|
||
|
||
cevdet-tuku@hotmail.de Dixwazin Êzidiya asimleyê Îslamê bikin!
Hêdisa Duay ya keçika êzîdî ku bihovî hatibu qetilkirin hêzin olperst u kevneperst ye misilmanin ye kurd u ereb xistin bahane ku fermaneki nuh bînin ser êzîdîya. Dixwazin bi darê zorê êzîdiya bikin misilman (Ezidîya assîmîle bikin.) Ligîtîmatîon/ ligîtîmatäta xwe - helaliya xwe di dînê îslamîye/kurhanê de dibînin .
Omeda Mehmed, kêm u qels e ,fekîra dixwazin Omeda Mehmed bi cend hezar êzîdîyan mezin u xurt bikin .
Lê belê rewþenbîren kurda ci diwxwazin?
Hinek rewþenbîren kurda hedîsa Duay ya tradejîk , xistin bername u xal ku li ser rawestin ji bo guhartin di ola ezîdîya de cibikin . Tiþtê ku hetanî vega bi devkî di mizmizandin înca vekirî u bi nivisandin tînin ziman.
Lîgîtîmatîon/ ligîtîmatäta- helaliye xwe ji moderîzmê/ Liberal – (dilfireh) ye digrin
Gava em wan dîtinan baþ biþopînin emê bivînin firkîya wan u hêzen olperst tenê di reh u metoden wan de heye, yek bi zorê bi terore dixwaze êzîdiyan asîmîleyî islamê bike , a din bi delalî bi rehetî bi perwerdekirinê assîmîle yî islamê bike.Hedefin wan yekin lê rehen wan ji hev cudaye .
Mahmud Kilinç (M.K) rêzdar vekiri, direkt fikra moderîzmê/ lîberalizimê di malpera Galewej bi sernivîsa “TRAJEDÎYA KECIKA ÊZDÎ Û REWÞA CIVAKA KURD “ tine ziman.
M.K. dibeje: “ Li baþûrê Kurdistanê keçikek êzdî jiber ku ewîndarê xortekî ereb bûye, xortên êzdî ew dana ber keviran û kujtine, “ u dom dike “Di nav nirxên civakî, cand, tore, peywendîyên civakî û strûktura civakê da pîvan û nirxên paþverû hene “
Þik li virde tune, em yek fikrin di ve xalê de edetin pasveru di civaka me de gelek hene wek struktura eþîra , qelen, zewaca zorê, heyfhilanîn ......
M. K. dom dike “Taybetî di mijara jinê da.... Yeke din astengên ku ji ol û rêola têne.” ... Yên herê xeter jî yên ku ji ol ... têne ne. “
Di virde dibeje di nav ola de jî nirxin asteng u pasveru jî hene.
Hane domdike “Herweha, heta kîçax civata Êzdî dê qedexe bike ku kecikek êzdî bi lawekî misilman ve.... bizewice.”
Ev qedexe kirin bu li gori fikra M.K bu
“sedema trajedîyê “ ya keçika kurde ezidi .
Di virde M. K.bi kurtayi dibeje ola ezîdîya bu sedemen rudana buyera kecika ezidi. Sedemen buyerê olê (ola EZidayetiye) niþan dide.
Gelo M. K diroka Kurdisatnanê baþ nexwendiye ji ne haydar e . Ilm u Qwlê êzîdia , kiteba jelwa u misahfa reþ nas nake. Di vana de kuþtinê helal nake. Ev hedisa hov cara yekmine di nav kurden ezidi de ru da . Ev kuþtina kirêt ya bi vî rengî bi tevayî ne mentalîtäta kurda ye, ya ereba ye . Mir Tehsin beg bi civata ruhane ve, hemu komel u malperen ezidiyan u rewþenbîren kurden ezîdi D A X U Y A N Î dan gotin tu ahlaqa ve buyere bi ola mere tunye u buyer bi tund þermezar kirin .
Heqê tukesî tune kirinin hov ye cend xortên kurden êzidi bê serî u bê mejî bi tevayîya kurden ezîdîya ve u bi ola van ve bide girêdan. Ev heqaretek mezin bi kurden resen u paqij re tê kirin u bi zanin an be zanin bi van ditinin bê bingeh don berdidin nav agirê olperesta .
M. K. Tistê balkeþ berdom dike . “ Miletê Kurd kujtina kecika êzîdî li Ewrupa bi wêne û puntoyên mezin hate weþandin. . Heqê kesî tine Bila her kes zanibe ku kujtinên wisa hovane, zirarek mezin dide îmaja ye, ku îmaja miletê Kurd marjinal, paþverû binimîne.”
Ez pirs dikim kê bu ev buyer wisa mezin kir li europa, mediya europa wêne kustina kecikê u mesela hêdise ji kîjan median girtin ? Ne mediya u pressa kurd ên misilman bu. Ne rewþenbîr u quncikniviskarê kurden misilman bun? Ew bi xwe mezin dikin u ser de ji gazin u gilî dikin , cima wer dibe. Durî wi camerî , de were vî kerî di vî bihirîre derbas ke .
Raste îmaja tevayîya miletê kurd zirar ji dît lê belê taybeytî ola ezidiya .
Li tistê ku M .K hedef dike ev ve. “entelîjensîya Kurd bal bikþîne ser guhertina vana..... Herweha, heta kîçax civata Êzdî dê qedexe bike ku kecikek êzdî bi lawekî misilman ve, an jî lawekî êzdî bi kecek misilman ve bizewice.”
Pir vekiri yek mêra xeber di de nehewciyi komentar re ye.
Lîgîtîmatîon/ ligitîmatäta- helaliye ve ji modernîzmê / liberaliye diar dike.u ha dom dike “û him jî nahêle, ku civak bête guhertin, li pêþîya modernîzmê dibin asteng.”
Di virde divê em ser rewþ u realîtäten civaka kurda de bisekinin u cend minak ku diroka mede bune bidin .
Iro li Almaniya em dora texmin 30 – 40 hezar kurden êzîdî hene . Em li almaniya bi awaheki pêþketî li ser bingeha irf u edeten xwe dijin . Em bi ziman, ol, dirok welat xwe re pir giredayîne, ji bona ve em di malê xwede anjî di komel u dezgehen xwe yi ye siyasî u olî de xwe u zarokê perwerde dikin . Êm aktiv di nav tekoþina rizgariya netewa kurd de cih di girin. Insanê wek berivan qareman ji almanya cun serrê ciyayê kurdistan bi xwina xweye paqij hetanî dilopa xwîna dawin ji bo xaka kurdistan berxwedan da .Em hêji mirîye xwe dibin axa piroz kurdistanê . em wek Kurdistanî li almniya dijin . gavê brayen meyî kurde misilman bi mivani ten cem me . dibejin me, em li ba we xwe wek li kurdistan dihisbînin .ev tev tiþtin balkiþin .
Lê gave em zewace serbist bikin ji herkesi re emê têk herin ,emê di nav civaka almaniyaye mezin ya ku zaf peþketî u xwurte di wexteki kut an dirêj bihelin u assîmîle bivin, Ev rastiyeke u Reyaliteyeke li hingê li peþîya me ye . Un vî tiþtî dixwazin ?
Dr.Eskere boyik , Celile Celil, Têmurê Xelîl... dibejin 30 hezar kurde misilman li Azerbaican di salê 30 de cih bun, di nav misilmanin brayen xweyi azeri de heliyan neman , bune azeri u .... Li kurden Ezidi e ku dora 5 hezar li Ermenîstan bi cî bun hêji wek Kurdistanî hene.
Dr Eskere Boyik di malpera dengê ezidiya de ha dibeje:
“Îro ew 4-5 hezar bûne 200-250 hezarî. Bi seda ronakbîr û rewþembîr li nav wan derketin û edebyet-medenyeta kurdî xemilandin.”
Ev serkevtinin piroz u hêja her welathêzek divê bi vana serbilind be .Ev serkevtin tev bi saya serê ol me bu . Þika me di welatperweriya M .K.u rewþenbîre wek wî difikirin tune . Newma jî ez dipirsim . Êm ci bikin ? Gelo em li almaniya bivin modernizme^/liberal astengen oli wek serbestiya zewacê hilînin u encama ve ji helandin u assîmîlekirina kurden ezîdiye? Anjî em wek berê u niha li hemu nirxin xweyi oli biparezin u encama ve jî eme wek kurdê êzîdiî bimînin u kurdistanê bixemlînin ? Li Almaniya tenê ev herdu alternativ hene? Qerara me ezidiya vekirîye em dibejin na ji assîmîlatîonê re Ez cardin werim ser gotinin M. K.
“ Herweha, heta kîçax civata Êzdî dê qedexe bike ku kecikek êzdî bi lawekî misilman ve, an jî lawekî êzdî bi kecek misilman ve bizewice. “
Di virde de M. K .tenê di civata êzîdîya de zewaca serbest qedexe dibîne, M .K. behsa di civata ya islam de nake. Me tu cara ev qedexekirin inkar nekiriye u sedemen ve hene ku min jor behs kiriye u ezê ser temam bikim .
Hurmeta min ji hemu ola re heye Wateyiya min ne ev ku ez islamê negativ diar bikim. Li belê ez pirs dikim. Gelo zewca serbest di islamê de heye ? Bi bersiv vegerandina ve pirsê ve hin bu kutî beji rewþ, fikir u normen civakê ronî dibin u hin jî sedemin ku em Êzidi cima zewaca serbest, serbest nakin ê xwuya bive .
Azis Nesin di kiêba xwe bi zimanê almani, tenê yek reh, dinivsine: Insanek li bajerek picuk li mizgeftê sekinîye u bê deng dimîne . Milêt li dicive u ji ber xwe ve dibejin ev insanekî filehe, ji derek dur hatîye u dixwaze li vir li mala xwedê li mizgeftê were ser dînê Islamê . Ser vi þer dikin, kî wî bevê mala xwe , wî hero ziyafet dikn, cil, pera .xwarin her tistî didine . Qizek delal u bedew ji didine.
Azîs Nesîn dibêje heger fekîr u rebinin filehê europa bi vê zanîbuna ku werin misilman bivin , Misilmanê wan têr bi mal u pere bikin. Hingê tevê bihatina misilman buna u xwe yê dewlemend bikirina
Misilman her fedakariyê dike bi madî u manewi u wek wateyekê dihisbîne ji xwe re ku kesayetin olen din wek fileh, êzîdîya ... misilman bike .Di civata islam de Zewaca serbest heye, tenê bi þertê ku kesayetin din werin ser ola wan .
Li belê kesêyaten misilman rabin konverte bivin, anji qîz u xorte wan herin ser olek din , ev hiç ji alê wan nahê qebulkirin. Qimyamet dibarînin, çer ,tehdît , ledan kuþtin , serjikirin . vana bi kar tînin.
Li Kurdistanê hima bije li her gunden êzidiya , keçin ezidiya misilmana ji xwe re birine u li mizgeftê mahra wan birîne. Misilmanin kurd keç , buk jinên bi mêr bi rehetî u bi zorê ji xwe re birine u bi misilman kirine . Ezîdiya, du wextek kut van kesên ku bi misilman bubun tevlî mêr u zarokin wan ,wan qebul dikirin u li gorî qewet u imkanê xwe alîkarî didan wan . Carekê tenê xortek êzidi keçek misilman bi dilê wê revand ,xwastin herin almaniya ji bo misilman nebin , civata islam li bajarê Qubînê qîyamet u ferman ra kir qubîn ji ezidi re xistin qedexe . Keçik bi tehdîta ji kurik standin.
Hêjî li Kurdistanê Kurdên misilman xwarina Ezidiya naxon, dibejin destkujîya ezidiya hiram e. Li bajêrê Batmanê ku nifusa vî gîhstîye milyonekê u li hinek bajarê din di rojîye remezanê de restaurant, cayxwane tev girtîne. Ne hedê kesîye ku karîbe cixarê di sukê de vekiþîne .
Li Kurdistana Baþur ji ber xwekuþtin u xweþewitandina jina, wezereta ewqaf ya hukumeta Kurdistan daxwaz ji mela u xatibin kir bira di mezgefta de xutbeya ser van kuþtinan deynin ji bo ev kuþtin kêm bivin .
Ev niþan di de ku heji milêt ji mela u xatiban u xwutbeyê bawer dike u li du wanin , newma hukumetê bi rihek han xwest bigîje encamekê baþ.
Bi vê mentalîtäta, mantik u fikrandin real ya ku misilman te dene. Em rabin qedexekirinê rakin, zewacê serbest bikin , hewce ku ez hejî bijim ci tofan ê were ser êzidîya .
Tenê timî êzidi herin ser ola wan. Hewce ez bijim nîv million ezidi ê di nav 40 million kurdê misilman de assîmîle bive e bihelê , namîne . Bi zanin an bê zanin M. K .u rewsenbîrê ê wek wi difikirin , peþwaziyê van , êzidiya assîmîleyî ola islam dikin . Ezîdi ne ji reha zore re serî datînin u ne jî riya delal u rehet re tin xwapandin .
Naveroka nivisa Mahmut Kilinç, qilîç e.
Em ji assîmîlatîon re dibejin Na !
Em ji kurdîstanê re dibejin erê ! 9.05.2007
|