerîteya me ya pêşerojê. Bi wan perspektîfên xwe yên sîyasî yên mişterek em dê tevbigerin û xebata xwe ya sîyasî ji bona azadîya gel û welatê xwe, ji bona demokrasîyê û civateke adil û pêşketî bi rê ve bibin.

 

“Hevalên hêja,

Heta ku ji destê me hatîye, me hewil daye ku li gora berpirsîyarîyên xwe tevbigerin û rola bi hev re girêdan û koordînasyona xebat û hewildanên lêgerîna me bi cîh bînin. Bê guman ev kar bê kêmanî û bê şaşîtî nebûye. Lê ya giring ew e ku em îroj bi vê beşdarîyê li cem hev in da ku biryara xwe bidin. Biryara xebatê, bi hev bawerîyê, ji her re vekirîbûyînê, li hember hev bi toleransbûyînê bidin.

 

Em bawer dikin ku ev civîna me dê di vê rêya pîroz de bibe hemleyeke nû ya xurt.

 

Bi van hêvîe û bawerîyên xwe ve careke din ji bona beşdarîya we spasî we dikim rêz û silavên xwe yên biratîyê dîyar dikim.”

 

Piştî vekirina civînê dîwana rêvebirîya civîna giştî hat hilbijartin. Mehmet Vural ji bona seokatîya diwanê û Nebahat Yilmaz û Serhat Çevîk jî ji bona endametîyê hatin hilbijartin.

 

Dîwana civînê beşdaran dawetê 1 deqîqe ji bona rêzgirtina bîranînên şehîdên Kurdistanê û xebata demokrasî û azadiyê kir.

 

Ramazan Bulut rapora xebatê ya komîteya rêvebir xwend û dû re jî ji mêvanan Halîs Nezan, Sema Gunerî, Ibrahîm Guçlu, Arjen Arî axivîn.

 

Piştî axavtina mêvanan pêşnîyaza deklerasyona prensîbên sîyasî di civînê de hate xwendin.

 

Civîna giştî beyannameya prensîbên sîyasî minaqeşe kir û bi hin pêşnîyaz û guherandinan ve bi yekdeng qebûl kir. Di beyannameya prensîbên sîyasî de Tevgera Demokratên Şoreşger nasname û armanca xwe ya sîyasî bi van gotinan ve tarîf dike.

 

 

“ Profîla Siyasî

Tevgera Demokratên Şoreşger, tevgereke vekirî û sivîl a Kurdên azadîxaz, welatperwer, demokrat û wekhevîparêz e û li Kurdistana Bakur ji bo civateke azad, demokratîk, adil, sivîl, refah, wekhev û paqij ku li wir hiqûq serdest e têkoşîn dide. Bêyî ku em li benda dewleteke serbixwe, konfederasyon, federasyon, otonomî û ya jî şiklekî din yê bidezgehbûyinê bin, armanca me ji nuha ve avakirin, guherandin û pêşdebirîna dezgehên Kurdan e.

Bi perspektîfa civateke weha lihemberderketina zordestiya li ser karkeran, gundiyan, jinan, zarokan, grûbên neteweyî û dînî û li ser grûbên din ên bindest ji bo tevgera me erkêke bingehîn e. Ji bo van armancên neteweyî û civakî Tevgera Demokratên Şoreşger xebateke bêwestan, dûrûdirêj û bênavber pêwîst dibîne û rê û rêbazên aşîtî, sivîl û demokratîk ên têkoşînê bikar tîne.

 

Îradeya azad a gelê Kurd û referandûm

Di têkoşîna ji bo civateke azad, demokratîk, adil, sivîl, refah, wekhev û paqij ku li wir hiqûq serdest e de li ser bingeha mafê xweîdarekirinê bi îradeya siyasî ya azad li ser pêşeroja xwe biryardayina gelê Kurd ji bo me armanceke bingehîn a siyasî ye. Di dîroka neteweyên dinyayê de riyên cuda yên vê çareseriyê hene.

Tercîha Tevgera Demokratên Şoreşger di vê pirsê de jî bi ser riyên aşîtî, sivîl û demokratîk e û ji bo vê yekê jî têdikoşe ku di şertên demokratîk û azad de li Kurdistana Bakur referandûmekê pêk were. Di pêkanîna referandûmeke weha de şertên demokratîk û azad, ku li wir pirsa Kurdî bi hemû aliyên xwe ve dikare bê munaqeşekirin û di vî warî de hemû astengên qanûnî û neqanûnî ji holê hatine rakirin, gelek girîng in û çareseriyên siyasî yên aktuel beşek ji xebata pêkanîna şertên weha ne.

Ji ber vê yekê, Tevgera Demokratên Şoreşger di derbarê pêkanîna şertên demokratîk û azad de bi îsrar e. Referandûmeke weha divê di bin çavdêriya dezgehên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtîya Ewrûpayê (YE) û Rêxistina Konferansa Îslamê (RKÎ) de pêk be û gelê Kurd divê bikaribe bi azadî ji nava awayên çareseriyên wekî serxwebûn, konfederesyon, federasyon, otonomî û yên din tercîha xwe bike.

Wexta referandûm di şertên demokratîk û azad de pêk bê û rê li ber xweîfadekirina nêrînên ku di hindikayî de mane neyê girtin, tercîha gel çawa dibe bila bibe, divê hemû aliyên siyasî îhtirama encamên referandûmê bigrin û ji bo daxwazên xwe yên siyasî bi riyên aşîtî, sivîl û demokratîk xebatê bikin.”

 

Civîna giştî di dawîyê de ji bona Meclisa Tevgera Demokratên Şoreşger 17 endaman hilbijart û ev Meclis dê bi 4 endamên ji Ewrûpayê ve bê zêdekirin.

 

Ji bona Meclisa Tevgera Demokratên Şoreşger ev nav hatin hilbijartin:

 

1.İmam TAŞÇIER

2.Kutbettin YILDIZ

3.Faiz EŞİN

4.Cemal AYDEMİR

5.Serhat ÇEVİK

6.Murat KARAKUTU

7.Kemal COŞKUN

8.Necat ÖZBEY

9.Mehmet ECE

10.Mustafa RENÇBER

11. Haci YİĞİT

12. Tuba ADSIZ

13. Aziz YAŞAR

14. Süleyman ALIŞ

15. İlhan ZEYREK

16. Muzaffer TEKEŞ

17. Halim İPEK

 

 

Tevgera Demokratên Şoreşger hat avakirin!

Demokratên Şoreşger di pêvajoya 3 salî ya lêgerîna xwe ya sîyasî de cîvîna xwe ya giştî ya 3yan di 1ê Mijdara 2008an de li Dîyarbekirê pêk anîn.

 

Demokratên Şoreşger bi beşdarîya ji 100 nûneran zêdetir ji bajarên cuda yên welatê me, ji Tirkîyeyê û ji Ewrûpayê pêvajoya lêgerîna xwe ya sîyasî temam kirin û bi vê civîna xwe re biryaran girtin ku bi nasnameya sîyasî ya bi navê TEVGERA DEMOKRATÊN ŞOREŞGER xebat û têkoşîna xwe ya sîyasî bidomînin.

 

Civîna giştî ya 3yan a Demokratên Şoreşgeran di demeke ku gelek bûyerên sîyasî û civakî li welatê me diqewimin de pê hat. Di demeke ku lêgerînên di tevgera neteweyî û demokratîk de di sewîyeyên cuda de dom dike, Demokratên Şoreşger biryara xwe dan ku yekîtîya xwe pêk bînin û bi wî awayî di tevgera neteweyî û demokratîk de cîhê xwe bigrin.

 

Demokratên Şoreşger di demeke wisa giring de biryara xwe ya xebata rêxistinî dan ku li alîyeke alozîya bikaranîna şiddetê û polîtîkayên dewletê yên înkarkirin û îmhakirina kurdan de guherandineke tuneye û her weha mîna ku di di doza “ergenekonê” de dîyar dibe polîtîkayên li hember hebûna neteweya kurd û her weha bi navê maf û azadîyên neteweyî û demokratîk de derdikeve hîn zelaltir eşkere dibe. Bi vê biryara xwe ve Demokratên Şoşerşeg dîyar kirin ku têkoşîna neteweya kurd tu caran û li hember tu asteng û zehmetîyan nikare bê rawestandin.

 

Civîna giştî de xebata lêgerînê ya dema bihûrî hate nirxandin û bîryardarîya ku li gel hemû xeletî û kêmanîyan xwe ji nû ve birêxistinkirin û bi vîzyon û perspektîfên neteweyî yên li gora rastîyên sedsala 21an berdewamîya têkoşînê hat dîyarkirin.

 

Di rapora komîteya rêvebir de ku hate xwendin de ev pêvajo û îrade bi van gotinan hat nirxandin;

“Eger ku careke din pêwîstîya gotinê hebe ew jî ev e ku ji roja ku fikira xwe ji nû ve birêxistinkirina Demokratên Şoreşgeran derketîye heta îroj ku em civîna 3yan ya giştî pêk tînin, li gel hemû astengî û zehmetîyêm sîyasî û aborî ev xebat hatîye rêvebirin û hîn jî dom dike.

 

  • Demokratên Şoreşger ne ji bona jihevxistinê lê eksê wê ji bona avakirina yekîtîyê dixebitin.
  • Demokratên Şoreşger di navbera xwe û hemû hêzên din yên sîyasî de mesafeyeke wekhev datîne û hewil dide ku dostanîyê bidomîne û îmkanên xebatên hevbeê xurt bike.
  • Demokratên Şoreşger bêyî ku li dû berjewendîyên sîyasî û aborî bin di xizmeta neteweya kurd de bûne û her dê wisa tevbigerin.”

 

Demokratên Şoreşger pêşnîyaza prensîbên sîyasî bi dîtin û minaqeşeyan ve dewlemendtir kir. Li gel daxwa û dîtinên ku hatin qebûlkirin, ew pêşnîyaza beyannameya prensîbên sîyasî bi yekdengîya nûneran ve hate qebûlkirin û bû belgeyek ku nasname û armancên sîyasî ya Tevgera Demokratên Şoreşger dîyar dike.

 

Tevgera Demokratên Şoreşger bi vê beyannameyê ve nasnameya û armanca xwe ya sîyasî bi van gotinan danîn holê;

 

”Profîla Siyasî

 

Tevgera Demokratên Şoreşger, tevgereke vekirî û sivîl a Kurdên azadîxaz, welatperwer, demokrat û wekhevîparêz e û li Kurdistana Bakur ji bo civateke azad, demokratîk, adil, sivîl, refah, wekhev û paqij ku li wir hiqûq serdest e têkoşîn dide. Bêyî ku em li benda dewleteke serbixwe, konfederasyon, federasyon, otonomî û ya jî şiklekî din yê bidezgehbûyinê bin, armanca me ji nuha ve avakirin, guherandin û pêşdebirîna dezgehên Kurdan e.

Bi perspektîfa civateke weha lihemberderketina zordestiya li ser karkeran, gundiyan, jinan, zarokan, grûbên neteweyî û dînî û li ser grûbên din ên bindest ji bo tevgera me erkêke bingehîn e. Ji bo van armancên neteweyî û civakî Tevgera Demokratên Şoreşger xebateke bêwestan, dûrûdirêj û bênavber pêwîst dibîne û rê û rêbazên aşîtî, sivîl û demokratîk ên têkoşînê bikar tîne.

 

Îradeya azad a gelê Kurd û referandûm

 

Di têkoşîna ji bo civateke azad, demokratîk, adil, sivîl, refah, wekhev û paqij ku li wir hiqûq serdest e de li ser bingeha mafê xweîdarekirinê bi îradeya siyasî ya azad li ser pêşeroja xwe biryardayina gelê Kurd ji bo me armanceke bingehîn a siyasî ye. Di dîroka neteweyên dinyayê de riyên cuda yên vê çareseriyê hene.

Tercîha Tevgera Demokratên Şoreşger di vê pirsê de jî bi ser riyên aşîtî, sivîl û demokratîk e û ji bo vê yekê jî têdikoşe ku di şertên demokratîk û azad de li Kurdistana Bakur referandûmekê pêk were. Di pêkanîna referandûmeke weha de şertên demokratîk û azad, ku li wir pirsa Kurdî bi hemû aliyên xwe ve dikare bê munaqeşekirin û di vî warî de hemû astengên qanûnî û neqanûnî ji holê hatine rakirin, gelek girîng in û çareseriyên siyasî yên aktuel beşek ji xebata pêkanîna şertên weha ne.

Ji ber vê yekê, Tevgera Demokratên Şoreşger di derbarê pêkanîna şertên demokratîk û azad de bi îsrar e. Referandûmeke weha divê di bin çavdêriya dezgehên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtîya Ewrûpayê (YE) û Rêxistina Konferansa Îslamê (RKÎ) de pêk be û gelê Kurd divê bikaribe bi azadî ji nava awayên çareseriyên wekî serxwebûn, konfederesyon, federasyon, otonomî û yên din tercîha xwe bike.

Wexta referandûm di şertên demokratîk û azad de pêk bê û rê li ber xweîfadekirina nêrînên ku di hindikayî de mane neyê girtin, tercîha gel çawa dibe bila bibe, divê hemû aliyên siyasî îhtirama encamên referandûmê bigrin û ji bo daxwazên xwe yên siyasî bi riyên aşîtî, sivîl û demokratîk xebatê bikin.”

 

 

Civîna Giştî ya 3yan a Demokratên Şoreşger her weha di beyannameya prensîbê sîyasî de bi van xalên nivîsandî, bingeha hêjahîyên ku armanc û çarçoveya têkoşîna wê tayîn dike bi yekdengî qebûl kir ku ew jî ev in;

 

“ Çareseriyên siyasî yên aktuel, Yekîtî û hevkariya neteweyî, Kurdên li Tirkiyeyê û demokrasî, Têkiliyên bi perçeyên din ên Kurdistanê re, Kurdên li dervayî welêt, Pirsên herêmî û navneteweyî, Pirsên jîngehê û germbûna global, Ciwan û pêşeroja me, Mafên jinan û demokrasî, Eqalîyetên (kêmanîyên) neteweyî û olî (dînî)”.

  • Civîna me giştî ya 3yan bi tesdiqkirina beyannameya prensîbên sîyasî ve di eynî wextê de îlan kir ku Tevgera Demokratên Şoreşger bi vê beyannameyê xwe ve mîna tevgereke sîyasî ya sîvîl di tevgera neteweyî û demokratîk ya bakûrê Kurdistanê de cîhê xwe bigre hatîye damezirandin.
  • Civîna me giştî ya 3yan di dawîyê de ji bona birêvebirina xebatên rêxistinî ya Tevgera Demokratên Şoreşger Meclisa Tevgera Demokratên Şoreşger hilbijart.
  • Damezirandina Tevgera Demokratên Şoreşger her çend pêwîstîyeke pirrengî û pirdengî ya têkoşîna maf û azadîyên me yên netewyî û demokratîk be her weha ew qas jî gaveke giring ya daxwaz û têkoşîna ji bo avakirina îradeyek û temsîlek neteweyî ya yekgirtî ya sîyasî ye.
  • Devrimci Demokratlar Hareketi'nin kuruluşu ulusal demokratik hak ve özgürlükler mücadelemizin tüm zorluklara karşı engellenemeyeceğinin ifadesi olmuştur.
  • Damezirandina Tevgera Demokratên Şoreşger dîyar dike ku têkoşîna maf û azadîyên me yê neteweyî û demokratîk tu caran ligel hemû astengan nikare bê rawestandin û pêşîlêgirtin.
  • Damezrandina Tevgera Demokratên Şoreşger dîyardeyek (îfadeyek) xwe nûhkirinê û xwe pêşdebirinê ye ku bi xwe re armanca hilmeke nû ji bona tevgera neteweyî dîyar dike.

Bijî têkoşîna me ya ji bo maf û azadîyên me yên neteweyî û demokratîk!

 

 

1ê Mijdara 2008an, Dîyarbekir

 

Tevgera Demokratên Şoreşger

 

Devrimci Demokratlar Hareketi Kuruldu!

Devrimci Demokratlar 3 yıldan beri yürüttükleri siyasi arayış süreçlerinde 3. genel toplantılarını 1 Kasım 2008 tarihinde Diyarbakır'da gerçekleştirdi.

 

Ülkemizin farklı bölgelerinden, metropol illerden ve Avrupa'dan yaklaşık 100 ‘ün üzerinde katılımcı ile siyasal arayış sürecini sonuçlandıran Devrimci Demokratlar, bu toplantı sonucunda Devrimci Demokratlar Hareketi siyasal kimliği ile örgütsel çalışmalarını yürütmeyi öngören kararlar aldı.

 

Devrimci Demokratların 3. Genel Toplantısı, ülkemizde önemli siyasal ve sosyal gelişmelerin yaşandığı bir dönemde gerçekleşti. Ulusal-demokratik harekette arayışların farklı düzeylerde devam ettiği bir dönemde, Devrimci Demokratlar kendi birliklerini somutlaştırarak ulusal demokratik hareket içinde sorumluluklarını yerine getirme kararı vermiş oldular.

 

Bir yandan şiddet sarmalının tırmandırdığı gerginlikler, inkar ve imha politikasında vazgeçmeye niyetli görülmeyen devlet politikaları, öte yandan “ergenekon” davasında somutlaştığı üzere hem Kürt halkının varlığına karşı hem de Kürtlerin ulusal ve demokratik hakları üzerinden yürütülmüş ve yürütülmekte olan politikaların deşifre olmaya başladığı bir dönemde örgütlü mücadele kararı veren Devrimci Demokratlar, böylelikle, Kürt halkının mücadelesinin her koşulda sürdürüleceğinin mesajını verdiler.

 

Geçen çalışma dönemini değerlendiren genel toplantı, çeşitli konularda arayış sürecinin farklı sorunlarla karşılaştığını, yanlışlık ve eksikliklerin yapıldığını ancak tüm bunlara rağmen, yeniden örgütlenme ve bu örgütlenmeyi 21. yy gerçekleri ile uygun bir perpektif ve vizyon ile yürütme iradesi ortaya koydu.

 

Yürütme Kurulu adına sunulan raporda bu süreç ve irade şu sözler ile ifade edildi;

 

“Tekrar söylemek gerekirse, Devrimci Demokratlar'ın örgütlenme fikrinin doğduğu günden şu anda yapılan 3. Kongremize kadar karşılaşılan bütün siyasi ve ekonomik zorluklara rağmen, şartlar ve koşullar ne olursa olsun çalışmalar sürdürülmüş ve sürdürülecektir.

 

  • Devrimci Demokratlar ayırımcı değil birleştirici olmak için çalışmaktadırlar.
  • Devrimci Demokratlar kendisi dışındaki bütün siyasi örgütlenmelere eşit mesafede, dost kalarak beraber iş yapma gayreti içindedir.
  • Devrimci Demokratlar hiçbir siyasi ve ekonomik rant peşinde olmadan, Kürtlerin ulusal mücadelesinin hizmetindedir ve bunu devam ettirecektir.”

 

Devrimci Demokratlar Hareketi genel toplantıya sunulan siyasal prensipler beyannamesini yeni öneriler ile tartışarak zenginleştirdi. Yapılan öneriler ile birlikte siyasal prensipler beyannamesi taslağı katılımcıların oybirliği ile onaylanarak Devrimci Demokratlar Hareketi'nin siyasi kimliğini ve mücadele hedeflerini somutlaştıran belge kimliği kazandı.

 

Devrimci Demokratlar Hareketi bu deklerasyon ile temel siyasal kimliğini ve hedefini şu ifadeler ile somutlaştırdı;

 

” Siyasi profil

 

Devrimci Demokratlar Hareketi, özgürlükçü, yurtsever, demokrat ve eşitlikçi Kürtler'in açık ve sivil hareketidir ve Kuzey Kürdistan'da hukukun egemen olduğu özgür, demokratik, adil, sivil, refah, eşitlikçi ve temiz bir toplum için mücadele eder. Bu amacımız bağımsız devlet, konfederasyon, federasyon, otonomi ve benzeri siyasal iktidar biçiminde kurumsallaşmayı beklemeksizin, Kürt toplumunun kurumlarını şimdiden oluşturma, dönüştürme ve geliştirme amacıdır.

Böylesi bir toplum anlayışı ile şimdiden işçiler, köylüler, kadınlar, çocuklar, ulusal ve dinsel gruplar ve diğer ezilen kesimler üzerindeki baskılara karşı çıkma, hareketimiz için mücadelede başta gelen görevlerden biridir. Devrimci Demokratlar Hareketi bu ulusal ve toplumsal amaçlar için kararlı, uzun vadeli ve aralıksız bir mücadelenin gerekliliğine inanır ve bu alanda barışçıl, sivil ve demokratik mücadele yol ve yöntemlerini kullanır.

 

Kürt halkının özgür iradesi ve referandum

 

Kürt halkının kendini yönetme hakkı temelinde özgür siyasal iradesi ile kendi geleceği üzerinde karar vermesi, hukukun egemen olduğu özgür, demokratik, adil, sivil, refah, eşitlikçi ve temiz bir toplum mücadelesinde bizim için temel siyasi bir amaçtır. Dünya uluslar tarihinde bu sorunun çözümünün değişik yolları vardır. Devrimci Demokratlar Hareketi'nin tercihi, bu sorunda da barışçıl, sivil ve demokratik mücadeledir ve bunun için de demokratik ve özgür koşullarda Kuzey Kürdistan'da bir referandum yapılması için mücadale eder.

Böylesi bir referandumun yapılmasında, Kürt sorununun tüm boyutlarıyla özgürce tartışılabildiği ve bu alanda yasal ve yasal olmayan engellerin ortadan kaldırıldığı, demokratik ve özgür koşulların önemi büyüktür ve güncel siyasi çözümler bu tür koşulların oluşturulması mücadelesinin bir parçasıdır. Devrimci Demokratlar Hareketi, bu nedenle, demokratik ve özgür koşulların oluşturulmasında israrlıdır. Böyle bir referandum, Birleşmiş Milletler (BM), Avrupa Birliği (AB) ve İslam Konferensı Örgütü (İKÖ) gibi uluslararası kurum ve kuruluşların gözlemciliğinde yapılmalı ve Kürt halkı, bağımsızlık, konfederasyon, federasyon, otonomi ve benzeri çözüm biçimleri içerisinden kendi tercihini özgürce yapabilmeli.

Eğer referandum demokratik ve özgür koşullarda yapılır ve azınlıkta kalan görüşlerin kendilerini ifade etmelerinin önü kapatılmazsa, halkın tercihi nasıl olursa olsun, tüm siyasi taraflar referandum sonuçlarına saygı göstermeli ve kendi siyasal istemleri için barışçıl, sivil ve demokratik mücadale yol ve yöntemlerini kullanmalı.”

 

Devrimci Demokratlar 3. genel toplantısı, ayrıca siyasal prensipler beyannamesinde “ Güncel siyasi çözümler, Ulusal birlik ve işbirliği, Türkiye'deki Kürtler ve demokrasi, Kürdistan'ın diğer parçalarıyla ilişkiler, Yurtdışındaki Kürtler, Bölgesel ve uluslararası sorunlar, Çevre ve küresel ısınma sorunları, Geleceğimiz ve gençlik, Kadın hakları ve demokrasi mücadelesi, Ulusal ve dinsel azınlıklar ” ara başlıkları ile mücadele hedeflerininin temel değerlerini ve çerçevesini tespit ederek, oybirliği ile onayladı.

 

  • 3. genel toplantımız onaylamış olduğu siyasal prensipler deklerasyonu ile aynı zamanda Devrimci Demokratlar Hareketi'nin bir siyasal kimlik ve sivil siyasal hareket olarak Kuzey Kürdistan ulusal demokratik mücadelesinde yer almak üzere kurulmuş olduğunu da ilan etti.
  • 3. genel toplantı son olarak, gelecek dönemde örgütsel çalışmalarını yürütecek olan yönetim organı olarak Devrimci Demokratlar Hareketi Meclisi'nin seçimini yaptı.
  • Devrimci Demokratlar Hareketi'nin kuruluşu, ulusal demokratik hak ve özgürlükler mücadelemizin çok renkliliğinin ve çok sesliliğinin bir gereği olduğu kadar aynı zamanda birleşik ulusal irade ve temsilin yaratılması isteği ve mücadelesinin de önemli bir adımını ortaya koymaktadır.
  • Devrimci Demokratlar Hareketi'nin kuruluşu ulusal demokratik hak ve özgürlükler mücadelemizin tüm zorluklara karşı engellenemeyeceğinin ifadesi olmuştur.
  • Devrimci Demokratlar Hareketi'nin kuruluşu kendisini yenilenmenin ve geliştirmenin bir ifadesi olarak, ulusal mücadeleye yeni bir soluk kazandırma amacını somutlaştırmıştır.

Yaşasın ulusal demokratik hak ve özgürlükler mücadelemiz

 

1 Kasım 2008, Diyarbakır

 

Devrimci Demokratlar Hareketi