Paşa Uzun

 

 

 

Hûn bi qurbana Barzanî bin!

 

Komîteya Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanê li Swêdê, di 11 Adarê da li Stockholmê ji bo 104 saliya dayikbûna Barzanî bîranîyekê pêkanîn. Ji ber vê sedemê Komela Niviskarên Kurd a Swêdê (KNK) jî bi nameyekê pêþewaziya bîranînê kiribûn. Serokê KNK kek Halûq Ozturk dibêjê, "kek Paþa ji te ra zahmet nebe, mesajekê binivisîne û were em tev beþdarî civînê bibin."

 

Li Kurdistana bakur, di salên 70 an da çepê kurd li hember M.Mistafa Barzanî gelek neheqî kirin, li hember wî û tevgera wî þaþ fikirîn û þaþ tevger kirin. Pirr caran bi çavên tirkên Kemalîst li Barzanî nêrîn, nirxandin û bi nav kirin. Lê roja ku me zimanê xwe bikar anî, roja ku me ji mijûyên xwe, ji ditîn, fikir û ramanên kemalîstan paqij kir, bi gotinek din, gava em wekê kurdan fikirîn, wê gavê me dît û fahm kir ku Barzanî di tevgera kurd da, sazgehekê bi serê xwe ye. Bi rabûn û runiþtina xwe, fikir û tevgera xwe, bi nefspiçûkiya xwe, di tevgera kurd da cîyekê taybetî digre.

 

Dîplomat e, teorîsyen e, pratîsyen e, pêþmerge ye, ziman, urf û edetên civata xwe baþ dizanê, çîya û banîyên welatê xwe xweþ nas dike. Bi her alîyên xwe, kêmasî, qusûr û çewtîyên wî jî daxîl, neferekî netewa kurd e. Yên bixwazin Barzanî nas bikin, wê þexs û jîyana wî da xwe bibînin û xwe nas bikin.

 

Loma bê teredût ji kek Halûq ra dibêjim; çawa zahmet bibe! Ez ê bi kêfxweþî binivisînim û dinivisînim. Dixwazim nivisarakê kurt, sade, þexsî û naverok dagirtî binivisînim. Ne tenê yên min, divê hîsîyat û fikrên kurdên bakur jî di vê nivisarê da xuya bikin. Loma li ser her peyvê, her hevokê û her gotinê, ne carê, du sê caran disekinim, difikirim, dinirxînim, dugeherînim.

 

Herwiha nivisara xwe temam dikim, bi heyecan û kêfxweþî diçim civînê. Li ber derîyê salonê dipirsim, ka wê mesaj çawa bên pêþkêþ kirin. Zilamekî "wele mesaj pirr in, em ê navên xwedî mesajan bixwînin, evqas." dibêjê. Mesaja xwe yê li ser navê KNK didim destî wî û bi du hevalên bakur dikevim hundur. Rêza ku em li rûdinin di nav çend deqîqeyan da bi kurdên bakur tên dagirkirin.

 

7 kes, 3 jin û 4 peya derdikevin sahnê û mesajên xwe dixwînin. Mesajên jinan kin yên peyayan dirêj bûn. Ji peyayan yek ereb bû, bi erebî axifî, loma me tiþtekî fahm nekir. Ji jinan yek, ji partîya sosyaldemokratê Swêdê bû. Jinêkê çawa axiftina xwe xelas kir, berê xwe da derîyê salonê û meþîya der, zilamekî por û simbil boyaxkirî ket dû wê, gepên wî yên qelaw ya ji germê yan jî ji kêfan sorûmor bûbû, destê jinêkê girt nav destên xwe. Bi wê ra axifî, kenîya û heta ber derîyê salonê pê ra meþîya. Wisa xwuya bû ku ji jinikê ra spasîyên xwe pêþkêþ dikir.

 

Hevalê kêleka min got:"tu zanî ew kî ye?" Na! Ma min navika wî birîyê! Ez ê ji ku bizanibim, dibêjim. "Ew berpirsiyarê Partî Demokratê Kurdistanê yê Swêdê ye." Deng ji min dernakevê, ji ber ku, li ser perda sahnê da fîlmekî der heqê Barzanî da destpêdike. Ez û hevalan bala xwe didin filmê, gava Barzanî li ser hespa xwe yê sipî, di nav pêþmergeyan da xuya dike, hêcan bi min digre, canê min digurizê. Hevalê kêleka min dibêjê: "deng xwe meke! Ev fîlma pirr tiþtekê xweþ e." Biskî dinê Barzanî cardin li ser hespa sipî xuya dike, Barzanî bi peþmergeyan ve tev dimeþe, rûdine, radibe, cardin li ser hespê xuya dike.

Îcar ne hespa sipî, hespa sor e. Berbi dawîya fîlmê, çend ewrûpayî û emerîkî, der heqê Barzanî da, çend gotinan dibêjin, bes dengê musikê ji dengê wan zêdetir derdikeve, loma gotinên zilaman nayê fahm kirin. Fîlm xelas dibe, kêfa min û hevalê kêlakê min beravacî dibe.

 

Ji xwe ra dibêjim;mirov vê yekê li Barzanî dike! Fîlmekî wisa bê serî, bê dawî, bê dûzan û bê naverok nîþan dide? Kurdan heta devê salonê tije kiribûn, ne av, ne qedehekê çay û ne jî qahweyek. Yên derdikevin sahnê û mesajên xwe dixwînin, gava devên wan zuha dibe, qedehekê av li ber wan tune ku devên xwe þil bikin. Pereyên wan tunebû, bila ji me ra bigotana, me yê ji wan ra, av jî banîya, çay jî banîya.

 

Bêhna min gelek teng dibe, di rê de, heta digîhîjim mal diponijim û difikirim. Digîhîjim wê netîcê ku yê yan jî yên ev biranînê organîze kiribûn, ji xelkê xwe ra qasî pênc quruþ qîmet nedabûn. Em xelkê li alîyekê berdin, bi saya Barzanî bûbûn xwedî dewlet, hûr û tûrên xwe dagirtibûn û ji Barzanî ra jî ev biranîna tewo-mewşo layiq dîtibûn.

 

Ji jinika sosyaldemokratan ra xwe kiribûn erd, li belê, wexta wan ji nivisara min a li ser navê KNK re tunebû.

 

Loma dibêjim, hûn qurbana Barzanî bin, bi vê halê xwe hûn nikarin tiþtek jî bi ser bixin.

11 Adar a 2007/Stockholm

 

 

Mesaja KNK ji bo 104 saliya Barzanî

Sala berê, havîna 2006 an, ez û du heval tev, ji bo bîranîna Faîk Bûcax em çûn Swêregê, Faîk Bûcax ji Swêregê bû û di damezirandina Partî Demokratê Kurdsîtanê a Tirkîyê de cîh girtibû, heta roja ku bi destên dagirkeran bê kuþtin, wekê sekreterê partîyê xebitîbû.

 

Ji wan hevalan Fuado, ji ser gora M.Mustafa Barzanî, kulmekî ax bi xwe ra anîbû. Nûnerên ku li ser navê Partî Demokrat û hukumetê, ji Kurdîstana Baþûr hatibûn, ala Kurdistanê bi ser gora Faîk da daliqandin û axiftinên xwe kirin. Fûado jî axa ku bi xwe ra anîbû, li ser gora Faîk Bûcax reþand.

 

Sinorên ku bi salanên me kurdan, ji jîyanekê bindest û perçekirî ra mecbûr kiribûn; wê rojê, wê gavê û bi wê kulmekî xerî ji ber çavan winda bûn, kurdên baþûr û bakur li ser gora Faîk Bucax bûn yek dil û yek mijû.

 

Sembolek nefspiçûk, lê belê, bi mane, naverok û bi mesajên xwe gran û girîng.

M.M. Barzanî, di jîyana xwe yê dewlemend û pirrengî da pirr caran tenê ma, carbicar dostan xwe jê dûr xistin, hevalan rûyên xwe jê zivirandin, lomet û buhtanên nerast û neheq, hem ji alîyên dijminan û hem jî ji alîyên hemwelatîyan ve lê hatin kirin. Lê wî dev ji serhildan û azadîya netewa kurd berneda.

 

Bi fedakarî û xebatekê zor û zahmet ji bo me kurdan bingehekê mezbût, hêja û bêhempa ava kir.

Loma îro em li baþûr bûn xwedî dewlet.

Loma îro em buhara kurdan dijîn.

 

Bêhna buharê pêl bi pêl bi ser me da tê. Kurdistana baþûr bi kilam, edebîyat, al, bezirganî, sîyaset û kulmekî axa ji gorra M.M. Barzanî; me dilþad û serfiraz, hêvî û daxwazîya azadîyê û mijûyekî yekgirtî xurt dike, pêþve dibe. Li pêþ tevgera kurd, perspektîfên nû vedike, îmkanan çêdike.

 

Di vê pêþveçûyinê hanê da, par û keda herî mezin yê M.M. Barzanî ye. Bi sedema vê bîranînê, li ser navê Komela Niviskarî Kurd yê Swêdê, ji M.M. Barzanî û Partî Demokratê Kurdistanê ra em hurmeta xwe pêþkêþ dikin.

Her bijîn.

 

11.03.2007

 

Paþa Uzun/ Li ser navê Komela Nivîskarên Kurd yê Swêdê.